WAN – Li navçeya Tûşbayê ya Wanê bi pîleya 3,6 erdhej çêbû.
Enstîtuya Lêkolînên Erdhejê û Rasatxaneya Kandîlliyê ya Zanîngeha Bogazîçiyê, ragihand ku li navçeya Tûşbayê ya Wanê bi pîleya 3,6 erdhej çêbûye. Hat diyarkirin ku navenda erdhejê gundê Akçîf e û kûrahiya wê 8,6 kîlometre ye. Di erdhejê de tu xesareke madî û mirin çênebû.