Parêzerên rojnamevanan: Sûc nedîtine cih dane şîroveyan

  • rojane
  • 09:50 17 Sibat 2021
  • |
img
WAN - Parêzerên 4 jê girtî 5 rojnamevanên ku ji çêkirina nûçeya herdû welatiyên ji helîkopterê hatibûn avêtin tên darizandin diyar kirin ku delîlek şênbêr di îdianameyê de nîne û gotin: “Dîtine ku sûc nabînin bi temamî spartine şîroveyan.” 
 
Di 11’ê îlana 2020’an de li çoltera navçeya Şaxê ya Wanê leşker derketibûn operasyonê û Osman Şiban û Servet Tûrgût binçav kiribûn. Leşkeran her du welatî ji helîkopterê avêtibû xwarê û bi giranî birîndar bûbûn. Servet Tûrgût piştî demekê jiyana xwe ji dest da û Osman Şiban jî hêj li malê tê dermankirin. Nûçegihanên ajansa me Adnan Bîlen û Cemîl Ûgûr, nûçegihana JinNewsê Şehrîban Abî, rojnamevan Nazan Sala bi boneya nûçeyên îşkenceya li herdû welatiyan hatiye kirin çêkiribûn hatin girtin. Her wiha nûçegihana me Zeynep Dûrgût jî ne girtî ji heman dozê tê darizandin. Îdianameya derbarê rojnamevanan de hat amadekirin û Dadgeha Cezayê Giran a 5’emîn a Wanê îdianameyê qebûl kir. Di îdianameyê de tê xwestin ku rojnamevan bi îdiaya “endamên rêxistinê ne” werin cezakirin. 
 
Di îdianameyê de hevdîtinên rojnamevanan ên li gel çavkaniyên nûçeyan û nûçeyên çêkirine bûne mijara sûc. Tişta balkêş jî ew e ku “neçêkirina nûçeyên spor û magazînê” jî wek delîlbûna “fermana rêxistinê” hat hesibandin. Danişîna ewil a doza derbarê rojnamevanan de hatiye vekirin dê di 2’yê nîsanê de were lidarxistin. 
 
Ji parêzerên rojnamevanan Ekîn Yeter û Bariş Oflas îdianameya derbarê miwekîlên wan de hatiye amadekirin nirxandin. 
 
YETER: DELÎLÊN ŞÊMBER NÎN IN 
 
Parêzer Ekîn Yeter bi bîr xist ku piştî demek dirêj ev îdianame hatiye amadekirin û got: “Di îdiayên arasteyî miwekîlên me kirine de tu delîlek şênber di dosyeyê de nîne. Gumana rev û reşkirina delîlan a rojnamevanan jî nîne. Girtinê veguherandine cezakirinê. Tiştek ku wê bikin sûc nîne. Hevdîtinên rojnamevanan ên li gel çavkaniyên nûçeyan, nûçeyên çêkirine û nîşeyên wan nûçeyan û nûçeyên di kompîterên wan de hatine destesrkirin wek sûc tên nirxandin. Hevdîtinên di navbera rojnamevanan de jî wek fermana rêxistinê ku daye wan hatine nîşandan.” 
 
NÛÇEYÊN MEZOPOTAMYAYÊ PIR CÛRBICÛR IN
 
Yeter anî ziman ku ji ber nebûna kartê zer ê çapemeniyê rojnamevanî tê darizandin û ev yek wek delîl hatiye nîşandan. Yeter da zanîn ku çêkenekirina nûçeyên spor û magazînê jî sûc tê nîşandan û wan naveroka nûçeyên Ajansa Mezopotamya yên cûrbicûr çêkiriye pêşkêşî dosyeyê kirine. Yeter destnîşan kir ku armanca îdia û sûcdariyên li ser rojnamevanan ew e ku dengê çapemeniya azad were birîn û dengê çapemeniya muxalîf û azad dernekeve. 
 
‘DIVÊ HER KES XWEDÎ LI ROJNAMEVANAN DERKEVE’ 
 
Yeter destnîşan kir ku bi van “delîlên” bûne mijara gotinê tê xwestin bi hezaran rojnamevan bi xetereya wek “terorîst” werin nîşandan re rûbirû ne û got: “Dixwazin rêgeza ewlehiya hiqûqî û azadiya raman û îfadekirinê dem û dûz bibe. Pêwîste saziyên çapemeniyê hemû û rêxistinên civakla sivîl yên di qada mafê mirovan de xebat birêve dibin xwedî li rojnamevanan derkevin.” 
 
OFLAS: SÛC NEDÎTİNE CIH DANE ŞÎROVEYAN 
 
Parêzer Bariş Oflas jî destnîşan kir ku îdianame li ser îdiaya “Qada çapemeniyê ya KCK” hatiye amadekirin û wiha got: “Derbarê vê îdiayê de tu delîlek şênber ango berbiçav nîne. Di vir de jî baş xuya dike ku mafê azadiya çêkirina nûçeyan ji holê hatiye rakirin. Wê îtîraza me li dijî vê neheqiyê berdewam bike. Di îdianameyê de hatiye gotin ku rojnamevanan nûçeyên spor û magazînê çênekirine. Di îdianameyê de behsa nûçeyên ku rojnamevanan derbarê çand, jiyan, jin û nûçeyên din de çêkirine nehatiye kirin. Di îdianameyê de sûc nedîtine vê carê bi temamî cih dane şîroveyan. Pêwîste rojnamevan demildest werin berdan.” 
 
MA / Mujdat Can
 

Sernavên din

19/02/2021
12:12 Pekîn îtîraf kir ku MÎT’ê Komkujiya Parîsê kiriye
11:37 Jeffrey: Dê têkiliyên DYA û Tirkiye ne wekî serdema Trump bin
10:12 Kurtulan: Operasyona li Garê encama polîtîkaşên şer e
10:05 Ji bo parastina zimanê kurdî statû şert e
10:05 Operasyona li Amanosê hat bidawîkirin
09:42 Li Îzmîrê jinek hat kuştin
09:24 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 85'emîn de ye
09:23 Kazan: Ne qanûnûneke bingehîn a nû, dixwazin rejîma sultaniyê ava bikin
09:23 Sarisaç: Çavkaniya bêedaletiyê tecrîd e
09:22 Xwendekarên Zanîngehê: Bûlû nikare bi îradeya xwe îstifa bike
09:21 ‘Ji bo em bibin dengê girtiyan divê em bibin yek'
09:20 SES: Dive hesasiyeta ji jiyanê esas bê girtin
09:20 Ji bo biçe li ber HDP'ê rûnê pere teklîfî wî kirin
09:20 Aktivîsta mafên jinan Thîele: Şikandina tecrîdê peywirek e
09:19 'Divê em dev ji aştî û hezkirinê bernedin'
09:18 Girtî ye û 11 sal in platîn di lingê wî de ye
09:00 ROJEVA 19'Ê SIBATA 2021'AN
08:38 Betali bû sedema întîhara muzîkarekî
18/02/2021
21:16 83 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
17:09 Hevserokê HDP’a Kerboranê yê berê hat girtin
16:36 Bûldan: Li dijî faşîzmê pêwîstî bi hevpariyê heye
16:31 Doza kuştina ciwanê ji Sûriyê hat taloqkirin
16:05 Du xwendekarên hatibûn revandin hatin dîtin
15:54 Dayikên Aştiyê: Pêkanîna aştiyê bi rakirian tecrîdê mimkin e
15:19 Sancar: Divê em li dijî şer têkoşîna aştiyê ya hevpar ava bikin
15:15 Li Enqereyê ji sê xwendekaran agahî nayê wergirtin
14:48 DFG'ê rojnamevan Kiliç li ser gora wî ew bibîr anî
14:43 Projeya li ser Kaniyên Mûnzûrê hat betalkirin
14:34 Ji Demîrtaş daxuyaniya Garê: Ne HDP divê îqtidar hesab bide gel
14:29 HDP’ê rapora zemê aşkere kir: 4 hezar û 801 kesan ji ber qeyrana aborî întîxar kir
13:50 Rojnamevan Kaya: Hevsengî çep zîvirî
13:46 Belgefîlma Nû Jîn carek din tê darizandin
13:36 Çalakiya xelkê Şengalê didome
13:28 Li Dîlokê jinek hat qetilkirin
13:22 328 rêxistinên civakî zanîngeha xweser xwestin
13:03 Nobeta akademîsyenan a li dijî Rektorê Qeyûm didome
12:51 Gergerlîoglû: Operasyona li Garê neserketî ye
12:48 AYM'ê biryar da ku tazminata manevî bidin rojnameger Kural
12:34 Dozger ji efserê Dîlek Kaya kuşt re cezayê muebbetê xwest
12:19 Parêzer ji bo biçin Îmraliyê serî li dozgeriyê dan
10:53 DEMDER ava bû: Dem, dema hînbûna kurdî ye
10:05 Li Amedê dubare berf bariya
09:58 Li Antalyayê jinek hat qetilkirin
09:52 13 jinên li Aydinê hatin binçavkirin hatin berdan
09:51 2 cerdevanên jinekê tacîz kiribûn hatin berdan
09:31 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 84'emîn de ye
09:18 Dengbêj Selahattîn: Bila ciwan guh bidin kilaman
09:17 Qeyûm pandemî kir hincet û xebatên jinan da sekinandin
09:17 AA'yê kort û koncalên taxên Geverê nedît
09:16 'Qedexekirina ziman zirarê dide yekpareyiya hiş û hîsî'
09:16 Di 19 salên AKP'ê de 7 hezar û 455 jin hatine kuştin
09:16 Ji bo debara xwe bikin gûzan dişikînin
09:15 Hunermend: Şikandina tecrîdê şert û peywirek e
09:04 Ji bo zarokan dest bi kursa kurdî dikin
09:03 Jiyanên nîvcomayî: Şerm
09:02 ROJEVA 18'Ê SIBATA 2021'AN
08:03 Li Bûrsayê bijîşkekî, li Çewlîkê jî ciwanekî întîhar kir
17/02/2021
21:31 86 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
20:20 Li Şirnexê 25 kes hatin berdan
17:15 Girtiyê ku gelek hestiyên wî şikestî ne xwe derp kiriye!
17:01 Xebata yekîtiya neteweyî li Mehsert û Stewrê hat birêvebirin
16:39 Li Wanê 15 rojên din jî çalakî û şahî hatin qedexekirin
16:22 Bijîşkê ku muayeneya kelemçekirî red kiriye bi gefa cendirmeyan re rûbirû maye
16:12 Ji bo Roja Zimanê Zikmakî daxuyaniya hevpar dan
15:35 Sancar: Em îtîfaqa edaletê ya li dijî zilmê ava bikin
15:35 Ji Ûca ji bo îqtidarê: Hûnê têk biçin
15:25 Li Amedê biryara zemkirina nan paş ve hat kişandin
15:24 Îmîr: Di şexsê Ocalan de Rojhilata Navîn di taritiyê de ye
15:06 Di qada xizmeta tenduristî û civakî de tundiya li ser jinan zêde bûye
15:01 Bi çalakiya rûniştinê bal kişandin ser greva birçîbûnê
14:53 Jinan bi tilîliyan polisan şeremzar kir
14:38 Partiyên siyasî: Hefsên malê diyarbûna tecrîda Îmraliyê ye
14:03 Axaftina bi Kurdî her diçe kêm dibe
13:58 Beştaş: Îqtidarê xwest ser sûcê xwe bigire lê nikare bigire
13:38 Temel sûc hesibandina nedayîna nûçeyên magazînê ji Gul pirsî
13:37 ESP ve SGDF: Sîxurî li endamê me tê ferzkirin
12:50 Hevserokên HDP'ê yên Êlihê hatin berdan
12:31 Çîvîroglu: Bi hatina Biden re piştgiriya siyaseta Tirkiyeyê bi dawî bû
12:30 Li Sêrtê 7 kes hatin berdan
12:18 Parlamenterê PDK’ê ji ber koronayê wefat kir
10:59 CFWIJ: Rojnamegerên girtî berdin
10:56 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 83'emîn de ye
10:56 Li wargeha şengaliyan şewat derket
10:20 Kujerê Gulistan Şaylemez hat girtin
10:16 Nivîskar Zîbechî: Ramanên Ocalan li pêşiya demê ne
10:04 Ozbudun: Divê muxalefet li ser rêgezên hevpar deklarasyonê biweşîne
09:50 Parêzerên rojnamevanan: Sûc nedîtine cih dane şîroveyan
09:06 Tiştên li dû rojnamevan Kiliç man
09:06 Redkarê wijdanî Bektaş: Li Tirkiyeyê şer bi mîlîtarîzmê tê kirin
09:06 Kîn û rika wan a ji bo Ozgur Gundemê neqediyaye: Gelek doz, bi salan ceza
09:06 'Dengbêjî, şopa dîrokî ya jiyana kurdî ye'
09:06 Çima li bajarên herêmê rêjeya derzîkirinê kêm e?
09:06 Esnafên jin: Ne pandemî, wê birçîbûnî me bikuje
09:06 Girtiyê ket greva birçîbûnê 11 roj ceza kirin
09:06 Plakeya wesayîta ku pê endama HDP'ê revandin 'sexte' ye
09:00 ROJEVA 17'Ê SIBATA 2021'Ê
16/02/2021
20:32 90 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
18:39 Google ADS reklama bi kurdî red kir
16:43 Roja danişîna doza 5 rojnamegerên li Wane diyar bû
16:28 68 jinan tevî parastin xwestin jî dîsa hatin kuştin