STENBOL - Guldane Bîçer a ku dihat îdiakirin li Stenbolê winda bûye, piştî 10 salan derket holê ku hevjînê wê Osman Bîçer ew qetil kiriye.
Derket holê ku Guldane Bîçer a ji 17’ê îlona 2011’an û vir ve dihat îdiakirin ku winda ye hevjînê wê Osman Bîçer ew qetil kiriye. Osman Bîçer ê di çarçoveya lêpirsîna têkildarî bûyerê dihat birêvebirin de hat binçavkirin, li xwe mikûr hat ku hevjîna xwe kuştiye. Bîçer ê piştî polîsan îfadeya wî girt sewqî adliyeyê kirin.