Di 3 rojan de 6 hezaran zêdetir îmze hatin komkirin

img
AMED - Di çarçoveya kampanyaya îmzeyê ya ku Komîsyona Ziman a 21’ê Sibatê ji bo kurdî bibe zimanê fermî û perwerdehiyê da destpêkirin li ser online di 3 rojan de 6 hezaran zêdetir îmze hatin komkirin.
 
Kampanyaya îmzeyê ya Komîsyona Ziman a 21’ê Sibatê ku ji aliyê Platforma Platforma Zimanê Kurdî û Tora Ziman û Çanda Kurdî pêk tê di 22’ê Sibatê de bi armanca kurdî bibe zimanê fermî û perwerdehiyê da destpêkirin, didome. Endama Sekreterya Tora Ziman û Çanda Kurdî Zûhal Tekîner û Mamosteyê Komeleya Lêkolînên ya Ziman û Çandên Mezopotamyayê (MED-DER) Mûrat Bîlgîç kampanya ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re nirxand.
 
Tekîner diyar kir ku weke Tora Ziman û Çanda Kurdî ku 300 nûnerên komeleyan, nivîskar, zimanzan tê de cih digirin û Platforma Zimanê Kurdî ku ji 9 partiyên siyasî pêk tê starta kampanyayê dane. Tekîner anî ziman ku li ser daxwaza fermîbûn û zimanê perwerdehiyê ya kurdî kampanya dane destpêkirin.
 
‘JI BO KU ZIMAN WINDA NEBE EM HATIN BA HEV’
 
Tekîner da zanîn ku bi vê kampanyayê armanç dikin ku astengiyên bi polîtîkayên zext û înkarkirinê yên li ser ziman tên meşandin ji holê rakin û wiha got: “Kurdî demekê li vî welatî hat qedexekirin. Heta niha jî li Meclîsê weke 'zimanê nayê zanîn' tê pênasekirin û derbasî qeydan dike. Nêzîkatiyeke wisa li dijî zimanê me heye bêparastin dihêle û wê di salên pêş de jî zimanê me bikuje. Em jî bi rêxistinên sivîl ên civakî, partiyên siyasî û komeleyan re ji bo ziman hatin gel hev. Yekitî tam çênebe jî me xwest li ser ziman yekîtiyekê bidin avakirin. Ji ber ku em bi windabûn û ji holê rabûna ziman re rûbirû ne. Di cîhanê de ji du hefteyan de herî kêm zimanek winda dibe. Daxwazên gel jî di vê mijarê de hebûn. Em jî ketin nav hewldaneke wisa. Me xwest bi vê hewldanê li dijî qedexeyan girîngîya ziman bidin nîşandan.” Tekîner da zanîn ku bi tevlîbûna partiyên siyasî kampanya xurttir bûye, belav dibe û wiha berdewam kir: “Em bi partiyan re xebateke bikordîne bi rêve dibin. Em her carê ji partiyên siyasî re bang dikin ku siyaseta xwe bi kurdî bikin.”
 
‘EM Ê BIGÎHÎJIN ARMANCA XWE’
 
Tekîner destnîşan kir ku di demekî kin de heta niha li ser onlinê herî kêm 6 hezar îmze komkirine û got: “Mirov bi riya partiyên siyasî rêveberên platformê jî dikarin îmzeyan biavêjin. Xebata me wê di demekî kin de bigîhîje milyonan. Me ji bo ziman gaveke mezin avêt. Em bang li her kesî dikin ku li derdora kampanyaya îmzeyê bibin yek.”
 
BANGA TEVLÎBÛNA KAMPANYAYÊ
 
Mamosteyê MED-DER’ê Mûrat Bîlgîç jî diyar kir ku bi salan e kurdî tê binpêkirin, li vî welatî nayê nasîn û wiha axivî: “Daxwaza hemû kurdan ya ‘êdî bila zimanê kurdî bibe xwedî statuyek û bibe zimanê perwerdehiyê’ heye. Kampanya ne tenê ya rêveberan e ya gelê kurd û hemû dostên wan e. Kî bixwaze ji bo gelê kurd û ji bo kurdî tiştekê bike bila kerem bike were. Bila werin daxwaza kurdan a sedsalan em li ser ziman tacîdar bikin. Armanca me ewe ku bi milyonan îmze bikin. Divê hemû kurd vê kampanyayê weke pêywîrekê bigirin ser xwe û xebatê bi rêve bibin.”
 
 

Sernavên din

01/03/2021
10:37 3 bersûcên cînayetê hatin girtin
09:22 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 95'emîn de didome
09:16 Welatiyên jin: Em birçîbûnê qebûl dikin lê xerakirinê qebûl nakin
09:15 Derbarê lêgerîna tazî de gilî kir
09:14 Qeyûm 3 meh in mûçeya xwarina karkeran nade
09:14 Bi rêbaza diyalogê 368 esker hatin rizgarkirin
Bi operasyona Garê 13 esker û polîs hatin kuştin
09:12 Du jinên ku astengî nas nekirin
09:11 'Divê jin mafê xwe bistînin'
09:10 Rojnameger Kaya: Garê derûniya tirsê ji holê rakir
09:09 Malbata Bartan: Çavên wî girêdayî, destê wî kelepçekirî teslîm Tikriyê kirin
09:00 ROJEVA 1'Ê ADARA 2021'AN
28/02/2021
19:43 Di nava 24 saetan de 66 kesan jiyana xwe ji dest dan
16:40 Li Sîlîvriyê 2 jin hatin qetilkirin
16:19 Di ser Komkujiya Roboskî re 110 meh derbas bûn
14:16 Li Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê helîkoptereke Rûsyayê ket
13:57 Qeyûm darên 20 salî birî
13:42 HDP: Peymana Dolmabahçeyê xelasiya Tirkiyeyê ye
13:13 50 nivîskar di pirtûka Antolojiya Çîrokên Mezopotamyayê de hatin gel hev
12:47 HDK’ê Yaşar Kemal bi bîr anî
11:54 Nameya ku Trûmp ji Erdogan re şand bû “propagandaya rêxistinê”!
11:33 Deqeyek rêzgirtin jî bûye hinceta fezlekeye
11:28 Di pirsgirêka kurd de reçeteya çareserkirinê: Peymana Dolmabahçeyê
11:08 Li Qoser û Nisêbînê polisan bi ser malan de girt
11:07 Girtiyên ku li dijî lêgerîna tazî derketin derp kirin
10:24 Li Heftanînê cerdevanekê mir
10:23 Elîaçik: Zihniyeta 28 Sibatê didome
09:23 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 94'emîn de didome
09:19 Ji sala 1919’an heya 2021’an jin jiyan azadî!
09:13 Li Ermenistanê tevahiya artêşê ne li dijî Paşînyan e
09:11 ROJEVA 28'Ê SIBATA 2021'AN
27/02/2021
21:03 71 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
16:34 Ji Amedê nameyek ji NASA'yê re şandibû û şaşî rast kiribû
15:20 ÎHD: Girtiyên nexweş serbest berdin
14:40 Şandeya HDP'ê bi Partiya Keskan re civiya
13:55 Li MEBYA-DER’ê 7 saet lêgerîn: Dest danîn ser belgeyên fermî
13:53 Dayika Aydinlar ê windayî: Ez ji kurê xwe têr nebûm
13:41 Ji bo girtiyên nexweş Guneş û Ogur banga berdanê kirin
13:12 26 salin agahî ji sercerdevanê vexwendin qereqolê nayê girtin
10:31 IPPNW: Divê ekîbek pispor li Garê lêkolîn bike
10:00 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 93'yemîn de didome
09:40 Romana berxwedêriyeke dîrokî: Nobedarê Gulên Kobanê
09:22 Li Amedê rêveberên MEBYA-DER û HDP’ê hatin binçavkirin
09:13 Yusufoglu yê 28 salin girtiye 10 salin nayê derman kirin
09:12 Bavê ku du zarokên wî bi nexweşîna DMD'ê ketine: Bila sozên xwe bi cih bînin
09:11 'Em bibin nefesa nexweşê SMA'yê Mûratê 7 mehî'
09:11 Ma 145 stare dikarin 41 milyon jinî biparêzin?
09:10 Bi kovara Uncireyê hewl didin ku lazkî bi ruh û can bikin
09:09 Ji bo girtiyê ji sedî 98 astengdar serî li AYM'ê dan
09:09 Da dû xeyalên xwe û kargeha xwe vekir
09:00 ROJEVA 27'Ê SIBATA 2021'AN
26/02/2021
20:52 74 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
18:14 Li Sêrtê starta 8'ê Adarê
16:14 Li Hezexê starta 8'ê Adarê: Em ê têkoşînê mezin bikin û azadiyê pêk bînin
16:13 Dayika girtiyê nexweş Polat: Bila kurê min bê berdan
15:54 Dayikên Aştiyê bi Tanrikûlû re hevdîtin pêk anîn
15:54 Duyemîn danişîna Tahîr Elçî di 3’ê adarê de ye
15:44 Ciwanan kampanya xwe ya “Bikeve tevgerê” bi dawî kirin
15:38 Gergerlîgolû: Em ê heta dawiyê li ber xwe bidin
14:47 Îdianameya ‘Wêneyê Kabe’yê hat amadekirin
14:46 6 sal û 8 meh ceza dan rêveberê HDP’ê
14:36 Polisan bîranîna Aktaş û Yavuzel asteng kirin
14:36 300 xwendekar li Nîjeryayê hatin revandin
14:36 ‘Xelata Aştî, Dostanî û Demokrasiyê’ dan Eren Keskîn
14:17 Walîtiya Rihayê lidarxistina çalakiyan 30 rojan qedexe kir
14:12 Dadgehê 6 sal û 3 meh ceza li Hevseroka MED TUHAD-FED'ê birî
14:07 ‘Bace bi giştî ketiye rewşeke nîqaşê’
13:59 Kişanak: Dosya bi zextên siyasî vebû
13:11 Jinên ciwan ên HDP’î: Em ê çavên xwe li darbeyên Erdogan negirin
12:30 Şivan Perwer: Divê Tirkiye ji kurdan lêborînê bixwaze
12:16 Têkildarî nûçeyên tecrîd û Roboskî dest bi lêpirsînê kirin
11:01 Danişîna Tuncel û Kişanak dest pê kir
10:51 Kurkçu: Piştî operasyona Garê hevsengiya stratejiya navxweyî guherî
09:29 Li Stenbolê 11 kes hatin binçavkirin
09:22 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 92'yemîn de didome
09:21 Li Dersimê çalakî û şahî mehek din jî hatin qedexekirin
09:03 'Xalê Xizir' ji ber îfadeya kesên sûd ji 'qanûna poşmaniyê' girtine hatiye girtin
09:03 Kaçmaz: Qanûna bingehîn a nû bi peymana civakî pêkan e
09:03 ‘Heya sax bim ez ê dengbêjiyê bikim'
09:03 'Nîqaşên derbarê qanûna bingehîn de ji bo hilbijartinê ne'
09:03 Di seqemê de jî pêlavan temîr dike
09:03 AYM'ê got 'mafê jiyanê hatiye binpêkirin', lê dozgerî deng ji xwe nayne
09:03 Girtî Çetîn: Heya tecrîd ranebe em ê paş de gav neavêjin
09:00 ROJEVA 26'Ê SIBATA 2021'AN
25/02/2021
21:33 9 hezar û 572 kesên din jî bi Covîd-19'ê ketin
16:49 Li Şemzînanê çalakiya zîncîra mor
16:36 Derket holê ku jina 10 sal in winda ye hevjînê wê ew qetil kiriye
16:35 Doza Aleyna Çakır: Li xwe mikurhatina derbkirinê
16:17 Hinceta berdana faîlê îstîsmarê: Maç kirin ne tacîz e
16:08 Daxwaza girtina Mûsa Orhan dîsa hat redkirin
15:58 Baydemîr bi Barzanî re hat gel hev
15:58 Bakirhan: Em ê zêdetir li ber xwe bidin
15:50 Bûldan: Baweriya bi AKP’ê nemaye
15:35 Ji Qoserê bang kirin: Deriyên Îmraliyê vekin
14:44 HDP'iyan giliyê Şener û Ozhasekî kirin
14:42 YDK: Dijminatiya jinan bi destê desthilatê tê asayîkirin
13:44 Ji ÎMO’yê kampanyaya ‘Ji her şantiyeyê re şefek’
13:21 Meclisa Jinan a HDP’ê: Desthilat dixwaze têkçûna xwe ya Garê bi êrişên ser jinan biniximîne
13:14 Artêşa Ermenistanê xwest Paşinyan îstafe bike
12:52 Repbêjê kurd reda xwe ya wijdanî eşkere kir
12:32 Bûldan çû serdana EMEP’ê