MÊRDÎN – Li Qoserê ciwanan agirê Newrozê pêxist û li dor êgir govend gerandin.
Li navçeya Qoser a Mêrdînê komek ciwan agirê Newrozê pêxist. Ciwanên ku danê êvarî li Taxa Medyayê li hev kom bûn, dirûşme berz kirin û agirê Newrozê vêxistin. Ciwanan li dor êgir govend gerandin û herî dawî jî fîşekên hewayî teqandin.
Hat hînbûn ku piştî pîrozbahiya ciwanan, polîsa hatine taxê.