Sancar: Dawiya dawî HDP wê bibe hevparê rêveberiya welat

img
ENQERE - Hevserokê Giştî yê HDP'ê Mîthat Sancar di komcivîna partiya xwe de axivî û wiha got: "Dawiya dawî HDP wê bibe hevparê rêveberiya vî welatî. Em ê biharê bînin welêt."
 
Hevserokê Giştî yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Mîthat Sancar di koma partiya xwe de axivî û destpêkê nivîskar Yaşar Kemal bi bîr anî.
 
Sancar bi wesîleya Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê jî got, "Zimanê dayikê hebûn û rûmeta gelekî ye. Van rojan kampanyayek bi rê ve diçe. Me ev yek li Amedê tevî 9 partiyên Kurd û rêxistinên civakî yên sivîl dan destpêkirin. Daxwaza me ev e: Kurdî weke zimanê fermî bê qebûlkirin, bibe zimanê perwerdeyê."
 
Sancar bang li her kesî kir ku piştgiriya vê kampanyayê bikin ji bo zimanê gelê kurd bibe zimanê perwerdehiyê.
 
'ÊRIŞ WÊ BI SER NEKEVIN'
 
Mîthat Sancar di dewama axaftina xwe de zext û zordariyên li ser HDP'ê bi bîr xist û destnîşan kir ku ev êrişên piralî tên meşandin wê bê encam bimînin û got: "Hewl didin ku HDP'ê ber bi derveyî siyasetê ve dehf bidin, qenalên siyaseta demokratîk bixitimînin. Em armanca vê polîtîkayê baş zanin. Armanca wan Tirkiyeyeke bêyî HDP'ê, siyaseteke bêyî HDP'ê, jiyanek ku Kurd bi nasnameya xwe lê nayên temsîlkirin e. Armanca wan ev e. Lê belê HDP wê li pêşiya van planên wan ên siyasî her tim mîna kelehekê bisekine."
 
'EM GUH NADIN GEF Û ÊRIŞAN'
 
Sancar destnîşan kir ku rojeva wan a bingehîn têkoşîna li dijî bêkarî, bêdaletî, bêçareserî, despotîzm, dizî, talan û derew e û wiha domand: "Em ê van mijaran ji bo kêliyekê jî ji rojeva xwe dernexînin û li her qadê têkoşîna xwe bi biryardarî dewam bikin. Em ê guh nedin gef û propagandayên reşkirinê. Bang li rêxistinên me yên partiyê û gelên me dikim; guh nedin wan. Çi dixwazin bila bikin, lê ev meşa HDP'ê wê dewam bike. Têkoşîna ji bo aştî û kedê wê teqez dewam bike. Em ê ji rêya xwe venegerin. Hûn hemû zanin ku derfetên cuda yên vê rêyê hene. Bi hêza gelê xwe, bi biryardariya hevalên xwe em ê bimeşin. Bila bêhêvîtî bi ti awayî xwe nêzî me neke." 
 
'ÊRIŞ NE TENÊ LI DIJÎ HDP'Ê YE; DIVÊ EM BIBIN YEK'
 
Sancar diyar kir ku divê her kes rastiyê baş bibîne û wiha got: "Ev kampanya, ev êriş ne tenê li dijî HDP'ê ye. Carna vê gotina me şaş fêhm dikin, weke ku banga ji bo alîkariyê fêhm dikin. Bi taybetî em dixwazin bi dostanî bi bîra partiyên muxalefetê, bi bîra hêzên demokasiyê bixînin. Lêgerînên me ne banga ji bo alîkarî û hawarê ye. Em bi berxwedanê baş zanin, bi dayina berdêlan zanin, bi vî rengî me dest bi vê rêwîtiyê kir. Êrişên li dijî HDP'ê êrişên li dijî vê hêvî û armancê ye. Lewma em bibin yek, alîgirên demokrasî, edaletê bibin yek, ji bo vê hewl bidin. Di vê mijarê de em amade ne her kesên li demokrasiyê difikirin û alîgirê edalet û aştiyê ye, li hev rûnên. Em amade ne ku bi her awayî berpirsyariya xwe bi cih bînin. Em amade ne ku ji bo aştî, kedê, rûmetê wezîfeyên xwe heta dawiyê bi cih bînin. Lêgerîna me hewldana ji bo bidawîkirina vê rêveçûna tarî ye, rawestandina vê rêveberiya zilmê ye. Hewldana ji bo afirandina jiyaneke azad û aram e."
 
HIŞYARIYA LI KESÊN BI ZIMANÊ DESTHILATDARIYÊ DIAXIVIN
 
Sancar anî ziman ku armanca wan vakirina bloka demokrasiyê ya berfireh e û wiha dewam kir: "Me ev yek hem di biryarên konferansê hem jî yên kongreyê de anîn ziman. Mîna heta niha, ji niha û pê ve jî meşa me ya ber bi vê armancê wê bi biryardarî dewam bike. Em ê ji vê rêyê şaş nebin. Eger daxwaza me welatekî demokratîk, civakeke azad be, hingî divê em dest ji bikaranîna zimanê vê desthilatdariyê berdin. Bila kes bi zimanê desthilatdariyê bi HDP'ê re neaxive. Ji ber ku helwesteke bi vî rengî tenê hêzê dide desthilatdariyê. Yên ku vî zimanî bi kar tînin, dibin sedem ku fikarên li ser samîmiyeta wan a ji van armancan zêde bike. Di vê serdema tarî û giran de lukseke bi vî rengî nîne. Werin em bi hev re bloka demokrasiyê ya herî berfireh ava bikin."
 
TÊKÇÛNA ABORIYÊ
 
Sancar diyar kir ku ev xaka berhemdar ji bo mirovên bi keda xwe û çandiniyê debara xwe dike veguheriye mîna dojehê û got: "Li pêşberî vê buhabûnê, her kesên diçin market û bazarê li zemên nû rast tên. Esnafên me hene ku di nava şert û mercên pandemiyê de mexdûr bûne, ku derdê wan bi qasî çiyayekî zêde bûye. Bi milyonan esnafên me hene ku rojekê nexebite nikare nan bibe malê, yên dixebitin bi taybetî li sektora xizmetê kedê didin. Ev feraset li ser esnafan ferz dike ku dikanên xwe bigirin. Mehê nêzî 9 hezar esnaf dikanên xwe digirin. Divê piştgiriya pêwîst hemû ji wan re bê dayin, naxwe wê karesat mezintir bibe. Doh hate ragihandin ku qedexe û tedbîr wê qonax bi qonax bên rakirin. Ev tablo li gorî çi hate çêkirin, li gorî kîjan pîvanan hate amadekirin, em pê nizanin. Tenê hate gotin ku plana sistkirina tedbîran heye, wekî din daxuyanî nehatiye dayin. Li ser esnafên bêkar, li ser rewşa mirovên bêkar, ku wê ji niha û pê ve çi bikin, tiştek nehatiye gotin."
 
'BIHAR WÊ BI ME RE BÊ'
 
Sancar bi bîr xist ku êriş zêde dibin, wê zêdetir jî bibin, ji ber ku pirsgirêkeke mayindebûnê ya vê desthilatdariyê heye û got: "Gunehên mezin ên vê desthilatdariyê ewqasî zêde bûne, ku tenê mayina li desthilatdariyê dikarin binixumînin. Ev rastî wê ji aliyê me ve her roj bên bilêvkirin. Bawer bin, bi vê biryardariya têkoşînê, bi vê sekna serbilind, em ê biharê bînin vî welatî, bihar wê bi me re bê."

Sernavên din

03/03/2021
14:28 Li Amedê piştgirî dan greva birçîbûnê
14:08 Xwendekar tevlî çalakiya hîndekaran bûn
14:01 Li Botanê xebatên 8'ê Adarê bênavber didomin
13:56 Dadgehê 6 sal ceza li hevşaredara berê birî
13:48 Doza rojnameger Yalçin hat taloqkirin
13:46 Hevşaredarê Qereçobanê hat berdan
13:39 Danişîna Ferhat Tûnç hat dîtin
13:36 TJA: Bi polîtîkayên zilmê, wê bi dayikan nekarin
12:42 Tîryakî: Dadgeha Bilind bi zexta desthilatê ket tevgerê
12:41 Turkan Elçî: Ji bo em di ewlehiyê de bijîn bila berpirsiyar werin cezakirin
12:39 Ondul ‘Plana Çalakiyê ya Mafê Mirovan’ nirxand: Pirsgirêka baweriyê heye
12:38 Serlêdana parêzerên Ocalan hat redkirin
12:37 Danişîna doza rojnameger Eser hat taloqkirin
12:09 ‘Plana Çalakiyê ya Mafên Mirovan îtîrafnameyeke’
11:46 Di rojekê de 66 rojnameger derdikevin pêşberî dadger
11:21 Di fezlekeyên Kobanê de sûcdariyên 10 sal berê hene
11:12 Danişîna 2’yemîn a doza Tahîr Elçî dest pê kir
10:28 Di meha Sibatê de 24 jin hatin qetilkirin
10:04 Li dijî MEBYA-DER’ê operasyona duyemîn: Rêveberê 81 salî û gelek kes hatin binçavkirin
09:50 Hevşaredarê Amedê Mizrakli: Bihar nêz e aşîtî nêzik e
09:28 Ji bo kujerê Fatma Altinmakas cezayê girankirî hat xwestin
09:27 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 97'emîn de ye
09:27 8 welat 8 jin: Em bi hev re dikarin bi ser bikevin
09:26 Bîra jinê: Jineolojî
09:26 Jinên Behra Reş xwe ji bo 8'ê Adarê amade dikin
09:25 ‘Bi qayîşê qirika wî jidandin, lêgerîna tazî lê ferzkirin'
09:24 ‘Li girtîgehan rêgezên sereke yên hiqûqa cezayî tên binpêkirin'
09:21 ‘Bidawîbûna tecrîdê, wê pêşî li ber demokrasiyê veke'
09:20 Ji bijîşkan banga greva birçîbûnê: Mafê jiyanê pîroz e
09:20 Heso Îbrahîm: Ger Êzîdxan tune bibe, wê Kurd jî tune bibin
09:19 Qedexeyan hilberîn jî, qalîte jî xist
09:18 Meclîsa Ciwanan a HDP’ê: Em ê têkoşîna xwe mezintir bikin
09:13 Dengê kolanê: Em dixwazin azad bigerin
09:13 Li girtiyê ku derket axaftina telefonê tekmîl ferz kirin
09:00 ROJEVA 3'YÊ ADARA 2021'AN
08:18 Dadgehê dayikên 79 salî û 71 salî girtin
02/03/2021
20:33 11 hezar û 837 kesên din jî bi Covîd-19'ê ketine
17:22 Bi hezaran jin li Kobanê û Hesekê meşiyan
16:59 OHD: Nameyên Kurdî nadin girtiyan
16:40 Sefirê Avûstralyayê Innes-Brown serdana HDP'ê kir
16:36 Baş: Meclîs dê nebe studyoya A Haberê
16:28 Navnîşana ajansa me carek din hat astengkirin
16:22 Polîsan Hevseroka HDP'a Bazîdê binçav kir
16:10 Çalakî û şahiyên 8’ê Adarê berbelav dibin: Êriş û zext bi me nikarin
16:01 Rêxistina HDP'ê, binçavkirinên li Mêrsînê şermezar kir
15:49 Polîsan li Mêrdîn êrîşa zayendî kir
15:23 Dadgeha Bilind piştî bangan derbarê HDP’ê de lêpirsîn da destpêkirin
15:18 Parlamentoya Iraqê sûcên DAIŞ`ê yên li dijî êzidiyan weke qirkirin qebûl kir
14:46 Sancar: Dawiya dawî HDP wê bibe hevparê rêveberiya welat
14:43 Jin Bi Hevre Bi Hêzin: Ji hêza me ditirsin
14:00 MEBYA-DER’ê bertek nîşanî binçavkirinan da
13:52 6 sal û 3 meh cezayê girtîgehê li hevseroka HDP’ê birîn
13:40 TJA’yê li Cizîrê bernameya dengbêjiyê li dar xist
13:25 Li ser sînor cenazeyek hat dîtin
13:24 Gergerlîoglû ji parlamenteran re name şand
13:11 Lêgerîna li Şaredariya Qereçobanê bi dawî bû
12:47 Ji bo ku heqdesta xwe bigirin karkeran vîncê desteser kirin
11:42 Dadgehê doza polîsên ji teqîna 5'ê Hezîranê tên darizandin taloq kir
11:42 Di serdegirtinên malan de 6 kes hatin binçavkirin
11:29 Ji 2'ê Adara 94'an heta niha 27 salin şaşî didome
11:22 Ji ber ku aştî xwest, lingê wê kelepçe kirin
11:17 Parêzer ji bo biçin Îmraliyê serî li dozgeriyê dan
10:41 Li Şirnexê leşkerek jiyana xwe ji dest da
10:41 Wê KCDP daneyên xwe yên meya sibatê aşkera neke
10:30 Jina tundî lê tê kirin dixwaze dengê wê were bihîstin
10:26 Li şûna polîsê dest şikand wekîl sûcdar hat dîtin
10:20 Têkildarî Tirkiyeyê name ji rêveberiya DYA'yê re şandin
10:17 PDK’ê nûnerê Mîr’ê êzidiyan avêt Tirkiyeyê
09:53 'Xwişka Perîhan' a Enqereyê jiyana xwe ji dest da
09:34 Polîsan bi ser Şaredariya Qereçobanê de girt: Hevşaredar binçav kirin
09:04 Koma 20'emîn çalakiya greva birçîbûnê dewr girt
09:04 Wê jin li dijî serdestiyê 'Mor Mekan' vekin
09:04 Ji ber çalakiya 'mirovê sekinandî' doz li wan vekirin
09:04 Çi hatiye bîra wan daxilî nav fezlekeyan kirine
09:04 Ka 194 saziyên jinan li ku ne?
09:04 Danişîna doza Tahir Elçî sibê ye
09:04 ‘Me bi nûçegihaniya li ser esasên jinê, rêyek nû vekir'
09:03 Navê xwe ji destanek din girt, lê ew bi xwe bû lehenga destanekê
09:03 Li jîngeha şaristaniyê stran û awazên jinan wê olan bidin
09:00 ROJEVA 2'YÊ ADARA 2021'AN
08:23 Polîsan aktîvîsta TJA’yê Onen binçav kirin
01/03/2021
21:37 69 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê jiyana xwe ji dest dan
17:09 Li Sêrtê şer derket
16:57 Endamê Meclîsa HDP’ê Îdîg hat berdan
16:31 DAKP'ê starta 8'ê Adarê da: Desthilatdariya zilam wê têk biçe
15:37 Jin amadekariya 8'ê Adarê dikin: Em ê dest ji azadiyê bernedin
15:12 Jinên rêxistinên pîşeyî û sendîkayî: Bila 8’ê Adarê bibe roja destûra bi heq
14:41 Ciwanê eskeran birîndar kiribû, ji nexweşxanê derket
14:37 Nobeta hîndekaran ket roja 58’an
14:09 Sancar: Heta ku edalet pêk neyê başî jî pêk nayê
13:20 Tundiya zilam: 2 jin bi giranî birîndar bûn
13:03 Meclîsa Jinan a HDP'ê bernameya xwe ya 8'ê Adarê aşkere kir
13:01 Pêveka Jinê ya Yenî Yaşamê bi temaya 8’ê Adarê derket
12:49 Qedexeya çalakiyan a Colemergê dirêj kirin
12:33 Rêveberên MEBYA-DER’ê 3 roj in di bin çavan de ne
12:11 Jinan li Dersimsê starta 8’ê Adarê hat da
12:09 Berdevka HDP'ê Gunay: Îqtidarê Mutabaqata Dolmabahçeyê kir qurbanê desthilata xwe
11:54 Karsazê rastî êrişê hat jiyana xwe ji dest da
11:28 Aktîvîstên TJA'yê ji jinên girtî re qertên 8'ê Adarê şandin
10:53 Zanîngeha ku rapora cînayeta Elçî Amedê kir bertek nîşanî doznameyê da