WAN - Malbatên ku ji bo lêgerîna 5 kolberên li ser sînorê Îran û Wanê di bin aşûtê de mabûn ji Îranê hatin, piştî 8 rojan xwe gîhandin cenazeyan.
Di 18’ê çileyê de li navçeya Elbakê ya Wanê li ser sînorê Îranê û Wanê aşût ketibû xwar. 5 kolber di bin de mabûn. 5 kolberên bi navê Molaî Xudaî, Firat Xudaî, Bîlen Ehmedî, Yaver Eslanî û Metîn Eslanî ku di bin aşûtê mabûn, bi rojane agahî ji wan nedihat girtin. AFAD û ÛMKE jî ji ber xetereya aşûta duyemîn xebatên xwe yên lêgerînê dabûn rawestandin. Malbatên ku duh ji Gundê Koran yê Îranê hatin û xebatên lêgerînê dîsa dan destpêkirin, cenazeyên Molaî Xudaî, Firat Xudaî, Bîlen Ehmedî, Yaver Eslanî û Metîn Eslanî ji bin aşûtê derxistin. Malbatan cenaze birin Îranê.