Berwarî: Xeyalên Erdogan û Neo-Osmanî li Garê têkçûn

  • rojane
  • 09:13 23 Sibat 2021
  • |
img

STENBOL - Siyasetmedar û akademîsyen Kamûran Berwarî operasyona Garê nirxand û destnîşan kir ku bi neserketina operasyonê re xeyalên Serokkomar Erdogan û polîtîkayên Neo-Osmanî têkçûn û got: “Êdî dem dema azadkirina Rêber Ocalan û PKK ji lîsteya terorê derxistinê ye.” 

 
Nîqaşên derbarê operasyona Garê ya Tirkiyeyê li Herema Kurdistan a Federe lidarxistîbû û bi kuştina 13 dilgirtiyên di destê PKK de û 3 leşkerên payebilind bi dawi bû, dewam dikin.
 
Erdogan beriya operasyonê di 8’ê sibatê de di daxuyaniya xwe de gotibû ku “Roja Çarşemê teqez guhdarî min bikin, ez ê tiştên xweş aşkere bikim.” Piştî daxuyaniya Erdogan di 10’e Sibatê de, di saetên şevê de operasyona li herêma Garê ya bi ser Herêma Kurdistanê ve dest pê kir, lê piştî 4 rojan bi encameke giran qediya. Nîqaşên piştî operasyonê di navbera partiyên siyasî de destpêkirin her ku diçe zêdetir dibe.   
 
Siyasetmedar û akademîsyenê Zanîngeha Duhokê Kamûran Berwarî yê geşedanan ji nêz ve dişopîne, armanc û encamên operasyonê, bandora wê ya li ser Kurdistana Federe nirxand.
 
ARMANCA OPERASYONÊ
 
Berwarî, anî ziman ku operasyona Garê bi hevkariya hêzên Irak û hezên heremî dest pê kir û got: “Ev operasyon bi pilanên pir alî hat kirin. Armanca operasyonê ne rizgarkirina dîlgirtiyan bû. Armanc ew bû kuştina dîlgirtiyan bû. Heger armanc rizgarkirina wan bûya ji sala 2015’an heta niha bi sedan rêyan, beyî ku xwîn rijandinê dikaribûn wan rizgar bikin. Lê xwestin ku bi kuştina dîlgirtiyan PKK tawanbar bikin û xwestin hewldana Ewropa û Amerîka ya ku PKK ji lîsteya terorê derxînin bidin astengkirin. Weke ku tê zanîn Tirkiyê û henek hêzen Ewropayî Serokwezîrê Swêdê Olof Palme kuştin û PKK bi vê tawanbar kirin. Pişt re bi destên sixurê xwe yên weke Şemdîn Sakik leşkerên xwe dan kuştin. Bi vî awayî PKK xistin lîsteya terorê. Yek ji armancên operasyona Garê jî ew bî ku pilanên xwe bidomînin û hewldanên derxistina PKK’ê ya ji lîsteya terorê asteng bikin.”
 
‘PLANÊN ERDOGAN TÊKÇÛN’
 
Berwarî, bal kişand ser yek ji armanca operasyona Garê ku zeftkirina Başurê Kurdistan bû û heger ku ev pilan bi encam bibûya dê Tirkiye û leşkerên Iraqê bi hev re êrişî Şengal û sinorê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê (Rojava) bikirina. Berwarî, anî ziman ku êrişa li dijî sinorê Başûr û Rojavayê Kurdistanê hatibû pilankirin û got: “Em dibînin ku siyaset û stratejiya Erdogan li Garê bi temamî şikest û têk çû.”
 
Berwarî, da zanîn ku bi tekçûyîna Tirkiyeyê re, hesabên gelek hêzên heremî û navnetewî jî têk çûn û wiha domand: “Pêwîste êdî ev hêz plan û stratejiyên xwe yên li hemberî gelê kurd û Rojhilata Navîn sererast bikin. Piştî şerê li Garê ji bo Ewropa, Amerîka û dewletên ereb, Tirkiye û Îranê rewşek nû derket holê. Ji bo hêzên kurd jî rewşek û derfetek nû çêbû. Pêwîste ji vir û şûnde her hêz hesabên xwe di berçav de derbas bike.”
 
‘XEYALÊN NEO-OSMANÎ TÊKÇÛN’
 
Berwarî, destnîşan kir ku operasyon bi gelek hesaban pêk hatiye û wiha berdewan kir: “Serkeftina Garê berxwedena kurdan a sedsalê li pêş xist. Xeyalên Neo-Osmanî jî têk bir. Pêwîste ku ev yek baş bê dîtin. Di heman demê de, şerê Garê ji bo feraseta nijatperest û dagirker ya ku Tirkiyeyê û DAIŞ nûnertiya wê dike, derbeyek giran bû. Hêzên aşitîxwaz, demokrat û azadîxwaz serkeftinek mezin bi dest xistin.  Serkeftina Garê ji bo hêzên ku bi dewleta Tirk re tevdigerin peyamek girîng bû. Dîsa ew serkeftin da hînkirin ku henek hêzên kurd bila xwe biçûk nebînin û bi dagirkeran re tevnegerin.  Ji vir û şûnde pewîste ku hêzên gerîlla û pêşmerge, hizb û rêxistinên kurd li ser derxistina leşkerên tirk a ji Başûrê Kurdistanê biponijin. Divê Başûrê Kurdistanê ji bin bandora pir alî ya Tirkiyeyê bê derxistin.”
 
‘DEMA AZADKIRINA RÊBER OCALAN E’
 
Berwarî, bi bîr xist ku encamên derket holê dide xuyakirin ku tu hêzên herêmî û navnetewî ne mecbûrin bi Erdogan û AKP-MHP’ê re tevbigerin û got: “Êdî dem dema azadkirina Rêber Ocalan û PKK ji lîsteya terorê derxistinê ye. Bi vî awayî pêwîste xebatên siyasî û dîplomatîk hem li Kurdistanê û hem li cîhanê bên pêş xistin. Êdî li 4 perçeyên Kurdistan û Rojhilata Navîn bila xwîn bisekine. Êdî bila her kes bizanibe ku polîtîkayên tunekirina kurdan û xeyalên dagirkirina Kurdistan têk çûye. Ev plan tu carî serneket û wê ji vir û şûnde jî bi ser nekeve.”
 
BANDORA OPERASYONÊ YA LI SER BAŞÛR
 
Kamûran Berwarî, bandora operasyona Garê ya li ser Kurdistana Federe jî nirxand û wiha axaftina xwe bi dawî kir: “Destpêkê metirsiya tevlîbûna hêzên Başûr jî ya vê operasyonê hebûn, lê ev yek pêk nehat. Gelê Başûr bi giştî dijberî operasyon û ketina leşkerên tirk a heremê bû. Li dijî vê yekê li gelek deveran jî xwepêşandan hatin lidarxistin. Gelê Başûr, ev operasyon weke têkçûyîna dewleta tirk nirxand. Wê serkeftinê da xuyakirin dê kurd bi vînek şoreşger û hestên Kurdistanî çarenûsa xwe diyar bikin. Ji ber vê serkeftina li Garê li vir bi coşek mezin hat pêşwazîkirin.”
 
MA / Îdrîs Sayilgan 
 

Sernavên din

25/02/2021
12:10 Rojnamegeran negirtin danişîna doza Îpek Er
12:06 Serlêdana parêzerên Ocalan hat redkirin
12:00 Di 3 rojan de 6 hezaran zêdetir îmze hatin komkirin
11:06 Li Enqereyê mirina bi guman a jinekê
10:39 Jinên Ciwan ‘Seferberiya Xemrî’ vediguhêzin 8’ê Adarê
10:07 Malên dîrokî ku nayên restorekirin tune dibin
09:53 Ji 10 saziyên jinan daxuyaniya Gulistan Şaylemez
09:08 Çalakiya greva birçîbûnê koma 19'emîn dewr girt
09:07 Dêra Hanefîş Kaya bûye wargeha defînegeran
09:06 Zeytun: Ji bo edaletê em bi hev re têbikoşin
09:04 Xwendekar: Deriyên hatin kelemçekirin, ji tacîzkaran re hatine vekirin
09:04 Turkay: Kelemçeya elektronîk remza kole-efendî ye
09:04 'Em ji gotinên Zengînê fam dikin ku çima cinayet naqedin'
09:04 'Em ê li dijî xerakirina xaniyên Ben û Senê kon vedin'
09:04 Pisporê Psîkiyatriyê Hacimûsalar: Em li dijî xwekuştinê bi hev re têbikoşin
09:00 ROJEVA 25'Ê SIBATA 2021'Ê
24/02/2021
20:30 72 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
17:37 Beştaş: Bi polîtîkayên şer welat nagihîje tu derî
17:11 PDK’ê siyasetmedarê kurd Bartan radestî Tirkiyeyê kir
16:54 Hevserokê HDP’ê yê bajêr di nav de ji 8 kesan re 56 sal cezayê girtîgehê
16:47 Li Hezex û Cizîrê TJA'yê jin vexwend starta 8’ê Adarê
16:27 Rojnameger Cengîz Altûn li ser gora xwe hat bibîranîn
16:06 Dadgehê danişîna Hevşaredara Yenîşehîrê Dîken taloq kir
16:05 Banga tevlîbûna 8’ê Adarê
15:43 Rêxistina HDP’ê ya Osmaniyeyê giliya Notera ku agahiyên wan parve kiribû kir
15:30 Ji Platforma Jinan a Enqereyê banga 8’ê Adarê
15:17 Ji ber pirtûka ‘Mehmet Tûnç û Bêkes’ ceza li Alinak hat birîn
15:06 Girtiyê ku hat angaştkirin întihar kiriye jiyana xwe ji dest da
15:06 Rojnamegerên ku Heşdî Şabî wan desteser kiribû hatin berdan
14:39 Doza sereke ya Yuksekdag bi doza Kobanê re kirin yek
14:15 DÎK’ê tecrîd bi çalakiya rûniştinê protesto kir
13:45 Kujerê Hanîfe Yenîsû hat girtin
13:34 Karkerên Mîgrosê 51 roj in di çalakiyê de ne
13:26 Rojnameger Boltan beraet kir
13:15 Şentop: 33 fezlekeyên nû hatin Meclîsê
13:13 Dadgehê danişîna doza Ozgur Gundemê taloq kir
12:56 Kaplan: 48 şaredarî bi destê AKP'ê hatin xezpkirin
12:09 HDP’iyan bertek nîşanî girtina ciwanan dan
11:50 Ji YE’yê daxuyaniya HDP’ê
11:49 Rêveberiya Nisêbînê ya Partiya Pêşerojê îstîfa kir
11:35 Nûçegîhanên Rûdawê hatin desteserkirin
11:29 Dayika rojnameger Aktaş ku li Cizirê hatibû qetilkirin: Êdî bila ev zilm xelas bibe
11:27 Li Miduriyeta Tapo ya Siwêregê operasyona nelirêtiyê
11:17 Kujerên rojnameger Cengîz Altûn bi salane nayên cezakirin
10:47 Rojeva Jinan 8’ê Adarê ye
10:47 Çalakiya piştgiriya Asayişa Êzidxanê di roja 85'an de didome
10:11 Çalakiya greva birçîbûnê 3 meh li pey xwe hişt
09:54 Ji ber erêkirina hevserokatiyê endamên AKP’î hatin darizandin
09:02 Çelê veguherandine 'girtîgeha vekirî'
09:02 Rewşa bazarê: Kes nikare tiştekî bikire
09:02 Avakirina civakeke demokratîk bi têkoşîna jinê pêkan e
09:02 Bi tena serê xwe daristanek çêkir
09:02 Dengbêj Yilmaz: Divê dengbêjî bidome
09:02 Dr. Îlhan: Li dijî krîza avê, çareyên xwezayê divê
09:02 Jinên sendîkayî wê di 8'ê Adarê de dest bi têkoşîneke nû bikin
09:02 Meta girtiya nexweş: Hêj ku cenazeyê wê derneketiye bila bê berdan
09:00 ROJEVA 24'Ê SIBATA 2021'AN
23/02/2021
22:25 Kesê ku Yencer kuştibû hat zevtkirin
21:14 Îro 9 hezar û 107 kesên din jî bi Covîd-19'ê ketin
17:02 Danişîna rojnameger Demîr hat taloqkirin
17:01 Piştevaniya Mor: Ji înadê re azadî ji înadê re tekoşîn
16:41 Malpera ajansa me carek din hat astengkirin
16:41 HDP çû serdana malbata Akbaşli
16:31 HDP'a Kocaelî: Dest nedin vîna min
16:30 Hatîmogûllari: Bi yekitiya neteweyî êrîş dikarin bên astengkirin
16:17 Tabloya tundiya zilam îro jî neguherî
15:43 TJA'yê banga beşdariya starta 8'ê Adarê li jinan kir
15:23 Esnafên Wanê ewil xwestin deriyê sînor vekin
15:20 Onlu: Em ê bênavber têbikoşin
14:44 Platforma Jinan a Îskenderûnê: Dê serhildana me daneyê
14:44 Piştî 5 mehan cenazeye Înce radestî malbata wî hat kirin
14:24 Karkeran biryara xwe ya greve bi deriye şaredariyê ve kirin
14:10 Bûldan: Ji Garê direvin, çimkî sûcdar in
Heke em wan sozê we daye me eşkere nekin, em jî nemerd in
13:52 Derbarê Ozhasekî û Şener de serlêdana sûc
13:19 Li Girtîgeha Wanê ya Tîpa F îdiaya întîharê
13:17 Yekemîn danişîna rojnameger Gok ku bi cezayê 20 salan tê darizandin hat dîtin
13:00 Piştgiriya ji bo Gergerlîoglû: Em ê meşa parastina mafê mirovan bidomînin
11:58 Mele Îzzettîn Ege hat binçavkirin
11:50 Li Amedê kesek hat binçavkirin
11:17 Ji parêzeran serlêdana Îmraliyê
11:10 Li Mîdyadê êrîşeke çekdarî
10:44 Wê HDP rapora qeyûman aşkera bike
09:13 Berwarî: Xeyalên Erdogan û Neo-Osmanî li Garê têkçûn
09:13 Dayikên girtiyan: Tecrîdê rakin
09:12 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 89'emîn de didome
09:12 Xizmên girtiyan: Em dengê xwe bilind bikin da ku em bi ser bikevin
09:11 Noémy Lévy-Aksû: Bexwedana Bogazîçiyê mafdar û wêrek e
09:11 'Blokên betonî ji bo tirsê tên bikaranîn'
09:10 Pêkhateyên BMG'ê: Tecrîd binpêkirina mafên her kesekî ye
09:09 'Qirkirina jinan ji ber newekheviya cinsî ye'
09:08 Karkera ku ji kar hat derxistin: Kod 29 polîtîkaya tecrîdê ye
09:08 Di şevekê de bi sedan dar rakirin
09:07 Tevdîrên bi têlan hatine girtin kêm in
09:00 ROJEVA 23'YÊ SIBATA 2021'AN
22/02/2021
20:47 78 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
19:55 Li Sîlopiyayê mirineke biguman
17:43 Parazvanên mafên mirovan: Em li cem Gergerlîsoglu ne
Gergerlîoglu: Dixwazin millet bêdeng bikin
17:11 Peyama Roja Zimanê Zikmakî: Ne rojek tenê em her roj li zimanê xwe xwedî derkevin
16:09 TJA: Îftîraya li Taşdemîr hat kirin li têkoşîna azadiya jinê hatiye kirin
15:52 Pervîn Buldan karsaz ziyaret kirin û li wan guhdar kir