Turkdogan: JÎTEM bi ser neket, hûn ê jî bi ser nekevin

  • rojane
  • 09:09 29 Çile 2021
  • |
img

ENQERE - Hevserokê Giştî yê ÎHD'ê Ozturk Turkdogan, anî ziman ku ji ber ku di 4 salên dawî de polîtîkayên bêcezatiyê zêde bûne mirov tên revandin û got: "JÎTEM bi ser neket, hûn ê jî bi ser nekevin." 

Di 20'ê Çileyê de li Başakşehîrê ya Stenbolê karkerê ceryanê Gokhan Guneş hatibû revandin û 5 rojan hatibû îşkencekirin. Lê belê 542 roj in xeber ji Yûsûf Bîlgeyê ku tê îdiakirin li Enqereyê hatiye revandin û 31 roj in jî xeber ji Huseyîn Galîp Kuçukozyîgît nayê girtin.
 
Keça Kuçukozyîgît Nûrsena Kuçukozyîgît, anî ziman ku herî dawî di 29'ê Kanûnê de bi telefonê bi bavê xwe re axiviye û ji wê çaxê heya niha tu xeber ji bavê xwe negirtiye û ji wê rojê ve telefona bavê wê girtiye. Kuçukozyîgît, diyar kir ku di 31'ê Kanûnê de çûye Qereqola Bekirpaşa ya Kocaeliyê û dû re jî serî li navenda Ragihandinê ya Serokomartiyê (CÎMER) daye. 
 
Kuçukozyîgît, diyar kir ku piştî ku rayedara guh nedanê ji bo delîlan ji Kocaeliyê hatiye Enqereyê û got: "Min dîmenên apardûmanê bi dest xistin. Min di dîmenan de dît, sê kes bavê min dişopînin. Dû re polîs îfadenî li hev dernayên dan. Bi kîjan polîsî re axivîm, tiştên cuda gotin. Lê îdiayek jî nehat lêkolînkirin." 
 
Kuçukozyîgît, bilêv kir ku di 15'ê Çileyê de dozgerê dosyeyê hatiye tayinkirin û dozger hîn pêwendî bi wan re daneniye. Kuçukozyîgît got: "Li Enqere û Stenbolê li her kuçeyê kamera hene. Gava li nav kuçeyê yek bê revandin, ne malbat divê peywirdar wan bibînin." Kuçukozyîgît, diyar kir ku mehek derbas bûye lê belê hîn jî saziyên têkildar tiştek nekirine û got: "Malbata Gokhan Guneş, bi derfetên xwe dîmen dîtin û bi ser bûyerê de çûn. Ez wisa difikirim ku bavê min jî wekî Gokhan Guneş hatiye îşkencekirin. Mirovek 30 roj in nayê dîtin. Ev nayê qebûlkirin. Nizanim niha çi hatiye serê bavê min. Lê belê tiştên ez dijîm eynî îşkence ye." 
 
‘EM Ê SERÎ LI DMME'YÊ BIDIN' 
 
Kuçukozyîgît, destnîşan kir ku ew ê heta dawiyê bitêkoşin û got: "Me serî li Dadgeha Qanûna Bingehîn da. Dû re heke bivê em ê serî li Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) bidin. Me dengê xwe bi rêya medyaya sosyal ragihand. Mirovan piştgiriya me kir. ev girîng e. Dibe ku sibê hin kesên din jî bên revandin. Lewma divê mirov li hev kom bibin. Di vê sedsalê de li nêv kuçeyê mirov tên revandin. Ev tiştekî êşbar e." 
 
‘ÇETEYÊN DI NAV DEWLETÊ DE' 
 
Hevserokê Giştî yê Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) Ozturk Turkdogan, anî ziman ku bi Rewşa Awarte ya piştî hewldana darbeyê ya 15'ê Trmehê hat îlankirin re bûyerên revandin û windakirinê zêde bûne. Turkdogan, tiştên piştî Rewş Awarte qewimîne şibandin tiştên di salên 1990'î de li bajarên herêmê qewimîne. 
 
Turkdogan, anî ziman ku taybetmendiya aşkere ya salên 1990'î ew bû ku dewlet derî qanûnan tevdigeriya û got: "Nexasim jî dewlet di 1993-1996'an de veguherîbû çeteyekê. Heger dewlet veguhere çeteyan li wir qanûn, hiqûq û darizandin tune ye. Kî xurt be ew xwedîgotin e. Mixabin di salên 1990'î de ev tişt qewimîn. Çeteyên di nav dewletê de çalak bûn. Navê JÎTEM, kontr-gerîlla, hîzbî-kontra li xwe kirin." 
 
'QANÛN TUNE YE' 
 
Turkdogan, bibîr xist ku piştî ku di 24'ê Tîrmeha 2015'an de şerê çekdarî cardin dest pê kiriye, cardin konsepta ewlehiyê ketiye dewrê û bi vê re gelek sazî derî qanûnan hereket kirine. 
 
TRANSPORTERÊN REŞ 
 
Turkdogan, tiştên diqewimin wekî bêcezatiyê pênase kir û ji bo bêcezatiyê jî got: "Polîtîkayeke dewletê ye." 
 
Turkdogan, bilêv kir ku heger li cihekî bêcezatî hebe, ne mimkun e ku mirov behsa mekanîzmaya kotrolê bike. Turkdogan ji bo vê jî destnîşan kir ku Komîsyona Mafên Mirovan a Meclîsê, Komîsyona Îstixbarat û Ewlehiyê ya Meclîsê û Desteya Mafên Mirovan û Wekheviyê ya Tirkiyeyê hatine betalkirin. 
 
Turkdogan, anî ziman ku piştî mekanîzmayên kontrolkirinê hatine betalkirin, "liv û tevgerên kêfî" dest pê kirine û got: "Li van qadên kêfî jî ku berê bi torosên spî, niha jî bi transporterên reş li nêv kuçeyan mirovan direvînin. Mirovan îşkence dikin. Wan direvînin piştî çend mehan wan berdidin. Îşkencexaneyên veşarî hene. Çi ferqa vê ji Gûantanamoyê heye?" 
 
‘HELWEST DIVÊ'
 
Turkdogan, bibîr xist ku kesên ku Gokhan Guneş revandine jê re gotine "em kesên ku nayên dîtin" in û got: "Ev binpêkirin êdî 'nedîbar' in. Tên dîtin. JÎTEM bi ser neket, hûn ê jî bi ser nekevin. Em bang li van kesan dikin; qet nebêjin qey em di salên 90'î de ne. Hûn ê bi rihetî bên tespîtkirin. Di îşkenceyê de demborî tune ye. Di rojên pş de teqez hûn ê werin darizandin. Hema qet pişta xwe nedin hin kesan. Kesên îşkenceyê dikin tenê ne li hemberî kesê ku îşkence dikin, li hemberî mirovahiyê sûc dikin. Divê haya wan ji vî tiştî hebe. Li dijî vê bêhiqûqîtiyê divê her kes li refê azadiyan cih bigire û helwesta xwe nîşan bide. Ez çapemeniya alîgêr a ku xwe li nedîtinê datîne şermezar dikim. Em ê vê bêdengiya wan bînin bîra wan." 
 
MA / Emrûllah Acar

Sernavên din

31/01/2021
20:30 128 kesan jiyana xwe ji dest dan
20:19 Li Îranê bi pileya 4.9 erd hejiya
20:09 Li Ezaz û Babê du teqînên mezin rû dan
16:43 Dadger biryara girtina Hevserokê HDP'a Esenyurtê da
15:50 Tirkiye û Sûriye herêma Şehba û Hesekê bombe dikin
15:17 40 rêxistinên civakî: Em bi hevre Şengal û Rojava biparêzin
14:56 Çîçek: Divê guh bidin biryara DMME' ya ji bo Demirtaş
13:04 Cara yekem e jinek bû cîgira Waliyê Silêmaniyê
12:39 Bê hincet 2'emîn Serokê TTB'ê ji payvirê girtin
12:15 TÎHV'ê ji bo bo doza Ozgur Gundemê bang kir
11:42 Hevserokên HDP'ê yên Esenyurtê sewqî edliyê kirin
11:14 Oldar û Serokeşîrên Şengalê bang kirin: Li dijî dagirkeriya Tirkiyeyê rabin
10:40 Hêjmara Nû ya Kovara Modernîteya Demokratîk derket
09:32 Girtî li dijî tecrîdê 66 roj in li ber xwe didin
09:14 Kesên Çaprazê birîndar kirin dê cardin bên lêpirsînkirin
09:13 'Bibin dengê girtiyên berxwedêr'
09:11 Taşdemîr: Heta tecrîdkirina civakê neyê şikandin pirsgirêk dê bidome
09:09 Karkerên Mîgrosê: Dengê me bibihîsin
09:08 3 sal in tenê di hucreyê de ye
09:04 81 salî ye, 26 sal in girtiye
09:01 Berf bû xêliya dîrokê
09:00 ROJEVA 31'Ê ÇILEYA 2021'AN
08:38 Dadgehê 2 xwendekarên Zanîngeha Bogazîçî girt
30/01/2021
21:41 Yekem kovara wêneromanî ya zarokan a kurdî GOG derket
20:33 129 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
18:45 RMM'ê sûcên Tirkiye yê li Efrînê aşkere kir
Zêdetirî 300 hezar darên zeytûnan birîn
Talankirin, tecawiz kuştin didome
16:23 Li Efrînê teqîneke mezin çêbû
16:22 ‘Girtiyê nexweş Kocaturk nayê tedawîkirin’
15:54 Ji ber temen û nexweşiyên wî berdana Altinmakas hat xwestin
15:31 Karaman a bi koronayê ket hat girtin
15:17 Zaroka ku kekê wê tecawizî wê kir pitik welidand
14:59 Gelê Şengalê 2 meh in di nobetê de ne
14:52 Li Êlihê 3 welatî hatin berdan
13:54 Li daristanê du kes qerisî hatin dîtin
13:43 Dayikên Şemiyê: Kujerên Taniş û Denîz diyar in
13:12 Ji bo girtiyê nexweş Kiliç banga lezgîn a tehliyeyê kirin
12:55 Li Samsûnê karkerekî jiyana xwe ji dest da
12:33 Ji xwendekarên Bogazîçiyê yek hat berdan
12:31 Li bendê ye li herêmê berf bibare
12:30 27 sal in agahî ji Taşdemîr nayê girtin
11:45 Dozger li wekîlên tev li meşê bûn lêpirsîn vekir
10:56 Parêzerên Ayşe Gokkan: Dixwazin dîl bigirin
09:35 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 65’emîn de didome
09:19 Sariyildiz: Ji bo şikandina tecrîdê divê em ên derve daxilî nav berxwedanê bibin
09:18 Qeyûm cerdevan kirine ajovanê mînîbusên şaredariyê
09:18 ‘Em ê têkoşîna Leyla Guven û Ayşe Gokkan ji cihê mayî bidomînin'
09:17 Xwendekar dixwazin deynê krediyê yê KYK'ê bên xerakirin
09:16 Sûcdar û parêzerê wan bi mirinê gef li parêzer xwarin
09:16 ''Ên din' divê ji bo pêşeroja xwe mil bidin milê hev du û têbikoşin'
09:15 Heya ku tecrîd hebe dê grev jî hebe
09:13 Tê gotin dê cihê Termînala Otobêsan a Amedê bê guherandin
09:00 ROJEVA 30'YÊ ÇILEYA 2021'AN
29/01/2021
22:10 Li Geverê li depoyekê 2 cenaze hatin dîtin
20:15 Li Colemêrgê dema qedexeya ji bo çalakiyan 15 rojên din jî hat taloqkirin
19:55 Hejmara kesên ji ber Covîd-19'ê mirin bû 25 hezar û 736
19:51 Di meşa yekîtiya neteweyî de 23 kes hatin binçavkirin
17:47 Rojnamevanê girtî Ûgûr: Ji ber xwarinê jehrî bûm
16:38 Daxwaza yekîtiya neteweyî û rakirina tecrîdê guh neda astengiya polîsan
16:34 Ciwanan li Okmeydaniyê ji bo grevên birçîbûnê nivîs nivîsandin
16:18 Li Dersimê rêya du hereman hat girtin
15:48 Li Dîlokî jinek hat kuştin
15:29 ÎHD: 658 mafên penaberan îhlal kirin
15:01 Rêxistinên demokratîk bi hev re ji bo greva birçîbûnê bang kirin
14:47 Dozger rojên binçavkirina 8 ciwanên HDP’î dirêj kir
14:26 Malbatê 5 meh şûnde cenazeyê Acar ê HPG’î defin kirin
14:04 Nûner ji bo Yekîtiya Neteweyiya Kurd meşiyan
14:01 Kedkarên tenduristiyê daxwazên xwe eşkere kirin
13:44 Tacîza li navenda etûdê: Bersûc cara duyemîne dike
13:28 Dozger di doza Berkîn Elvan de biryara xwe da
12:29 Li Wanê 6 kes hatin binçavkirin
12:24 Malbat ji bo Îmraliyê serlêdan kirin
11:53 Endamê Meclîsa Şaredariya HDP’ê Akdogan beraet kir
11:33 Dayika ku 8 sal in lawê xwe nabîne: Li dijî vê zilmê derkevin
11:30 Gunay: Ji bo pejirandina daxwazên girtiyan em ê têkoşîna xwe bilind bikin
10:03 Dê 60 hezar dar bikin qurbana senayiyê
09:31 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 64’emîn de didome
09:30 Qeyûm vê carê jî mizgeft û dibistan firotin
09:09 Turkdogan: JÎTEM bi ser neket, hûn ê jî bi ser nekevin
09:09 Dixwazin şevnişînên di nav avahiyan de asê mane xera bikin!
09:09 Li Colemêrgê li her saziyê herî kêm Gur'ek heye!
09:09 Karkerên ku di seqemê de dişixulin: Em nîvtêr in
09:09 Ûgûrlû: Ocalan pêşengê jiyana nû ye
09:09 Girtiyê li dijî lêferzkirina sîxurtiyê derket di greva birçîbûnê de ye
09:09 Xizma 6 girtiyan: Bila daxwazên wan bên qebûlkirin
09:08 Hasass ê 132 rojan di grevê de ma bû: Ji çalakiyên din cudatire
09:08 Li gorî Wezîrê Edaletê ‘tecrîd û îzolasyon’ tune ye
09:08 Bavê girtî: Tevahiya welat di bin tecrîdê de ye
09:08 Dengê êş, berxwedan û evînê: Cemalê Mihê
09:00 ROJEVA 29'Ê ÇILEYA 2021'AN
28/01/2021
20:52 129 kesên din jî ji ber şewba Covîd-19'ê mirin
19:33 Malbatê cenazeyê Acar wergirt
17:55 Barîkata polîsan nekarî pêşî li ber xebatên 'yekîtiya neteweyî' bigire
16:42 Têkildarî şerê du malbatan 13 kes hatin binçavkirin
16:27 Hevşaredarê berê yê Sûrê dikeve greva birçîbûnê
16:06 Danişîna serokên berê yên HDP’ê û BDP’ê hat dîtin
15:44 HDP’a Dersimê: Bila daxwazên girtiyan werin pejirandin
15:40 Ji parêzerên Ocalan serlêdana hevdîtinê
15:33 Komkujiya Roboskê di meha 109’emîn de ye
15:08 Berdevka TJA'yê Ayşe Gokkan hat girtin
15:01 Berteka li dijî biryara girtina Gokkan: Wê têkoşîna jinan qezenc bike