Tiştên li dû rojnamevan Kiliç man

  • rojane
  • 09:06 17 Sibat 2021
  • |
img

RIHA - Nûnerê Rihayê yê Rojnameya Ozgur Gundemê Kemal Kiliç, 28 sal berê van çaxan hatibû kuştin. Dosyeya dozê daxilî nav ên "kiryar nediyar" hatiye kirin û li dû wî tenê pênûs, amûra dengtomarkirinê û kasetên wî yên tomarkirinê man. 

Nûnerê Rihayê yê Rojnameya Ozgur Gundemê Kemal Kiliç, di sala 1990'î de li Rojnameya Yenî Ulkeyê dest bi rojnamevaniyê kiribû û di sala 1992'an de jî li Rojnameya Ozgur Gundemê dest bi kar kiribû. Kiliç, di heman demê de Endamê Desteya Rêvebir a Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Şaxa Rihayê bû jî. Kiliç, di 18'ê Sibata 1993'yan de gava ji navenda rojnameyê ya Rihayê çûbû gundê xwe û gava ji wesayîtê peya bûbû, hin kesên di wesayîteke bi markeya Torosê de wî kuştibûn. 
 
Kiliç, berî ku bê kuştin bi demekê ji ber ku tim gefa kuştinê lê dihat xwarin ji Waliyê Rihayê Ziyaeddîn Akbûlût xwestibû ewleyiya wî bê parastin. Lê belê tu tevdîr nehatibûn girtin. Çeka bi marka Ceska ku Kiliç pê hatibû kuştin, di 24'ê Kanûna 1993'yan de li Êlihê di operasyoneke li hemberî Hîzbullahê de hatibû dîtin. Çek bi endamê Hîzbullahê Huseyîn Guney re hatibû dîtin, lê belê Guney di îfadeya xwe de îdia kiribû tu eleqeya wî bi kuştina Kiliç re tune ye. 
 
DOSYE HAT GIRTIN 
 
Piştî kuştina Kiliç, bi 3 salan, parêzeran bi hinceta ku lêpirsîneke çalak nehatiye kirin, serî li Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) dane. DMME'yê jî xwestiye guh li Walî Akbûlût bê kirin, lê belê walî îfade nedaye. Dû re DMME'yê 39 hezar Sterlîn ceza li Tirkiyeyê biriye. Lê belê ji ber demboriyê dosye hat girtin û daxilî nav dosyeyên "kiryar nediyar" bû.
 
ÊN LI DÛ WÎ MAN 
 
Tiştên ku li dû Kiliç mabûn jî di avêtina ser malê de hatibûn desteserkirin. Ji van tiştan hin jê dane malbatê lê qaset, daktîlo, pirtûk û gelek materyalên wî yên din nedane malbatê. Li dû Kiliç çente, pênûs, amûrên dengtormarkirin û 3 kasetên vala man. 
 
BEHSA BIRAYÊ XWE KIR 
 
Mahmût Kiliç, gava birayê wî hatibû kuştin ew 15 salî bûye. Kiliç, behsa birayê xwe kir. 
 
Kiliç, bilêv kir ku ji ber ku birayê wî yekî jêhatî bû hem malbatê hem jî gundiyan jê hez dikir û got: "Birayê min tim nûçeyên Iraq û Îranê guhdar dikirin. Bi radyoyên bipûl. Hemû tiştên derbarê kurdan de dişopand. Ev taybetmendiya wî tim bala min dikişand. Ji bo malbata xwe, heval û dostên xwe pir baş bû. Mirovan pir hez ji wî dikir. her êvar mêvan dihatin malê. Bi wan re sohbet dikir. Wan serwext dikir. Dilê mirovan nedihişt. Li malê jî wisa bû. Bavê min pir jê hez dikir." 
 
ROJNAMEVANIYA WÎ
 
Kiliç, diyar kir ku piştî ku birayê wî dibistana navîn qedandiye ji bo lîseyê çûye Rihayê û li wir di partiya siyasî de cih girtiye û di heman demê de rêvebertiya ÎHD'ê kiriye. Kiliç, got: "Wê çaxê Rojnameya Ozgur Ulkeyê hebû. Li wir dest bi kar kiribû. Paşê li Rojnameya Ozgur Gundemê dest bi kar kir. Wê çaxê 15 salî bûm. Ez tim diçûm cem wî. Wê çaxê daktîloyeke wî hebû. Li odeya kêleke odeya wî dimam. Heya sibê dengê daktîloyê dihat. Tim dixebitî. Bi qasî tê bîra min derbarê paqijkirina mayinên li sînor de nûçe çêdikir. Nivîsandibû ji ber mayinan gelek mirov mirine û seeqet bûne. Ji bo kurdên li Iraqê kinc, êlav û eşya kom dikir û dişand. Mirovekî hesas bû. Her wiha wê çaxê bi dengbêjan re diaxifî. Guh li kilaman dikir û dengê wan qeyd dikir. Ev pir li xweşa min diçû." 
 
TOROS Û GEF 
 
Kiliç, diyar kir ku di sala 1993'yan de Rojnameya Ozgur Gundemê bi zext û zoriyên dijwar re rû bi rû maye û wê çaxê birayê wî jî dihat şopandin û gef lê dihatin xwarin. Kiliç got: "Bavê min jî ev tişt ji Kemal pirsî. Got, 'Tiştek hebe ji me re bêje. Em te bişînin derve. Duh qereqolê gazî te kiriye û îfadeya te girtiye.' Birayê min jî got, 'Tiştek tune bavo. Tiştek ji min pirsîn û berdan.' Helbet wê çaxê min jî ferq kir. Bi navê Oktay efserek hebû. Derbarê Kemal de agahî berhev dikirin. Ji mirovan dipirsî, 'Kemal çi karî dike? Kîjan wextî tê bajêr. Hevalên wî kî ne?' A rast beriya kuştinê bi salekê ew hedef girtibûn. Wê çaxê hevalên wî yên rojnameyê dihatin kuştin. Derengê şevê li deriyê odeya wî dixistin. Gava me jê dipirsî, digot 'hevalên min in.' Nedixwest haya malbatê jê çêbibe. Çûna derve jî qebûl nedikir. Pir wêrek bû. Berî bê kuştin bi rojekê, ez, birayê xwe û pismamê xwe gava em bi wesayîtê çûn gund em peya bûn. Wesayîteke spî ya Toros, da ser me. Kemal ji cem min çû. Ez heyr mam. Paşê dû re min fêm kir ku xwestiye min biparêze. Berê jî çend caran rêya wî birîne û gef lê xwarine û jê re gotine, 'Dev ji vî karî berde. Here mala xwe rûnê. Dawiya te ne bi xêr e.' Lê birayê min guh li gefên nedikir." 
 
ROJA HAT KUŞTIN 
 
Kiliç, anî ziman ku roja ku birayê wî hat kuştin, di 18'ê Sibatê de, piştî ji buroya rojnameyê dertê tê şopandin û bi qasî kîlometreyekê dûrî gund ji wesayîtê daketiye û got: "Wê çaxê ji bo cihokên DSÎ'yê nobedarek hatibû girtin. Qulûbeya noberda nêzî cihê ku birayê min lê daketibû. Li gor îfadeya wî kesî, kesek ji wesayîtê peya bûye û wesayîta Toros ew kes derbas kiriye û sed metre bi şûn de wî daye sekinandin. Rêya Kemal birîne û xwestine wî birevînin. Lê wexta birayê min nehiştiye, vê carê hewl dane wî bifetisînin. Li wir benik dixin stuyê wî û destên wî bi bandê girêdidin. Lê cardin jî nikarin serî pê re derxin. 4-5 kîsik xistine devê wî. Ji er ku nikaribûne wî birevînin, li qeraxa rê du derb bera serê wî dane û wî kuştine." 
 
XEBERA MIRINA WΠ
 
Kiliç, anî ziman ku piştî ku birayê wî hatiye kuştin bi demek kurt xizmên wan çav bi cenazeyê wî ketine û got: "Em li malê bûn. Xebera mirina birayê min hat. Em ber bi cihê ku lê hatibû kuştin ve bazdan. Me dît ku bi awayekî hovane hatiye kuştin. Berî em bigihên wir, esker û 5-6 welatî li wir bûn. Me ew nas nedikirin. Belkî jî ên ku birayê min kuştibûn ew bûn. Lê me ew nas nedikirin. Ji ber çavê min naçe. Piştî bavê min bi 2 salan bavê min jiyana xwe ji dest da. Bavê min ji derdê biryaê min jiyana xwe ji dest da." 
 
MALBATÊ DAN BER LÊPIRSÎNÊ 
 
Kiliç, diyar kir ku piştî ku birayê wî hatiye kuştin bi rojekê qereqolê ji bo îfadeyê gazî dê, bav û birayê wî yê din kiriye û piştî wê bi hefteyekê avêtine ser mala wan. Kiliç got: "Li odeya birayê min geriyan. Dest danîn ser hr tiştên wî. Ji daktîoloyê bigire heya amûrên dengtomarkirinê. Piraniya wan nedan me. Tenê hinek jê dan me. Wekî ku me birayê min kuştibe, werê tevdigeriyan. Em sûcdar dikirin. Belkî me 20 caran îfade da." 
 
28 SAL IN NEHATIYE ZELALKIRIN 
 
Kiliç, anî ziman ku 28 sal in li bendê ne ku kiryar bên aşkerekirin û got: "Piştî 20 sal derbas bûn, dosye hat girtin. Ma heya meriv kujerê kesekî nebîne çawa dosye tê girtin? Em dixwazin ev dosye jinûve bê vekirin û jinûve lêpirsîn bê kirin. Divê ev cinayet bê zelalkirin." 
 
MA / Bariş Polat 
 

Sernavên din

19/02/2021
12:12 Pekîn îtîraf kir ku MÎT’ê Komkujiya Parîsê kiriye
11:37 Jeffrey: Dê têkiliyên DYA û Tirkiye ne wekî serdema Trump bin
10:12 Kurtulan: Operasyona li Garê encama polîtîkaşên şer e
10:05 Ji bo parastina zimanê kurdî statû şert e
10:05 Operasyona li Amanosê hat bidawîkirin
09:42 Li Îzmîrê jinek hat kuştin
09:24 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 85'emîn de ye
09:23 Kazan: Ne qanûnûneke bingehîn a nû, dixwazin rejîma sultaniyê ava bikin
09:23 Sarisaç: Çavkaniya bêedaletiyê tecrîd e
09:22 Xwendekarên Zanîngehê: Bûlû nikare bi îradeya xwe îstifa bike
09:21 ‘Ji bo em bibin dengê girtiyan divê em bibin yek'
09:20 SES: Dive hesasiyeta ji jiyanê esas bê girtin
09:20 Ji bo biçe li ber HDP'ê rûnê pere teklîfî wî kirin
09:20 Aktivîsta mafên jinan Thîele: Şikandina tecrîdê peywirek e
09:19 'Divê em dev ji aştî û hezkirinê bernedin'
09:18 Girtî ye û 11 sal in platîn di lingê wî de ye
09:00 ROJEVA 19'Ê SIBATA 2021'AN
08:38 Betali bû sedema întîhara muzîkarekî
18/02/2021
21:16 83 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
17:09 Hevserokê HDP’a Kerboranê yê berê hat girtin
16:36 Bûldan: Li dijî faşîzmê pêwîstî bi hevpariyê heye
16:31 Doza kuştina ciwanê ji Sûriyê hat taloqkirin
16:05 Du xwendekarên hatibûn revandin hatin dîtin
15:54 Dayikên Aştiyê: Pêkanîna aştiyê bi rakirian tecrîdê mimkin e
15:19 Sancar: Divê em li dijî şer têkoşîna aştiyê ya hevpar ava bikin
15:15 Li Enqereyê ji sê xwendekaran agahî nayê wergirtin
14:48 DFG'ê rojnamevan Kiliç li ser gora wî ew bibîr anî
14:43 Projeya li ser Kaniyên Mûnzûrê hat betalkirin
14:34 Ji Demîrtaş daxuyaniya Garê: Ne HDP divê îqtidar hesab bide gel
14:29 HDP’ê rapora zemê aşkere kir: 4 hezar û 801 kesan ji ber qeyrana aborî întîxar kir
13:50 Rojnamevan Kaya: Hevsengî çep zîvirî
13:46 Belgefîlma Nû Jîn carek din tê darizandin
13:36 Çalakiya xelkê Şengalê didome
13:28 Li Dîlokê jinek hat qetilkirin
13:22 328 rêxistinên civakî zanîngeha xweser xwestin
13:03 Nobeta akademîsyenan a li dijî Rektorê Qeyûm didome
12:51 Gergerlîoglû: Operasyona li Garê neserketî ye
12:48 AYM'ê biryar da ku tazminata manevî bidin rojnameger Kural
12:34 Dozger ji efserê Dîlek Kaya kuşt re cezayê muebbetê xwest
12:19 Parêzer ji bo biçin Îmraliyê serî li dozgeriyê dan
10:53 DEMDER ava bû: Dem, dema hînbûna kurdî ye
10:05 Li Amedê dubare berf bariya
09:58 Li Antalyayê jinek hat qetilkirin
09:52 13 jinên li Aydinê hatin binçavkirin hatin berdan
09:51 2 cerdevanên jinekê tacîz kiribûn hatin berdan
09:31 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 84'emîn de ye
09:18 Dengbêj Selahattîn: Bila ciwan guh bidin kilaman
09:17 Qeyûm pandemî kir hincet û xebatên jinan da sekinandin
09:17 AA'yê kort û koncalên taxên Geverê nedît
09:16 'Qedexekirina ziman zirarê dide yekpareyiya hiş û hîsî'
09:16 Di 19 salên AKP'ê de 7 hezar û 455 jin hatine kuştin
09:16 Ji bo debara xwe bikin gûzan dişikînin
09:15 Hunermend: Şikandina tecrîdê şert û peywirek e
09:04 Ji bo zarokan dest bi kursa kurdî dikin
09:03 Jiyanên nîvcomayî: Şerm
09:02 ROJEVA 18'Ê SIBATA 2021'AN
08:03 Li Bûrsayê bijîşkekî, li Çewlîkê jî ciwanekî întîhar kir
17/02/2021
21:31 86 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
20:20 Li Şirnexê 25 kes hatin berdan
17:15 Girtiyê ku gelek hestiyên wî şikestî ne xwe derp kiriye!
17:01 Xebata yekîtiya neteweyî li Mehsert û Stewrê hat birêvebirin
16:39 Li Wanê 15 rojên din jî çalakî û şahî hatin qedexekirin
16:22 Bijîşkê ku muayeneya kelemçekirî red kiriye bi gefa cendirmeyan re rûbirû maye
16:12 Ji bo Roja Zimanê Zikmakî daxuyaniya hevpar dan
15:35 Sancar: Em îtîfaqa edaletê ya li dijî zilmê ava bikin
15:35 Ji Ûca ji bo îqtidarê: Hûnê têk biçin
15:25 Li Amedê biryara zemkirina nan paş ve hat kişandin
15:24 Îmîr: Di şexsê Ocalan de Rojhilata Navîn di taritiyê de ye
15:06 Di qada xizmeta tenduristî û civakî de tundiya li ser jinan zêde bûye
15:01 Bi çalakiya rûniştinê bal kişandin ser greva birçîbûnê
14:53 Jinan bi tilîliyan polisan şeremzar kir
14:38 Partiyên siyasî: Hefsên malê diyarbûna tecrîda Îmraliyê ye
14:03 Axaftina bi Kurdî her diçe kêm dibe
13:58 Beştaş: Îqtidarê xwest ser sûcê xwe bigire lê nikare bigire
13:38 Temel sûc hesibandina nedayîna nûçeyên magazînê ji Gul pirsî
13:37 ESP ve SGDF: Sîxurî li endamê me tê ferzkirin
12:50 Hevserokên HDP'ê yên Êlihê hatin berdan
12:31 Çîvîroglu: Bi hatina Biden re piştgiriya siyaseta Tirkiyeyê bi dawî bû
12:30 Li Sêrtê 7 kes hatin berdan
12:18 Parlamenterê PDK’ê ji ber koronayê wefat kir
10:59 CFWIJ: Rojnamegerên girtî berdin
10:56 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 83'emîn de ye
10:56 Li wargeha şengaliyan şewat derket
10:20 Kujerê Gulistan Şaylemez hat girtin
10:16 Nivîskar Zîbechî: Ramanên Ocalan li pêşiya demê ne
10:04 Ozbudun: Divê muxalefet li ser rêgezên hevpar deklarasyonê biweşîne
09:50 Parêzerên rojnamevanan: Sûc nedîtine cih dane şîroveyan
09:06 Tiştên li dû rojnamevan Kiliç man
09:06 Redkarê wijdanî Bektaş: Li Tirkiyeyê şer bi mîlîtarîzmê tê kirin
09:06 Kîn û rika wan a ji bo Ozgur Gundemê neqediyaye: Gelek doz, bi salan ceza
09:06 'Dengbêjî, şopa dîrokî ya jiyana kurdî ye'
09:06 Çima li bajarên herêmê rêjeya derzîkirinê kêm e?
09:06 Esnafên jin: Ne pandemî, wê birçîbûnî me bikuje
09:06 Girtiyê ket greva birçîbûnê 11 roj ceza kirin
09:06 Plakeya wesayîta ku pê endama HDP'ê revandin 'sexte' ye
09:00 ROJEVA 17'Ê SIBATA 2021'Ê
16/02/2021
20:32 90 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
18:39 Google ADS reklama bi kurdî red kir
16:43 Roja danişîna doza 5 rojnamegerên li Wane diyar bû
16:28 68 jinan tevî parastin xwestin jî dîsa hatin kuştin