ENQERE – HDP’ê dîmenên bi zorê derxistina ji parlamentoyê ya Omer Farûk Gergerlîoglû û Merve Kavakçi da rûberî hev û ev nirxandin kir: “Aktor guherîn, zihniyet heman zihniyet e.”
Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), li ser hesabê xwe fermî yê twîtterê, dîmenên bi zorê derxistina ji parlamentoyê ya parlamenterê xwe Omer Farûk Gergerlîoglû û Merve Kavakçi ku di sala 1999’an de ji Partiya Fazîletê hatibû hilbijartin da rûberî hev û ev nirxandin kir: “Aktor guherîn zihniyet heman zihniyet e, dîrok guherî şerm heman şerm e. Mexdûrên duh bûne zalimê îro. HDP li dijî zihniyeta darbekar duh jî îro jî li ber xwe dide. #HDPNAYÊGIRTIN (#HDPKAPATILAMAZ)”