ENQERE – Parlamenterê HDP'ê Garo Paylan, înşaeta TOKÎ ya li ser goristana Katolîk û Ermeniyan ava dikin ji Wezîrê Bajarvanî û Derdorê Murat Kurum pirsî.
Parlamenterê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Garo Paylan, xebatên înşaeta ku TOKÎ li ser goristana Katolîk û Ermeniyan ava dike, anî rojeva meclîsê. Paylan ji bo Wezîrê Bajarvanî û Derdorê Murat Kurum bibersivîne pirsname dan meclîsê. Paylan ev pirs pirsîn:
“*Çima înaeta ku TOKÎ li ser goristana Ermeniyan ava dikin nayê rawestandin?
*Hûn di ferqê de ne ku TOKÎ hafizaya bajar û hebûna çandê ya Enqereyê tune dike?
*Hûn çima ser hestî û çanda Ermeniyên Anadoliyê beton dikin.?"