Sariyildiz: Ji bo şikandina tecrîdê divê em ên derve daxilî nav berxwedanê bibin

  • rojane
  • 09:19 30 Çile 2021
  • |
img

STENBOL - Parlementerê HDP'ê yê berê Faysal Sariyildiz ku di sala 2012'an de li girtîgehê li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ketibû greva birçîbûnê, ji bo çalakiyên greva birçîbûnê yên niha bi heman daxwazê hatine destpêkirin got: "Ji bo li zindanan kes jiyana xwe ji dest nede û texrîbat çênebin, em ên derve divê daxilî nav vê berxwedanê bibin." 

Çalakiyên greva birçîbûnê yên bêdem û dorveger ku li girtîgehan li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hatine destpêkirin, ji 27'ê Mijdara 2020'an heya niha didomin. 
 
Parlementerê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ê berê Faysal Sariyildiz ku di 12'ê Îlona 2012'an de di nav çalakiya greva birçîbûnê ya li girtîgehan de cih girtibû, polîtîkaya tecrîdê û çalakiyên greva birçîbûnê yên niha nirxandin. 
 
‘PÊŞÎ LI BER RÛXANDINÊ GIRT' 
 
Sariyildiz, anî ziman ku Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bandora xwe ya li ser civaka kurd di demên krîtîk de bi kar aniye û bi hin mudaxileyan pêşî li ber karesatên mezin girtiye û yek ji van demên krîtîk jî sala 2012'an bûye. Sariyildiz, anî ziman ku di sala 2012'an de tecrîda li ser Ocalan pir hatibû girankirin û got: "Di serî de li Bêşebab û Şemzînan, li gelek deveran şerên dijwar diqewimîn. Di vê serdemê de, di 12'ê Îlona 2012'an de, li girtîgehan bi hezaran girtî dest bi greva birçîbûnê kirin. Daxwaza wan a sereke tenduristî, ewleyî û şert û mercên azad ên Ocalan û rakirina astengiyên li ber zimanê zikmakî bûn. Ev greva birçîbûnê di roja 67'an de bi bangawaziya Ocalan bi dawî bû." 
 
‘HEGER DEWLET SAMÎMÎ BÛNA...' 
 
Sariyildiz, bilêv kir ku di serdemeke werê krîtîk de di roja 20'emîn a çalakiyê de tevli greva birçîbûnê bûye û got: "Birêz Ocalan, di dema herî krîtîk de mudaxileyî pêvajoyê kir. Grevên birçîbûnê bi destkeftiyan bi dawî bû. Girtiyên siyasî li dadgehan bi zimanê zikmakî parêziya xwe kirin. Hevdîtin bi Ocalan re çêbûn û deriyên Îmraliyê hatin vekirin. Ocalan bi mudaxilekirina xwe, pêşî li ber şerekî girt ku kesî nizanibû dê dawiya wê çi be. Dewlet jî her ku ditengije diçe li deriyê Birêz Ocalan dixe. Lê heger ji bo aştî û demokratîkbûyîneke mayinde bi samîmî biçûna cem Birê Ocalan, niha em ne di vê rewşa giran de bûn. Dê 80 milyon mirovên li Tirkiyeyê de rewşeke pir cuda de bûna." 
 
DU RASTIYÊN KU DEWLET HAY JI WAN HEYE! 
 
Sariyildiz, destnîşan kir ku di 22 salên girtina Ocalan de dewlet bi awayekî zelal du rastî dîtine û got: "Yek; dîtiye ku nikare bandora Birêz Ocalan a li ser gelê kurd bişikîne. A dudoyan jî gava hevdîtinek bi Birêz Ocalan re çêbibe, di şert û mercên herî zehmet de jî berê tevgera siyasî ya kurd ber bi destkeftiyan ve hêl dike. Dewletê piştî nameya Birêz Ocalan a di 2013'an de li Newroza Amedê hat xwendin, xwestibû tevgera siyasî ya kurd birizîne û belav bike. Lê belê heger rêya hevdîtinê û pêwendîdanînê ya bi Birêz Ocalan nehatana girtin dê pêşî li ber şerekî mezin bihata girtin û wê derfetên demokratîk heta dawiyê bihatana bikaranîn. Dê civak li dor feraseteke nû xwe birêxistin bikirana û wê di şoreşa hişmendiyî de jiyana xwe li dor organîzmayeke zindî bidomanda. Lê di sala 2015'an de îqtidara siyasî ya bi kodên netew-dewleta sed salî tevdigere ferq kir ku dixafile û cardin berê xwe da konsepta şerî. Ew konsept hîn jî didome." 
 
REÇETEYA OCALAN 
 
Sariyildiz, anî ziman ku li dijî tecrîda li ser Ocalan her tim têkoşîne heye û di dawiya vê têkoşînê de deriyên Îmraliyê tên vekirin û got: "Lê belê tecrîda ku niha tê kirin ji ya her wextî girantir û talûketir e. Ji lewra tecrîda tê kirin, tecrîda tifaqa AKP, MHP û Ergeneokê ye. Aloziya niha rû daye ji ya her wextî kûrtir e. Tirkiyeyê ji cîhanê îzole kiriye. Tirkiye, ji bo pergala cîhanê bûye welatekî talûke. Birêz Ocalan, ev roj didîtin. Di vî warî de dewletê hişyar kiribû. Heger reçeteya ku Birêz Ocalan pêşniyazî dewletê kiribû pêk bihata, niha dê atmosfereke pir cuda hebûna." 
 
BERXWEDAN Û HEVPARΠ
 
Sariyildiz, bal kişand ser kampanyayaên ku li Ewropa û Tirkiyeyê li dijî tecrîdê hatine destpêkirin jî. Sariyildiz, bilêv kir divê her kes daxilî nav van kampnayayan bibe û got: "Wekî gelek kampanyayan, ê ku pêşengiya vê kampnayayê dike cardin girtîgeh in. Ên girtî bi berxwedana zindanê ya 40 salan îspat kirine ku şert û merc çi bin jî dê bi ser bikevin. Niha jî li ber xwe didin. Lê şert û mercên wan ji yên her wextî girantir in. Ji lewra faşîzm herî zêde tahdeyê li zindanan dike." 
 
Sariyildiz got: "Ji bo li zindanan kes jiyana xwe ji dest nede û texrîbat çênebin, em ên derve divê daxilî nav vê berxwedanê bibin. Heger li derve bi awayeî xurt deng li dengê wan bê zêdekirin, dê tecrîda li ser Birêz Ocalan bê şikandin û wê ev yek bibe cihê pêvajoyeke nû." 
 
MA / Erdogan Alayûmat
 

Sernavên din

31/01/2021
20:30 128 kesan jiyana xwe ji dest dan
20:19 Li Îranê bi pileya 4.9 erd hejiya
20:09 Li Ezaz û Babê du teqînên mezin rû dan
16:43 Dadger biryara girtina Hevserokê HDP'a Esenyurtê da
15:50 Tirkiye û Sûriye herêma Şehba û Hesekê bombe dikin
15:17 40 rêxistinên civakî: Em bi hevre Şengal û Rojava biparêzin
14:56 Çîçek: Divê guh bidin biryara DMME' ya ji bo Demirtaş
13:04 Cara yekem e jinek bû cîgira Waliyê Silêmaniyê
12:39 Bê hincet 2'emîn Serokê TTB'ê ji payvirê girtin
12:15 TÎHV'ê ji bo bo doza Ozgur Gundemê bang kir
11:42 Hevserokên HDP'ê yên Esenyurtê sewqî edliyê kirin
11:14 Oldar û Serokeşîrên Şengalê bang kirin: Li dijî dagirkeriya Tirkiyeyê rabin
10:40 Hêjmara Nû ya Kovara Modernîteya Demokratîk derket
09:32 Girtî li dijî tecrîdê 66 roj in li ber xwe didin
09:14 Kesên Çaprazê birîndar kirin dê cardin bên lêpirsînkirin
09:13 'Bibin dengê girtiyên berxwedêr'
09:11 Taşdemîr: Heta tecrîdkirina civakê neyê şikandin pirsgirêk dê bidome
09:09 Karkerên Mîgrosê: Dengê me bibihîsin
09:08 3 sal in tenê di hucreyê de ye
09:04 81 salî ye, 26 sal in girtiye
09:01 Berf bû xêliya dîrokê
09:00 ROJEVA 31'Ê ÇILEYA 2021'AN
08:38 Dadgehê 2 xwendekarên Zanîngeha Bogazîçî girt
30/01/2021
21:41 Yekem kovara wêneromanî ya zarokan a kurdî GOG derket
20:33 129 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
18:45 RMM'ê sûcên Tirkiye yê li Efrînê aşkere kir
Zêdetirî 300 hezar darên zeytûnan birîn
Talankirin, tecawiz kuştin didome
16:23 Li Efrînê teqîneke mezin çêbû
16:22 ‘Girtiyê nexweş Kocaturk nayê tedawîkirin’
15:54 Ji ber temen û nexweşiyên wî berdana Altinmakas hat xwestin
15:31 Karaman a bi koronayê ket hat girtin
15:17 Zaroka ku kekê wê tecawizî wê kir pitik welidand
14:59 Gelê Şengalê 2 meh in di nobetê de ne
14:52 Li Êlihê 3 welatî hatin berdan
13:54 Li daristanê du kes qerisî hatin dîtin
13:43 Dayikên Şemiyê: Kujerên Taniş û Denîz diyar in
13:12 Ji bo girtiyê nexweş Kiliç banga lezgîn a tehliyeyê kirin
12:55 Li Samsûnê karkerekî jiyana xwe ji dest da
12:33 Ji xwendekarên Bogazîçiyê yek hat berdan
12:31 Li bendê ye li herêmê berf bibare
12:30 27 sal in agahî ji Taşdemîr nayê girtin
11:45 Dozger li wekîlên tev li meşê bûn lêpirsîn vekir
10:56 Parêzerên Ayşe Gokkan: Dixwazin dîl bigirin
09:35 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 65’emîn de didome
09:19 Sariyildiz: Ji bo şikandina tecrîdê divê em ên derve daxilî nav berxwedanê bibin
09:18 Qeyûm cerdevan kirine ajovanê mînîbusên şaredariyê
09:18 ‘Em ê têkoşîna Leyla Guven û Ayşe Gokkan ji cihê mayî bidomînin'
09:17 Xwendekar dixwazin deynê krediyê yê KYK'ê bên xerakirin
09:16 Sûcdar û parêzerê wan bi mirinê gef li parêzer xwarin
09:16 ''Ên din' divê ji bo pêşeroja xwe mil bidin milê hev du û têbikoşin'
09:15 Heya ku tecrîd hebe dê grev jî hebe
09:13 Tê gotin dê cihê Termînala Otobêsan a Amedê bê guherandin
09:00 ROJEVA 30'YÊ ÇILEYA 2021'AN
29/01/2021
22:10 Li Geverê li depoyekê 2 cenaze hatin dîtin
20:15 Li Colemêrgê dema qedexeya ji bo çalakiyan 15 rojên din jî hat taloqkirin
19:55 Hejmara kesên ji ber Covîd-19'ê mirin bû 25 hezar û 736
19:51 Di meşa yekîtiya neteweyî de 23 kes hatin binçavkirin
17:47 Rojnamevanê girtî Ûgûr: Ji ber xwarinê jehrî bûm
16:38 Daxwaza yekîtiya neteweyî û rakirina tecrîdê guh neda astengiya polîsan
16:34 Ciwanan li Okmeydaniyê ji bo grevên birçîbûnê nivîs nivîsandin
16:18 Li Dersimê rêya du hereman hat girtin
15:48 Li Dîlokî jinek hat kuştin
15:29 ÎHD: 658 mafên penaberan îhlal kirin
15:01 Rêxistinên demokratîk bi hev re ji bo greva birçîbûnê bang kirin
14:47 Dozger rojên binçavkirina 8 ciwanên HDP’î dirêj kir
14:26 Malbatê 5 meh şûnde cenazeyê Acar ê HPG’î defin kirin
14:04 Nûner ji bo Yekîtiya Neteweyiya Kurd meşiyan
14:01 Kedkarên tenduristiyê daxwazên xwe eşkere kirin
13:44 Tacîza li navenda etûdê: Bersûc cara duyemîne dike
13:28 Dozger di doza Berkîn Elvan de biryara xwe da
12:29 Li Wanê 6 kes hatin binçavkirin
12:24 Malbat ji bo Îmraliyê serlêdan kirin
11:53 Endamê Meclîsa Şaredariya HDP’ê Akdogan beraet kir
11:33 Dayika ku 8 sal in lawê xwe nabîne: Li dijî vê zilmê derkevin
11:30 Gunay: Ji bo pejirandina daxwazên girtiyan em ê têkoşîna xwe bilind bikin
10:03 Dê 60 hezar dar bikin qurbana senayiyê
09:31 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 64’emîn de didome
09:30 Qeyûm vê carê jî mizgeft û dibistan firotin
09:09 Turkdogan: JÎTEM bi ser neket, hûn ê jî bi ser nekevin
09:09 Dixwazin şevnişînên di nav avahiyan de asê mane xera bikin!
09:09 Li Colemêrgê li her saziyê herî kêm Gur'ek heye!
09:09 Karkerên ku di seqemê de dişixulin: Em nîvtêr in
09:09 Ûgûrlû: Ocalan pêşengê jiyana nû ye
09:09 Girtiyê li dijî lêferzkirina sîxurtiyê derket di greva birçîbûnê de ye
09:09 Xizma 6 girtiyan: Bila daxwazên wan bên qebûlkirin
09:08 Hasass ê 132 rojan di grevê de ma bû: Ji çalakiyên din cudatire
09:08 Li gorî Wezîrê Edaletê ‘tecrîd û îzolasyon’ tune ye
09:08 Bavê girtî: Tevahiya welat di bin tecrîdê de ye
09:08 Dengê êş, berxwedan û evînê: Cemalê Mihê
09:00 ROJEVA 29'Ê ÇILEYA 2021'AN
28/01/2021
20:52 129 kesên din jî ji ber şewba Covîd-19'ê mirin
19:33 Malbatê cenazeyê Acar wergirt
17:55 Barîkata polîsan nekarî pêşî li ber xebatên 'yekîtiya neteweyî' bigire
16:42 Têkildarî şerê du malbatan 13 kes hatin binçavkirin
16:27 Hevşaredarê berê yê Sûrê dikeve greva birçîbûnê
16:06 Danişîna serokên berê yên HDP’ê û BDP’ê hat dîtin
15:44 HDP’a Dersimê: Bila daxwazên girtiyan werin pejirandin
15:40 Ji parêzerên Ocalan serlêdana hevdîtinê
15:33 Komkujiya Roboskê di meha 109’emîn de ye
15:08 Berdevka TJA'yê Ayşe Gokkan hat girtin
15:01 Berteka li dijî biryara girtina Gokkan: Wê têkoşîna jinan qezenc bike