ENQERE - Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê, Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Bûldan jî di nav de derbarê 9 parlamenterên HDP'ê de fezlekeyên Kobanê amade kir û ji Wezareta Dadê re şand.
Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê, bi hinceta "Çalakiyên Kobanê" Hevseroka Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Pervîn Bûldan jî di nav de derbarê 9 parlamenterên HDP'ê de fezleke amade kir û ji Wezareta Dadê re şand. Parlementerên derbarê wan de fezleke hatine amade kirin ev in: Pervîn Bûldan, Fatma Kûrtûlan, Garo Paylan, Huda Kaya, Meral Daniş Beştaş, Sarûhan Olûç, Serpîl Kemalbay, Sezaî Temellî û Pero Dundar.