ŞIRNEX- Li gundê Bafê kesekî navê wî nehat hînbûn, bi çekê avêt ser ser mala welatiyê bi navê Hasan Yençer û ew kuşt.
Li gundê Bafê yê navçeya Hezex a Şirnexê, îro danê êvarî kesekî navê wî nehat hînbûn avêt ser mala gundiyê bi navê Hasan Yençer. Di avêtina ser malê de bavê 8 zarokan Yençer hat kuştin.
Cenazeyê Yançer rakirin morga Nexweşxaneya Dewletê ya Hezexê.
Hat hînbûn ku kesê ku bi çekê avêtiye ser mala Yançer û ew kuştiye jî, reviyaye.
Cendirme li kujer digerin û dozgeriyê jî lêpirsîn da destpêkirin.