‘Deng bidin qîrîna li girtîgehan’

img

DERSIM - Bavê girtî Emre Can Demîr ê li dijî tecrîdê di greva birçîbûnê de ye Hasan Demîr bang li her kesî kir ku deng bidin qîrîna li girtîgehan.    

Tecîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan 21 sal in bênavber didomin û dikeve 22’yemîn. Li girtîgehan girtiyên ji doza PKK’ê û PAJK’ê bi armanca daxwaza rakirina tecrîda li ser Ocalan û bidawîkirina binpêkirinên mafan ên li girtîgehan ji 27’ê Mijdara 2020’an ve di greva birçîbûnê ya bêdawî û dorveger de ne. Greva birçîbûnê bi koma 15’emîn di roja 75’an de didome. Yek ji van girtiyên di greva birçîbûnê de ye jî Emre Can Demîr ê li Girtîgeha Eskîşehîrê ya Tîpa H dimîne ye. Demîr ji kanûna sala 2016’an ve girtî ye û 50 caran cezayê girankirî yê heta hetayê lê hatiye birîn. Demîr di sala 2018 û 2019’an de jî 106 roj di greva birçîbûnê ya li dijî tecrîdê da mabû. 
 
Bavê Demîr, Hasan Demîr diyar kir ku ew ê bi her awayî piştevaniya berxwedana zarokên xwe bikin û divê daxwazên tavilê werin cih. 
 
LI BER ÇAVÊN WÎ ÎŞKENCE DIKIN 
 
Demîr da zanîn ku ew û kurê xwe li Stenbolê di serdegirtina malê de tê binçavkirin wan dibin Antalyayê û li wir mehek îşkence li wan hatiye kirin û li ber çavê wî îşkence li kurê wî hatiye kirin. Demîr got ew piştî 4 mehan hatiye berdan û lê 50 cezayê girankirî yê heta hetayê li kurê wî hatiye birîn. 
 
PIŞTÎ GREVÊ SIRGÛN 
 
Demîr diyar kir ku di serdema Leyla Guven di sala 2018’an de dest bi greva birçîbûnê kiribû û heta 2019’an berdewam kiribû, kurê wî 106 rojan di greva birçîbûnê de maye û ji 60 kîloyî daketiye 35 kîloyî. Demîr anî ziman ku piştî greva birçîbûnê kurê wî ji Antalyayê sewqî Eskîşehîrê hatiye kirin.
 
‘TECRÎD DI NAVA TECRÎDÊ DE TÊ SEPANDIN’ 
 
Demîr anî ziman ku ji wê pêvajoya greva birçîbûnê ve heta niha dîsa li gel Ocalan hevdîtin nehatiye kirin û kurê wî jî hem li dijî tecrîdê û hem jî li dijî binpêkirinên mafan dîsa ketiye greva birçîbûnê. Demîr got zextên li ser girtiyan bandorek neyînî li ser malbatan jî dike û heke tecrîd û binpêkirinên mafan neyên bidawîkirin dê greva birçîbûnê dîsa veguhere rojiya mirinê. Demîr anî ziman ku wê wêneyek payîzê ji kurê xwe re şandiye û li gel kurê wî 5 caran daxwazname daye îdareyê jî radestî wî nekirine û ew çi dişînin tê astengkirin û got: “Ji sê rojan carek bi ser odeyên wan de digirin û zextan li wan dikin. Piştî vê greva birçîbûnê zext û binpêkirin zêde bûne. Tecrîd di hundirê tecrîdê de tê sepandin.”
 
‘LI GIRTÎGEHAN QÎRÎN BILIND DIBE’ 
 
Demîr destnîşan pêwîste tecrîda li ser Ocalan tavilê were rakirin, binpêkirinên mafan ên li girtîgehan werin bidawîkirin û wiha got: “Îqtîdar tenê ne li ser muxalîfan zextan dike, li ser girseya xwe jî zextan dike. Hevdîtina parêzer û malbatan û telefonan a li gel birêz Ocalan û girtiyên din temîn bikin. Dawî liv an zextên li ser civakê bînin. We di salên 90’î de însanan avêt bîrên asîtê, şewitand û îşkence li wan kir, lê we encam negirt. Heke kurikê me jiyana xwe ji dest bide jî wê zilma dewletê ji pey ên me re were gotin. Komkujiya li Dersimê hatiye kirin hêj di bîra me de ye. Me wan komkujiyan ji bîra nekiriye. Mirinê nespêrên zarokên siberoja me. Em ji zarokên xwe bi hêvî ne. Em piştevaniya berxwedana zarokên xwe dikin. Bila Wezareta Dadê, Serokkomarî, Meclîs, Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê, sazî û dezgeh hemû, rêxistinên demokratîk bila deng bidin vê qîrîna li girtîgehan. Li girtîgehan qîrîn bilind dibe.” 
 

Sernavên din

11/02/2021
09:18 Çalakiya grevê di roja 77'an de berdewam dike
09:15 Dayikên girtiyan: Em bi zarokên xwe re ne, wê bi ser bikevin
09:01 Bi roj etar e, bi şev nivîskar e
09:01 Nerazîbûna ji bo biryara derbarê Somayê de: Edaletê di bin hezazê de hiştin
09:01 Ji malbata Halît Oral piştgiriya ji bo girtiyan
09:01 Tê gotin ku serê Gokçe Kûrbanê hatiye jêkirin
09:01 Çawîşê ku zarokê 18 mehî kuşt, xwe avêt bextê 'komployê'
09:01 Rojnamevan: Gel bi fikrên Ocalan azad dibin
09:01 ‘Divê deriye aştiyê bi Îmraliyê bê vekirin’
09:01 Welatî ji fatureyên ceyranê yên hurgîlî di wan de tunene bi gazind in
09:01 Karataş ê hat berdan: Ne dozger bû qey te digot edîtor e
09:00 ROJEVA 11'Ê SIBATA 2021'AN
10/02/2021
23:54 Li Garê 2 esker mirin
20:49 Hejmara kesên ji ber Covîd-19'ê mirin bû 27 hezar û 93
17:35 Komeleya Aştiyê ya 10’ê Cotmehê hat damezrandin
16:53 Bayindir: Ev sedsal wê bibe sedsala gelê Kurd
16:09 Dr. Gokalp hat berdan
16:02 Bernameya kampanya ‘ji bo jinan edalet’ diyar bû
15:50 Ji Zanîngeha Galatasarayê piştevaniya ji bo Bogazîçiyê
15:49 Bi hezaran dar kirin qurbana înşaetê
15:29 Danişîna Dr. Gokalp dest pê kir
15:03 Meclîsa Jinan a HDP’ê kampanya ‘Ji bo Jinan Edalet’ da destpêkirin
14:08 Jinan bertek nîşanî astengiya polîsan da: Em ê ji bo girtiyan qîr bikin
13:54 5 xwendekar bi hinceta nivîsandinên li ser dîwaran hatin binçavkirin
13:34 Çalakiya akademîsyenên Bogazîçiyê didome
13:26 9 sal ceza li Hevseroka HDP’a Rezanê ya berê hat birîn
13:06 Wê jin di 5’ê adarê de li Kadikoyê bin
12:52 Meha 64’emîn a 10’ê Cotmehê: Me edalet nedît
12:11 Zema nan amedî bi hêrs kirin
12:11 Kerestecîoglû: Rejîma qeyûm pirsgirêka me hemûyan e
11:27 Girtiya nexweş Tenzîle Acar bi nexweşîna jana zirav ket
11:22 Li Geliyê Teyarê operasyona leşkeri dest pê kir
11:06 Piştî 20 salan DMME’yê Tirkiyeyê mehkûm kir
10:17 Hevşaredar 8 meh in di hefsa malê de ne: Li holê îdianame nîne
09:49 5 welatên YE’yê: Komîteya Destûra Bingehîn a Sûriyeyê bi ser neketiye
09:35 Koma 16'emîn çalakiya greva birçîbûnê dewr girt
09:10 Mehmet Ocalan: Gotin 'Em ê biqedînin, nehêlin', lê fikirên wî li seranserê cîhanê belav bûn
09:09 Dayikên Laçikspî: Divê deriyên Îmraliyê vebin
09:08 'Li Behra Reş zemîna cinayetê tê amadekirin'
09:07 Piştgiriya Neîll û Cox ji bo berxwedana Bogazîçiyê: Bi hêz û sebr bin
09:06 Tarim Orkam-Sen: Em dikarin 60 hezar darî bi xelasê bixin
09:06 Hunermend: Greva birçîbûnê têkoşîna rûmeta mirovahiyê ye
09:05 Diyanetê xwest, qeyûm jî qebûl kir: Wê bi 22 milyonan du qurs bên çêkirin
09:04 Çima Ocalan kirin armanc?
09:00 ROJEVA 10'Ê SIBATA 2021'AN
09/02/2021
19:20 98 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
18:29 Nûçegihanê me Karataş ji girtîgehê derket
16:57 Hiqûqnasan bertek nîşanî lêgerîna tazî dan
16:34 Danişîna zilamê faîlê îstîsmara zayendî hat taloqkirin
15:56 Birîna ciwanê ku eskeran ew birîndar kir giran e
15:38 Meclîs Jinan a HDP'ê li Şirnexê kampanya ‘Destpêkê Edalet’ da destpêkirin
15:15 11 sal şunde derbarê kuştina Mehmet Ûytûn ê 16 mehî de doz hat vekirin
14:43 BMG: Pergala qesrê her ku digevize têk diçe
14:23 Nûçegihanê me Dîndar Karataş hat berdan
14:15 Malbatê cenazeyê Leyla Kaya ji goristana Kilyosê wergirt
14:08 Polisan mudaxaleya bîranîna li Cizîrê kir
13:57 HDP dê li dijî tecrîdê li 3 bajaran meşê li dar bixe
13:53 Ji parêzerên Ocalan serlêdana hevdîtinê
13:33 ‘Daxwaza girtiyan daxwaza me ye’
13:09 Ji HDP’ê pêşniyarqanûna rakirina YOK’ê
13:01 Rojnamevan Kamer cara duyemîn hat beraetkirin
12:57 Bersûcê komkujiya Pirsûsê ‘peydakerê bombeya hatibû bikaranîn’ nas nekir
12:55 Akademîsyenên Bogazîçiyê carek din pişta xwe dan rektoriyê
11:47 Endamê meclîsa şaredariyê yê HDP’î hat binçavkirin
10:48 Malbata Arslan ji bo cenazeyê li Sûrê hat dîtin serî li dozgeriyê da
10:41 Jinên siyasetmedar: Li dijî tecrîdê têkoşîneke giştî şert e
10:27 Saziyên jinan ji aliyê zilaman ve tên birêvebirin!
10:25 7 girtiyan xwestin ji Girtîgeha Şirnexê biçin Îmraliyê
10:11 3 sal in Tirkiye rapora GREVÎO’yê wernagerîne
09:47 Dr. Gokalp, sibê derdikeve peşberî dadger
09:37 Di çalakiyên şermezarkirina Melîh Bulu de 563 xwendekar hatin binçavkirin
09:06 ‘Deng bidin qîrîna li girtîgehan’
09:06 Malbat: Em li cem xizmên xwe yên girtî ne
09:06 Navenda Hêvî ya Mexmûrê li benda alîkariyê ye
09:06 Hevserokê Şaxa SES'ê Guldîken: Li herêmê rêjeya derzîkirinê kêm e
09:06 Qeyûm di salekê de li heman cihî 3 caran dar çandine û rakirine
09:06 Cîgirê qeyûma careke din keça xwe kir karmend
09:06 Li Agiriyê kesên raya xwe dane AKP'ê: Savci golê avêt me
09:06 Kesê ku HDP û ÎHD'ê hedef nîşandabû, dozgeriyê ew parast
09:06 Bi beyanên 'şahidê nepen' îdianame hat amadekirin
09:06 Kelerima îsal bû para heywanan
09:00 ROJEVA 9'Ê SIBATA 2021'AN
08:18 Greva birçîbûnê di roja 75'emîn de ye
08:04 Girtî: Gardiyanan bi dijwarî êrîşî me kirin û serê min li erdê xistin
07:44 Nivîskara Evrenselê Ayşen Şahin piştî îfade da hat berdan
07:36 33 kesên li Kadikoyê hatibûn binçavkirin hatin berdan
08/02/2021
20:54 Îro 8 hezar û 103 kes bi Covîd-19'ê ketin
17:10 Dadgehê derbarê 29 siyasetmedaran de biryara dewama girtinê da
16:54 Meclîsa Jinan a KESK’a Amedê: Em ê qet serê xwe netewînin
16:32 Turk: Ji bo aştî û demokrasiyê Ocalan xwedî rolek girîng e
16:00 Daxuyaniya BMG’ê polîsan asteng kir
15:52 KESK’ê xwest kedkarên îxrackirî vegerin ser karê xwe
15:42 Hejmara 11’emîn a Kovara Zrîngê derket
15:19 Li Dersimê ‘qedexeya walitiyê’ hat şermezarkirin
14:58 Li Şirnexê sînevîzyona komploya 15’ê Sibatê hat nîşandan
14:51 Koordînasyona Girtîgeha Mêrsînê: Sepanên kêfî zêde bûne
14:36 Hevserokên Giştî yên HDP’ê: Em dest bi seferberiya edaletê dikin
14:30 Xwestin Dr. Gokalp serbest were berdan
14:21 ÎSÎG’ê rapora meha çile eşkere kir: 199 karkeran jiyana xwe ji dest dane
13:35 Zilamê Gonca Akbûlût qetil kir hat girtin