WAN – Polisan Rêveberê DBP’an Wanê Sûlhattîn Kenco binçav kirin.
Li navçeya Rêya Armûşê ya Wanê, polisan Rêveberê DBP’an Wanê Sûlhattîn Kenco bi lêdanê binçav kirin. Sedema binçavkirina Kenco nehat hînbûn û hat diyarkirin ku wî birine Miduriyeta Polisan a Bajar.