Mehmet Ocalan: Gotin 'Em ê biqedînin, nehêlin', lê fikirên wî li seranserê cîhanê belav bûn

  • rojane
  • 09:10 10 Sibat 2021
  • |
img

RIHA - Mehmet Ocalan ê birayê Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, got: "Digotin em ê biqedînin, nehêlin. Lê her çû fikirê Serok dorfireh bûn û li seranserê cîhanê belav bûn. Serok, pira di navbera gelan de ye. Rûxandina vê pirê, dê bi kêrî gelan neyê." 

Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, di 15'ê Sibata 1999'an de bi destên hêzên navdewletî radestî Tirkiyeyê hatibû kirin. Birayê Ocalan Mehmet Ocalan û xwişka wî Fatma Ocalan bi boneya salvegera komploya navdewletî ji ajansa me re axifîn. 
 
Mehmet Ocalan, komploya navdewletî wekî "rûreşiyê" bi nav kir û Fatma Ocalan jî xwest birayê wê bê berdan.
 
Mehmet Ocalan, destnîşan kir ku ji ber ku tevgera kurd li Rojhilata Navîn xwedî hêzeke çareseriyê ye, hêzên navdewletî nerihet dibin û ev dewlet xwestine tevgera kurd ji holê rakin û ji bo vê di sala 1998'an de gava ewil a komployê avêtine. Ocalan got: "Komployeke dorfireh bû. Serok jî mecbûr ma di sala 1998'an de ji Sûriyeyê derkeve. Kesên ku serok dawetî welatên xwe kirin, pişta xwe danê. Li seranserê cîhanê ji bo her kesî cih hebû, lê tenê ji bo serok tune bû. Derî hemû hatibûn girtin. Çima ji bo Serok cih tune bû? Çikû li Rojhilata Navîn xwedî hêzeke mezin bû. Nedixwestin fikirên wî li Rojhilata Navîn belav bibin." 
 
FIKIRÊN WÎ Û ROJHILATA NAVÎN 
 
Ocalan, diyar kir ku bi komployê re rêyeke li ber Rêberê PKK'ê jî çûyîna çiyayên Kurdistana Federe bû, lê belê heger biçûne dê ew çiya bi çekên kîmyewî bihatana şewitandin. Ocalan got: "Serok, hesabê van tiştan kiribû. Herî dawî li Kenyayê radestî Tirkiyeyê kirin. Ev ji bo dewletên cîhanê û Rojhilata Navîn rûreşiyek bû. Heya ku Serok hebû dewletên komploger nedigahştin mexseda xwe. Çikû fikirên Serok, pêşî li ber berjewendiyên wan digirt û ji bo Rojhilata Navîn jî çareserî bû." 
 
JI RADYOYÊ PÊ HESIYAYE 
 
Mehmet Ocalan, diyar kir ku ji radyoyê pê hesiyaye ku birayê wî radestî Tirkiyeyê hatiye kirin û behsa wan rojan kir: "Rojeke reş bû. Nizanim ez ê çawa behs bikim. Radestkirina wî ya Tirkiyeyê ji bo her kesî tiştekî pir giran bû. Gelê kurd, ev yek qebûl nekir. Li her derî çalakî li dar xistin. Li Ewropayê, li Tirkiyeyê, li her derî qad bûn qadên çalakiyan. Ji gundan heta bi bajaran her kes rabû ser pêya. Kurd, li her derî rabûn ser pêya. Çikû nedihat qebûlkirin. Bi komployê dixwestin di şexsê serok de, gelê kurd tune bikin." 
 
Mehmet Ocalan, anî ziman ku ev yek bandoreke mezin li malbata wan kiriye û piştî vê dy caran hatine sirgûnkirin. Ocalan got: "Belê, ez gundiyek bûm. Lê min tu carî tawiz ji jiyana xwe neda. Çi ji destê min hat, min kir." 
 
KURDÊN TEVKAR Û RÛREŞÎ 
 
Mehmet Ocalan, bilêv kir ku kesên ku Ocalan radestî Tirkiyeyê kirine hîn jî ji bo berjenwendiyên xwe li Rojhilata Navîn in û ji bo tunekirina tevgera kurd bal kişand ser rola kurdên tevkar ên tiliya wan jî di nav komployê de hebûye. Ocalan got: "Wê demê krudên tevkarî dikirin jî di nav komployê de cih girtin, niha jî ew kes hene. Komplo hîn jî didome. Dibe niha bi awayekî jiyana xwe didomînin, lê wê gelê kurd wan qebûl neke. Kesên ku ji bo tunekirina kurdan sîxurtiyê dikin, dê di nav dîroka kurdan de wekî lekeyeke reş cih bigirin. Herî zêde ez çûme zindanê û min serdana Serok kiriye. Ji hevdîtina ewil heya ya dawî. Projeyên Serok ên derbarê Rojhilata Navîn de amade ne. Lê dewlet firsendê nade." 
 
PIRA DI NAVBERA GELAN DE 
 
Ocalan, anî ziman ku piştî sûîqastên beriya komployê hatye xwestin ku bi komploya navdewletî fikirên Rêberê PKK'ê bên tunekirin û ev hewldan hîn jî didomin. Mehmet Ocalan, bilêv kir ku Abdullah Ocalan di hcureyeke yekkesî de projeyên mezin hilberandine û bi van projeyên xwe û fikirên xwe dikare cîhanê biguherîne. Ocalan got: "Lê nikaribûn fikirên serok heps bikin. Fikirên Serok, li seranserê cîhanê û li Rojhilata Navîn tên nîqaşkirin. Fikirên Serok tenê ne ji bo hebûna gelekî ne, ji bo hebûna hemû gelan e. Hemû gel xwe di nav fikirên Serok de dibînin. Gotin 'em ê biqedînin, nehêlin.' Lê bereksê wê her çû fikirên Serok dorfirehtir bûn û li seranserê cîhanê belav bûn. Serok, pira di navbera gelan de ye. Rûxandin vê pirdê dê bi kêrî gelan neyê. Lewma divê Serok ne di nav çar dîwaran de be. Kesên ku dibêjin ez demokrat im, ez rewşenbîr im û ez mirov im, divê vî tiştî qebûl nekin." 
 
'AZADÎ JI BO OCALN' 
 
Mehmet Ocalan, destnîşan kir ku ji bo vê yekê divê Komîteya Pêşîlêgirtina Îşkenceyê (CPT) a KOnseya Ewropayê û mekanîzmayên hiqûq û siyasetê û parazvanên mafên mirovan jî li dijî tecrîda li Îmraliyê dengê xwe bilind bikin. 
 
Ocalan got: "Em malbata wî, 10 meh in nizanin ka sax e yan mirî ye. Haya me jê tune ye. Herî dawî me bi telefonê bi hev re xeber da. Ji wê çaxê ve me tu xeber jê negirtiye. Belê, dewlet dikare mirovekî heps bike lê mafên qanûnî yên wî mirovî jî hene. Cîhan jî bi vê dizane, lê çima çareyekê peyda nakin? Ma qey cîhan ev qasî qirêjî bûye? Ji bo her kesî her tişt heye, lê ji bo Serok qanûn tune ne. Behsa qanûnên nû dikin. Hela pêşî qanûnên xwe yên heyî pêk bînin. Hûn reforma hiqûqê bi çi awayî pêk bînin? Mafên me yên hiqûqî pêk bînin. Çima ji bo her kesî hene, lê ji bo me tune ne? Niha 4 kesên li Îmraliyê ne haya wan ji malbatên wan heye ne jî haya malbatên wan ji wan heye. Ev nayê qebûlkirin. Çima qanûnên Tirkiyeyê ji bo me jî pêk nayên? Tecrîd, ne çare ye. Rojek berî rojekê divê deriyên Girtîgeha Îmraliyê bên vekirin û Serok azad bibe." 
 
Mehmet Ocalan, bal kişand ser çalakiyên greva birçîbûnê yên girtiyan jî û destnîşan kir ku ev çalakî ji bo wan hêja û biqîmet e û got: "Rêz û hurmeta me ji bo kesên di greva birçîbûnê de heye. Ev mirov, tişta dikeve ser milê wan dikin. Lê banga me ji bo yên derve ye. Ên di zindanê de çend car e dikevin greva birçîbûnê. Serok ji min re digot, 'Jixwe yên di zindanê de di nav çar dîwaran de ne. Barê wan giraan e. Çima hûn vî barî hilnagirin?' Banga me ji bo her kesî ye; divê em çalakiyên xwe yên demokratîk dorfirehtir bikin." 
 
FATMA OCALAN: MIN PIR BÎRIYA WÎ KIRIYE 
 
Fatma Ocalan jî dixwaze birayê wê bê berdan. 
 
Ocalan, anî ziman ku 6 sal in birayê xwe nedîtiye û got: "Sax e, mirî ye, em nizanin." Fatma Ocalan, diyar kir ku di hevdîtina ewil de Rêberê PKK'ê Ocalan jê re gotiye, 'aliyê hev kirin û min teslîm kirin.' Fatma Ocalan got: "Gava hat girtin tahdeyeke mezin lê kirin. Carekê wexta em çûn girtîgehê, parêzerekî biyanî bi me re hatbû. Parêzer ji min re got, 'Mirov, nacax dikare 2 salan di vê girtîgehê de bimîne. Kes nikare di vê tecrîdê de bijî.' Lê birayê min 22 sal in girtiye. Niha 70 salî ye. Êdî divê bê berdan." 
 
Fatma Ocalan, bilêv kir ku pir bîriya birayê xwe kiriye û dixwaze wî bibîne. Ocalan, diyar kir ku berê mehê du caran diçûn û got: "Lê niha hema bibêje 5 sal qediyane, me hev nedîtiye. Wexta ez diçûm, tiştên li drve diqewimîn hemûyan dipirsî. Yanî me karibû xeberên derve jê re bibe. Lê niha ew jî tune. Niha ne telefon, ne hevdîtin heye, ne malbat ne jî parêer dikarin biçin." 
 
MA / Bariş Polat

Sernavên din

11/02/2021
09:18 Çalakiya grevê di roja 77'an de berdewam dike
09:15 Dayikên girtiyan: Em bi zarokên xwe re ne, wê bi ser bikevin
09:01 Bi roj etar e, bi şev nivîskar e
09:01 Nerazîbûna ji bo biryara derbarê Somayê de: Edaletê di bin hezazê de hiştin
09:01 Ji malbata Halît Oral piştgiriya ji bo girtiyan
09:01 Tê gotin ku serê Gokçe Kûrbanê hatiye jêkirin
09:01 Çawîşê ku zarokê 18 mehî kuşt, xwe avêt bextê 'komployê'
09:01 Rojnamevan: Gel bi fikrên Ocalan azad dibin
09:01 ‘Divê deriye aştiyê bi Îmraliyê bê vekirin’
09:01 Welatî ji fatureyên ceyranê yên hurgîlî di wan de tunene bi gazind in
09:01 Karataş ê hat berdan: Ne dozger bû qey te digot edîtor e
09:00 ROJEVA 11'Ê SIBATA 2021'AN
10/02/2021
23:54 Li Garê 2 esker mirin
20:49 Hejmara kesên ji ber Covîd-19'ê mirin bû 27 hezar û 93
17:35 Komeleya Aştiyê ya 10’ê Cotmehê hat damezrandin
16:53 Bayindir: Ev sedsal wê bibe sedsala gelê Kurd
16:09 Dr. Gokalp hat berdan
16:02 Bernameya kampanya ‘ji bo jinan edalet’ diyar bû
15:50 Ji Zanîngeha Galatasarayê piştevaniya ji bo Bogazîçiyê
15:49 Bi hezaran dar kirin qurbana înşaetê
15:29 Danişîna Dr. Gokalp dest pê kir
15:03 Meclîsa Jinan a HDP’ê kampanya ‘Ji bo Jinan Edalet’ da destpêkirin
14:08 Jinan bertek nîşanî astengiya polîsan da: Em ê ji bo girtiyan qîr bikin
13:54 5 xwendekar bi hinceta nivîsandinên li ser dîwaran hatin binçavkirin
13:34 Çalakiya akademîsyenên Bogazîçiyê didome
13:26 9 sal ceza li Hevseroka HDP’a Rezanê ya berê hat birîn
13:06 Wê jin di 5’ê adarê de li Kadikoyê bin
12:52 Meha 64’emîn a 10’ê Cotmehê: Me edalet nedît
12:11 Zema nan amedî bi hêrs kirin
12:11 Kerestecîoglû: Rejîma qeyûm pirsgirêka me hemûyan e
11:27 Girtiya nexweş Tenzîle Acar bi nexweşîna jana zirav ket
11:22 Li Geliyê Teyarê operasyona leşkeri dest pê kir
11:06 Piştî 20 salan DMME’yê Tirkiyeyê mehkûm kir
10:17 Hevşaredar 8 meh in di hefsa malê de ne: Li holê îdianame nîne
09:49 5 welatên YE’yê: Komîteya Destûra Bingehîn a Sûriyeyê bi ser neketiye
09:35 Koma 16'emîn çalakiya greva birçîbûnê dewr girt
09:10 Mehmet Ocalan: Gotin 'Em ê biqedînin, nehêlin', lê fikirên wî li seranserê cîhanê belav bûn
09:09 Dayikên Laçikspî: Divê deriyên Îmraliyê vebin
09:08 'Li Behra Reş zemîna cinayetê tê amadekirin'
09:07 Piştgiriya Neîll û Cox ji bo berxwedana Bogazîçiyê: Bi hêz û sebr bin
09:06 Tarim Orkam-Sen: Em dikarin 60 hezar darî bi xelasê bixin
09:06 Hunermend: Greva birçîbûnê têkoşîna rûmeta mirovahiyê ye
09:05 Diyanetê xwest, qeyûm jî qebûl kir: Wê bi 22 milyonan du qurs bên çêkirin
09:04 Çima Ocalan kirin armanc?
09:00 ROJEVA 10'Ê SIBATA 2021'AN
09/02/2021
19:20 98 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
18:29 Nûçegihanê me Karataş ji girtîgehê derket
16:57 Hiqûqnasan bertek nîşanî lêgerîna tazî dan
16:34 Danişîna zilamê faîlê îstîsmara zayendî hat taloqkirin
15:56 Birîna ciwanê ku eskeran ew birîndar kir giran e
15:38 Meclîs Jinan a HDP'ê li Şirnexê kampanya ‘Destpêkê Edalet’ da destpêkirin
15:15 11 sal şunde derbarê kuştina Mehmet Ûytûn ê 16 mehî de doz hat vekirin
14:43 BMG: Pergala qesrê her ku digevize têk diçe
14:23 Nûçegihanê me Dîndar Karataş hat berdan
14:15 Malbatê cenazeyê Leyla Kaya ji goristana Kilyosê wergirt
14:08 Polisan mudaxaleya bîranîna li Cizîrê kir
13:57 HDP dê li dijî tecrîdê li 3 bajaran meşê li dar bixe
13:53 Ji parêzerên Ocalan serlêdana hevdîtinê
13:33 ‘Daxwaza girtiyan daxwaza me ye’
13:09 Ji HDP’ê pêşniyarqanûna rakirina YOK’ê
13:01 Rojnamevan Kamer cara duyemîn hat beraetkirin
12:57 Bersûcê komkujiya Pirsûsê ‘peydakerê bombeya hatibû bikaranîn’ nas nekir
12:55 Akademîsyenên Bogazîçiyê carek din pişta xwe dan rektoriyê
11:47 Endamê meclîsa şaredariyê yê HDP’î hat binçavkirin
10:48 Malbata Arslan ji bo cenazeyê li Sûrê hat dîtin serî li dozgeriyê da
10:41 Jinên siyasetmedar: Li dijî tecrîdê têkoşîneke giştî şert e
10:27 Saziyên jinan ji aliyê zilaman ve tên birêvebirin!
10:25 7 girtiyan xwestin ji Girtîgeha Şirnexê biçin Îmraliyê
10:11 3 sal in Tirkiye rapora GREVÎO’yê wernagerîne
09:47 Dr. Gokalp, sibê derdikeve peşberî dadger
09:37 Di çalakiyên şermezarkirina Melîh Bulu de 563 xwendekar hatin binçavkirin
09:06 ‘Deng bidin qîrîna li girtîgehan’
09:06 Malbat: Em li cem xizmên xwe yên girtî ne
09:06 Navenda Hêvî ya Mexmûrê li benda alîkariyê ye
09:06 Hevserokê Şaxa SES'ê Guldîken: Li herêmê rêjeya derzîkirinê kêm e
09:06 Qeyûm di salekê de li heman cihî 3 caran dar çandine û rakirine
09:06 Cîgirê qeyûma careke din keça xwe kir karmend
09:06 Li Agiriyê kesên raya xwe dane AKP'ê: Savci golê avêt me
09:06 Kesê ku HDP û ÎHD'ê hedef nîşandabû, dozgeriyê ew parast
09:06 Bi beyanên 'şahidê nepen' îdianame hat amadekirin
09:06 Kelerima îsal bû para heywanan
09:00 ROJEVA 9'Ê SIBATA 2021'AN
08:18 Greva birçîbûnê di roja 75'emîn de ye
08:04 Girtî: Gardiyanan bi dijwarî êrîşî me kirin û serê min li erdê xistin
07:44 Nivîskara Evrenselê Ayşen Şahin piştî îfade da hat berdan
07:36 33 kesên li Kadikoyê hatibûn binçavkirin hatin berdan
08/02/2021
20:54 Îro 8 hezar û 103 kes bi Covîd-19'ê ketin
17:10 Dadgehê derbarê 29 siyasetmedaran de biryara dewama girtinê da
16:54 Meclîsa Jinan a KESK’a Amedê: Em ê qet serê xwe netewînin
16:32 Turk: Ji bo aştî û demokrasiyê Ocalan xwedî rolek girîng e
16:00 Daxuyaniya BMG’ê polîsan asteng kir
15:52 KESK’ê xwest kedkarên îxrackirî vegerin ser karê xwe
15:42 Hejmara 11’emîn a Kovara Zrîngê derket
15:19 Li Dersimê ‘qedexeya walitiyê’ hat şermezarkirin
14:58 Li Şirnexê sînevîzyona komploya 15’ê Sibatê hat nîşandan
14:51 Koordînasyona Girtîgeha Mêrsînê: Sepanên kêfî zêde bûne
14:36 Hevserokên Giştî yên HDP’ê: Em dest bi seferberiya edaletê dikin
14:30 Xwestin Dr. Gokalp serbest were berdan
14:21 ÎSÎG’ê rapora meha çile eşkere kir: 199 karkeran jiyana xwe ji dest dane
13:35 Zilamê Gonca Akbûlût qetil kir hat girtin