Çîvîroglu: Bi hatina Biden re piştgiriya siyaseta Tirkiyeyê bi dawî bû

  • rojane
  • 12:31 17 Sibat 2021
  • |
img

STENBOL - Rojnameger Mûtlû Çîvîroglu, anî ziman ku piştî rêveberiya DYA ket destê Joe Biden, siyaseta li dijî Tirkiyeyê hatiye guhertin û piştgiriya siyaseta Tirkiye bi dawî bûye û wiha got: "Ji ber vê rêveberiya nû, rojên dijwar li pêş Tirkiyeyê ku li gorî ruhê muttefikiyê tev nagere ye. 

 
46'emîn Serokê DYA'yê yê nû Jeo Bîden, di 20'ê Çileya 2021'an de bi awayekî fermî palpişta Serokê DYA yê berê Donald Trump dewir girt û dest bi kar kir. Bîden bi daxuyanî û helwestên xwe polîtîkayên li dijî Tirkiyeyê aşkere dike. Jeo Bîden, têkiliyên berê yên di navbera Serokê AKP’î û Serokomarê Tirkiyeyê Tayyip Erdogan û Trump de bi dawî kir û tarza xwe ya li dijî Serokomar guhert. Bîden heta niha bi serokê gelek dewletan re hevdîtin kir, lê hêj bi Serokkomarê Tirkiyeyê Erdogan re hevdîtin nekeriye. 
 
Piştî Bîden hat ser kar, berdana Hevserokê Giştî yê HDP'ê yê berê Selehattin Demirtaş û karsaz Osman Kavala hat rojevê. Zextên li ser xwendekarên Zanîngeha Bogazîçî zêde bûn. Dîsa nameya Senetora 54'an ku ji Bîden re şandin û xwestin li hundir û derve muxalefeta Erdogan ditepisîne  bû sedema niqaşan. 
 
Yek ji mijarên ku herî zêde Tirkiyeyê têxe zorê jî helwesta DYA ya li dijî kirîna S-400’an bû. Têkildarî geşedanên di navbera Tirkiye û DYA de Rojnameger Mutlu Çîvîroglu, pirsên Ajansa me ya Mezopotamya bersivandin. 
 
LI ŞÛNA TÊKILIYÊN TEKAKESÎ DÊ TÊKILIYÊN SAZUBÛNÊ TÊKEVIN MERIYETÊ
 
Rojnameger Çîvîroglu, destnîşan kir ku piştî rêveberiya Biden hat ser kar, dê Wezareta Karên Hundir ya di serdema Trump de lawaz bû û bê erk mabû, ji nûve çalak bike û wiha got: "Dê li şûna têkiliyên di navbera Erdogan-Trump de, têkiliyên rêxistinî û sazîbûnê pêş bixin. Erdogan gelek sûd ji vê têkiliya tekakesî girt. Hemû daxwazên xwe bi Trump dida qebûlkirin. Piştî hatina Biden ev têkiliyên tekakesî bi dawî bûn. Bîden heta niha bi gelek serokan re hevdîtin kir, lê heta niha bi Erdogan re hevdîtin nekiriye. Tê xuyakirin ku Erdogan xwestiye hevdîtin bike, lê encam negirtiye. Ev rewş li Washingtonê wekî 'Biden dawî li destnedayîna Erdogan anîye' tê xwendin." 
 
'JI BO KURDAN FIRSEND E' 
 
Rojmager Çîvîroglu, bal kişand ser bandora Rêveberiya nû ya ji bo Kurdan û wiha axivî: "Hem Biden û hem jî rêveberiya nû ya DYA li dijî Kurdan xwîngerm e. Bîden nêzî 40 salin Senatoriyê dike. Kurdan nas dike û bi Kurdan re hevdinan dike. Herêma Federe ya Kurdistanê ziyaret kiriye. Dema Trump ji Herêma Rojhilat û Bakurê Sûriyeyê xwe vekişand, Bîden bertekên hişk nîşan dabû. Bîden diyar dike ku neheqî li Kurdan hatiye kirin û dixwaze meseleya Kurdan ji însafa Tirkiyeyê re neyê hiştin. Di çapemeniya DYA de jî wekî Serokê herî zêde Kurdan nas dike tê pênasekirin. Dîsa di Wezaretên girîng de kesên Kurdan baş nas dike hene. Dema em hemû geşedanan bi hevre binirşînin, nîşan dide ku dê di heqê Kurdan de gav bên avêtin. Dema em vê yekê tînin ziman siyaseta Kurdan jî girîng e. Kurd dê siyasetek çawa bikin ew dê pêşerojê diyar bike." 
 
KURD DÊ ÇI BIKIN
 
Çîvîroglu, anî ziman ku Kurd hêzek bê dewlet in û wiha berdewam kir: "DYA têkiliyên xwe bi dewletên navendî re pêş dixe. Tirkiye mutefîkê DYA ye. Divê ev yek neyê ji bîr kirin. Xwîngermiya li hemberî Kurdan û hêrsbûna DYA ya ji Erdogan, nayê wê wateyê ku DYA dê Tirkiye ji destê xwe derxe. Di pêvajoya nû û hevsengiya nû de têkiliyên HDP, Rêveberiya Xweser a Demokratîk a Rojhilat û Bakurê Sûriyeyê û partiyên Kurdan dê diyarker bin. Nêzîkatiya Bîden li gorî ya Trump dê cuda be. Reveberiya nû dê bertekên hişk nîşanî geşedanên cîhanê bide. Dê siyaseta derve çalak bike. Dê Bîden girîngiyê bide siyaseta navneteweyî û piştgiriyê bide muttefikên  xwe. Ji ber vê yekê xuya ye ku dê bertekên hişk nîşanî Tirkiyeyê bide." 
 
NAMEYA SENATORAN A JI TIRKIYEYÊ RE 
 
Çîvrîoglu, bibîr xist ku 54 Senetorên Demokrat û Komarvan, têkildarî Tirkiyeyê name ji Bîden re şandine û wiha lê zêde kir: "Di nameyê de bertek nîşanî pêkanînên dijdemokratîk ên Tirkiyeyê da. Xwest mafên mirovan, têgehên aştiyê, derxin pêş. Dîsa xwest bi hezaran mirovên girtî bên berdan. Êrîşên Tirkiyeyê yên li dijî Kurdên Sûriyeyê rexne kir. Kirîna S400 yan wekî şaşiyek mezin nîşan da. Nîqaşên der barê Selahattin Demirtaş, Osman Kavala û çalakiyên Zanîngeha Bogaziçî encamê van in. Di demên pêş de demek pir zor û zahmet li pêş Tirkiyeyê ye. Bi taybetî di mijara kirîna S-400 û polîtîkayên li dijî Kurdên Sûriyeyê dê Tirkiye têkeve zorê. Ji ber ku hikûmeta niha dê siyaseta piştgiriyê nede Tirkiyeyê. DYA û NATO qebûl nake ku Tirkiye pergala S-400'an bikar bîne. Ev jî dê bibe sedem ku Tirkiye S-400 ji destê xwe derxe û bifroşe welatekî din."  
 
BAZARA LI SER KURDAN
 
Çîvîroglu, anî ziman ku Tirkiye dê bixwaze ku li hemberî S-400’an DYA piştgiriya ji ser Kurdên Sûriyeyê qut bike û wiha pêde çû: "DYA dê formula qutkirina piştgiriya ji ser Kurdên Sûriye qebûl neke. Bi taybetî piştî pêvajoya Kobanê xwîngermiya DYA ya li dijî Kurdan zêde bû. Ev bû sedemek xwezayî ya Lobîya Kurdan." 
 
Çîvîroglu, herî dawî bal kişand ser nêzîkatiya DYA ya li dijî Kurdan û wiha bi dawî kir: "Li roiava pisporên wan hene. Geşedan û rûdanên li Rojava raste rast ji hêz û nûnerên xwe yên wir digirin. Bi çavê Tirkiyeyê geşedanên li wir nanirxînin. Wekî dewletên cîhanê DYA jî Kurdan bi çavê Tirkiyeyê nabîne. Hêzên YPG, YPJ, SDG û Xweseriya li Rojava wekî talûke nabîne." 
 
MA / Îdrîs Sayilgan
 
 
 
 

Sernavên din

19/02/2021
12:12 Pekîn îtîraf kir ku MÎT’ê Komkujiya Parîsê kiriye
11:37 Jeffrey: Dê têkiliyên DYA û Tirkiye ne wekî serdema Trump bin
10:12 Kurtulan: Operasyona li Garê encama polîtîkaşên şer e
10:05 Ji bo parastina zimanê kurdî statû şert e
10:05 Operasyona li Amanosê hat bidawîkirin
09:42 Li Îzmîrê jinek hat kuştin
09:24 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 85'emîn de ye
09:23 Kazan: Ne qanûnûneke bingehîn a nû, dixwazin rejîma sultaniyê ava bikin
09:23 Sarisaç: Çavkaniya bêedaletiyê tecrîd e
09:22 Xwendekarên Zanîngehê: Bûlû nikare bi îradeya xwe îstifa bike
09:21 ‘Ji bo em bibin dengê girtiyan divê em bibin yek'
09:20 SES: Dive hesasiyeta ji jiyanê esas bê girtin
09:20 Ji bo biçe li ber HDP'ê rûnê pere teklîfî wî kirin
09:20 Aktivîsta mafên jinan Thîele: Şikandina tecrîdê peywirek e
09:19 'Divê em dev ji aştî û hezkirinê bernedin'
09:18 Girtî ye û 11 sal in platîn di lingê wî de ye
09:00 ROJEVA 19'Ê SIBATA 2021'AN
08:38 Betali bû sedema întîhara muzîkarekî
18/02/2021
21:16 83 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
17:09 Hevserokê HDP’a Kerboranê yê berê hat girtin
16:36 Bûldan: Li dijî faşîzmê pêwîstî bi hevpariyê heye
16:31 Doza kuştina ciwanê ji Sûriyê hat taloqkirin
16:05 Du xwendekarên hatibûn revandin hatin dîtin
15:54 Dayikên Aştiyê: Pêkanîna aştiyê bi rakirian tecrîdê mimkin e
15:19 Sancar: Divê em li dijî şer têkoşîna aştiyê ya hevpar ava bikin
15:15 Li Enqereyê ji sê xwendekaran agahî nayê wergirtin
14:48 DFG'ê rojnamevan Kiliç li ser gora wî ew bibîr anî
14:43 Projeya li ser Kaniyên Mûnzûrê hat betalkirin
14:34 Ji Demîrtaş daxuyaniya Garê: Ne HDP divê îqtidar hesab bide gel
14:29 HDP’ê rapora zemê aşkere kir: 4 hezar û 801 kesan ji ber qeyrana aborî întîxar kir
13:50 Rojnamevan Kaya: Hevsengî çep zîvirî
13:46 Belgefîlma Nû Jîn carek din tê darizandin
13:36 Çalakiya xelkê Şengalê didome
13:28 Li Dîlokê jinek hat qetilkirin
13:22 328 rêxistinên civakî zanîngeha xweser xwestin
13:03 Nobeta akademîsyenan a li dijî Rektorê Qeyûm didome
12:51 Gergerlîoglû: Operasyona li Garê neserketî ye
12:48 AYM'ê biryar da ku tazminata manevî bidin rojnameger Kural
12:34 Dozger ji efserê Dîlek Kaya kuşt re cezayê muebbetê xwest
12:19 Parêzer ji bo biçin Îmraliyê serî li dozgeriyê dan
10:53 DEMDER ava bû: Dem, dema hînbûna kurdî ye
10:05 Li Amedê dubare berf bariya
09:58 Li Antalyayê jinek hat qetilkirin
09:52 13 jinên li Aydinê hatin binçavkirin hatin berdan
09:51 2 cerdevanên jinekê tacîz kiribûn hatin berdan
09:31 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 84'emîn de ye
09:18 Dengbêj Selahattîn: Bila ciwan guh bidin kilaman
09:17 Qeyûm pandemî kir hincet û xebatên jinan da sekinandin
09:17 AA'yê kort û koncalên taxên Geverê nedît
09:16 'Qedexekirina ziman zirarê dide yekpareyiya hiş û hîsî'
09:16 Di 19 salên AKP'ê de 7 hezar û 455 jin hatine kuştin
09:16 Ji bo debara xwe bikin gûzan dişikînin
09:15 Hunermend: Şikandina tecrîdê şert û peywirek e
09:04 Ji bo zarokan dest bi kursa kurdî dikin
09:03 Jiyanên nîvcomayî: Şerm
09:02 ROJEVA 18'Ê SIBATA 2021'AN
08:03 Li Bûrsayê bijîşkekî, li Çewlîkê jî ciwanekî întîhar kir
17/02/2021
21:31 86 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
20:20 Li Şirnexê 25 kes hatin berdan
17:15 Girtiyê ku gelek hestiyên wî şikestî ne xwe derp kiriye!
17:01 Xebata yekîtiya neteweyî li Mehsert û Stewrê hat birêvebirin
16:39 Li Wanê 15 rojên din jî çalakî û şahî hatin qedexekirin
16:22 Bijîşkê ku muayeneya kelemçekirî red kiriye bi gefa cendirmeyan re rûbirû maye
16:12 Ji bo Roja Zimanê Zikmakî daxuyaniya hevpar dan
15:35 Sancar: Em îtîfaqa edaletê ya li dijî zilmê ava bikin
15:35 Ji Ûca ji bo îqtidarê: Hûnê têk biçin
15:25 Li Amedê biryara zemkirina nan paş ve hat kişandin
15:24 Îmîr: Di şexsê Ocalan de Rojhilata Navîn di taritiyê de ye
15:06 Di qada xizmeta tenduristî û civakî de tundiya li ser jinan zêde bûye
15:01 Bi çalakiya rûniştinê bal kişandin ser greva birçîbûnê
14:53 Jinan bi tilîliyan polisan şeremzar kir
14:38 Partiyên siyasî: Hefsên malê diyarbûna tecrîda Îmraliyê ye
14:03 Axaftina bi Kurdî her diçe kêm dibe
13:58 Beştaş: Îqtidarê xwest ser sûcê xwe bigire lê nikare bigire
13:38 Temel sûc hesibandina nedayîna nûçeyên magazînê ji Gul pirsî
13:37 ESP ve SGDF: Sîxurî li endamê me tê ferzkirin
12:50 Hevserokên HDP'ê yên Êlihê hatin berdan
12:31 Çîvîroglu: Bi hatina Biden re piştgiriya siyaseta Tirkiyeyê bi dawî bû
12:30 Li Sêrtê 7 kes hatin berdan
12:18 Parlamenterê PDK’ê ji ber koronayê wefat kir
10:59 CFWIJ: Rojnamegerên girtî berdin
10:56 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 83'emîn de ye
10:56 Li wargeha şengaliyan şewat derket
10:20 Kujerê Gulistan Şaylemez hat girtin
10:16 Nivîskar Zîbechî: Ramanên Ocalan li pêşiya demê ne
10:04 Ozbudun: Divê muxalefet li ser rêgezên hevpar deklarasyonê biweşîne
09:50 Parêzerên rojnamevanan: Sûc nedîtine cih dane şîroveyan
09:06 Tiştên li dû rojnamevan Kiliç man
09:06 Redkarê wijdanî Bektaş: Li Tirkiyeyê şer bi mîlîtarîzmê tê kirin
09:06 Kîn û rika wan a ji bo Ozgur Gundemê neqediyaye: Gelek doz, bi salan ceza
09:06 'Dengbêjî, şopa dîrokî ya jiyana kurdî ye'
09:06 Çima li bajarên herêmê rêjeya derzîkirinê kêm e?
09:06 Esnafên jin: Ne pandemî, wê birçîbûnî me bikuje
09:06 Girtiyê ket greva birçîbûnê 11 roj ceza kirin
09:06 Plakeya wesayîta ku pê endama HDP'ê revandin 'sexte' ye
09:00 ROJEVA 17'Ê SIBATA 2021'Ê
16/02/2021
20:32 90 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
18:39 Google ADS reklama bi kurdî red kir
16:43 Roja danişîna doza 5 rojnamegerên li Wane diyar bû
16:28 68 jinan tevî parastin xwestin jî dîsa hatin kuştin