AMED - Operasyona eskerî ya pêr di navbera navçeyên Licê û Dara Hênê de hatibû destpêkirin bi dawî bû.
Li gundên Spênî, Xirabê û Çemê Elîka yên girêdayî navçeya Licê ya Amedê û li gundê Sîwanê yê girêdayî navçeya Dara Hênê ya Amedê pêr operasyona eskerî ji bejahiyê û esmanî hatibû destpêkirin. Hat zanîn ku operasyon bi dawî bûye.
Li gorî agahiyên çavkaniyên herêmî dan; ev operasyona eskerî bêtir li gundê Sîwanê pêk hatiye û duh bi dawî bûye.