Çalakiya greva birçîbûnê di roja 84'emîn de ye

  • rojane
  • 09:31 18 Sibat 2021
  • |
img

NAVENDA NÛÇEYAN - Girtiyên PKK û PAJK'ê ku li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û binpêkirinên mafan ên li girtîgehan, dest bi çalakiya greva birçîbûnê kirin, 84 roj in li ber xwe didin. Çalakiya li Mexmûrê di roja 63’yemîn û ya li Yewnenistanê jî di roja 46’emîn de dewam dikin.

Girtiyên siyasî yên ji doza PKK û PAJK'ê girtî ne, di 27’ê Mijdara 2020'an de, bi armanca bidawîkirina tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ku 21 sal in li Girtîgeha Tîpa F a Ewlehiya Bilind a Îmraliyê girtî ye û binpêkirinên mafên mirovan ên li girtîgehan zêde bûne, dest bi çalakiya greva birçîbûnê kirin. Çalakiya girtiyên siyasî ku koma 17'emîn dewr girtiye di roja 84'yemîn de dewam dike.
 
GREVA LI MEXMÛRÊ DI ROJA 63’YEMÎN DE YE
 
Li Kampa Penaberan a Mexmûrê, jinan di 18’ê Kanûna 2020'an de li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan çalakiya greva birçîbûnê da destpêkirin. Çalakiya ku li Komeleya Malbatên Şehîdan a Mexmûrê dest pê kir, di roja 63’yemîn de didome.
 
LI YEWNANISTANÊ DI ROJA 46'EMÎN DE YE
 
Penaberên ku li Kampa Lavrîo ya Yewnanistanê dijîn jî ji bo bidawîkirina tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û piştgiriya çalakiya greva birçîbûnê ya li girtîgehan dewam dike, dest bi çalakiya greva birçîbûnê kirin. Ev grev di roja 46'emîn de didome. Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ), Tevgera Jinên Kurdistanê ya Ewropayê (TJK-E) û Navenda Çanda Kurdistanê pêşengiya çalakiyê dikin.
 
SALA 2012'AN: 68 ROJ
 
Yekemîn çalakiya greva birçîbûnê ya li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, di 12’ê Îlona 2012’an li girtîgehan hatibû destpêkirin. Çalakiyê 68 rojan dewam kiribû. Çalakî bi banga Rêberê PKK’ê Ocalan bi dawî bibû. Di encama çalakiya girtiyan de, di 3’yê Çileya 2013’an de, di navbera Ocalan û dewletê de, heya sala 2015’an pêvajoya diyalogê hatibû destpêkirin.
 
SALA 2016'AN: 8 ROJ
 
Di 5’ê Nîsana 2015’an de, pêvajoya diyalogê ya bi Ocalan re bi dawî bû û dîsa tecrîdkirina Ocalan giran kiribûn. Piştî darbeya 15’ê Tîrmehê, di raya giştî de fikar û guman mezin bûn. 50 siyasetmedarên kurd li ser vê yekê, bi daxwaza “Hevdîtina bi Ocalan re”, di 5’ê Îlona 2016’an de, li avahiya Rêxistina Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) a Amedê dest bi çalakiya greva birçîbûnê kirin. Di encama çalakiyê de, birayê Ocalan Mehmet Ocalan, di 11’ê Îlona 2016’an de çûbû Girava Îmraliyê û hevdîtin bi birayê xwe re kiribû. 50 siyasetmedarên kurd, piştî hevdîtina bi Ocalan re, di roja 8’emîn de, dawî li çalakiya xwe anî bûn.
 
SALA 2018'AN: 200 ROJ
 
Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Leyla Guven, di 8’ê Mijdara 2018’an de, li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, li Girtîgeha Tîpa E ya Amedê, dest bi çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger kiribû. Di 16’ê Kanûnê de jî girtiyan dest bi çalakiya greva birçîbûnê kiribûn û di 1’ê Adarê de jî çalakiya Guven li tevahiya girtîgehan belav bûbû. Li bajarê Hewlêrê ya Herêma Kurdistana Federe endamê HDP’ê Nasir Yagiz, li Kampa Mexmûrê Fadîle Tok, li Strasbûrgê 14 siyasetmedarên kurd, li Galler Îmam Şîş û li navçeya Kelar a girêdayî Germiyan jî Herêm Mahmûd ketibûn greva birçîbûnê û çalakiya wan li tevahiya cîhanê deng vedabû.
 
Di heman demê de, Parlamenterên HDP’ê Dersim Dag, Tayîp Temel û Mûrat Sarisaç, li avahiya Rêxistina HDP’ê ya Amedê di 3’yê Adara 2019’an de tevlî çalakiya greva birçîbûnê bûbûn.
 
ROJIYA MIRINÊ
 
Ji ber ku daxwazên girtiyan nehatin qebûlkirin, 15 girtiyan bi heman daxwazan, di 30’ê Nîsana 2019’an de, dest bi çalakiya rojiya mirinê kiribûn. Dîsa li girtîgehên cuda, 15 girtiyên din di 10’ê Gulanê de, tevlî çalakiya rojiya mirinê bûbûn.
 
8 ÇIWANÊN KURD LI DIJÎ TECRÎDÊ XWE FEDA KIRIN
 
Çalakiyên greva birçîbûnê her ku çû belav bûn. Bi vê yekê re li bajarê Krefeld a Almanyayê, di 20’ê Sibatê de, welatiyê bi navê Ûgûr Şakar li ber dadgehê agir berda bedena xwe û li nexweşxanê di 22’yê Adarê de jiyana xwe ji dest da. Bi armanca şermezarkirina bêdengiya li dijî çalakiyên greva birçîbûnê û tecrîda li ser Ocalan, Zulkuf Gezen (33) di 17’ê Adarê de, li Girtîgeha Tîpa F a Hejmara 2 a Tekirdagê, Ayten Beçet (24) di 23’ê Adarê de, li Girtîgeha Sergirtî ya Jinan a Gebzeyê, Zehra Saglam (23) di 24’ê Adarê de, li Girtîgeha Tîpa T a Oltûyê, Medya Çinar (24) di 25’ê Adarê de, li Girtîgeha Tîpa E ya Mardînê, Yonca Akîcî di 9’ê Adarê de, li Girtîgeha Sergirtî ya Jinan a Şakranê, Sîraç Yuksek di 2’yê Nîsanê de, li Girtîgeha Tîpa T a Hejmara 2 a Osmaniyê û Mahsum Pamay jî, di 5’ê Nîsanê de, li Girtîgeha Ewlekariya Bilind a Hejmara 1 a Xarpetê, çalakiyên fedaî pêk anîn û dawî li jiyana xwe anîn.
 
Çalakiya greva birçîbûnê ya bi pêşengtiya Leyla Guven hatibû destpêkirin, 200 rojan dewam kiribû. Di encama çalakiyê de, parêzerên Ocalan piştî 8 salan, di 2-22’yê Gulanê de, di 12-18’ê Hezîranê de û herî dawî di 7’ê Tebaxa 2019’an de, bi muwekîlên xwe re hevdîtin kiribûn.
 
 
 

Sernavên din

19/02/2021
12:12 Pekîn îtîraf kir ku MÎT’ê Komkujiya Parîsê kiriye
11:37 Jeffrey: Dê têkiliyên DYA û Tirkiye ne wekî serdema Trump bin
10:12 Kurtulan: Operasyona li Garê encama polîtîkaşên şer e
10:05 Ji bo parastina zimanê kurdî statû şert e
10:05 Operasyona li Amanosê hat bidawîkirin
09:42 Li Îzmîrê jinek hat kuştin
09:24 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 85'emîn de ye
09:23 Kazan: Ne qanûnûneke bingehîn a nû, dixwazin rejîma sultaniyê ava bikin
09:23 Sarisaç: Çavkaniya bêedaletiyê tecrîd e
09:22 Xwendekarên Zanîngehê: Bûlû nikare bi îradeya xwe îstifa bike
09:21 ‘Ji bo em bibin dengê girtiyan divê em bibin yek'
09:20 SES: Dive hesasiyeta ji jiyanê esas bê girtin
09:20 Ji bo biçe li ber HDP'ê rûnê pere teklîfî wî kirin
09:20 Aktivîsta mafên jinan Thîele: Şikandina tecrîdê peywirek e
09:19 'Divê em dev ji aştî û hezkirinê bernedin'
09:18 Girtî ye û 11 sal in platîn di lingê wî de ye
09:00 ROJEVA 19'Ê SIBATA 2021'AN
08:38 Betali bû sedema întîhara muzîkarekî
18/02/2021
21:16 83 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
17:09 Hevserokê HDP’a Kerboranê yê berê hat girtin
16:36 Bûldan: Li dijî faşîzmê pêwîstî bi hevpariyê heye
16:31 Doza kuştina ciwanê ji Sûriyê hat taloqkirin
16:05 Du xwendekarên hatibûn revandin hatin dîtin
15:54 Dayikên Aştiyê: Pêkanîna aştiyê bi rakirian tecrîdê mimkin e
15:19 Sancar: Divê em li dijî şer têkoşîna aştiyê ya hevpar ava bikin
15:15 Li Enqereyê ji sê xwendekaran agahî nayê wergirtin
14:48 DFG'ê rojnamevan Kiliç li ser gora wî ew bibîr anî
14:43 Projeya li ser Kaniyên Mûnzûrê hat betalkirin
14:34 Ji Demîrtaş daxuyaniya Garê: Ne HDP divê îqtidar hesab bide gel
14:29 HDP’ê rapora zemê aşkere kir: 4 hezar û 801 kesan ji ber qeyrana aborî întîxar kir
13:50 Rojnamevan Kaya: Hevsengî çep zîvirî
13:46 Belgefîlma Nû Jîn carek din tê darizandin
13:36 Çalakiya xelkê Şengalê didome
13:28 Li Dîlokê jinek hat qetilkirin
13:22 328 rêxistinên civakî zanîngeha xweser xwestin
13:03 Nobeta akademîsyenan a li dijî Rektorê Qeyûm didome
12:51 Gergerlîoglû: Operasyona li Garê neserketî ye
12:48 AYM'ê biryar da ku tazminata manevî bidin rojnameger Kural
12:34 Dozger ji efserê Dîlek Kaya kuşt re cezayê muebbetê xwest
12:19 Parêzer ji bo biçin Îmraliyê serî li dozgeriyê dan
10:53 DEMDER ava bû: Dem, dema hînbûna kurdî ye
10:05 Li Amedê dubare berf bariya
09:58 Li Antalyayê jinek hat qetilkirin
09:52 13 jinên li Aydinê hatin binçavkirin hatin berdan
09:51 2 cerdevanên jinekê tacîz kiribûn hatin berdan
09:31 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 84'emîn de ye
09:18 Dengbêj Selahattîn: Bila ciwan guh bidin kilaman
09:17 Qeyûm pandemî kir hincet û xebatên jinan da sekinandin
09:17 AA'yê kort û koncalên taxên Geverê nedît
09:16 'Qedexekirina ziman zirarê dide yekpareyiya hiş û hîsî'
09:16 Di 19 salên AKP'ê de 7 hezar û 455 jin hatine kuştin
09:16 Ji bo debara xwe bikin gûzan dişikînin
09:15 Hunermend: Şikandina tecrîdê şert û peywirek e
09:04 Ji bo zarokan dest bi kursa kurdî dikin
09:03 Jiyanên nîvcomayî: Şerm
09:02 ROJEVA 18'Ê SIBATA 2021'AN
08:03 Li Bûrsayê bijîşkekî, li Çewlîkê jî ciwanekî întîhar kir
17/02/2021
21:31 86 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
20:20 Li Şirnexê 25 kes hatin berdan
17:15 Girtiyê ku gelek hestiyên wî şikestî ne xwe derp kiriye!
17:01 Xebata yekîtiya neteweyî li Mehsert û Stewrê hat birêvebirin
16:39 Li Wanê 15 rojên din jî çalakî û şahî hatin qedexekirin
16:22 Bijîşkê ku muayeneya kelemçekirî red kiriye bi gefa cendirmeyan re rûbirû maye
16:12 Ji bo Roja Zimanê Zikmakî daxuyaniya hevpar dan
15:35 Sancar: Em îtîfaqa edaletê ya li dijî zilmê ava bikin
15:35 Ji Ûca ji bo îqtidarê: Hûnê têk biçin
15:25 Li Amedê biryara zemkirina nan paş ve hat kişandin
15:24 Îmîr: Di şexsê Ocalan de Rojhilata Navîn di taritiyê de ye
15:06 Di qada xizmeta tenduristî û civakî de tundiya li ser jinan zêde bûye
15:01 Bi çalakiya rûniştinê bal kişandin ser greva birçîbûnê
14:53 Jinan bi tilîliyan polisan şeremzar kir
14:38 Partiyên siyasî: Hefsên malê diyarbûna tecrîda Îmraliyê ye
14:03 Axaftina bi Kurdî her diçe kêm dibe
13:58 Beştaş: Îqtidarê xwest ser sûcê xwe bigire lê nikare bigire
13:38 Temel sûc hesibandina nedayîna nûçeyên magazînê ji Gul pirsî
13:37 ESP ve SGDF: Sîxurî li endamê me tê ferzkirin
12:50 Hevserokên HDP'ê yên Êlihê hatin berdan
12:31 Çîvîroglu: Bi hatina Biden re piştgiriya siyaseta Tirkiyeyê bi dawî bû
12:30 Li Sêrtê 7 kes hatin berdan
12:18 Parlamenterê PDK’ê ji ber koronayê wefat kir
10:59 CFWIJ: Rojnamegerên girtî berdin
10:56 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 83'emîn de ye
10:56 Li wargeha şengaliyan şewat derket
10:20 Kujerê Gulistan Şaylemez hat girtin
10:16 Nivîskar Zîbechî: Ramanên Ocalan li pêşiya demê ne
10:04 Ozbudun: Divê muxalefet li ser rêgezên hevpar deklarasyonê biweşîne
09:50 Parêzerên rojnamevanan: Sûc nedîtine cih dane şîroveyan
09:06 Tiştên li dû rojnamevan Kiliç man
09:06 Redkarê wijdanî Bektaş: Li Tirkiyeyê şer bi mîlîtarîzmê tê kirin
09:06 Kîn û rika wan a ji bo Ozgur Gundemê neqediyaye: Gelek doz, bi salan ceza
09:06 'Dengbêjî, şopa dîrokî ya jiyana kurdî ye'
09:06 Çima li bajarên herêmê rêjeya derzîkirinê kêm e?
09:06 Esnafên jin: Ne pandemî, wê birçîbûnî me bikuje
09:06 Girtiyê ket greva birçîbûnê 11 roj ceza kirin
09:06 Plakeya wesayîta ku pê endama HDP'ê revandin 'sexte' ye
09:00 ROJEVA 17'Ê SIBATA 2021'Ê
16/02/2021
20:32 90 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
18:39 Google ADS reklama bi kurdî red kir
16:43 Roja danişîna doza 5 rojnamegerên li Wane diyar bû
16:28 68 jinan tevî parastin xwestin jî dîsa hatin kuştin