* Hevseroka KNK'ê Zeynep Mûrad, têkildarî serdana Hûlûsî Akar û Yaşar Guler diyar kir ku agahî gihîştiye ber destê wan ku Tirkiye ji Iraqê daxwaza operasyona li dijî Şengalê kiriye û ev tişt got: “Tirkiye tişta ku bi destê DAIŞ’ê nekiriye, dixwaze bi awayekî fîîlî ew bixwe bike.”
* Hevseroka ewil a Kongreya Civaka Demokratîk Yuksel Genç, destnîşan kir ku ji ber ku KCD'ê di warê çareserkirina pirsgirêka kurd de firsendeke mezin daye ber dewletê, hedef tê girtin.
* Endamê Konseya Navendî ya TTB'ê Halîs Yerlîkaya, bal kişand ser pirsgirêkên di dema derzîkirinê de rû didin û got: "Pêvajoyeke ku civak baweriya pê bîne nayê birêvebirin."
* Li Colemêrgê, qedexeya ku walîtî 15 rojan carekê radigihîne, hezar û 705 roj in didome. Parlementerê HDP'î Saît Dede, destnîşan kir ku armanca van qedexeyan, mirovan mehkûmî birçîbûnê bike.
* Rêvebira Komeleya Jinê ya Rosayê Rûken Erguneş, diyar kir ku li Amedê herî kêm heftê 4 jin ji ber tahdeyê serî li komeleyê didin û got: "Her serlêdan xetereyê zêdetir dike. Gere mekanîzmayên ku jinê li jiyanê digirin bên xurtkirin."
* Derket holê ku Kadîr Yildiz ê ku gava Midûrê Polîsan bû, qeyûmê Şaredariya Sêrtê ew kiribû cîgirê serok, keça xwe kiriye şêwirmend.
* Saadet Yavûz ku piştî erdheja Sîvrîceyê di konteynerê de dimîne, anî ziman ku rayedaran birînên wan necebirandine. Her wiha hin welatî jî ji esker û peywirdarên ku li têketin û derketinên konteyneran nobedê digirin nerazîne.
* Bi hinceta ku heqaret li Parlementerê Ordûyê Cemal Engînyûrtê ji MHP'ê hat îxrackirin kiriye, derbarê M.N.S. yê ji Êlihê de îdianame hat amadekirin.
* Ji bo heqê xwarinê fatûreyeke 11 hezar TL'yî şandine mala girtî Methî Aykaç ê ku di Girtîgeha Panosê ya Tîpa L'yê de ye.
* Danişîna doza xebatkarên TV10 Kemal Demîr û Kemal Karagoz dê li 28'emîn Dadgeha Cezayên giraın a Stenbolê bê dîtin. (09.45)
* Partiya Azadî û Mirov (PÎA) dê têkildarî astengkirina serlêdanê li Navenda Giştî ya ÎHD'ê û avahiya xwe ya Wanê daxuyaniyê bidin çapemeniyê. (11.00)
* Danişîna doza Rojnameger Reyhan Çapan dê li 2'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Stenbolê bê dîtin. (11.40)
* HDP, CHP û MHP dê civînên komên xwe yên meclîsê li dar bixin. (12.45-13.30-10.45)
* Danişîna doza Hevberdevkê HDK'ê Sedat Şenoglu dê li 36'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Stenbolê bê dîtin. HDK, dê beriya danişînê li pêş edliyê daxuyaniyê bidin çapemeniyê. (13.00)