Xebata Tifaqa Kurdistanî deklarasyona Newrozê eşkere kir

img

AMED - Xebata Tifaqa Kurdistanî bi rojeva Newrozê civiya û bername ango deklarasyona Newroza 2021’an eşkere kir.  

 
Hevserok, serok û nûnerên Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Komeleya Şoreşgerên Demokratên Kurd (DDKD), Partiya Însan û Azadiyê (PÎA), Partiya Komunist a Kurdistan (KKP), Platforma Demokratên Kurd (PDK-Bakur), Partiya Demokrata Kurdistan-Tirkiye (PDK-T) û Partiya Azadî yên di Xebata Tifaqa Kurdistanî de cih digirin, têkildarî pilansaziya pîrozbahiyên Newroza 2021’an li otel li navçeya Sûra Amedê civiyan û deklarasyona Newrozê eşkere dikin. 
 
Hevserokê KCD’ê Berdan Ozturk, Hevserokên Giştî yên DBP’ê Salîha Aydenîz û Keskîn Bayindir, Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan, Serokê Giştî yê PÎA’yê Mehmet Kamaç, Serokê Giştî yê KKP’ê Sînan Çîftyurek, Serokê Giştî yê PDK-T’yê Mehmet Emîn Kardaş, Serokê Giştî yê Partiya Azadî Ayettullah Aşitî, nûnerên partiyên siyasî û pêkahetan beşdarî civînê bûn. 
 
Li eywana civînê pankarta dirûşma Newroza îsal “Em bi agirê Newrozê li ber xwe bidin, bi ser bikevin" û her wiha pankartên bi nivîsên “Jin wê bi îsyana xwe agirê Newrozê geş bikin”, “Newroz ji bo azadiya gelan doz e, ji bo yekîtiya kurdan soz e” û “Agirê Newrozê geş bikin, tecrîdê bişikînin" hatin daliqandin. 
 
Deklrasyon ango daxuyaniya Newrozê ya bi kurdî ji aliyê Serokê Giştî yê PÎA’yê Mehmet Kamaç û ya metna tirkî jî ji aliyê Hevseroka Giştî ya DBP’ê Salîha Aydenîz ve hat xwendin. 
 
Daxuyaniya bi sernavê "Cejna Newrozê Li Netewa Kurd Pîroz Be" ya ji aliyê Kamaç ve hat xwendin wiha ye:
 
"Di dîrokê de, ahengeke piralî û hevsengî di navbera xweza, demsal û mirovahiyê de heye. Hatina biharê, guherîna demsal û xwezayê bandora xwe herî zêde li ser civakan dike. Bi hatina biharê re tengahî û astengiyên civakî hêdî hêdî ji holê radibin. Ji bo wê bi hezaran sal e, hatina biharê bi coşeke mezin û pêşwaziyeke bêhempa ji aliyê gelan ve hatiye pîrozkirin. Hatina biharê xunaviya vejînê li ser gelan dibarîne û dibe mizgîniya siberojeke ronî. Lewre jî bihar Newrozê, Newroz berxwedanê, berxwedan jî azadiyê tîne.
 
ŞEWQA AGIRÊ KAWA RONÎ KIR 
 
Di Rojhilata Navîn de, di asya navîn de u gelek deverên cîhanê de bi helwest û bi cûreyên cuda cuda Newroz tê pîrozkirin. Lê çi dibe bila bibe Newroz bi sed salaye ku ji Kurdan re bûye cejna netewî. Çirîsên agirê Kawa li çol û çiyayê heremê belevbûn, şewqa agirê Kawa çiya şiyar û rohnî kir. Bi vê şewq û wan çirîsên agirê Kawa ew kesên ku ji ber zilma Dehaq reviyabûn, koç kiribûn li hev kom bûn û li ber agirê Kawa cejna Newrozê afirandin. Reqs û govend li dar xistin, ji wê rojê heta iro ew agir bû roja cejn û azadiyê.. Cejna Newroz diyariya gelê kurd e ji hemû gelên heremê re. 
 
Newroz bîranîna vê tekoşînê ye û nîşana kesên di vê tekoşînê da li gel mezlûman tevdigerin, piştevaniya heq û dadî dikin. Newroz di her sal 21'ê Adarê da geşkirina hişmendiya Kawa ye, li hember Dehaqên serdemê.
 
GELÊ KURD BI ÊRIŞÊN GIRAN RE RÛBIRÛ YE
 
Em Newroza 2021’an, di qonaxeke dîrokî de di nav gelek zehmetî û astengiyan de pêşwazî dikin. Di serdema îroyin de him li cîhanê, him li Rojhilata Navîn û him jî li Kurdistanê, alozî her ku diçe kûrtir, zext û zordariyên Dehaqan zêdetir dibin. Ew hêz dixwazin gelan bifetisînin û desthilatiya xwe qayîm bikin. Ji Efrînê heta Girê Spî, Serêkaniyê û Kerkûkê, ji Rojhilat heta Bakûr gelê Kurd bi êrişên giran re rûbirû ye.
 
BILA TECRÎD RABE
 
Dixwazin him daxwaza azadiyê ya ku bi ruhê Newrozê re bûye yek, him jî destkeftiyên gelê kurd ên ku bi têkoşîn û berdelên mezin hatine bidestxistin tune bikin. Tecrîda giran a li ser birêz Ocalan u li tevahiya girtigehan da li ser girtiyên siyasi hatiye avakirin, zext û fişarên li ser gelê kurd û zimanê kurdî, êrişên li dijî îrade û hebûna kurdan îro gihiştiye asta herî bilind. Ev tev nîşanên înkarkirina gelê kurd e. 
 
Bêguman Newroz ji bo miletê kurd xwedî wateyek pîroz e! Bi têkoşîna Kawayê hesinkar ala Newrozê digehê asta herî bilind. Newroz roja serhildanê ye li hember zordarî, zilm û her cûreyê ne mafitiyê ye. Ev bêmafîtî ne qedera me ye,ew zulm û zordariya Dehaq bi gûrzê Kawa hat hilweşandin.
 
Di her Newrozê de têkoşîna azadiyê ya miletê kurd bi awayek xurttir û geştir derdixe holê. Her weha Newroz diyariya gelê kurd, ji bona hemû gelên mezlum yên li dinyayê û hemû komên bindest re nîşana azadiyê ye û nîşaneke dîrokî a tekoşîna li hember zordarî û neheqiyê ye.
 
Îro li Kurdistanê, polîtîkayên şer û tûnekirina miletê kurd zêdetir dibin. Lê divê em bi rêxistinîbûyîn û bi biryarbûn, xwe li hember van êrişan her xurt bikin. 
 
Îro em dikarin bi sekna xwe tesîrek mezin li ser qedera xwe bikin û vê bixin pêngavek girîng a destxistina azadiyê. Ji ber vê yekê divê em ji her demê zêdetir bi hev ra, bi fedekarî tevbigerin û berpirsiyariya parastin û pêşvebirina yekitî û hêzbûnê bi cih bînin.
 
NEWROZ BILA BIBE WESÎLEYA YEKÎTIYÊ 
 
Her weha ji bo xebatên yekitiya netewî yên li Başûr û Rojava yê Kurdistanê divê piştgirî bê dayîn. Her pêngav û hewla netewî gelek bi qîmet e. Yekitiya netewî, ji bo têkoşîna azadiyê pêwiste.
 
Em dizanin ku pirsgirêka herî mezin a Rojhilata Navîn pirsgirêka Kurd e. Çareseriya vê pirsgirêkê nasîna miletê kurd û teslîm kirina mafê kurda ye. Sedemê vê pirsgirêkê yên ku ji çareserî û aştiyê direvin, krîz û pirsgirêkên mezin derdixine holê dîsa ew in.. Newroz ji bo gehiştina van armancan bi mîsyona xwe a dîrokî îlhama herî mezin e. 
 
Bi van hest û nêrînan da em dibêjin; Em ê bi agirê Kawayê hesinkar govenda azadiyê girê bidin, bi hemû rengên xwe yekîtiyê xurt bikin.
 
Em Newroza 2021’an bi dirûşmeya “Em ê bi agirê Newrozê li ber xwe bidin, bi ser bikevin” pîroz dikin. Newroz cejna xwişk û biratiyê, xemla aştiyê, helwesta yekîtiyê, silava biharê û mizgîniya azadiyê ye.
 
Newroz li gelê kurd û hemû Kurdistaniyan pîroz be!
 
Newroz ji temamê gelên herêmê re pîroz be!" 
 

Sernavên din

14/03/2021
09:08 Rêgeha masîpankan ji qirêjiyê xalî nabe
09:08 Bi tazmînata ku bi dest xist ji bo jinan xerc kir
09:07 Hestiyê girtiyê nexweş roj bi roj dihile
09:04 Jinên ku her sal Newrozê pîroz dikin: Wê agirê Newrozê netefe
09:03 Malbata Elefterîa Newroza gelê kurd pîroz kir
09:02 Ew evîndara Newrozê ye
09:02 Gulum: Têkoşîna jinê êdî pir xurt e, AKP nikare bi ser bikeve
09:01 Hunermendên Edenê: Bi ruhê Newroza 90'î em dakevin qadan
09:00 ROJEVA 14'Ê ADARA 2021'AN
08:57 Gelê Wanê dê di 21'ê Adarê de Newrozê pîroz bikin
08:07 Dayikên Aştiyê agirê Newrozê li Stenbolê geş kirin
13/03/2021
20:14 Îro 15 hezar û 82 kes bi Covîd-19'ê ketin
16:55 Komeleyên Dersimiyan HES û bendav şermezar kirin
16:41 Li Wanê projeya ‘Em tundiyê frên dikin’
16:28 KESK: Kesên hatin îxrackirin bila vegerin ser karê xwe
16:05 Wekîlê HDP'ê Turan: Tifaqa Cumhur li Garê şikest
15:22 Di çalakiya ‘Rûniştina F’ de berdana girtiyê nexweş Aktaş hat xwestin
15:12 Newroza Wanê dê li qûntarên kelehê bê lidarxistin
14:58 Li Licê operasyona eskerî hat destpêkirin
14:46 Ji bo kedkarên tenduristiyê yên jiyana xwe ji dest dane qurnefîl avêtin behrê
14:45 ÎHD: Girtiya nexweş Ozbay berdin
14:28 Girtiyê nexweş ê 65 salî nikare bi tenê bijî
13:58 Dayikên Şemiyê aqûmeta Mirze Ateş pirsîn
13:57 Ji bo pênaberê hat xwestin bê dersînorkirin serî li AYM’ê dan
13:53 Li Amedê yekemîn agirê Newrozê hat pêxistin
13:24 HDK deklerasyona Newrozê aşkere kir
12:53 Emîne Şenyaşar: Ger edalet di binê beton de be, ez ê ji wir derxînim
12:51 Komîsyona Dîplomasiya Jinan a HDP'ê bi jinên Filîstinî re civîyan
12:33 Cemal Temîzoz got me kuştiye lê kujer nayên cezakirin
12:00 Dayika Kaya li ser wesiyeta xwe li rex kurê xwe hat definkirin
11:59 ‘Ji bo kurdî em li deriyê her malê bidin’
11:45 Wekilê HDP'ê Paylan: Hûn çima ser hestiyên Ermeniyan beton dikin?
10:56 Gurmez: Qedexeya li dijî Xwebûnê qebûlnekirina kurdî ye
10:33 Girtiyên siyasî xistin nava girtiyên edlî
09:59 Girtiyê nexweşê giran Ahmet Karaş ê 81 salî 10 meh in girtiye
09:49 'Em bi ruhê Kawayê hemdem Mazlum Newrozê pîroz bikin'
09:48 Li Mûglayê cînayeta jinê
09:01 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 107'emîn de ye
09:01 Wêneyên pîrozbahiyên Newrozê
09:01 Di 26 salan de 5 caran ketiye greva birçîbûnê
09:01 Lewhe, saet û stran sûc hatine hesibandin
09:01 Bijîşk Ozturk: Em dizanin a ku me dikuje tenê ne vîrus e
09:01 Li Geverê piştî qedexeyan kes nemaye ku nehatiye darizandin!
09:01 5 sal in li hestiyên zarokên xwe digerin
09:00 ROJEVA 13'Ê ADARA 20221'Ê
12/03/2021
21:29 Li Çêrmûgê ji bo erdan şer kirin: Kesek mir
21:05 14 hezar û 941 kesên din jî bi Covîd-19'ê ketin
17:35 Dadgehê daxwazên parêzerên malbata Şenyaşarê red kirin
16:58 AKP’î û cerdevan li pêş avahiya HDP’ê ne
16:16 Wê ji nû ve doza Leyla Aydemîr bê dîtin: Danişîna destpêkê di 28’ê Gulanê de ye
16:06 Dayika Kaya jiyana xwe ji dest da
16:06 Li Girtîgeha Şirnexê pirtûkên kurdî hatin desteserkirin!
16:06 Bi hezaran li dijî komkujiya Gazî meşiyan
15:51 Pasûr bi berfê xemilî
15:42 Mezlûm Ebdî: Serhildana Qamişlo bi Rêveberiya Xweser tacîdar bû
15:32 Polîsan bi ser mala serokê CHP’î de girtin û lê dan
15:20 TUM BEL-SEN: Qeyûm îxracê pêşniyar kir û wezaretê jî erê kir
15:13 Rastiya komkujiyên Gazî û Umraniyê qebûl bikin
15:12 Baroya Amedê: Lêpirsîna derbarê 18 parêzeran de dij hiqûqê ye
14:45 Li Wanê ‘komkujiyên meha adarê’ hat şermezarkirin
14:41 Li Çorûmê kesekî 2 zarok kuştin
14:36 Doza beşdariya merasîma cenaze hat taloqkirin
14:23 Fezlekeya derbarê Gergerlîoglû de gehişt Meclîsê
14:15 Navnîşana Newroza Stenbolê Yenîkapi ye
13:47 Karkerên çandiniyê: Em ji mal bi şev derdikevin û bi şev vedigerin
13:45 Sarısaç bertek nîşanî dorpêçê da: AKP dê nebe hêviya dayikan
13:20 Endamên SGDF’ê 5 mehin di hucreya yek kesî de dimînin
13:13 Çiftyurek: Newroza 2021'an dê bibe Newroza Yekîtiyê
Buldan: Divê dîsa li Ruhê Newroza 2013'an vegerin
12:47 Emîne Şenyaşar beşdarî danişînê nebû
12:41 Rêveberê HDP’ê Orûç jiyana xwe ji dest da
12:41 Xebata Tifaqa Kurdistanî deklarasyona Newrozê eşkere kir
12:22 Strana Newroza 2021'an: Dîsa li Newroza
12:17 Rêveberiya Girtîgeha Baybûrtê kartên 8'ê Adarê paş vegerandin
12:10 Nobeta edaletê ya malbata Şenyaşar didome
11:58 Rojnameya Xwebûn bi hinceta ‘zimanê biyaniye’ nedan girtiyan
11:37 Malbat ji bo biçin Îmraliyê serî li dozgeriyê dan
11:31 Li 3 bajaran tundiya zilaman: Kuştin, tundî û dîl girtin
10:56 Hozanek dildarê doz û welatê xwe: Dilgeş
10:44 Tirkiye di nûnertiya jinê de paşde çû
10:43 Berxwedana Qamişlo: Bi şoreşa Rojava, xwîna ciwanan li erdê nema
10:28 Kuçeya avahiya HDP’a Wanê carek din hat girtin
09:22 Sal bi sal agirê Newrozê bêtir geş dibe
09:01 Koma 22'yemîn çalakiya greva birçîbûnê dewr girt
09:01 Di vê seqemê de 40 roj in bê ceryan in
09:01 Biryara ku dadgehê xera kiribû kirin fezleke
09:01 Ekîncî yê ku eskeran ew birîndar kiribû: Kesê min birîndar kir hîn jî esker e
09:01 'Guh bidin daxwazên me'
09:01 Qeyûm bi milyonan pere lê xerc kiribû, niha bûye çop
09:01 Li Mala Hunerê ya Lîlîthê huner a jinan e
09:01 Berxwedana karkeran a li dijî Kod-29'ê 28 roj in didome
09:01 3 girtiyên îşkence li wan hat kirin sewq kirin
09:00 ROJEVA 12'Ê ADARA 2021'AN
11/03/2021
21:36 63 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
19:37 Hevdîtina şandeya Şengalê ya bi hikûmeta Iraqê re bi dawî bû:Em ê xwedî li vîna xwe derkevin
16:59 DAD’ê kesên li Koçgiriyê hatin qetilkirin bibîranîn
16:35 Gelo zaroka ku malbata wê bi zorê ‘testa keçaniyê’ pê da kirin hatiye kuştin?
16:26 Danişîna biryarê ya Kaceroglû hat taloqkirin
16:03 Xebatkarên tenduristiyê yên bûn qurbaniyên koronayê bi bîr anîn
15:47 Dayikên Aştiyê li dadgehê bi kurdî xwe parastin
15:43 Ji bo girtiyên nexweş ên nehatin berdan ji dozê vekişiya