Baş: Ma em ê çawa bi AKP'ê re Destûra Bingehîn nîqaş bikin?

  • rojane
  • 09:10 13 Sibat 2021
  • |
img

ENQERE - Serokê Giştî yê TÎP'ê Erkan Baş, diyar kir ku di pêvajoya Destûra Bingehîn de dê AKP esas neyê girtin û got: "Yek; qanûna bingehîn qanûneke ku hebûna wan didomîne. Dudo, Wexta ku canê AKP'ê dixwaze guh li van qanûnan nake û qanûnan binpê dike. Ma partiyeke ku wekî koleyan li mirovan dinere, em ê çawa rabin pê re rûnên û qanûneke bingehîn nîqaş bikin?" 

Serokê Giştî yê Partiya Karkeran a Tirkiyeyê (TÎP) û Parlementerê Stenbolê Erkan Baş, ji ajansa me re nîqaşên derbarê qanûna bingehîn de û çalakiyên greva birçîbûnê yên li girtîgehan nirxandin. Baş, destnîşan kir ku êdî çîrokeke nû ya îqtidarê nemaye û bilêvkirina qanûna bingehîn jî taktîkek e. Baş got: "Ji bo Tirkiyeke nû projeksîyoneke AKP'ê heye, lê li hemberî vê alternatîfeke kesên muxalefetê dikin tune ye. Yanî muxalefet tiştekî nade ber civakê. Îqtidar jî hêzeke guherînê ye."
 
‘BAWERÎ PÊ NEMAYE' 
 
Baş, diyar kir ku êdî kes ji AKP'ê yeqîn nake û pir tengijiye. Baş got: "A rast, gava xwest qanûna partiyên siyasî biguherîne, ev yek aşkere xwe da der: Dixwaze qanûneke li gor pêdiviyên xwe çêbike. Dixwaze sernavên ku dê jê re bibin pirsgirêk biguherîne. Ji ber ku vê tenê ji bo Tifaqa Cumhûrê dixwaze, dê civak piştgiriya wê neke. AKP, ji bo xwe cardin rewa bike li rê û rêbazekê digere. Lewma divê muxalefet pir baldar be." 
 
‘PÊŞÎ DIVÊ REJÎMA QESRÊ HILWEŞE' 
 
Baş, destnîşan kir ku pêdivî bi qanûneke bingehîn a nû heye û got: "Bila Tayyip Erdogan derkeve û îspat bike ku ji bo qanûna bingehîn a 82'yan raya 'na' daye. Lê ez îdia dikim ku wî raya 'na' daye. AKP, berhemeke qanûna bingehîn a 82'yan e. AKP, bi saya wê hat avakirin û mezin bû. Yanî AKP, deyndarê qanûna bingehîn a 82'yan e. Lê piştî ku dît civak qanûna bingehîn a 82'yan naxwaze, rabûye wê li gor berjewendiyên xwe bi kar tîne. Heger bê guherandin, ma yê AKP di nav vê pêvajoyê de cih bigire? Yek; qanûna bingehîn qanûneke ku hebûna wan didomîne. Dudo, AKP wexta canê wê dixwaze guh li van qanûnan nake û wan binpê dike. Em behsa partiyeke wisa dikin ku tu bîrbiriyeke wê ya welatîbûnê tune ye. Ma partiyeke ku wekî evdan li mirovan dinere, em ê çawa rabin pê re rûnên û qanûneke bingehîn nîqaş bikin? Lewma perspektîfa me pir zelal e. Tirkiye, demildest divê ji îqtidara AKP'ê xelas bibe, divê rejîma qesrê hilweşe û piştî vê divê qanûneke bingehîn a wekhev azadîxwaz bê çêkirin. Lê ji bo vê jî pêşî divê rejîma qesrê hilweşe." 
 
‘PÊDIVIYA KÊ BI QANÛNA BINGEHÎN HEYE?' 
 
Baş, diyar kir ku divê muxalefet bipirse bê pêdiviya kê bi qanûneke bingehîn a nû heye û got: "Ji bo AKP'ya ku hindik maye îqtidar ji desta biçe, bi rastî jî divê qanûneke bingehîn bê çêkirin ku pêdiviya gelên Tirkiyeyê pê heye." 
 
‘PÊDIVÎ BI HÊZEKE YEKBÛYÎ HEYE' 
 
Baş, bilêv kir ku pêdivî bi hêzeke yekbûyî heye û bal kişand ser grîngiya kampanyaya HDP'ê ya "Edalet ji bo her kesî". Baş got: "Pêdivî bi hêzeke ku hemû derdorên civakê dihebîne heye. Me dît ku hêzeke ku tenê bi partiyên siyasî re sînordarkirî qels e. Lewma divê em rê û rêbazên nû bibînin. Hêla herî girîng jî pêkhateyên civaka muxalif in." 
 
TECRÎD Û ÇALAKIYÊN GREVA BIRÇÎBÛNÊ 
 
Baş, bal kişand ser tecrîdê û çalakiyên greva birçîbûnê yên li dijî tecrîdê jî. Baş, destnîşan kir ku ji bo tecrîd û binpêkirinên mafan ên li girtîgehan bi dawî bibin, çalakiyên greva birçîbûnê dest pê kiriye û divê her kes daxwazên girtiyan bibihîse. Baş got: "Ez wisa hîs dikim barê li ser milê civakê li ser milên hevalên me yên ku li ber xwe didin û têdikoşin hatiye barkirin. Lewma divê em daxwazên girtiyan bigihînin her derî." 
 
MA / Dîren Yûrtsever

Sernavên din

14/02/2021
09:06 Rojnivîska Berxwedana Kobanê: Ji çavên fermandarekî
09:00 ROJEVA 14'Ê SIBATA 2021'AN
13/02/2021
20:43 Hejmara kesên ji ber Covîd-19'ê mirin bû 27 hezar û 377
16:38 Şaredarê Stenbolê yê berê Kadîr Topbaş wefat kir
16:21 Êrişî şaredarê AKP’yî hat kirin
16:20 Jina ku îtîrafkarê fîrarî ew birîndar kiribû ji nexweşxaneyê derket
16:05 Derbarê komeleyên bi KHK’ê hatibûn girtin de lêpirsîn: Biryara binçavkirina 60 kesan dan
15:35 ÎHD: Rayedar girtiyê nexweş ê 62 salî derman nakin
15:26 Girtîgeha Tarsûsê 5 girtî sewq kirin
15:13 Tanboga yê bûye 30 kîlo serbest berdin
14:31 Xizmên eskerên di destê PKK'ê de: Operasyonan rawestînin
14:26 Afîşên 'Ji Bo Her Kesî Edalet’ bi êrişê re rûbirû man
14:03 Li Stenbolê herî kêm 20 kes hatin binçavkirin
13:55 Ji bo Cemîl Îvrendî yê nexweş banga berdanê hat kirin
13:52 Dayikên Şemiyê kujerê Ridvan Karakoç ê 26 sal berê hat kuştin pirsîn
13:35 Sînem Bedirxan: Kurdistanek azad bi yekîtiya kurdan mimkin e
13:23 Polîsan endamê HDP'ê Dal binçav kir
13:11 QSD: Tirkiye bi êrişan vejîna DAIŞ’ê amade dike
12:57 Komên çekdar li Serêkaniyê dest avêtin jineke Ereb
12:49 Li 3 bajaran pêla operasyonê: Bi dehan kes hatin binçavkirin
12:48 Faîlên ku li Hesekê 2 jin kuştin hatin girtin
12:28 'Kontrayên dewletê Mehmet kuşt'
12:17 Piştî 11 salan bersûcên Çetîn hatin cezakirin
11:56 Li ser êzdiyatiyê 5 pirtûkên nû hatin çapkirin
11:17 Ciwanên HDP'ê li dijî tecrîdê bi meşaleyan meşiyan
11:15 Li Çinarê ji ber şerê malbatan 12 kes hatin girtin
11:04 Ocalan her ku got aştî, şer hat spartin
10:51 Wezareta Dadê: Kesên kartên wan ên serokkomariyê tune bin, ne rojnamegerin
10:38 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 79'an de ye
09:57 Bariş: Divê her kes xwedî erk bin ku mafê Ocalan biparêzin'
09:15 'Girtî doza heq, edalet û hiqûqê dikin'
09:14 Nerazîbûna ji bo nêçîrkirin û kuştina 'Malê Xizir': Nekujin, heyf e, guneh e
09:14 Ciwanên di hepsa malê de ne: Cîhanê dengê ciwanên berxwedêr bihîst
09:13 Dilbahar: Ji bo kurdî helwesteke hîn zelaltir divê
09:12 Beştaş: Qanûna qala wê tê kirin dê ji bo Tirkiyeyê talûka mirinê be
09:11 Temellî: Li dijî tecrîdê têkoşîna neteweya demokratîk divê
09:10 Baş: Ma em ê çawa bi AKP'ê re Destûra Bingehîn nîqaş bikin?
09:00 ROJEVA 13'Ê SIBATA 2021'AN
12/02/2021
21:22 97 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
16:43 ‘3’yemîn şerê cîhanê ewil li dijî Ocalan dest pe kir'
16:13 Endamê meclîsa şaredariyê yê HDP’î hat berdan
15:58 Karkeran Şaredariya Bakirkoyê dawetî masa TÎS'ê kir
15:47 Girtiyên PKK'î û PAJK'î: Bibin dengê berxwedana me
15:21 HDP’ê serî li AYM’ê da: Dev ji helwesta cihêkar berdin
15:20 Di çalakiya ‘rektorê qeyûm’ de 19 kes hatin binçavkirin
14:33 HDK'ê êrişên nifrînê şermezar kir
14:33 Ciwanê leşkeran ew birîndar kir: Piştî heqaretê gule berdan min
14:25 Girtiyên îşkence ragihandin xistin ber lêpirsînê
13:51 Dozger ji Melek Îpek re di nava 18- 24 salan de cezayê hepsê xwest
13:22 Li çoltera Şirnex û Sêrtê operasyon hat destpêkirin
12:38 HDP’ê xwest zagona TMK'ê bê guhertin
12:34 Îtîrafkarê JÎTEM’ê, Cîgira Ciwanên AKP'ê bi giranî birîndar kir
12:34 Polîsan li Kocaeliyê 13 HDPî binçav kirin
12:21 Pêngava duyemîn a komployê berdewama tecrîdê ye
Parêzer Yurekli: Sekna Ocalan a 22 salan polîtîkayên tecrîdê pûç dike
11:55 Hevşaredarê Êlihê Mehmet Demîr hat berdan
11:45 Flîmên ji bo xelata Heyva Zêr bikevin pêşbirkê hatin eşkerekirin
11:37 Scholey: Azadiya Ocalan wê çareseriya mayînde bîne
11:11 Ji Weşanên Aryenê 3 pirtûkên nû derketin
10:36 Cendirmeyan bi ser gundên kurdan de girt: 7 kes binçav kirin
10:36 Rêveberê EMEP’ê yê Meletiyê hat binçavkirin
09:32 Aktîvîstên TJA’yê: Heta tecrîd bişkê û azadî pêk were divê têkoşîn
09:26 Ji ber santrala Ermenîstanê, li Îdirê rêjeya pençeşêrê zêde dibe!
09:23 Hevseroka HDP’ê ya Qersê hat binçavkirin
09:01 Şahîn: Ji bo hiqûq pêk bê, mirov dimirin
09:01 'Îqtidar bi sansurê ser sûcên xwe dinixumîne'
09:01 Tahdeya cinsî: Armanc hilweşandina berxwedana civakî ye
09:01 Serokê KKP'ê Çîftyurek: Tecrîd, perçeyek polîtîkaya şer e
09:01 Cenazeyê Ayşe Bayram nadin malbatê
09:01 'Girtî di qawîşa karantînayê de bi şewbê dikevin'
09:01 Hem cezayê hepsa malê birîn, hem jî şertê îmzeavêtinê danîn ber wê
09:01 Rojnamevan Eliyas: Piştî serdana Tirkiyeyê DAIŞ li herêmê çalak bû
09:00 ROJEVA 12'Ê SIBATA 2021'AN
08:50 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 78'an de berdewam dike
11/02/2021
21:15 Li Dersimê 12 pezkovî kuştine
20:12 Îro 94 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
19:02 Welatiyê 65 salî Yildiz girtin
17:33 Bayindir: Heke tecrîd neşikê wê polîtîkayên heyî bidomin
16:36 Komîsyona ÎHD’ê ya Jinan: Lêgerîna tazî îşkence ye
16:03 HDP’ê ji bo sûriyeyiyên hatine revandin Lêkolîna Meclisê xwest
15:58 Meclîsa Jinan a HDP’ê ya Dersimê: Em bi hev re bihêz dibin
15:51 Ozguneş: Ji pergala birêz Ocalan ditirsin
15:32 Berberoglû dîsa bû parlamenter
15:30 Sancar: Dijderketina tecrîdê parastina aştiyê ye
15:12 Doza rojnamevan Aydin hat taloqkirin
14:52 Zilamek li Hatayê hevjîna xwe kuşt
14:52 ÎHD'a Amedê 'Rapora Binpêkirina Mafên Mirovan a Sala 2020'an eşkere kir
14:41 Operasyona Garê li binkeya PDK'ê tê koordînekirin
13:54 'Tecrîd sûcê mirovahiyê ye'
13:53 Eskeran welatiyê 65 salî binçav kirin
13:52 Xwendekar dê mijara îşkeneyê bibin darazê
13:36 Yuksekdag ji doza ‘Heqaret li Serokkomar kiriye’ hat beraetkirin
13:30 Hîndekaran astengî nas nekirin: Em ê nirxên xwe biparêzin
13:22 Parêzer ji bo biçin Îmraliyê dîsa serlêdan kirin
13:06 Çîçek hat berdan
12:10 Kampa polîs, esker û endamên MÎT’ê lê tên ragirtin hat bombebarankirin!
11:49 HDP çû serdana DEVA’yê: Pêdivî bi hêza yekîtiyê heye
11:46 Fîncanci: Daxwazên girtiyan mafên mirovanî ne
11:27 Hiqûqnas: Ji bo ku tecrîd bê bidawîkirin têkoşîneke giştî şert e
10:42 'Hûn nikarin roja me tarî bikin'
10:20 Hem di hefsa malê de ye hem jî divê biçe qereqolê îmzeyê!