NAVENDA NÛÇEYAN – Bi banga HDP’ê li Stenbolê nûnerên 160 saziyên civakî yên sivîl li hev civiyan.
Li Stenbolê, bi banga Komîsyona Rêxistinên Civakî yên Sivîl a HDP'ê nûnerên 160 saziyên civakî yên sivîl bi awayekî online li hev civiyan. Alîkarê Hevserokên HDP'ê yê ji Saziyên Civakî yên Sivîl û Komîsyona Têkiliyên bi Partiyên Siyasî Berpirsyar Tûncer Bakirhan, Parlamenter Mehmet Ruştu Tîryakî û Hevserokên HDP'ê yên Stenbolê Elîf Bûlût û Erdal Avci tevlî civînê bûn.
Di civînê de qanûna li ser tayînkirina qeyûman a li rêxistinên civakî yên sivîl û pêşniyarên çareseriyê hatin nîqaşkirin.
Di civînê de her wiha êrişên li ser muxalefetê, rewşa li girtîgehan û tecrîd jî hatin nirxandin.