Di pirsgirêka kurd de reçeteya çareserkirinê: Peymana Dolmabahçeyê

img
 
ENQERE - Di warê çareserkirina pirsgirêka kurd de heya niha gava herî dirêj di sala 2015'an de bi îmzekirina Peymana Dolmabahçeyê re hatiye avêtin. Cîgirê Hevserokatiya HDP'ê Tayip Temel got: "Niha tişta divê bê kirin, cardin vegera li metna peymanê ye."
 
Li Tirkiyeyê di warê çareserkirina pirsgirêka kurd de, heya niha gava herî mezin a ku hatiye avêtin Peymana Dolmabahçeyê ye. Peyman di 28'ê Sibata 2015'an de di navbera Heyeta Îmraliyê û heyeta dewletê de hatibû îmzekirin.
 
 
Peymana Dolmabahçeyê ji 10 xalan pêk dihat. Li gor Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, îmzekirina peymanê wekî "asta yekemîn" a pêvajoya çareseriyê bû. Di 28'ê Sibatê de Endamê Heyeta Îmraliyê Sirri Sureyya Onder daxuyandibû ku Ocalan gotiye: "Ji bo PKK dev ji têkoşîna çekdarî berde û biryareke stratejîk û dîrokî bide, ez bang lê dikim ku di Biharê de kongreyeke awarte li dar bixe." Endam heyeta dewletê Yalçin AKdogan jî gotibû: "Em bibiryar in ku ev pêvajo bigihê armanca xwe." Di heman rojê de Erdogan jî gotibû: "Ev bangawaaziyeke ku em bi hisret li bendê ne." Lê belê di 18'ê Gulana heman salê de piştî ku DAIŞ'ê avahiyên HDP'ê yên Edene û Mêrsînê bombekirin û di 5'ê Hezîranê de di mîtînga HDP'ê ya Amedê û di 20'ê Tîrmehê de li Pirsûsê komkujiyek pêk anî û paşê li Pirsûsê di 24'ê Tîrmehê de du polîs bi awayekî biguman hatin kuştin, pêvajoya çareseriyê jî bi awayekî yekalî ve hatibû bidawîkiri.
 
Piştî vê cardin pêvajoya şer dest pê kiribû. Li gor daneyên Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) di navbera 2015-2020'an de sivîl jî di nav de 5 hezar û 365 kes di şer de û di êrîşan de jiyana xwe ji dest dane û 7 hezar û 986 kes jî birîndar bûne. Ev pêvajoya navbirî hîn jî didome. 
 
Cîgirê Hevserokatiya Giştî ya HDP'ê û Parlementer Wanê Tayip Temel ku di sala 2012'an de li girtîgehê 68 rojan di greva birçîbûnê de mabû û piştî çalakî bi ser ketibû pêvajoya çareseriyê dest pê kiribû, behsa vê pêvajoyê kir. 
 
TEMEL: GEŞEDANEKE DÎROKÎ BÛ 
 
 
Temel, diyar kir ku pêvajoya çareseriyê bi vîna Ocalan dest pê kiriye û got: "Aqilê dewletê yê wê çaxê, hikûmeta wê çaxê û serokwezîrê wê çaxê Erdogan ev yek qebl kirin û hevdîtin bi vî awayî dewam kirin. Di dîroka Tirkiyeyê de, ji xeynî qanûna 1921'ê, cara ewil bû ku hebûna gelê kurd, mafê gelê kurd, statu û azadiya gelê kurd dibbû mijara nîqaşê. Ev ji bo gelê kurd û gelên Komara Tirkiyeyê geşedaneke dîrokî bû." 
 
ÊRÎŞÊN LI SER ROJAVAYÊ 
 
Temel, destnîşan kir ku ku ev îrade danîbû holê Ocalan bûye û di vî warî de berpirsiyare diket ser milê dewletê jî "Mafên gelê kurd bi awayekî demokratîk nîqaş bikirana û qanûnên antî demokratîk ên di vî warî de jî bida ber nîqaşkirinê û biguheranda." 
 
Temel, diyar kir ku di êrîşên li ser Rojavayê, nexasim jî di êrîşên DAIŞ'ê yên li ser Kobaniyê de ji dêvla ku hikûmet helwesta xwe nîşan bida, bi helwesteke ku piştgiriya êrîşan dikir tevgeriyaye û ev helwest ji bo pêvajoya çareseriyê bûbû cihê bêbaweriyê. 
 
BEKAYA ÎQTIDARÊ 
 
 
Temel got: “Piştî Peymana Dolmabahçeyê hat ragihandin, lê bêyî ku wext di ser re derbas bibe Erdogan îlan kir ku ew vê peymanê nas nake û metna vê peymanê ku li ber kamerayan li ber çavê raya giştî hat îmzekirin înkar kir. Ev yek nîşaneya ku dê mifha vê pêvajoyê negihê îqtidara wî bû. A rast, tişta li Dolmabahçeyê hat ragihandin, awayê herî sade yê pêvajoyê bû. Di encama nîqaş û hevdîtinên dîrokî de, destpêka pêvajoyeke nû bû. Lê belê AKP yanî îqtidar, bekaya xwe ne di aştî û pêşerpjê de, di şer de dît. Lewma ji dêvla aştiyê şer tecrîh kir. Klîkên şer û klîkên darbeyê tim hene. Lê belê vê carê a ku ev yek tecrîh kir hikûmet bû, yanî Erdogan bixwe bû." 
 
Temel ji bo 10 xalên di peymanê de cih girtibûn jî got: "Ji dêvla çekê siyaset, mafê welatîbûna wekhev, betalkirina qanûnên qedexeker û guherandina wan, di warê aborî de pêşxistina herêmê, sererastkirina qanûna înfazê, bidwîbûna qirkirina jin, çand û ekolojiyê, mafê nasname û perrwerdehiya bi zimanê zikmakî hebûn. Gava mirov li van xalan binere, ji bo kîjan pirsgirêka Tirkiyeyê guhnedêriyek heye? Pir aşkere ye ku kî çareseriyê naxwaze. Ji ber vê bû ku Birêz Ocalan di hevdîtina xwe ya 2019'an de, ya bi parêzeran re, gotibû, 'Helwesta me ya li Îmraliyê, em Danezana Newroza 2013'an de bi awayekî hûn kûrtir û zelatir bidomînin.' Yanî ji dewletê re got, divê tu ji wê hêlê de lê binêrî." 
 
'BI PEVÇÛNÊ ÇARESERÎ NE PÊKAN E' 
 
Temel, destnîşan kir ku Peymana Dolmabahçeyê ji bo gelên Tirkiyeyê firsendek bû û îro ro careke din derketiye holê ku pirsgirêka kurd bi pevçûnan, bi şer nayê çareserkirin û got: "Argumanên sereke yên bi awayekî demokratîk veguherandina Tirkiyeyê di metna peymanê de hene. Îro tişta ku divê bê kirin, cardin vegera reçeteya çareseriyê metna peymanê ye." 
 
MA / Berivan Altan

Sernavên din

01/03/2021
10:37 3 bersûcên cînayetê hatin girtin
09:22 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 95'emîn de didome
09:16 Welatiyên jin: Em birçîbûnê qebûl dikin lê xerakirinê qebûl nakin
09:15 Derbarê lêgerîna tazî de gilî kir
09:14 Qeyûm 3 meh in mûçeya xwarina karkeran nade
09:14 Bi rêbaza diyalogê 368 esker hatin rizgarkirin
Bi operasyona Garê 13 esker û polîs hatin kuştin
09:12 Du jinên ku astengî nas nekirin
09:11 'Divê jin mafê xwe bistînin'
09:10 Rojnameger Kaya: Garê derûniya tirsê ji holê rakir
09:09 Malbata Bartan: Çavên wî girêdayî, destê wî kelepçekirî teslîm Tikriyê kirin
09:00 ROJEVA 1'Ê ADARA 2021'AN
28/02/2021
19:43 Di nava 24 saetan de 66 kesan jiyana xwe ji dest dan
16:40 Li Sîlîvriyê 2 jin hatin qetilkirin
16:19 Di ser Komkujiya Roboskî re 110 meh derbas bûn
14:16 Li Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê helîkoptereke Rûsyayê ket
13:57 Qeyûm darên 20 salî birî
13:42 HDP: Peymana Dolmabahçeyê xelasiya Tirkiyeyê ye
13:13 50 nivîskar di pirtûka Antolojiya Çîrokên Mezopotamyayê de hatin gel hev
12:47 HDK’ê Yaşar Kemal bi bîr anî
11:54 Nameya ku Trûmp ji Erdogan re şand bû “propagandaya rêxistinê”!
11:33 Deqeyek rêzgirtin jî bûye hinceta fezlekeye
11:28 Di pirsgirêka kurd de reçeteya çareserkirinê: Peymana Dolmabahçeyê
11:08 Li Qoser û Nisêbînê polisan bi ser malan de girt
11:07 Girtiyên ku li dijî lêgerîna tazî derketin derp kirin
10:24 Li Heftanînê cerdevanekê mir
10:23 Elîaçik: Zihniyeta 28 Sibatê didome
09:23 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 94'emîn de didome
09:19 Ji sala 1919’an heya 2021’an jin jiyan azadî!
09:13 Li Ermenistanê tevahiya artêşê ne li dijî Paşînyan e
09:11 ROJEVA 28'Ê SIBATA 2021'AN
27/02/2021
21:03 71 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
16:34 Ji Amedê nameyek ji NASA'yê re şandibû û şaşî rast kiribû
15:20 ÎHD: Girtiyên nexweş serbest berdin
14:40 Şandeya HDP'ê bi Partiya Keskan re civiya
13:55 Li MEBYA-DER’ê 7 saet lêgerîn: Dest danîn ser belgeyên fermî
13:53 Dayika Aydinlar ê windayî: Ez ji kurê xwe têr nebûm
13:41 Ji bo girtiyên nexweş Guneş û Ogur banga berdanê kirin
13:12 26 salin agahî ji sercerdevanê vexwendin qereqolê nayê girtin
10:31 IPPNW: Divê ekîbek pispor li Garê lêkolîn bike
10:00 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 93'yemîn de didome
09:40 Romana berxwedêriyeke dîrokî: Nobedarê Gulên Kobanê
09:22 Li Amedê rêveberên MEBYA-DER û HDP’ê hatin binçavkirin
09:13 Yusufoglu yê 28 salin girtiye 10 salin nayê derman kirin
09:12 Bavê ku du zarokên wî bi nexweşîna DMD'ê ketine: Bila sozên xwe bi cih bînin
09:11 'Em bibin nefesa nexweşê SMA'yê Mûratê 7 mehî'
09:11 Ma 145 stare dikarin 41 milyon jinî biparêzin?
09:10 Bi kovara Uncireyê hewl didin ku lazkî bi ruh û can bikin
09:09 Ji bo girtiyê ji sedî 98 astengdar serî li AYM'ê dan
09:09 Da dû xeyalên xwe û kargeha xwe vekir
09:00 ROJEVA 27'Ê SIBATA 2021'AN
26/02/2021
20:52 74 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
18:14 Li Sêrtê starta 8'ê Adarê
16:14 Li Hezexê starta 8'ê Adarê: Em ê têkoşînê mezin bikin û azadiyê pêk bînin
16:13 Dayika girtiyê nexweş Polat: Bila kurê min bê berdan
15:54 Dayikên Aştiyê bi Tanrikûlû re hevdîtin pêk anîn
15:54 Duyemîn danişîna Tahîr Elçî di 3’ê adarê de ye
15:44 Ciwanan kampanya xwe ya “Bikeve tevgerê” bi dawî kirin
15:38 Gergerlîgolû: Em ê heta dawiyê li ber xwe bidin
14:47 Îdianameya ‘Wêneyê Kabe’yê hat amadekirin
14:46 6 sal û 8 meh ceza dan rêveberê HDP’ê
14:36 Polisan bîranîna Aktaş û Yavuzel asteng kirin
14:36 300 xwendekar li Nîjeryayê hatin revandin
14:36 ‘Xelata Aştî, Dostanî û Demokrasiyê’ dan Eren Keskîn
14:17 Walîtiya Rihayê lidarxistina çalakiyan 30 rojan qedexe kir
14:12 Dadgehê 6 sal û 3 meh ceza li Hevseroka MED TUHAD-FED'ê birî
14:07 ‘Bace bi giştî ketiye rewşeke nîqaşê’
13:59 Kişanak: Dosya bi zextên siyasî vebû
13:11 Jinên ciwan ên HDP’î: Em ê çavên xwe li darbeyên Erdogan negirin
12:30 Şivan Perwer: Divê Tirkiye ji kurdan lêborînê bixwaze
12:16 Têkildarî nûçeyên tecrîd û Roboskî dest bi lêpirsînê kirin
11:01 Danişîna Tuncel û Kişanak dest pê kir
10:51 Kurkçu: Piştî operasyona Garê hevsengiya stratejiya navxweyî guherî
09:29 Li Stenbolê 11 kes hatin binçavkirin
09:22 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 92'yemîn de didome
09:21 Li Dersimê çalakî û şahî mehek din jî hatin qedexekirin
09:03 'Xalê Xizir' ji ber îfadeya kesên sûd ji 'qanûna poşmaniyê' girtine hatiye girtin
09:03 Kaçmaz: Qanûna bingehîn a nû bi peymana civakî pêkan e
09:03 ‘Heya sax bim ez ê dengbêjiyê bikim'
09:03 'Nîqaşên derbarê qanûna bingehîn de ji bo hilbijartinê ne'
09:03 Di seqemê de jî pêlavan temîr dike
09:03 AYM'ê got 'mafê jiyanê hatiye binpêkirin', lê dozgerî deng ji xwe nayne
09:03 Girtî Çetîn: Heya tecrîd ranebe em ê paş de gav neavêjin
09:00 ROJEVA 26'Ê SIBATA 2021'AN
25/02/2021
21:33 9 hezar û 572 kesên din jî bi Covîd-19'ê ketin
16:49 Li Şemzînanê çalakiya zîncîra mor
16:36 Derket holê ku jina 10 sal in winda ye hevjînê wê ew qetil kiriye
16:35 Doza Aleyna Çakır: Li xwe mikurhatina derbkirinê
16:17 Hinceta berdana faîlê îstîsmarê: Maç kirin ne tacîz e
16:08 Daxwaza girtina Mûsa Orhan dîsa hat redkirin
15:58 Baydemîr bi Barzanî re hat gel hev
15:58 Bakirhan: Em ê zêdetir li ber xwe bidin
15:50 Bûldan: Baweriya bi AKP’ê nemaye
15:35 Ji Qoserê bang kirin: Deriyên Îmraliyê vekin
14:44 HDP'iyan giliyê Şener û Ozhasekî kirin
14:42 YDK: Dijminatiya jinan bi destê desthilatê tê asayîkirin
13:44 Ji ÎMO’yê kampanyaya ‘Ji her şantiyeyê re şefek’
13:21 Meclisa Jinan a HDP’ê: Desthilat dixwaze têkçûna xwe ya Garê bi êrişên ser jinan biniximîne
13:14 Artêşa Ermenistanê xwest Paşinyan îstafe bike
12:52 Repbêjê kurd reda xwe ya wijdanî eşkere kir
12:32 Bûldan çû serdana EMEP’ê