VAN - Endamên Komîteya Amadekar a Newrozê ya Wanê, diyar kirin ku amadekariyên wan li ber qedandinê ne û li dijî tecrîda li Îmraliyê bang li her kesî kirin ku beşdarî pîrozbahiya Newrozê bibin.
Îsal ê li Wanê Newroz di 21'ê Adarê de bê pîrozkirin. Amadekariyên ji bo pîrozbahiyê bênavber didomin. Heya niha li gelek deverên bajêr, afîşên bi 17 zimanan hatin daliqandin. Ê Hevseroka Giştî ya Partiya Herêmên demokratîk (DBP) Salîha Aydenîz û hunermend Xecê, Azad Bedran, Vardiya û Koma Awaz jî tevli pîrozbahiyê bibin.
Endamên Komîteya Amadekar a Newrozê Mesût Uçer û Kûdret Temel, diyar kirin ku amaekariyên wan li ber qedandinê ne û ji bo pîrozbahiyê bang li her kesî kirin.
TECRÎD Û YEKÎTIYA NETEWEYÎ
Uçer, bilêv kir ku par ji ber şewba Covîd-19'ê Newro pîroz nekirine, lê belê îsal dê pîroz bikin. Uçer, da zanîn ku amadekariyên ji bo pîrozbahiyê li ber qedandinê ne û got: "Em li dijî tecrîda li ser Birêz Ocalan û xwedîderketina li xebatên yekîtiya Neteweyî û girtiyan di 21'ê Adarê de li benda her kesî ne. Em bang li gel dikin ku em Newrozê bi awayekî girseyî û bi coşeke mezin pîroz bikin."
BANGAWAZÎ
Endama Komîteya Amadekar Kûdret Temel jî anî ziman ku ji bo pîrozbahiyê destûr stendine û ji li dijî tecrîdê û ji bo xwedîderketina li çalakiyên greva birçîbûnê bang li her kesî kir ku tevli pîrozbahiyê bibin. Temel, destnîşan kir ku nexasim jî li benda jinan e ku bi kincên xwe yên neteweyî, bi tilîlî û coşa xwe dakevin qadên Newrozê.