ŞIRNEX- Rêxistina HDP'ê ya Şirnexê, esnaf ziyaret kirin û ew vexwendin pîrozbahiya Newrozê.
Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), li herêma Botanê lez dan amadekariyên xwe yên ji bo pîrozbahiya Newrozê didomîne. Li Şirnexê bi beşdariya parlementerên bajar Hasan Ozgûneş û Nuran Îmîr HDP’ê serdana esnafan kir û ew vexwendin pîrozbahiya newrozê.