STENBOL - Danişîna doza darizandina rojnameger Veysî Sarisozen û Osman Akin a bi îdîaya “propagandeya rêxistinê li dû hev kirin” hat taloqkirin.
Danişîna doza bi îdîaya “propagandeya rêxistinê li dû hev kirin” a derbarê rojnameger Veysî Sarisozen û Osman Akin de hatibû vekirin, li 13’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Çaglayana Stenbolê hat dîtin. Rojnameger Akin û Sarisozen beşdarî danişînê nebûn. Parêzerên wan jî, hincetên xwe ragihandin û beşdarî danişînê nebûn.
Ji ber guhertina şandeya dadgehê, şandeya demborî li danişînê mêze kir. Şandeya dadgehê daxwaza parêzeran a ne tevlîbûna dadgehê qebûl kir û danişîn taloqî 2’yê Hezîranê kir.