AMED – Qeyûmê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, hevserokên Şaxa TUM BEL-SEN’ê ya Amedê Mehmet Candar û Nîhal Yanik îxrac kirin.
Qeyûmê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, bi fermana Wezareta Karên Hundir hevserokên Şaxa TUM BEL-SEN’ê ya Amedê Mehmet Candar û Nîhal Yanik û karkerê qadroyî Remzî Yildirim îxrac kirin. Mehmet Candar, têkildarî îxraca xwe axivî û ev tişt got: “Bêyî ku derbarê me de lêpirsînek bê vekirin bi awayekî neheq û bêhiqûqî em hatin îxrackirin.”