Çalakiya greva birçîbûnê di roja 94'emîn de didome

  • rojane
  • 09:23 28 Sibat 2021
  • |
img

NAVENDA NÛÇEYAN - Girtiyên PKK û PAJK'ê ku li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û binpêkirinên mafan ên li girtîgehan, dest bi çalakiya greva birçîbûnê kirin, 94 roj in li ber xwe didin. Çalakiya li Mexmûrê di roja 73’yemîn û ya li Yewnenistanê jî di roja 56’emîn de dewam dikin. 

Girtiyên siyasî yên ji doza PKK û PAJK'ê girtî ne, di 27’ê Mijdara 2020'an de, bi armanca bidawîkirina tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ku 22 sal in li Girtîgeha Îmraliyê ya Tîpa F a Ewlehiya Bilind girtî ye û binpêkirinên mafên mirovan ên li girtîgehan zêde bûne, dest bi çalakiya greva birçîbûnê ya bêdawî û bidorveger kirin. Çalakiya girtiyên siyasî ku koma 19’emîn dewr girtiye di roja 94’emîn de dewam dike.
 
GREVA LI MEXMÛRÊ DI ROJA 73’YEMÎN DE YE
 
Li Kampa Penaberan a Mexmûrê, jinan di 18’ê Kanûna 2020'an de li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan çalakiya greva birçîbûnê da destpêkirin. Çalakiya ku li Komeleya Malbatên Şehîdan a Mexmûrê dest pê kir, di roja 73’yemîn de didome.
 
LI YEWNANISTANÊ DI ROJA 56'EMÎN DE YE
 
Penaberên ku li Kampa Lavrîo ya Yewnanistanê dijîn jî ji bo bidawîkirina tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û piştgiriya çalakiya greva birçîbûnê ya li girtîgehan dewam dike, dest bi çalakiya greva birçîbûnê kirin. Ev grev di roja 56'emîn de didome. Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ), Tevgera Jinên Kurdistanê ya Ewropayê (TJK-E) û Navenda Çanda Kurdistanê pêşengiya çalakiyê dikin.
 
SALA 2012'AN: 68 ROJ
 
Yekemîn çalakiya greva birçîbûnê ya li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, di 12’ê Îlona 2012’an li girtîgehan hatibû destpêkirin. Çalakiyê 68 rojan dewam kiribû. Çalakî bi banga Rêberê PKK’ê Ocalan bi dawî bibû. Di encama çalakiya girtiyan de, di 3’yê Çileya 2013’an de, di navbera Ocalan û dewletê de, heya sala 2015’an pêvajoya diyalogê hatibû destpêkirin.
 
SALA 2016'AN: 8 ROJ
 
Di 5’ê Nîsana 2015’an de, pêvajoya diyalogê ya bi Ocalan re bi dawî bû û dîsa tecrîdkirina Ocalan giran kiribûn. Piştî darbeya 15’ê Tîrmehê, di raya giştî de fikar û guman mezin bûn. 50 siyasetmedarên kurd li ser vê yekê, bi daxwaza “Hevdîtina bi Ocalan re”, di 5’ê Îlona 2016’an de, li avahiya Rêxistina Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) a Amedê dest bi çalakiya greva birçîbûnê kirin. Di encama çalakiyê de, birayê Ocalan Mehmet Ocalan, di 11’ê Îlona 2016’an de çûbû Girava Îmraliyê û hevdîtin bi birayê xwe re kiribû. 50 siyasetmedarên kurd, piştî hevdîtina bi Ocalan re, di roja 8’emîn de, dawî li çalakiya xwe anî bûn.
 
SALA 2018'AN: 200 ROJ
 
Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Leyla Guven, di 8’ê Mijdara 2018’an de, li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, li Girtîgeha Tîpa E ya Amedê, dest bi çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger kiribû. Di 16’ê Kanûnê de jî girtiyan dest bi çalakiya greva birçîbûnê kiribûn û di 1’ê Adarê de jî çalakiya Guven li tevahiya girtîgehan belav bûbû. Li bajarê Hewlêrê ya Herêma Kurdistana Federe endamê HDP’ê Nasir Yagiz, li Kampa Mexmûrê Fadîle Tok, li Strasbûrgê 14 siyasetmedarên kurd, li Galler Îmam Şîş û li navçeya Kelar a girêdayî Germiyan jî Herêm Mahmûd ketibûn greva birçîbûnê û çalakiya wan li tevahiya cîhanê deng vedabû.
 
Di heman demê de, Parlamenterên HDP’ê Dersim Dag, Tayîp Temel û Mûrat Sarisaç, li avahiya Rêxistina HDP’ê ya Amedê di 3’yê Adara 2019’an de tevlî çalakiya greva birçîbûnê bûbûn.
 
ROJIYA MIRINÊ
 
Ji ber ku daxwazên girtiyan nehatin qebûlkirin, 15 girtiyan bi heman daxwazan, di 30’ê Nîsana 2019’an de, dest bi çalakiya rojiya mirinê kiribûn. Dîsa li girtîgehên cuda, 15 girtiyên din di 10’ê Gulanê de, tevlî çalakiya rojiya mirinê bûbûn.
 
8 ÇIWANÊN KURD LI DIJÎ TECRÎDÊ XWE FEDA KIRIN
 
Çalakiyên greva birçîbûnê her ku çû belav bûn. Bi vê yekê re li bajarê Krefeld a Almanyayê, di 20’ê Sibatê de, welatiyê bi navê Ûgûr Şakar li ber dadgehê agir berda bedena xwe û li nexweşxanê di 22’yê Adarê de jiyana xwe ji dest da. Bi armanca şermezarkirina bêdengiya li dijî çalakiyên greva birçîbûnê û tecrîda li ser Ocalan, Zulkuf Gezen (33) di 17’ê Adarê de, li Girtîgeha Tîpa F a Hejmara 2 a Tekirdagê, Ayten Beçet (24) di 23’ê Adarê de, li Girtîgeha Sergirtî ya Jinan a Gebzeyê, Zehra Saglam (23) di 24’ê Adarê de, li Girtîgeha Tîpa T a Oltûyê, Medya Çinar (24) di 25’ê Adarê de, li Girtîgeha Tîpa E ya Mardînê, Yonca Akîcî di 9’ê Adarê de, li Girtîgeha Sergirtî ya Jinan a Şakranê, Sîraç Yuksek di 2’yê Nîsanê de, li Girtîgeha Tîpa T a Hejmara 2 a Osmaniyê û Mahsum Pamay jî, di 5’ê Nîsanê de, li Girtîgeha Ewlekariya Bilind a Hejmara 1 a Xarpetê, çalakiyên fedaî pêk anîn û dawî li jiyana xwe anîn.
 
Çalakiya greva birçîbûnê ya bi pêşengtiya Leyla Guven hatibû destpêkirin, 200 rojan dewam kiribû. Di encama çalakiyê de, parêzerên Ocalan piştî 8 salan, di 2-22’yê Gulanê de, di 12-18’ê Hezîranê de û herî dawî di 7’ê Tebaxa 2019’an de, bi muwekîlên xwe re hevdîtin kiribûn.
 
 
 

Sernavên din

01/03/2021
10:37 3 bersûcên cînayetê hatin girtin
09:22 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 95'emîn de didome
09:16 Welatiyên jin: Em birçîbûnê qebûl dikin lê xerakirinê qebûl nakin
09:15 Derbarê lêgerîna tazî de gilî kir
09:14 Qeyûm 3 meh in mûçeya xwarina karkeran nade
09:14 Bi rêbaza diyalogê 368 esker hatin rizgarkirin
Bi operasyona Garê 13 esker û polîs hatin kuştin
09:12 Du jinên ku astengî nas nekirin
09:11 'Divê jin mafê xwe bistînin'
09:10 Rojnameger Kaya: Garê derûniya tirsê ji holê rakir
09:09 Malbata Bartan: Çavên wî girêdayî, destê wî kelepçekirî teslîm Tikriyê kirin
09:00 ROJEVA 1'Ê ADARA 2021'AN
28/02/2021
19:43 Di nava 24 saetan de 66 kesan jiyana xwe ji dest dan
16:40 Li Sîlîvriyê 2 jin hatin qetilkirin
16:19 Di ser Komkujiya Roboskî re 110 meh derbas bûn
14:16 Li Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê helîkoptereke Rûsyayê ket
13:57 Qeyûm darên 20 salî birî
13:42 HDP: Peymana Dolmabahçeyê xelasiya Tirkiyeyê ye
13:13 50 nivîskar di pirtûka Antolojiya Çîrokên Mezopotamyayê de hatin gel hev
12:47 HDK’ê Yaşar Kemal bi bîr anî
11:54 Nameya ku Trûmp ji Erdogan re şand bû “propagandaya rêxistinê”!
11:33 Deqeyek rêzgirtin jî bûye hinceta fezlekeye
11:28 Di pirsgirêka kurd de reçeteya çareserkirinê: Peymana Dolmabahçeyê
11:08 Li Qoser û Nisêbînê polisan bi ser malan de girt
11:07 Girtiyên ku li dijî lêgerîna tazî derketin derp kirin
10:24 Li Heftanînê cerdevanekê mir
10:23 Elîaçik: Zihniyeta 28 Sibatê didome
09:23 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 94'emîn de didome
09:19 Ji sala 1919’an heya 2021’an jin jiyan azadî!
09:13 Li Ermenistanê tevahiya artêşê ne li dijî Paşînyan e
09:11 ROJEVA 28'Ê SIBATA 2021'AN
27/02/2021
21:03 71 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
16:34 Ji Amedê nameyek ji NASA'yê re şandibû û şaşî rast kiribû
15:20 ÎHD: Girtiyên nexweş serbest berdin
14:40 Şandeya HDP'ê bi Partiya Keskan re civiya
13:55 Li MEBYA-DER’ê 7 saet lêgerîn: Dest danîn ser belgeyên fermî
13:53 Dayika Aydinlar ê windayî: Ez ji kurê xwe têr nebûm
13:41 Ji bo girtiyên nexweş Guneş û Ogur banga berdanê kirin
13:12 26 salin agahî ji sercerdevanê vexwendin qereqolê nayê girtin
10:31 IPPNW: Divê ekîbek pispor li Garê lêkolîn bike
10:00 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 93'yemîn de didome
09:40 Romana berxwedêriyeke dîrokî: Nobedarê Gulên Kobanê
09:22 Li Amedê rêveberên MEBYA-DER û HDP’ê hatin binçavkirin
09:13 Yusufoglu yê 28 salin girtiye 10 salin nayê derman kirin
09:12 Bavê ku du zarokên wî bi nexweşîna DMD'ê ketine: Bila sozên xwe bi cih bînin
09:11 'Em bibin nefesa nexweşê SMA'yê Mûratê 7 mehî'
09:11 Ma 145 stare dikarin 41 milyon jinî biparêzin?
09:10 Bi kovara Uncireyê hewl didin ku lazkî bi ruh û can bikin
09:09 Ji bo girtiyê ji sedî 98 astengdar serî li AYM'ê dan
09:09 Da dû xeyalên xwe û kargeha xwe vekir
09:00 ROJEVA 27'Ê SIBATA 2021'AN
26/02/2021
20:52 74 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
18:14 Li Sêrtê starta 8'ê Adarê
16:14 Li Hezexê starta 8'ê Adarê: Em ê têkoşînê mezin bikin û azadiyê pêk bînin
16:13 Dayika girtiyê nexweş Polat: Bila kurê min bê berdan
15:54 Dayikên Aştiyê bi Tanrikûlû re hevdîtin pêk anîn
15:54 Duyemîn danişîna Tahîr Elçî di 3’ê adarê de ye
15:44 Ciwanan kampanya xwe ya “Bikeve tevgerê” bi dawî kirin
15:38 Gergerlîgolû: Em ê heta dawiyê li ber xwe bidin
14:47 Îdianameya ‘Wêneyê Kabe’yê hat amadekirin
14:46 6 sal û 8 meh ceza dan rêveberê HDP’ê
14:36 Polisan bîranîna Aktaş û Yavuzel asteng kirin
14:36 300 xwendekar li Nîjeryayê hatin revandin
14:36 ‘Xelata Aştî, Dostanî û Demokrasiyê’ dan Eren Keskîn
14:17 Walîtiya Rihayê lidarxistina çalakiyan 30 rojan qedexe kir
14:12 Dadgehê 6 sal û 3 meh ceza li Hevseroka MED TUHAD-FED'ê birî
14:07 ‘Bace bi giştî ketiye rewşeke nîqaşê’
13:59 Kişanak: Dosya bi zextên siyasî vebû
13:11 Jinên ciwan ên HDP’î: Em ê çavên xwe li darbeyên Erdogan negirin
12:30 Şivan Perwer: Divê Tirkiye ji kurdan lêborînê bixwaze
12:16 Têkildarî nûçeyên tecrîd û Roboskî dest bi lêpirsînê kirin
11:01 Danişîna Tuncel û Kişanak dest pê kir
10:51 Kurkçu: Piştî operasyona Garê hevsengiya stratejiya navxweyî guherî
09:29 Li Stenbolê 11 kes hatin binçavkirin
09:22 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 92'yemîn de didome
09:21 Li Dersimê çalakî û şahî mehek din jî hatin qedexekirin
09:03 'Xalê Xizir' ji ber îfadeya kesên sûd ji 'qanûna poşmaniyê' girtine hatiye girtin
09:03 Kaçmaz: Qanûna bingehîn a nû bi peymana civakî pêkan e
09:03 ‘Heya sax bim ez ê dengbêjiyê bikim'
09:03 'Nîqaşên derbarê qanûna bingehîn de ji bo hilbijartinê ne'
09:03 Di seqemê de jî pêlavan temîr dike
09:03 AYM'ê got 'mafê jiyanê hatiye binpêkirin', lê dozgerî deng ji xwe nayne
09:03 Girtî Çetîn: Heya tecrîd ranebe em ê paş de gav neavêjin
09:00 ROJEVA 26'Ê SIBATA 2021'AN
25/02/2021
21:33 9 hezar û 572 kesên din jî bi Covîd-19'ê ketin
16:49 Li Şemzînanê çalakiya zîncîra mor
16:36 Derket holê ku jina 10 sal in winda ye hevjînê wê ew qetil kiriye
16:35 Doza Aleyna Çakır: Li xwe mikurhatina derbkirinê
16:17 Hinceta berdana faîlê îstîsmarê: Maç kirin ne tacîz e
16:08 Daxwaza girtina Mûsa Orhan dîsa hat redkirin
15:58 Baydemîr bi Barzanî re hat gel hev
15:58 Bakirhan: Em ê zêdetir li ber xwe bidin
15:50 Bûldan: Baweriya bi AKP’ê nemaye
15:35 Ji Qoserê bang kirin: Deriyên Îmraliyê vekin
14:44 HDP'iyan giliyê Şener û Ozhasekî kirin
14:42 YDK: Dijminatiya jinan bi destê desthilatê tê asayîkirin
13:44 Ji ÎMO’yê kampanyaya ‘Ji her şantiyeyê re şefek’
13:21 Meclisa Jinan a HDP’ê: Desthilat dixwaze têkçûna xwe ya Garê bi êrişên ser jinan biniximîne
13:14 Artêşa Ermenistanê xwest Paşinyan îstafe bike
12:52 Repbêjê kurd reda xwe ya wijdanî eşkere kir
12:32 Bûldan çû serdana EMEP’ê