MÛŞ - Dadgehê 4 sal cezayê hepsê li nûçegîhanê Ajansa me ya Mezopotamya (MA) Îdrîs Sayilgan birî.
Danişîna doza Nûçegîhanên Ajansa me ya Mezopotamya (MA) Îdris Sayilgan, li 2'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Muşê hat dîtin. Danişîna biryarê ya bi îdeaya “Bi awayekî bê navber propaganda rêxistinê kiriye" pêk hat. Heyeta dadgehê der barê Sayilgan de bi sucdariya "propaganda rêxistinê kiriye" 4 sal ceza birî.