Koma 20'emîn çalakiya greva birçîbûnê dewr girt

img

NAVENDA NÛÇEYAN - Girtiyên PKK û PAJK'ê ku li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û binpêkirinên mafan ên li girtîgehan, dest bi çalakiya greva birçîbûnê kirin, 96 roj in li ber xwe didin. Çalakiya li Mexmûrê di roja 75’emîn û ya li Yewnenistanê jî di roja 58’emîn de dewam dikin. 

Girtiyên siyasî yên ji doza PKK û PAJK'ê girtî ne, di 27’ê Mijdara 2020'an de, bi armanca bidawîkirina tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ku 22 sal in li Girtîgeha Îmraliyê ya Tîpa F a Ewlehiya Bilind girtî ye û binpêkirinên mafên mirovan ên li girtîgehan zêde bûne, dest bi çalakiya greva birçîbûnê ya bêdawî û bidorveger kirin. Çalakiya girtiyên siyasî ku koma 20’emîn dewr girtiye di roja 96’emîn de dewam dike.
 
GREVA LI MEXMÛRÊ DI ROJA 75’EMÎN DE YE
 
Li Kampa Penaberan a Mexmûrê, jinan di 18’ê Kanûna 2020'an de li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan çalakiya greva birçîbûnê da destpêkirin. Çalakiya ku li Komeleya Malbatên Şehîdan a Mexmûrê dest pê kir, di roja 75’emîn de didome.
 
LI YEWNANISTANÊ DI ROJA 58'EMÎN DE YE
 
Penaberên ku li Kampa Lavrîo ya Yewnanistanê dijîn jî ji bo bidawîkirina tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û piştgiriya çalakiya greva birçîbûnê ya li girtîgehan dewam dike, dest bi çalakiya greva birçîbûnê kirin. Ev grev di roja 58'emîn de didome. Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ), Tevgera Jinên Kurdistanê ya Ewropayê (TJK-E) û Navenda Çanda Kurdistanê pêşengiya çalakiyê dikin.
 
SALA 2012'AN: 68 ROJ
 
Yekemîn çalakiya greva birçîbûnê ya li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, di 12’ê Îlona 2012’an li girtîgehan hatibû destpêkirin. Çalakiyê 68 rojan dewam kiribû. Çalakî bi banga Rêberê PKK’ê Ocalan bi dawî bibû. Di encama çalakiya girtiyan de, di 3’yê Çileya 2013’an de, di navbera Ocalan û dewletê de, heya sala 2015’an pêvajoya diyalogê hatibû destpêkirin.
 
SALA 2016'AN: 8 ROJ
 
Di 5’ê Nîsana 2015’an de, pêvajoya diyalogê ya bi Ocalan re bi dawî bû û dîsa tecrîdkirina Ocalan giran kiribûn. Piştî darbeya 15’ê Tîrmehê, di raya giştî de fikar û guman mezin bûn. 50 siyasetmedarên kurd li ser vê yekê, bi daxwaza “Hevdîtina bi Ocalan re”, di 5’ê Îlona 2016’an de, li avahiya Rêxistina Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) a Amedê dest bi çalakiya greva birçîbûnê kirin. Di encama çalakiyê de, birayê Ocalan Mehmet Ocalan, di 11’ê Îlona 2016’an de çûbû Girava Îmraliyê û hevdîtin bi birayê xwe re kiribû. 50 siyasetmedarên kurd, piştî hevdîtina bi Ocalan re, di roja 8’emîn de, dawî li çalakiya xwe anî bûn.
 
SALA 2018'AN: 200 ROJ
 
Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Leyla Guven, di 8’ê Mijdara 2018’an de, li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, li Girtîgeha Tîpa E ya Amedê, dest bi çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger kiribû. Di 16’ê Kanûnê de jî girtiyan dest bi çalakiya greva birçîbûnê kiribûn û di 1’ê Adarê de jî çalakiya Guven li tevahiya girtîgehan belav bûbû. Li bajarê Hewlêrê ya Herêma Kurdistana Federe endamê HDP’ê Nasir Yagiz, li Kampa Mexmûrê Fadîle Tok, li Strasbûrgê 14 siyasetmedarên kurd, li Galler Îmam Şîş û li navçeya Kelar a girêdayî Germiyan jî Herêm Mahmûd ketibûn greva birçîbûnê û çalakiya wan li tevahiya cîhanê deng vedabû.
 
Di heman demê de, Parlamenterên HDP’ê Dersim Dag, Tayîp Temel û Mûrat Sarisaç, li avahiya Rêxistina HDP’ê ya Amedê di 3’yê Adara 2019’an de tevlî çalakiya greva birçîbûnê bûbûn.
 
ROJIYA MIRINÊ
 
Ji ber ku daxwazên girtiyan nehatin qebûlkirin, 15 girtiyan bi heman daxwazan, di 30’ê Nîsana 2019’an de, dest bi çalakiya rojiya mirinê kiribûn. Dîsa li girtîgehên cuda, 15 girtiyên din di 10’ê Gulanê de, tevlî çalakiya rojiya mirinê bûbûn.
 
8 ÇIWANÊN KURD LI DIJÎ TECRÎDÊ XWE FEDA KIRIN
 
Çalakiyên greva birçîbûnê her ku çû belav bûn. Bi vê yekê re li bajarê Krefeld a Almanyayê, di 20’ê Sibatê de, welatiyê bi navê Ûgûr Şakar li ber dadgehê agir berda bedena xwe û li nexweşxanê di 22’yê Adarê de jiyana xwe ji dest da. Bi armanca şermezarkirina bêdengiya li dijî çalakiyên greva birçîbûnê û tecrîda li ser Ocalan, Zulkuf Gezen (33) di 17’ê Adarê de, li Girtîgeha Tîpa F a Hejmara 2 a Tekirdagê, Ayten Beçet (24) di 23’ê Adarê de, li Girtîgeha Sergirtî ya Jinan a Gebzeyê, Zehra Saglam (23) di 24’ê Adarê de, li Girtîgeha Tîpa T a Oltûyê, Medya Çinar (24) di 25’ê Adarê de, li Girtîgeha Tîpa E ya Mardînê, Yonca Akîcî di 9’ê Adarê de, li Girtîgeha Sergirtî ya Jinan a Şakranê, Sîraç Yuksek di 2’yê Nîsanê de, li Girtîgeha Tîpa T a Hejmara 2 a Osmaniyê û Mahsum Pamay jî, di 5’ê Nîsanê de, li Girtîgeha Ewlekariya Bilind a Hejmara 1 a Xarpetê, çalakiyên fedaî pêk anîn û dawî li jiyana xwe anîn.
 
Çalakiya greva birçîbûnê ya bi pêşengtiya Leyla Guven hatibû destpêkirin, 200 rojan dewam kiribû. Di encama çalakiyê de, parêzerên Ocalan piştî 8 salan, di 2-22’yê Gulanê de, di 12-18’ê Hezîranê de û herî dawî di 7’ê Tebaxa 2019’an de, bi muwekîlên xwe re hevdîtin kiribûn.
 
 
 

Sernavên din

03/03/2021
14:28 Li Amedê piştgirî dan greva birçîbûnê
14:08 Xwendekar tevlî çalakiya hîndekaran bûn
14:01 Li Botanê xebatên 8'ê Adarê bênavber didomin
13:56 Dadgehê 6 sal ceza li hevşaredara berê birî
13:48 Doza rojnameger Yalçin hat taloqkirin
13:46 Hevşaredarê Qereçobanê hat berdan
13:39 Danişîna Ferhat Tûnç hat dîtin
13:36 TJA: Bi polîtîkayên zilmê, wê bi dayikan nekarin
12:42 Tîryakî: Dadgeha Bilind bi zexta desthilatê ket tevgerê
12:41 Turkan Elçî: Ji bo em di ewlehiyê de bijîn bila berpirsiyar werin cezakirin
12:39 Ondul ‘Plana Çalakiyê ya Mafê Mirovan’ nirxand: Pirsgirêka baweriyê heye
12:38 Serlêdana parêzerên Ocalan hat redkirin
12:37 Danişîna doza rojnameger Eser hat taloqkirin
12:09 ‘Plana Çalakiyê ya Mafên Mirovan îtîrafnameyeke’
11:46 Di rojekê de 66 rojnameger derdikevin pêşberî dadger
11:21 Di fezlekeyên Kobanê de sûcdariyên 10 sal berê hene
11:12 Danişîna 2’yemîn a doza Tahîr Elçî dest pê kir
10:28 Di meha Sibatê de 24 jin hatin qetilkirin
10:04 Li dijî MEBYA-DER’ê operasyona duyemîn: Rêveberê 81 salî û gelek kes hatin binçavkirin
09:50 Hevşaredarê Amedê Mizrakli: Bihar nêz e aşîtî nêzik e
09:28 Ji bo kujerê Fatma Altinmakas cezayê girankirî hat xwestin
09:27 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 97'emîn de ye
09:27 8 welat 8 jin: Em bi hev re dikarin bi ser bikevin
09:26 Bîra jinê: Jineolojî
09:26 Jinên Behra Reş xwe ji bo 8'ê Adarê amade dikin
09:25 ‘Bi qayîşê qirika wî jidandin, lêgerîna tazî lê ferzkirin'
09:24 ‘Li girtîgehan rêgezên sereke yên hiqûqa cezayî tên binpêkirin'
09:21 ‘Bidawîbûna tecrîdê, wê pêşî li ber demokrasiyê veke'
09:20 Ji bijîşkan banga greva birçîbûnê: Mafê jiyanê pîroz e
09:20 Heso Îbrahîm: Ger Êzîdxan tune bibe, wê Kurd jî tune bibin
09:19 Qedexeyan hilberîn jî, qalîte jî xist
09:18 Meclîsa Ciwanan a HDP’ê: Em ê têkoşîna xwe mezintir bikin
09:13 Dengê kolanê: Em dixwazin azad bigerin
09:13 Li girtiyê ku derket axaftina telefonê tekmîl ferz kirin
09:00 ROJEVA 3'YÊ ADARA 2021'AN
08:18 Dadgehê dayikên 79 salî û 71 salî girtin
02/03/2021
20:33 11 hezar û 837 kesên din jî bi Covîd-19'ê ketine
17:22 Bi hezaran jin li Kobanê û Hesekê meşiyan
16:59 OHD: Nameyên Kurdî nadin girtiyan
16:40 Sefirê Avûstralyayê Innes-Brown serdana HDP'ê kir
16:36 Baş: Meclîs dê nebe studyoya A Haberê
16:28 Navnîşana ajansa me carek din hat astengkirin
16:22 Polîsan Hevseroka HDP'a Bazîdê binçav kir
16:10 Çalakî û şahiyên 8’ê Adarê berbelav dibin: Êriş û zext bi me nikarin
16:01 Rêxistina HDP'ê, binçavkirinên li Mêrsînê şermezar kir
15:49 Polîsan li Mêrdîn êrîşa zayendî kir
15:23 Dadgeha Bilind piştî bangan derbarê HDP’ê de lêpirsîn da destpêkirin
15:18 Parlamentoya Iraqê sûcên DAIŞ`ê yên li dijî êzidiyan weke qirkirin qebûl kir
14:46 Sancar: Dawiya dawî HDP wê bibe hevparê rêveberiya welat
14:43 Jin Bi Hevre Bi Hêzin: Ji hêza me ditirsin
14:00 MEBYA-DER’ê bertek nîşanî binçavkirinan da
13:52 6 sal û 3 meh cezayê girtîgehê li hevseroka HDP’ê birîn
13:40 TJA’yê li Cizîrê bernameya dengbêjiyê li dar xist
13:25 Li ser sînor cenazeyek hat dîtin
13:24 Gergerlîoglû ji parlamenteran re name şand
13:11 Lêgerîna li Şaredariya Qereçobanê bi dawî bû
12:47 Ji bo ku heqdesta xwe bigirin karkeran vîncê desteser kirin
11:42 Dadgehê doza polîsên ji teqîna 5'ê Hezîranê tên darizandin taloq kir
11:42 Di serdegirtinên malan de 6 kes hatin binçavkirin
11:29 Ji 2'ê Adara 94'an heta niha 27 salin şaşî didome
11:22 Ji ber ku aştî xwest, lingê wê kelepçe kirin
11:17 Parêzer ji bo biçin Îmraliyê serî li dozgeriyê dan
10:41 Li Şirnexê leşkerek jiyana xwe ji dest da
10:41 Wê KCDP daneyên xwe yên meya sibatê aşkera neke
10:30 Jina tundî lê tê kirin dixwaze dengê wê were bihîstin
10:26 Li şûna polîsê dest şikand wekîl sûcdar hat dîtin
10:20 Têkildarî Tirkiyeyê name ji rêveberiya DYA'yê re şandin
10:17 PDK’ê nûnerê Mîr’ê êzidiyan avêt Tirkiyeyê
09:53 'Xwişka Perîhan' a Enqereyê jiyana xwe ji dest da
09:34 Polîsan bi ser Şaredariya Qereçobanê de girt: Hevşaredar binçav kirin
09:04 Koma 20'emîn çalakiya greva birçîbûnê dewr girt
09:04 Wê jin li dijî serdestiyê 'Mor Mekan' vekin
09:04 Ji ber çalakiya 'mirovê sekinandî' doz li wan vekirin
09:04 Çi hatiye bîra wan daxilî nav fezlekeyan kirine
09:04 Ka 194 saziyên jinan li ku ne?
09:04 Danişîna doza Tahir Elçî sibê ye
09:04 ‘Me bi nûçegihaniya li ser esasên jinê, rêyek nû vekir'
09:03 Navê xwe ji destanek din girt, lê ew bi xwe bû lehenga destanekê
09:03 Li jîngeha şaristaniyê stran û awazên jinan wê olan bidin
09:00 ROJEVA 2'YÊ ADARA 2021'AN
08:23 Polîsan aktîvîsta TJA’yê Onen binçav kirin
01/03/2021
21:37 69 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê jiyana xwe ji dest dan
17:09 Li Sêrtê şer derket
16:57 Endamê Meclîsa HDP’ê Îdîg hat berdan
16:31 DAKP'ê starta 8'ê Adarê da: Desthilatdariya zilam wê têk biçe
15:37 Jin amadekariya 8'ê Adarê dikin: Em ê dest ji azadiyê bernedin
15:12 Jinên rêxistinên pîşeyî û sendîkayî: Bila 8’ê Adarê bibe roja destûra bi heq
14:41 Ciwanê eskeran birîndar kiribû, ji nexweşxanê derket
14:37 Nobeta hîndekaran ket roja 58’an
14:09 Sancar: Heta ku edalet pêk neyê başî jî pêk nayê
13:20 Tundiya zilam: 2 jin bi giranî birîndar bûn
13:03 Meclîsa Jinan a HDP'ê bernameya xwe ya 8'ê Adarê aşkere kir
13:01 Pêveka Jinê ya Yenî Yaşamê bi temaya 8’ê Adarê derket
12:49 Qedexeya çalakiyan a Colemergê dirêj kirin
12:33 Rêveberên MEBYA-DER’ê 3 roj in di bin çavan de ne
12:11 Jinan li Dersimsê starta 8’ê Adarê hat da
12:09 Berdevka HDP'ê Gunay: Îqtidarê Mutabaqata Dolmabahçeyê kir qurbanê desthilata xwe
11:54 Karsazê rastî êrişê hat jiyana xwe ji dest da
11:28 Aktîvîstên TJA'yê ji jinên girtî re qertên 8'ê Adarê şandin
10:53 Zanîngeha ku rapora cînayeta Elçî Amedê kir bertek nîşanî doznameyê da