Çar hawirdorê Mexmûrê di bin dorpêçê de ye

img

NAVENDA NÛÇEYAN - Ambargoya PDK'ê ya li ser Kampa Mexmûrê sal û nîveke didome. Bi vê ambargoyê çar hawirdorê kampê hatiye dorpêçkirin. Berdevka Komîteya dîplomasiyê ya Kampa Mexmûrê Leyla Arzû Îlhan, diyar kir ku kamp bi xetere û talûkeyeke mezin re rû bi rû ye û ji bo vê bal kişand ser girîngiya yekîtiya neteweyî. 

Kampa Mexmûrê (Şehîd Rustem Cûdî) ku bi qasî 100 kîlomtereyan dûrî paytexta Herêma Kurdistana Federe Hewlê re ye û girêdayî bajarê Mûsilê ye, sal û 6 meh in bi ambargoyeke dijwar re rû bi rû ye. Li kampê kesên ji gundên Şirnex û Colemêrgê koç kirine dimînin. Di salên 1990'î de ji ber ku gelek gund hatin şewitandin û valakirin bi hezaran kes ji bêgavî koçî Herêma Kurdistana Federe kiribû. Kurdên ku koç kiribûn li herêma Nînova, Zelê, Bihêrê, Seranîş, Besivê, Etrûş û Navdarê bi derfetên xwe kamp ava kiribûn. Lê li van kampan jî ji zext û zoriyên Tirkiye, Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) û hikûmeta Iraqê xelas nebûn. Hikûmeta Iraqê xwestibû kurdan ji vê derê derxîne. Rayedarên Hewlêrê jî li Kurdistana Federe cih nedabûn wan. Herî dawî li Kampa Mexmûrê ya di bin kontrola Seddam Husên de bi cih bûbûn. Mexmûr, kampa 8'an a penaberên kurd e. Di sala 1998'an de hatiye avakirin û li dor 12 hezar kes li kampê dimînin. Ji roja ku kamp hatiey avakirin heya niha bi zext û zoriyên Tirkiyeyê re rû bi rû dimîne. 
 
PARALELA 36'AN HATIYE DAGIRKIRIN 
 
Berdevka Komîteya dîplomasiyê ya Kampa Mexmûrê Leyla Arzû Îlhan, bal kişand ser zext û zoriyên li ser kampê û anî ziman ku 2 sal in kamp hatiye dorpêçkirin.
 
Îlhan got: "Ji ber vê ambargo û dorpêçkirina ku bi fermana Tirkiyeyê û bi destê PDK'ê tê kirin, me bedêlên giran dan. Sedema van bedêlan jî dijminatiya PDK'ê ya li hemberî kurda ye. Gava mirov li hêzên ku şandine derdora kampê dinere, ev yek dibe cihê fikarên mezin. Niha jî li ser herêma me planên qirêj tên kirin. Nexasim jî derbarê paralela 36'an de ku Mexmûr, Mûsil, Kerkûk û Çiyayê Qereçoxê yê Bakur û RojhilatÊ Sûriyeyê di nav de ye, di warê çavkaniyên binerdî de pir dewlemend in. Ji ber ku li van herêman kaniyên petrol û gazê hene, bûne hedefa hêzên hegemonîk. Hêzên hegemonîk û xwecihî dixwazin petrola van deran ji bo berjewendiyên xwe bi kar bînin. Lewma ev pêvajo ji bo me gelê Mexmûrê cihê fikara ye." 
 
ÇAR HAWIRDORÊ WÊ HATIYE DORPÊÇKIRIN 
 
Îlhan, anî ziman ku çar hawirdorê kampê ji hêla eskerên hêzên cuda ve hatiye dorpêçkirin û got: "Li aliyekî pêşmergeyên PDK'ê hatine bicihkirin. Lê belê em nikarin ji vana re bibêjin pêşmergeyên PDK'ê. Ji lewra PDK bi fermana hin hêzên din hereket dike. Hêzên eskerî yên hikûmeta navendî ya Iraqê jî li aliyekî bi cih bûne. Her wiha li hêla din a kampê jî DAIŞ heye. DAIŞ'î bi awayekî aşkere tevdigerin. Gelek caran êrîş anîn ser kampê. Her wiha TSK'ê jî gelek caran ji hewayê de kampa me bombeberan kir. Me bedêlên vê jî bi giranî dan. Gelek welatiyên me jiyana xwe ji dest dan û di warê derûnî de bandor li me kir. Niha herêmê bi rewşeke pir xedar û talûke re rû bi rû ye. Armanca van hewldanan, ew e ku vîna me bişikînin. Lê belê divê hêzên hegemonîk jî jibîr nekin ku, ji bo ku em civakeke rêxistinbûyî ava bikin û biafirînin em 26 sal in têdikoşin. Lewma çi qas planên wan ên qirêj hene, dixwazin wan pêk bînin. Kampa Mexmûrê ji bo hêzên dagirker her tim bûye hedef." 
 
ERDOGAN HEDEFÊ NÎŞAN DIDE 
 
Îlhan, destnîşan kir ku ji ber polîtîkayên li herêmê tên meşandin Kampa Mexmûrê bi talûkeyeke mezin re rû bi rû ye û got: "Me bi çavên xwe dît ku bê pêşmergeyên Rojê çawa bi fermana Tirkiyeyê hereket dikin. Ev çete, niha li çiyayê li pişt kampê bi cih bûne. Ev jî dibe sedema talûkeyeke mezin. Her wiha Serokomarê Tirkiyeyê Tayyîp Erdogan li ber çavê hemû cîhanê kampa me kiriye hedef. Balafirên TSK'ê gelek caran kampa me bombebaran kirin. Hîn jî liv û tevgera wan a hewayî didome."
 
Îlhan, bilêv kir ku sê hêzan hawirdora wan dorpêç kiriye û got: "Ji van hêza yek jê jî nepaqij e." 
 
'EM BI HEV RE DIKARIN DORPÊÇÊ BIŞIKÎNIN' 
 
Îlhan, anî ziman ku 26 sal in di bin banê Neteweyên Yekbûyî de di weziyeta penaberên siyasî de ne û got: "Neteweyên Yekbûyî jî divê berpirsiyariyên xwe yên derbarê kampê de pêk bîne. Divê li vê derê destkeftiyên geleê kurd bên parastin. Lê belê niha tê xwestin ku vîna kampê bê şikandin. Her wiha hêzên hegemonîk dixwazin tevahiya Başûr dagir bikin. Gelê kurd divê vê yekê baş bibînin. Gelê başûr, partiyên siyasî û rêxistinên civaka sivîl divê vê yekê baş bibînin. Bi salan e ev plan tê bilêvkirin. Nexasim jî PDK, berjewendiyên xwe di ser berjewendiyên gelê kurd re dibîne. Polîtîkaya wan vê yekê nîşan dide." 
 
Leyla Arzû Îlhan, destnîşan kir ku divê kurd van tiştan bibînin û got: "Ji bo berjwendiyên kurdan divê em xetekê diyar bikin û li gor wê xetê tevbigerin. Em ê bi vî awayî hewldanên îxanetkaran pûç bikin. Niha hikûmeta navendî ya Iraqê dibêje ez ê herêma heya deriyê sînor ê Xebûrê dagir bikim. Gelê kurd divê bi awayekî topyekûn bitêkoşe û van planên qirêjî pûç bike. Em, ancax bi vî awayî dikarin destkeftiyên xwe biparêzin. Heger tevdîr bên girtin û em bi hev re bitêkoşin, em ê tenê ne talûkeya li ser Mexmûrê, em ê talûkeya li ser Başûr jî pûç bikin." 

Sernavên din

03/02/2021
11:40 Li Wanê 7 kes hatin girtin
11:36 Meclîsa Jinan a HDP'ê wê li qadan bin
Ji bo parastina jiyanê dê serhildanê mezin bikin
11:29 Malpera înternetê ya Gazete Alinterî hat astengkirin
11:28 Melîh Bûlû yê AKP’î: Nafikirim ku îstifa bikim
11:28 Qeyûm bi serokê AKP’ê re derket kontrolê
11:18 Koç: Destûra bingehîn a AKP-MHP’ê wê bi kêrî civakê neyê
10:13 Li Enqere 83 kesên binçavkirî hatin berdan
10:08 76 kesên li Kadikoyê hatibûn binçavkirin hatin berdan
10:04 Nameya rojnameger Ugur bi 'fikare' dîtin
09:39 'Yên ku dibêjin komplo bi ser ket bila li Rojava binêrin bes e’
09:38 OHD wê li dijî dirêjkirina ceza doz veke
09:09 Greva birçîbûnê di roja 69'an de dewam dike
09:08 Endamên Meclisa Ciwanan a HDP’ê Akdag û Ertaş hatin girtin
09:01 Piştî gaz biha bû, eleqeya ji bo sergîn û tepikan jî zêde bû
09:01 262 roj in ji bo karê xwe li ber xwe didin
09:01 Rêwiyên rêya di bin aşûtê de ma: Em xatir ji malê û hevalên xwe dixwazin...
09:01 Jinên ku tevli atolyeyên xweparastinê bûn: Em xwe bihêztir û ewletir hîs dikin
09:01 Çar hawirdorê Mexmûrê di bin dorpêçê de ye
09:01 Çalakiyên karkeran ên li çar hawidorê Tirkiyeyê belav bûne
09:00 ROJEVA 3'YÊ SIBATA 2021'AN
02/02/2021
23:49 Cezayê hepsa malê li 10 xwendekaran hat birîn
22:34 Xwendekaran li dijî êrîşên polîsan li ber xwe dan
19:59 Walîtiya Wanê dema qedexeya ji bo çalakiyan 15 rojên din jî taloq kir
19:42 120 kesên din jî mirin û 7 hezar û 795 kesên din jî pê ketin
19:26 Gelê Hol û Serêkaniyê li dijî êrîşen Tirkiye meşiyan
19:13 Di teqîna li Babê de herî kêm 2 kes mirin
17:36 Baş: Ev berxwedan dê pêşeroja welat diyar bike
16:58 13 girtiyên ku cezayê wan xelas bûne nayên berdan
16:54 Dozger ji Melek a parastina cewherî kir cezayê muebetê dixwaze
16:47 Dozger ji Melek a parastina cewherî kir re cezayê muebetê dixwaze
16:38 TJA’yê Vîyan Soran bi bîr anî
16:20 Başaran ji Wezîrê Dadê pirsî: Tecrîd li gorî we çiye?
16:19 Li Îzmîrê lehî rabû û welatiyekî jiyana xwe ji dest da
16:09 Qaymeqamê Kadikoyê heta 7 rojan çalakiyan qedexe kir
15:46 Xwendekarên jin tundiya polîsan vegot
15:23 Welatiyê deyndar hewl da xwe bikuje
15:10 JI Riha û Edeneyê bang kirin: Heke hûn reforman bixwazin divê hûn tecrîdê rakin
14:51 Piştevaniya ji bo Bogazîçî mezin dibe
14:25 Li dijî sirgun û îxracan sendîkayan dest bi meşa ber bi Enqereyê ve kirin
14:24 Akademîsyen û xwendekaran êriş û binçavkirin protesto kirin
14:09 Rêxistina Efûyê: Zeynep Celaliyan berdin
14:08 Li Edeneyê mireneke bi guman a jinekê
13:53 Xwendekarên hatin binçavkirin: Hûn nikarin serê me bitewînin
13:42 Teqandina boriya qenalîzasyonê kolanê wergerand golê
13:25 Midurê Karên Nivîsê yê ajansa me di danişîna ewil de beraet kir
13:15 Soylû careke din xwendekarên ku ji wan re gotibû “jirêderketî” hedef nîşan da
13:13 Doza Şahîn Oner 3 deqîqe berdewam kir
13:12 Parastvanên maf: Demildest xwendekaran berdan
12:14 Ne girtîgeh navenda îşkenceyê ye!
12:13 Polîsan di bin çavan de îşkence li xwendekarên Bogazîçî kirin
11:37 Jinên Belçîkayê dest bi grevê dikin
11:04 98 xwendekarên Bogazîçiyê hatin berdan
10:43 Li Edeneyê notirvanan zarokekî 17 salî derp kirin
10:09 Kesên li Îzmîrê hatibûn binçavkirin hatin berdan
10:08 DEDAŞ’ê saetên ceryanê derxist ser dîrekan: Talûke mezin e
09:56 Greva birçîbûnê di roja 68'an de dewam dike
09:23 Dayika Aktaş: Dixwazim kurê xwe bibînim
09:01 ‘Çavkaniyên gel pêşkêşî hin kesan dikin'
09:01 Malbata Bîrdalê ku 142 rojan di greva birçîbûnê de ma: Bibin dengê grevên birçîbûnê
09:01 Armanca girtina Ayşe Gokkan pêşîlêgirtina tevgera jinê ye
09:01 Ji ber qedexekirina zozanan rêya wan 10 qat dirêj dibe
09:01 Îdianameya derbarê nûçegihanê me Aslan de hat amadekirin
09:00 ROJEVA 2'YÊ SIBATA 2021'Ê
00:11 Xwendekarên Bogazîçî li dijî qeyûm li ber xwe dan
Polîs ketin zanîngehê û 159 xwendekar binçav kirin
01/02/2021
23:51 Li Amedê bijîşkek ji ber Covîd-19'ê jiyana xwe ji dest da
21:17 124 kesên din jî ji ber şewba Covîd-19'ê mirin
18:59 Aramê kurmanciya 'Dewran' û 'Leylan' a Demîrtaş çap kir
18:16 Xwendekarên Bogazîçî li dijî Rektorê Qeyûm têdikoşin
Polîsan nêzî 100 xwendekar binçav kirin
18:09 Ji bo çalakiya greva birçîbûnê meşiyan
17:03 Li Êlihê 6 zarok hatin berdan
16:12 Jina ku mîksera betonê wê eciqand jiyana xwe ji dest da
16:11 Hêzên Têkoşîna Yekgirtî starta xebatên xwe dan
16:01 Ji HDP’ê serdana Serokê Meclîsê: Me jê xwest ku piştevaniya siyaseta demokratîk bike
15:08 Pêkhateyên Ked û Demokrasiyê xwest sendîka têkevin tevgerê
14:32 Li Çewlikê jinekê bi aweyekî guman jiyana xwe ji dest da
14:28 VAOB: Zagona qeyûman darbeya demokrasiyê ye
14:22 Doza siyasetmedarên jin ji ber mutaleyê taloq bû
14:09 Wê li Îzmîrê erdhej berdewam bikin
13:56 Karker ji bo mafê xwe 15 roj in li ber xwe didin
12:59 Dadgehê bi biryara 'taybet' Ayşe Gokkan girt
12:54 Ji bo zimanê kurdî daxwaza statûya fermî
12:43 Guzel avahiya li ser hemama dîrokî tê lêkirin bir rojeva meclisê
12:33 Li Îzmîrê bi pîleya 5.2 erdhej çêbû
12:25 DMME’yê ji Tirkiyê parastina Demîrtaş xwest
12:18 Haber-Sen û BTS bi pênç milan ve dê bimeşin Enqereyê
12:03 Dadgehê 4 sal ceza li nûçegîhanê me Sayilgan birî
11:47 Platforma Jinên Kurd ên Yekgirtî: Em li cem Ayşe Gokkan in
11:40 'Tirkiye ji bo êrişî Şengal û Dêrikê bike dîplomasî dimeşîne’
10:51 Kesek li Wanê hat girtin
10:21 Silavkirina Taşdemîr a Guven sûc hat hesibandin
09:56 Li Egeyê 3 caran li dû hev erd hejiya
09:47 Li Myanmarê darbeya leşkerî pêk hat
09:33 Hejmara meha Sibatê ya Newaya Jin derket
09:20 Greva birçîbûnê di roja 67'an de dewam dike
09:11 Berdana girtiyan li gorî kêfa girtîgehan ma ye
09:10 Girtiyan li ser hev ceza dikin
09:07 Serokê MHP’î xurdeyê bi 200 hezarî dizî, lê bi du yewmiyan ser bûyerê girtin
09:07 Niştecihên TOKI’yê ji neçarî kuleka sobê di xaniyên xwe de vekirin
09:06 Dayika girtî Arat: Çav û guhên xwe negirin
09:00 ROJEVA 1'SIBATA 2021'AN