STENBOL – Danişîna Hevberdevkê HDK'ê Sedat Şenoglû hat dîtin û Şenoglû tehliye bû.
Yekemîn danişîna doza ku bi angaşta “endamtiya rêxistinê” li Hevberdevkê Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) Sedat Şenoglû hatibû vekirin, li 36’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê hat dîtin. Di danişînê biryara tehliyebûna Şengolû hat dayîn.
Beriya ku destpêkirina danişînê HDK’iyan li pêş edliyeyê hatin gel hev û daxuyanî dan çapemeniyê. Hevberdevka HDK'ê Îdîl Ûgûrlû, Parlementerên HDP’ê Zuleyha Gulum û Gulistan Kiliç Koçyîgît û gelek kes beşdarî daxuyaniyê bûn. Di daxuyaniyê de Îdîl Ûgûrlû û parlamenterên HDP’ê axivîn û bal kişandin ser zextên ku li ser têkoşîna demokrasiyê tên kirin.