Dayikên Şemiyê pirsa faîlên Ayşenûr Şîmşek kirin

  • rojane
  • 14:02 23 Çile 2021
  • |
img

STENBOL - Dayikên Şemiyê, di hefteya 826'emîn a çalakiya xwe de, pirsa faîlên Seroka Damezrînera Saglik-Sen a Enqerê ya berê Ayşenûr  Şîmşek a di 28'ê Çileya 1995'an de hatibû qetilkirin, pirsîn û banga vekirina lêpirsîneke bi bandor kirin. 

 
Dayikên Şemiyê vê hefteyê jî, ji bo pirsa aqûbata xizmên xwe yên di dema di bin çavan de hatine qetilkirin û windakirin di hefteya 826’an de,  pirsa faîlên Seroka Damezrînera Şaxa Sendîkaya Kedkarên Cemawerî û Xizmeta Civak û Tenduristiyê ya Tirkiye (Saglik-Sen) a Enqerê  ya berê Ayşenûr Şîmşek ku 28’ê Çileya 1995’an hatibû qetilkirin pirsîn.
 
TEHDÎT LÊ KIRIBÛN
 
Xwişka Şîmşek, Fatma Şîmşek a axivî, diyar kir ku ji 25’ê Çileya 1995’an û şûnde t u agahî ji xwişka xwe negirtiye û destnîşan kir ku ti encamek ji lêgerîn û pirsîna 3 mehî nehate girtin. Şîmşek got: “Nexasim berî mehekê qereqolê bang li bavê min kiribû û gotibû; ‘Ji keça xwe re bêje bila bê xwe radest bike, yan ev wê ji bo wê nebaş be’ tehdît kiribûn. Piştî qetilkirinê bi 2 mehan û şûnde me nûçeyek ji Rojnameya Mîlliyet girtibû. Wêneyê li ser nûçeyê yê roja hatibû qetilkirin bû. Li ser vê nûçeyê em çûn Kirikkaleyê li ser vî wênî me ew tesbît kir. Ew bû. Li goristana bêkesan definkiribû.Ayşenûr şoreşgerek bû. Xizmetkirina ji bo gel weke erkek xwe didît. Parêzvanê mafê gel ê demokratîk bû. Ev raman li gel dewletê sûc bû. Yên Ayşenûr qetil kirin, bê ku hesab jê bê xwestin dijîn.”
 
EFÛ NAKIN
 
Birayê Hasan Ocak ê 21’ê Adara 1995’an dema di bin çavan de hate qetilkirin û piştre cenazeyê wî hate dîtin Huseyîn Ocak jî axivî û bal kişand ser têkoşîna wan a bi salane dewam dike. Ocak, bibîr xist ku vê têkoşînê bi salan e li gel kesên xizmê xwe winda kirine didomînin û wiha bilêv kir: “Em bi heyetekê re ji Stenbolê çûn Enqerê. Li Enqerê bi malbata Ayşenûr re ev têkoşîn veguherî rêxistinkirinê. Bang li mirovan dikin ku hestyar bin. Piştî du mehan me cenazeyê Ayşenûr dît û hatibû êşkencekirin. 26 sal derbas bû hem ji bo Ayşenûr û hem jî malbatên din daxwaza edaletê dikin. Em ji bîr nakin, efû nakin.”
 
‘DEWLET ERKA XWE PÊK NE ANÎ’
 
Ji mirovên Şemiyê vê hefteyê Turkan Ocak daxuyanî da. Ocak anî ziman ku dewlet erka xwe ya ji berpirsyariyên di dema binçavan de qetilkirina mirovan bicih naîne. Ocak got: “Ji ber ku erka xwe pêk naîne ev 826 hefte ne bang li meqamên darazê dikin.”
 
HATIBÛ GOTIN KU HATIYE BINÇAVKIRIN
 
Ocak ê daxwaza edaletê dubare kir û wiha domand: “Şîmşek sala 1990’î di nava xebatên birêxistinkirina kedkarên tenduristiyê de cih digirt, dema ev kar dikir du caran hate destgîrkirin, êşkenceyên giran lê hatin kirin. Herî dawî malbatê wê 24’ê Çileya 1995’an bi Ayşenûr re têkilî dan û ji wê dîrok û vir ve êdî ti agahiyek jê negirtine.Malbat a li ser vê serî li emniyet, dozger û Wezareta Karê Hundir da gotin ku; ‘Keça te di bin çavan de ye’ Hemû hewldanên hiqûqî bê encam man. 21’ê Adara 11995’an bi daxuyaniyeke ya çapemeniyê ji bo lêgerînê dest bi kampanyayekê hate kirin. Dema ku kampanya dom dikir 11’ê Nîsana 1995’an li Rojnameya Mîlliyetê nûçeya cenazeyê jinekê li Kirkkaleyê hatiye dîtin. Li ser vê malbatê serî li Serdozgeriya Kirikkaleyê da. 12’ê Nîsana 1995’an li Goristana Bêkesan a Kirikkale cenazeyê keça xwe dîtin. Li gorî rapora otopsiyê 28’ê Çileya 1995’an hatiye kuştin û li ser bedena Ayşenûr şopên êşkenceyê hebûn. Ji nêz ve bi çekê ji serî û singa wê gule lê ketibûn û wisa miribû. 29’ê Çileya 1995’an cenazeyê wê li ber rêya Kirikkaleyê hatibû dîtin.
 
3 HEFEYAN LI MORGÊ HAT SEKINANDIN
 
Ocak, destnîşan kir ku 3 hefteyan cenazeyê Ayşenûr li morgê hatiye rawestandin û bê ku agahî bidin malbatê weke ‘kesekî nasnameya wê neyê zanîn’ li goristana Bêkesan a Kirikkaleyê hate definkirin. 26 sal in li ser dosyaya Ayşenûr Şîmşek lêpirsînek bi bandor nehatiye kirin. Yên Ayşenûr qetil û êşkence kirin bi mertalê bê cezatiyê tên parastin. Banga lêpirsînê dikin.”

Sernavên din

26/01/2021
09:08 Mexdûrên erdhejê: Birînên me necebirandin
09:07 Cîgirê qeyûm keça xwe kir şêwirmend
09:07 Hefteyê 4 jin ji ber tahdeyê serî li Rosayê didin
09:06 Bajarê ku kuçe, kolan, çiya, zozan û mêrgên wê qedexekirî
09:05 Yerlîkaya: Di warê derzîkirinê de jî pêvajoyeke nepêbawer tê birêvebirin
09:05 Genç: KCD, hêviya jiyana bi hev re ye
09:00 ROJEVA 26'Ê ÇILEYA 2021'AN
08:38 Malbatan piştî 8 rojan cenazeyên kolberan ji bin aşûtê derxistin
08:13 Gokhan Guneş hat berdan
25/01/2021
20:14 137 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
16:59 Malbatan xwe gihand cenazeyê kolberekî ku di bin aşûtê de mabû
16:53 Li Rihayê bav û kur hatin binçavkirin
16:46 Dayik Guneş: Dewlet cihê kurê min dizane
16:35 Li Licê 27 kes hatin girtin
16:31 Zaroka ku bi awayekî guman mir gilî kiriye ku êrîşa zayendî lê hatiye kirin
16:11 4 fezleke pêşkêşî meclisê hatin kirin
16:11 HDK û pêkhateyên wê: Şenoglû serbest berdin
15:57 Kalê 70 salî yê maşîneya zirxî lê qelibî bi ser hişê xwe ve hat
15:50 Kanar: Serdegirtina HDP'ê li dijî AYM'ê ye
15:10 DAD’ê ajansa me ziyaret kir
15:08 ‘Hêza yekitiyê dê tecrîdê bişkîne'
13:57 ÎHD: Tanboga û Guler serbest berdin
13:29 Siyasetmedarên kurd Taniş û Denîz hatin bîranîn
13:17 Ew qas erebeyên zirxî bi kîve diçin?
12:54 Ji meşa piştevaniyê ya Guvenê re daxwaza ceza
12:53 TUHAY-DER: Daxwazên girtiyan pêk bînin
12:45 Ji bo qeyûm û burokratên îthalê torpîla meaş
12:17 Ji DÎB’ê biryara konferansa demokrasiyê
11:15 Li Çewlikê resmê xizaniyê
11:04 Danişîna rojnameger Suren hat taloqkirin
11:00 78 girtiyan xwest sewqî Îmraliyê bibin
10:53 ‘Zanîngeha Jinan’ wê newekheviyan kûrtir bike'
10:20 Li Esenyûrtê mirinek bi guman
10:17 DAIŞ'ê qetilkirina hevserokên jin girt ser xwe
09:34 Siyasetmedarê Kurd Metîn Adûgît hat definkirin
09:34 Çalakiya greva birçîbûnê du meh li pey xwe hiştin
09:11 Di bûyerên revandinê de tenê reng û marqeya wesayîtan guherî
09:10 ‘Stenbol dengê wan dibihîze lê Serokkomar na
09:10 Kurkçu: Tecrîdkirina Ocalan li hemû civakê belav dibe
09:04 Penaberên ceyrana wan hatiye birîn: Ji ber tunebûna êzingan em kincan dişewitînin
09:00 ROJEVA 25'Ê ÇILEYA 2021'AN
24/01/2021
21:08 Hejmara miriyên Kovid-19’ê 25 hezaran derbas bûn
16:27 Leşkerê pêl mayinê kir jiyana xwe ji dest da
16:25 Faîlê tecawizê hat girtin
15:35 Katircioglû: Nîşa serkeftinê li dijî desthilata ku jana dayikan bi kar tîne ye
15:27 ÎHD û Baroya Amedê: Biryara DMME’yê bi cih bînin
14:26 Midurê Polisan soza radestkirina Guneş da malbata wî
13:55 Avci: Wêneyê Esenyûrtê yên beriya 6 mehan e
13:37 Ji bo kolberên di bin aşûtê de xebatên lêgerînê dest pê kirin
13:17 Cenazeyê Adûgît ji bo otopsiyê birin Erziromê
12:59 Li Wanê kesek binçav kirin
11:58 Bi banga HDP'ê nûnerên 160 rêxistinên sivîl li hev civiyan
11:49 Ji bo Serhedê hişyariya cemed û aşûtê
11:39 Hevserokên HDP’a Esenyûrtê hatin berdan
10:56 Polisan bi ser avahiyê HDP’ê ya Esenyûrtê de girtin
10:55 Di rapora leşkerê kurd de gumana ‘cînayetê’
09:28 'Di şexsê parêzeran de civak tê tepisandin'
09:27 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 59’emîn de berdewam dike
09:26 Li Şirnexê 15 herêm heta salekê hatin qedexekirin
09:25 Paylan: Heya pirsgirêka kurd çareser nebe dê aborî baş nebe
09:24 'Bi cezayê hepsa malê muxalifan ji civakê dûr dixin'
09:23 Halê çandinî û sewalvaniyê ne tu hal e: Bila qedexekirina mêrgan bê betalkirin
09:21 Biryara derbarê cezakirina rojnamevan de: Weşanên dijî dewletê
09:20 ‘Divê îşkenceya tecrîdê ya Îmraliyê bi dawî bibe'
09:08 Di tapo kadastroyê de derbarê 4 hezar û 628 kesî de lêpirsîna bertîlstendinê
09:07 '20 sal in em li bendê ne ku dê derî lê bikeve û wê bavê min bê'
09:04 'Em vê hişmendiya qedexekir û neqanûnî şermezar dikin'
09:02 Nûnerên Jin: Bi 'Zanîngeha Jinan' jinan tecrîd dikin
09:00 Di 2020'an de 2 hezar û 427 karker bûn qurban
09:00 ROJEVA 24'Ê ÇILEYA 2021'AN
23/01/2021
20:22 Îro 144 kes ji ber Covîd-19'ê mirin
16:24 Xwişk: Em destûr nadin birayê me bê windakirin
16:23 Ji bo demboriya doza Mûsa Anter 18 meh man
15:56 Li Sêrt û Êlihê 66 herêm heya dawiya salê hatin qedexekirin
15:43 2 jê zarok 3 welatiyên Til Rifatê di êrîşa Tirkiyeyê de jiyana xwe ji dest dan
15:05 Zêdeyî 800 zarok bi dayikên xwe re girtî ne
14:52 Ciwanên HDP'î: Ji Birêz Ocalan re azadî
14:15 Banga ‘Bila Meclîs ji bo komkujiyên jinan bi lezgînî kom bibe’
14:15 'Girtiyê felç ê 77 salî Silik serbest berdin'
14:02 Dayikên Şemiyê pirsa faîlên Ayşenûr Şîmşek kirin
13:44 Lêpirsin ne li heqaretê, li nîşaneya serkeftinê vekirin
13:27 Ji bo girtiyê nexweş Guler ê 81 salî banga berdanê
12:33 Şaredariya Ebaxê ji bo gora Adûgît kepçe neda
12:08 Kerevan Îrmez 25 salin windaye
12:07 Parêzerê Dokû: Sehî bû ku polîs Yucel kesê herî girîng e
10:51 Li Çiyayê Agiriyê operasyona eskerî dest pê kir
10:50 Hevjîna Hadî Yalçin: Ji ber zilmê jiyana xwe ji dest
10:43 Stêra Rojhilata Navîn Heleb ditefe
10:14 Xizmên kolberîn dibin aşûtê de: Qîrîniya me bibihîsin
09:25 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 58’emîn de berdewam dike
09:04 Girtiyê nexweş Îsmaîl Tanboga bû 38 kîlo
09:04 Ji ber ziwabûnê berdarî kêm bûye, lêçûn zêde bûye
09:04 KADES, pêşî li ber tahdeyê digire yan na?
09:04 Armanca Zanîngeha Jinan, ferzkirina tecrîda li ser tecrîdê ye
09:04 'Em li dijî tecrîd û tundiyê xwe diparêzin'
09:04 ‘Rojeva derbarê mafên heywanan de hewldaneke nûkirina makyajê ye'
09:00 ROJEVA 23'YÊ ÇILEYA 2021'AN
22/01/2021
22:33 Êrîş birin ser xebatkarê tenduristiyê
20:36 Hin deverên Bedlîsê heta dawiya salê hatin qedexekirin
19:55 149 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin