ENQERE - Miduriyeta Giştî ya Malên Ceza û Ragirtinê ya Wezareta Dadê, Rojnameya Xwebûn a heftane weşana Kurdî dike, bi hinceta “zimanê biyaniye” neda girtiyan.
Girtî Abdurrahîm Akalp ê li Girtîgeha Tîpa F a Bolûyê dimîne, ji Alîkarê Hevserokên Giştî yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yê ji Rêxistinkirinê Berpirsyar û Parlamenterê Dersimê Alîcan Onlu re nameyek şand û diyar kir ku rayedarên girtîgehê Rojnameya Xwebûn a heftane weşana Kurdî dike, bi hinceta “zimanê biyaniye” nedane girtiyan û ketina rojnameyê ya girtîgehê qedexe kiriye.
Akalp, di nameya ji Onlu re şand de, wiha got: “Zimanê me 40 mîlyon Kurdan weke ‘zimanê biyanî’ dibînin. Ev nayê qebûl kirin. Me têkildarî vê biryara rêveberiya Girtîgeha Tîpa F a Bolûyê gilî kir.”
ROJNAME KIRIN DEPOYÊ
Akalp, di dewama nameya xwe de wiha got: “Derbarê biryara qedexekirina Rojnameya Xwebûn de, ev hincet ji bo me nîşan dan. Li gorî mijarê, me ji Miduriyeta Giştî ya Malên Ceza û Ragirtinê ya Wezareta Dadê nivîs şand, lê miduriyetê destûr neda ku rojnameya Xwebûn teslîmî girtiyan bê kirin. Ji ber vê yekê me rojname xistiye depoyê.”