Çalakiya greva birçîbûnê koma 19'emîn dewr girt

  • rojane
  • 09:08 25 Sibat 2021
  • |
img

NAVENDA NÛÇEYAN - Girtiyên PKK û PAJK'ê ku li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û binpêkirinên mafan ên li girtîgehan, dest bi çalakiya greva birçîbûnê kirin, 91 roj in li ber xwe didin. Çalakiya li Mexmûrê di roja 70’yemîn û ya li Yewnenistanê jî di roja 53’yemîn de dewam dikin. 

 
Girtiyên siyasî yên ji doza PKK û PAJK'ê girtî ne, di 27’ê Mijdara 2020'an de, bi armanca bidawîkirina tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ku 22 sal in li Girtîgeha Tîpa F a Ewlehiya Bilind a Îmraliyê girtî ye û binpêkirinên mafên mirovan ên li girtîgehan zêde bûne, dest bi çalakiya greva birçîbûnê kirin.  Çalakiya girtiyên siyasî ku koma 19’emîn dewr girtiye di roja 91’emîn de dewam dike.
 
GREVA LI MEXMÛRÊ DI ROJA 70’YEMÎN DE YE
 
Li Kampa Penaberan a Mexmûrê, jinan di 18’ê Kanûna 2020'an de li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan çalakiya greva birçîbûnê da destpêkirin. Çalakiya ku li Komeleya Malbatên Şehîdan a Mexmûrê dest pê kir, di roja 70’yemîn de didome.
 
LI YEWNANISTANÊ DI ROJA 53'YEMÎN DE YE
 
Penaberên ku li Kampa Lavrîo ya Yewnanistanê dijîn jî ji bo bidawîkirina tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û piştgiriya çalakiya greva birçîbûnê ya li girtîgehan dewam dike, dest bi çalakiya greva birçîbûnê kirin. Ev grev di roja 53'yemîn de didome. Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ), Tevgera Jinên Kurdistanê ya Ewropayê (TJK-E) û Navenda Çanda Kurdistanê pêşengiya çalakiyê dikin.
 
SALA 2012'AN: 68 ROJ
 
Yekemîn çalakiya greva birçîbûnê ya li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, di 12’ê Îlona 2012’an li girtîgehan hatibû destpêkirin. Çalakiyê 68 rojan dewam kiribû. Çalakî bi banga Rêberê PKK’ê Ocalan bi dawî bibû. Di encama çalakiya girtiyan de, di 3’yê Çileya 2013’an de, di navbera Ocalan û dewletê de, heya sala 2015’an pêvajoya diyalogê hatibû destpêkirin.
 
SALA 2016'AN: 8 ROJ
 
Di 5’ê Nîsana 2015’an de, pêvajoya diyalogê ya bi Ocalan re bi dawî bû û dîsa tecrîdkirina Ocalan giran kiribûn. Piştî darbeya 15’ê Tîrmehê, di raya giştî de fikar û guman mezin bûn. 50 siyasetmedarên kurd li ser vê yekê, bi daxwaza “Hevdîtina bi Ocalan re”, di 5’ê Îlona 2016’an de, li avahiya Rêxistina Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) a Amedê dest bi çalakiya greva birçîbûnê kirin. Di encama çalakiyê de, birayê Ocalan Mehmet Ocalan, di 11’ê Îlona 2016’an de çûbû Girava Îmraliyê û hevdîtin bi birayê xwe re kiribû. 50 siyasetmedarên kurd, piştî hevdîtina bi Ocalan re, di roja 8’emîn de, dawî li çalakiya xwe anî bûn.
 
SALA 2018'AN: 200 ROJ
 
Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Leyla Guven, di 8’ê Mijdara 2018’an de, li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, li Girtîgeha Tîpa E ya Amedê, dest bi çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger kiribû. Di 16’ê Kanûnê de jî girtiyan dest bi çalakiya greva birçîbûnê kiribûn û di 1’ê Adarê de jî çalakiya Guven li tevahiya girtîgehan belav bûbû. Li bajarê Hewlêrê ya Herêma Kurdistana Federe endamê HDP’ê Nasir Yagiz, li Kampa Mexmûrê Fadîle Tok, li Strasbûrgê 14 siyasetmedarên kurd, li Galler Îmam Şîş û li navçeya Kelar a girêdayî Germiyan jî Herêm Mahmûd ketibûn greva birçîbûnê û çalakiya wan li tevahiya cîhanê deng vedabû.
 
Di heman demê de, Parlamenterên HDP’ê Dersim Dag, Tayîp Temel û Mûrat Sarisaç, li avahiya Rêxistina HDP’ê ya Amedê di 3’yê Adara 2019’an de tevlî çalakiya greva birçîbûnê bûbûn.
 
ROJIYA MIRINÊ
 
Ji ber ku daxwazên girtiyan nehatin qebûlkirin, 15 girtiyan bi heman daxwazan, di 30’ê Nîsana 2019’an de, dest bi çalakiya rojiya mirinê kiribûn. Dîsa li girtîgehên cuda, 15 girtiyên din di 10’ê Gulanê de, tevlî çalakiya rojiya mirinê bûbûn.
 
8 ÇIWANÊN KURD LI DIJÎ TECRÎDÊ XWE FEDA KIRIN
 
Çalakiyên greva birçîbûnê her ku çû belav bûn. Bi vê yekê re li bajarê Krefeld a Almanyayê, di 20’ê Sibatê de, welatiyê bi navê Ûgûr Şakar li ber dadgehê agir berda bedena xwe û li nexweşxanê di 22’yê Adarê de jiyana xwe ji dest da. Bi armanca şermezarkirina bêdengiya li dijî çalakiyên greva birçîbûnê û tecrîda li ser Ocalan, Zulkuf Gezen (33) di 17’ê Adarê de, li Girtîgeha Tîpa F a Hejmara 2 a Tekirdagê, Ayten Beçet (24) di 23’ê Adarê de, li Girtîgeha Sergirtî ya Jinan a Gebzeyê, Zehra Saglam (23) di 24’ê Adarê de, li Girtîgeha Tîpa T a Oltûyê, Medya Çinar (24) di 25’ê Adarê de, li Girtîgeha Tîpa E ya Mardînê, Yonca Akîcî di 9’ê Adarê de, li Girtîgeha Sergirtî ya Jinan a Şakranê, Sîraç Yuksek di 2’yê Nîsanê de, li Girtîgeha Tîpa T a Hejmara 2 a Osmaniyê û Mahsum Pamay jî, di 5’ê Nîsanê de, li Girtîgeha Ewlekariya Bilind a Hejmara 1 a Xarpetê, çalakiyên fedaî pêk anîn û dawî li jiyana xwe anîn.
 
Çalakiya greva birçîbûnê ya bi pêşengtiya Leyla Guven hatibû destpêkirin, 200 rojan dewam kiribû. Di encama çalakiyê de, parêzerên Ocalan piştî 8 salan, di 2-22’yê Gulanê de, di 12-18’ê Hezîranê de û herî dawî di 7’ê Tebaxa 2019’an de, bi muwekîlên xwe re hevdîtin kiribûn.
 
 
 

Sernavên din

25/02/2021
12:10 Rojnamegeran negirtin danişîna doza Îpek Er
12:06 Serlêdana parêzerên Ocalan hat redkirin
12:00 Di 3 rojan de 6 hezaran zêdetir îmze hatin komkirin
11:06 Li Enqereyê mirina bi guman a jinekê
10:39 Jinên Ciwan ‘Seferberiya Xemrî’ vediguhêzin 8’ê Adarê
10:07 Malên dîrokî ku nayên restorekirin tune dibin
09:53 Ji 10 saziyên jinan daxuyaniya Gulistan Şaylemez
09:08 Çalakiya greva birçîbûnê koma 19'emîn dewr girt
09:07 Dêra Hanefîş Kaya bûye wargeha defînegeran
09:06 Zeytun: Ji bo edaletê em bi hev re têbikoşin
09:04 Xwendekar: Deriyên hatin kelemçekirin, ji tacîzkaran re hatine vekirin
09:04 Turkay: Kelemçeya elektronîk remza kole-efendî ye
09:04 'Em ji gotinên Zengînê fam dikin ku çima cinayet naqedin'
09:04 'Em ê li dijî xerakirina xaniyên Ben û Senê kon vedin'
09:04 Pisporê Psîkiyatriyê Hacimûsalar: Em li dijî xwekuştinê bi hev re têbikoşin
09:00 ROJEVA 25'Ê SIBATA 2021'Ê
24/02/2021
20:30 72 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
17:37 Beştaş: Bi polîtîkayên şer welat nagihîje tu derî
17:11 PDK’ê siyasetmedarê kurd Bartan radestî Tirkiyeyê kir
16:54 Hevserokê HDP’ê yê bajêr di nav de ji 8 kesan re 56 sal cezayê girtîgehê
16:47 Li Hezex û Cizîrê TJA'yê jin vexwend starta 8’ê Adarê
16:27 Rojnameger Cengîz Altûn li ser gora xwe hat bibîranîn
16:06 Dadgehê danişîna Hevşaredara Yenîşehîrê Dîken taloq kir
16:05 Banga tevlîbûna 8’ê Adarê
15:43 Rêxistina HDP’ê ya Osmaniyeyê giliya Notera ku agahiyên wan parve kiribû kir
15:30 Ji Platforma Jinan a Enqereyê banga 8’ê Adarê
15:17 Ji ber pirtûka ‘Mehmet Tûnç û Bêkes’ ceza li Alinak hat birîn
15:06 Girtiyê ku hat angaştkirin întihar kiriye jiyana xwe ji dest da
15:06 Rojnamegerên ku Heşdî Şabî wan desteser kiribû hatin berdan
14:39 Doza sereke ya Yuksekdag bi doza Kobanê re kirin yek
14:15 DÎK’ê tecrîd bi çalakiya rûniştinê protesto kir
13:45 Kujerê Hanîfe Yenîsû hat girtin
13:34 Karkerên Mîgrosê 51 roj in di çalakiyê de ne
13:26 Rojnameger Boltan beraet kir
13:15 Şentop: 33 fezlekeyên nû hatin Meclîsê
13:13 Dadgehê danişîna doza Ozgur Gundemê taloq kir
12:56 Kaplan: 48 şaredarî bi destê AKP'ê hatin xezpkirin
12:09 HDP’iyan bertek nîşanî girtina ciwanan dan
11:50 Ji YE’yê daxuyaniya HDP’ê
11:49 Rêveberiya Nisêbînê ya Partiya Pêşerojê îstîfa kir
11:35 Nûçegîhanên Rûdawê hatin desteserkirin
11:29 Dayika rojnameger Aktaş ku li Cizirê hatibû qetilkirin: Êdî bila ev zilm xelas bibe
11:27 Li Miduriyeta Tapo ya Siwêregê operasyona nelirêtiyê
11:17 Kujerên rojnameger Cengîz Altûn bi salane nayên cezakirin
10:47 Rojeva Jinan 8’ê Adarê ye
10:47 Çalakiya piştgiriya Asayişa Êzidxanê di roja 85'an de didome
10:11 Çalakiya greva birçîbûnê 3 meh li pey xwe hişt
09:54 Ji ber erêkirina hevserokatiyê endamên AKP’î hatin darizandin
09:02 Çelê veguherandine 'girtîgeha vekirî'
09:02 Rewşa bazarê: Kes nikare tiştekî bikire
09:02 Avakirina civakeke demokratîk bi têkoşîna jinê pêkan e
09:02 Bi tena serê xwe daristanek çêkir
09:02 Dengbêj Yilmaz: Divê dengbêjî bidome
09:02 Dr. Îlhan: Li dijî krîza avê, çareyên xwezayê divê
09:02 Jinên sendîkayî wê di 8'ê Adarê de dest bi têkoşîneke nû bikin
09:02 Meta girtiya nexweş: Hêj ku cenazeyê wê derneketiye bila bê berdan
09:00 ROJEVA 24'Ê SIBATA 2021'AN
23/02/2021
22:25 Kesê ku Yencer kuştibû hat zevtkirin
21:14 Îro 9 hezar û 107 kesên din jî bi Covîd-19'ê ketin
17:02 Danişîna rojnameger Demîr hat taloqkirin
17:01 Piştevaniya Mor: Ji înadê re azadî ji înadê re tekoşîn
16:41 Malpera ajansa me carek din hat astengkirin
16:41 HDP çû serdana malbata Akbaşli
16:31 HDP'a Kocaelî: Dest nedin vîna min
16:30 Hatîmogûllari: Bi yekitiya neteweyî êrîş dikarin bên astengkirin
16:17 Tabloya tundiya zilam îro jî neguherî
15:43 TJA'yê banga beşdariya starta 8'ê Adarê li jinan kir
15:23 Esnafên Wanê ewil xwestin deriyê sînor vekin
15:20 Onlu: Em ê bênavber têbikoşin
14:44 Platforma Jinan a Îskenderûnê: Dê serhildana me daneyê
14:44 Piştî 5 mehan cenazeye Înce radestî malbata wî hat kirin
14:24 Karkeran biryara xwe ya greve bi deriye şaredariyê ve kirin
14:10 Bûldan: Ji Garê direvin, çimkî sûcdar in
Heke em wan sozê we daye me eşkere nekin, em jî nemerd in
13:52 Derbarê Ozhasekî û Şener de serlêdana sûc
13:19 Li Girtîgeha Wanê ya Tîpa F îdiaya întîharê
13:17 Yekemîn danişîna rojnameger Gok ku bi cezayê 20 salan tê darizandin hat dîtin
13:00 Piştgiriya ji bo Gergerlîoglû: Em ê meşa parastina mafê mirovan bidomînin
11:58 Mele Îzzettîn Ege hat binçavkirin
11:50 Li Amedê kesek hat binçavkirin
11:17 Ji parêzeran serlêdana Îmraliyê
11:10 Li Mîdyadê êrîşeke çekdarî
10:44 Wê HDP rapora qeyûman aşkera bike
09:13 Berwarî: Xeyalên Erdogan û Neo-Osmanî li Garê têkçûn
09:13 Dayikên girtiyan: Tecrîdê rakin
09:12 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 89'emîn de didome
09:12 Xizmên girtiyan: Em dengê xwe bilind bikin da ku em bi ser bikevin
09:11 Noémy Lévy-Aksû: Bexwedana Bogazîçiyê mafdar û wêrek e
09:11 'Blokên betonî ji bo tirsê tên bikaranîn'
09:10 Pêkhateyên BMG'ê: Tecrîd binpêkirina mafên her kesekî ye
09:09 'Qirkirina jinan ji ber newekheviya cinsî ye'
09:08 Karkera ku ji kar hat derxistin: Kod 29 polîtîkaya tecrîdê ye
09:08 Di şevekê de bi sedan dar rakirin
09:07 Tevdîrên bi têlan hatine girtin kêm in
09:00 ROJEVA 23'YÊ SIBATA 2021'AN
22/02/2021
20:47 78 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
19:55 Li Sîlopiyayê mirineke biguman
17:43 Parazvanên mafên mirovan: Em li cem Gergerlîsoglu ne
Gergerlîoglu: Dixwazin millet bêdeng bikin
17:11 Peyama Roja Zimanê Zikmakî: Ne rojek tenê em her roj li zimanê xwe xwedî derkevin
16:09 TJA: Îftîraya li Taşdemîr hat kirin li têkoşîna azadiya jinê hatiye kirin
15:52 Pervîn Buldan karsaz ziyaret kirin û li wan guhdar kir