‘Newroza li Kadîfekaleyê mîrateya zarokên me ye’

img
ÎZMÎR - Jinên ku şahidiya çalakiya Rahşan Demîrel kirin û ji wê rojê ve tevlî her Newrozê dibin wiha gotin: “Ji bo me wateyeke cuda ya kelehê heye. Ev der cihê ku salên berxwedan û ciwantiyê yên zarokên me lê derbas bûyî ye. Mîrateya zarokên me ye.”
 
Taxa Kadîfekaleya Îzmîrê ku Rahşan Demîrel a bûye remza Newrozê lê jiyana xwe ji dest da, îsal zû dest bi amadekariyên Newrozê kirin. Rahşan Demîrel a li dijî zilm û zorê di sala 1992’yan de weke agirê serhildanê yê Kawayê Hesinkar vêxist wiha gotibû: “Ez xwe li Kadîfekaleyê dikim Newroz. Ez mecbûr im bersiva Cizîr, Mêrdîn û Nisêbînê bidim. Li min xwedî derkevin. Ez Îsmet Sezgîn agahdar dikim, wê Newroz bê pîrozkirin. Bi lastîkê nebe jî wê bi canê me were pîrozkirin!” Ew tesîra çalakî û gotinên Demîrel da avakirin hêj didome.
 
Hasîne Kaygisiz (72) û Mehdiye Adanir (74) ên şahidiya çalakiya Demîrelê kirin, atmosfer, rihê wê rojê û tiştên hatin serê wan vegotin. 
 
‘EM BI QÊRÎNÊ DERKETIN DERVE’
 
Hasîne Kaygisiz (72) a ji navçeya Nisêbîna Mêrdînê koçî Kadîfekaleya Îzmîrê kir, anî ziman ku bi çar çavan li benda Newroza ku ciwanên kurd bi bedelên giran afirandiye ne. Kaygisiz bi bîr xist ku Newroz ji aliyê hikumeta demê ve hatibû qedexekirin û wiha axivî: “Di pîrozbahiyên Cizîr û Nisêbînê de gelek kesan jiyana xwe ji dest dabûn. Herkes gelek bi hêrs bû. Rahşan Demîrel a cîrana me di nava kelehê de xwe şewitand. Em bi qêrînê derketin derve. Heta ku em gihiştin cem wê polîs û tîmên agirkujê hatibûn, nehiştin em nezîk bibin. Dayika wê û ciwanan betanî anîn. Dayika wê xwest cenazeyê keça wê bidin wê. Hemû gelê Taxa Kadîfekale li wir bû. Li gel zextan jî cenaze nedan polîsan. Piştî wecîbeyên olî cenaze şandin welat. Keseke ku ji welatê xwe hezdikir û ji bo wê têdikoşiya bû. Ji bo me ev çalakî kir. Ji bo ku em Newrozê bi awayekî azad pîroz bikin. Em jî qasî ku em bijîn em ê Newrozê pîroz bikin.”
 
LI GEL ZEXT Û QEDEXEYAN JÎ…
 
Kaygisiz diyar kir ku li gel şertên demê jî gel ji pîrozkirinan paşve gav neavêt û wiha got: “Li gel qedexeya salên 1990’î jî gel li Kadîfekaleyê Newroz bi coş û berxwedan pîroz dikir. Bi destpêka adarê hemû keleh bi kelecan dibû. Jin, zarok û ciwan beriya mehekê cilên xwe yên heremî didirûn. Yên ku cilên wan nebûn jî ji cîranê xwe digirtin. Dayikan zendik û flamayên kesk û sor û zer hûnandin. Ciwanan lastik, dar û tiştên weke wan stok dikirin. Me jî darên ji bo tenûrên xwe anî bûn ji bo wê rojê vedişartin. Jinan û ciwanan beriya hefteyekê li kelehê dest bi pîrozbahiyan dikirin.”
 
‘MÎRATEYA ZAROKÊN ME’
 
Mehdiye Adanir (74) a bi zextên dewletê ji Mêrdînê hatiye koçkirin jî yek ji wan kesan e ku ji wê rojê ve li kelehê beşdarî pîrozbahiyan dibe. Adanir bi bîr xist ku ji xeynî pîrozbahiyên navendî li her taxê Newroz dihat pîrozkirin û wiha axivî: “Ji bo me wateyeke kelehê ya cuda heye. Ev der cihê salên ciwantî û berxwedana zarokên me lê derbasbûye ye. Kurê min ewil li vir agirê Newrozê pêxist û li vir hat binçavkirin û girtin. Ew di girtîgehê de ye lê ez her sal peywîra wî bi cih tînim. Ez nikarim govendê bigerînim jî gelê ku pîrozbahiyan dikin temaşe dikim. Tililî kişandin. Cîrana me Rahşanê xwe li vê qadê şewitand. Ez wê rojê gelek giriyam, ji ber ku jinekê ji bo me xwe fedakiribû. Ez ê vê çawa ji bîr bikim. Mîrateya zarokên me ye. Cihê Rahşanê xwe şewitandî ji ber ku cihekî dîrokî ya nahêlin kes biçe lê em ji bîr nakin. Weke duh di bîra min de ye.”
 
‘EM Ê DÎSA BIÇIN PÎROZBAHIYAN’
 
Adanir destnîşan kir ku ji ber Newroz qedexe bû, rojekê beriya çalakiya Demîrelê bi awayekî korsan hat pîrozkirin û wiha got: “Em sibê zû rabûn û kesk, sor û zer û cilên xwe yên rengîn li xwe kirin. Ciwanên taxê, bi şev lastîk komkiribûn. Wan agir pêxist me jî dar dibirin. Qasî ku agir bilind dibû coşa me û tililiyên me jî bilind dibû. Me govend digerand û stran digotin. Dirûşmên azadiyê berz dikirin. Li gel qedexeyan jî be agir bilind dikir. Polîs û tîmên agirkujê agir vedimirand. Piştî ku ew diçûn me careke din pêdixist. Keleh weke qada berxwedanê bû. Newroz bi coş dihat pîrozkirin. Em ê dîsa biçin pîrozbahiyan. Newroz cejna me ye.”
 
MA / Esra Solîn Dal
 

Sernavên din

16/03/2021
16:36 Dayikên Aştiyê serdana Buroya Hiqûqê ya Sedsalê kirin
16:11 Doza sereke ya Demîrtaş hat taloqkirin
15:51 Cenazeyê Demîr piştî 6 mehan radestî malbata wî hat kirin
15:46 Haci Zengîn li ser gora xwe hat bibîranîn
15:41 Komkujiya Helebce sedema yekîtiya Kurdan e
15:30 Ji bo Newroza Tekîrdagê destûr hat dayîn
15:26 Sancar: Divê xwedî li deklarasyona Abdullah Ocalan were derketin
14:56 Gotinên Demîrtaş mohra xwe li dozê dan: Danişîna min taloqî tîrmeha 2023’yan bikin
14:49 Ji bo xizmeta tenduristiyê daxwaza zimanê zikmakî
14:47 Koordînasyona Saziyên Demokratîk: Divê tavilê bi Ocalan re hevdîtin were kirin
14:43 Li Cizîrê starta Newrozê bi pêxistina agir hat dayîn
14:21 Li bavê Rozerîn Çûkûr ku li Sûrê hat kuştin ceza birîn
13:50 Li Girtîgeha Tîpa D a Amedê qedexeya hevdîtinê
13:27 Li Stenbol û Îzmîrê banga tevlibûna Newrozê hat kirin
13:19 Ocalan ê HDP’î serî li Wezareta Dadê da: Bila fikar bên derbaskirin
13:05 33 sal in bêhna sêvan ji Helebceyê neçûye!
13:03 Dozgerê bi Şenyaşaran re hevdîtinê nake, baxçeyê edliyeyê qedexe kir
12:59 Parêzeran Ocalan ji bo hevdîtinê ji nû ve serlêdan kirin
12:31 Komxebata Tifaqa Kurdistanî: Komkujiya Helebceyê îro jî berdewam dike
12:17 Mifteya Aştiyê di nameya Ocalan de veşartî ye
11:48 Hêj bersiva serlêdana parêzerên Ocalan nehatiye dayîn
11:46 Gunay: Angaşt encama tecrîdê ne, divê fikar bên derbaskirin
11:37 Doza Demîrtaş bi îtîraza biryara DMME’yê dest pê kir
11:02 Bêrîvan Cizîrî qala Newroza 1992’yan kir: Berxwedanê ruhê Newrozê geş kir
11:01 Li herêma Bestayê cerdevanan bi deh hezaran dar birîn
10:38 Zilamê keça xwe tacîz kir hat binçavkirin
10:23 Li sînor cenazeye qerisî hat dîtin
10:11 Hevserokê KCD’ê Ozturk: Navê vê erdnîgariyê Kurdistan e
10:06 Gergerlîoglu: Ez ê li meclîsê li ber xwe bidin û naqetim
09:55 Gelo kî hawara Emîne Şenyaşar dibihîze?
09:07 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 110'emîn de didome
09:07 Keça Haci Zengîn: Newroz ji bo me ne roja şînê, roja berxwedanê ye
09:07 Schuller: Rakirina tecrîdê bivê nevê ye
09:07 Kurd berbayî lîstika dewletê neketin: Ne 'Nevruz', Newrozê pîroz dikin
09:07 Paylan: Îqtidar wê di nêz de topavêtina xwe aşkere bike
09:07 Bi ruhê 8'ê Adarê ber bi Newrozê ve
09:01 Wan li benda roja Newrozê ye
09:01 Li Cizîrê jin çima çarikên reş li xwe dikin?
09:01 Ji ber qedexeyên zozanan sewalên xwe difiroşe
09:00 ROJEVA 16'Ê ADARA 2021'AN
15/03/2021
20:56 Li Stenbolê agirê Newrozê hat vêxistin
20:49 63 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
17:09 Li Xalfetî û Amarayê dorpêça Newrozê
16:29 Emîne Şenyaşar serbest hat berdan
16:27 Giliyê dozgerê operasyona MEBYA-DER’ê birêve biriye ji HSK'ê re hat kirin
15:54 Yilmaz ê li girtîgehê jiyana xwe ji dest da li gundê wî defin kirin
15:38 Mehmet Ocalan: Em bi fikar in
15:33 EMEP'ê ji Gola Çeto bang kirin: Hemû projeyan betal bikin
15:27 Li Riha, Çewlig, Wan û Êlihê bangên beşdariya Newrozê hatin kirin
15:19 Parêzerên Ocalan serlêdana hevdîtina lezgîn kirin
14:49 Li Mêrsînê banga beşdariya Newrozê hat kirin
14:29 Li Girtîgeha Meraşê zextên sîstematîk li girtiyan tê kirin
14:28 HDP'ê Yilmaz ê li girtîgehê mir ji Wezîrê Dadê pirsî
14:20 Ji ber tevlî daxuyaniyên partiya xwe bû 6 sal ceza lê hat birîn
14:09 Ji parêzerên Ocalan daxuyanî
14:04 Li Colemêrgê starta Newrozê hat dayîn
13:59 Polisan rêveberê DBP’ê binçav kirin
13:55 Zarokê ku polîsan maşîne lê xistibû mir
13:55 Li xebatkarê çapemeniyê yê HDP’ê ku hatibû revandin dan û gef lê xwarin
13:16 Polîsan Emîne Şenyaşar binçav kir
12:46 Piştî biryara DMME’yê danişîna ewili ya Demîrtaş sibê tê lidarxistin
12:39 Tirkiye li ser gel şerê avê dimeşîne
11:32 Ji bo kurdî rexne û pêşniyaz li HDP’ê hatin kirin
11:13 Li Rihayê cenazeyê jinekê hat dîtin
11:09 ‘Newroza li Kadîfekaleyê mîrateya zarokên me ye’
11:00 Malbata Şenyaşar ji bo çalakiya xwe banga piştgiriyê kir
10:22 Operasyona eskerî ya li Licê bi dawî bû
09:22 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 109'emîn de didome
09:22 Rayedarên HDP’ê banga beşdariya Newrozê li xelkê kirin
09:21 Rojnameger Oktay qala Nisebîne kir: Ez bûm şahidê zilm û berxwedanê
09:21 Zarok ji tirsa di mal de ye û îstîsmarkar li derve ye!
09:20 Ji bo Newroza Wanê bang: Em bi ruhê berxwedana Newroza 2008’an beşdar bibin
09:19 Herêma Egeyê ji bo Newrozê amade ye
09:06 Newroza Stenbolê ji hezaran gihîşt bi milyonan
09:05 Şahidê Newroza Nisêbînê ya 1992’yan: Hêj ew hovîtî li ber çavê min e
09:00 ROJEVA 15'Ê ADARA 2021'AN
14/03/2021
20:08 68 kesên din jî bi Kovîd-19'ê mirin
18:56 Serokên baroyên 14 bajaran: Bila daxwazên girtiyan werin qebûlkirin
18:41 Komeleya Wêjekarên Kurd kongreya xwe ya ewil li dar xist
17:43 Derbarê Ozturk de lêpirsîn hat destpêkirin
16:53 Qerenfîl avêtin Çemê Dîcleyê û xebatkarên tenduristiyê bi bîr anîn
15:07 Komisyona Ziman a HDP bi nivîskar û rojnamegerên Kurd re civîya
15:07 Girtiyê nexweş Yilmaz jiyana xwe ji dest da
14:32 Li Mêrdînê banga tevlibûna Newrozê
13:25 Kovara Zrîng bi berga 'Bijî Newroz' derket
13:20 Zêmarên Emîne Şenyaşar li avahiya edliyê deng vedan
12:24 Li Londonê jin ji bo Everard daketin kolanan
12:15 Xebata Îtîfaqa Kurdistanî biryara 'Komîsyona Hevpar' girt
11:55 Di ser qedexeya Şirnexê de 5 sal derbas bûn: Dewletê kurê min kuşt
11:38 Di sala 5’emîn de doza Nisêbînê: Girtiyan têkoşîna heysiyetê nîşan dan
11:37 Cerdevan tecawizî jinek astengdar kir
09:23 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 108'emîn de ye
09:08 Rêgeha masîpankan ji qirêjiyê xalî nabe
09:08 Bi tazmînata ku bi dest xist ji bo jinan xerc kir
09:07 Hestiyê girtiyê nexweş roj bi roj dihile
09:04 Jinên ku her sal Newrozê pîroz dikin: Wê agirê Newrozê netefe
09:03 Malbata Elefterîa Newroza gelê kurd pîroz kir
09:02 Ew evîndara Newrozê ye
09:02 Gulum: Têkoşîna jinê êdî pir xurt e, AKP nikare bi ser bikeve
09:01 Hunermendên Edenê: Bi ruhê Newroza 90'î em dakevin qadan