RIHA – Di çarçoveya lêpirsîna ku derbarê nelirêtiya li Miduriyeta Tapo ya Siwêregê hatibû vekirin de midurek û 3 xebatkarên miduriyetê jî di nav 11 kes hatin binçavkirin.
Di çarçoveya lêpirsîna ku derbarê nelirêtiya li Miduriyeta Tapo ya navçeya Siwêregê ya Rihayê hatibû vekirin de duh û îro polisan bi ser malan de girt û midurek û 3 xebatkarên miduriyetê jî di nav 11 kesî bi hinceta “bertil û sextekariya di ewreqan de” binçav kirin.
Kesên hatine binçavkirin li Miduriyeta Polisan a Navçeyê tên girtin.