Ji ber ziwabûnê berdarî kêm bûye, lêçûn zêde bûye

  • rojane
  • 09:04 23 Çile 2021
  • |
img

WAN - Li Herêma Serhedê ji ber ziwabûnê berdarî ji sedî 50'ê kêm bûye û lêçûnên çandiniyê jî zêde bûne. 

Li seranserê cîhanê ji ber krîza avhewayê û germbûna kûrewî xetereya ziwabûnê zêde dibe. Li gor rapora sala 2019'an a Enstîtuya Çavkaniyên Cîhanê di warê kêmbûna avê de Tirkiye di nav 164 welatan de di rêza 32'yan de ye. Li gor nexşeya avê ya NASA'yê jî ku di 11'ê Çileyê de hat parvekirin, Tirkiye jî bi xetereya ziwabûnê re rû bi rû ye. Li gor rapora 2020'an a derbarê ziwabûnê de ya Midûriyeta Giştî ya Meteorolojiyê jî gelek herêm bi ziwabûneke zêde re rû bi rû ne. Yek ji van herêman jî Herêma Serhedê ye. Li gor raporê ava bin erdê ya bajarên herêmê pir hindik dixuyê. Ev yek bandorê li çandinî û sewalvaniya li herêmê jî kiriye û cotkar û sewalvan ji ber vê rewşê diqilqilin. 
 
BERDARÎ KÊM BÛYE 
 
Cotkar û sewalvan Îsmaîl Bayram, anî ziman ku du sal in li Wanê şilî kêm e û ji ber vê berdarî ji sedî 50 kêm bûye. Bayram, bilêv kir ku ji ber baran di wext de nehatiye nikaribûne di wext de çinînê jî bikin û got: "Em di dawiya meha Çileyê de ne. Lê hîn jî li Wanê xweşikî berf û baran nehatiye. Wexta ax di payizê de ava baranê venexwe û di zivistanê de jî berf lê nebare, dirize. Niha piraniya berên me riziyane. Em bi pereyan gubre, mazot û tov dikirin. Lê heqê wan jî bi dest me nakeve." 
 
COTKAR XISIRÎNE 
 
Bayram, destnîşan kir ku ji ber ziwabûnê par ka ji derve kirîne û di warê aborî de xisirîne. Bayram got: "Ên giha çand û firot jî xisirî. Kesê 200 donim erdê wî hebe, ji ber ziwabûnê 100 hezar TL dixisire. Mirov hewl didin bi derfetên xwe ji xwe re fînansmanekê bi dest bixin. Lê heta ku derê? Heger ziwabûn werê dewam bike, dê rewş xirabtir bibe. Par min çandinî nekir. Lê min îsal kir. Lê wexta berdarî kêm be, ez ê dev ji vî karî berdim."
 
Bayram, anî ziman ku di serdemeke wisa de divê pêşî li ber "avdaniya hovane" bê girtin û got: "Ava bin erdê kêm bûye. Jixwe j bo sondajê jî em ceryanê bi kar tînin. Ev hemû ektra lêçûnên. Ji ber ziwabûnê divê 'pergala avdaniya dilopî' bê berpêşkirin û alîkariya cotkaran bê kirin." 
 
DAXWAZA COTKARAN 
 
Cotkar Engîn Artan jî xwest ji ber ziwabûnê di warê çandinî û sewalvaniyê de alîkarî bê kirin. Artan, diyar kir ku nikare nefela xwe av bide û got: "Min sondaj çêkiribû, lê ji ber ku min nikaribû heqê ceryanê bide min bîra xwe girt. Mazot jî bûye 6-7 lîre. Ez nikarim wê jî bi kar bînim. Helbet dê çandinî li ber qedandinê be. Nexasim jî li herêmê rewş xirabtir e."
 
DERDÊ KAFIROŞAN 
 
Fatîh Çelîk ku kayê difiroşe jî destnîşan kir ku par ziwabûnê bandoreke pir xirab li beran kiriye. Çelîk, anî ziman ku ji ber ku heqê mazotê biha ye gundî nikarin çandiniyê bikin û got: "Cotkar 30 hezar TL'yî mesref dike, lê 20 hezar TL'yî qezenc dike. Karê kayê sekiniye. Ji ber ku pereyê mirovan tune ye, nikarin kayê jî bikirin û ji ber vê nikarin heywanan jî xwedî bikin. Sala bê dê rewş xirabtir bibe." 
 
TÊRA MEHEKÊ JÎ NEKIRIYE 
 
Cîgirê Serokê Kooperatîfa Kafirpşên Gola Wanê Hasan Unver jî anî ziman ku hem esnaf hem jî welatî di warê aborî de pir zehmetiyê dikişînin. Unver, destnîşan kir ku karê wan pir kêm bûye û heger ziwabûn wisa dewam bike dê rewş xirabtir bibe. Unver, bal kişand ser ziwabûna li bajêr jî û got: "Ji ber çandinî tune ye, em jî zehmetiyê dikişînin. Çend sal berê kaya ku li bajêr dihat hilberandin tenê têra mehekê dikir. Îsal jî ji ber ziwabûnê giha qet tune bû. Kaya Wanê têra mehekê jî nekir." 
 
Unser, destnîşan kir ku krîza Tirkiyeyê, ji ber piştgiriya cotkar û sewalvanan nayê kirin rû daye. Unver, anî ziman ku heger piştgiriya cotkaran bê kirin dê rewşa biguhere û got: "Piraniya esnafan kayê didin, lê pere nagihê wan." 
 
MA / Tolga Guney - Melek Şahîn 
 

Sernavên din

26/01/2021
09:08 Mexdûrên erdhejê: Birînên me necebirandin
09:07 Cîgirê qeyûm keça xwe kir şêwirmend
09:07 Hefteyê 4 jin ji ber tahdeyê serî li Rosayê didin
09:06 Bajarê ku kuçe, kolan, çiya, zozan û mêrgên wê qedexekirî
09:05 Yerlîkaya: Di warê derzîkirinê de jî pêvajoyeke nepêbawer tê birêvebirin
09:05 Genç: KCD, hêviya jiyana bi hev re ye
09:00 ROJEVA 26'Ê ÇILEYA 2021'AN
08:38 Malbatan piştî 8 rojan cenazeyên kolberan ji bin aşûtê derxistin
08:13 Gokhan Guneş hat berdan
25/01/2021
20:14 137 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
16:59 Malbatan xwe gihand cenazeyê kolberekî ku di bin aşûtê de mabû
16:53 Li Rihayê bav û kur hatin binçavkirin
16:46 Dayik Guneş: Dewlet cihê kurê min dizane
16:35 Li Licê 27 kes hatin girtin
16:31 Zaroka ku bi awayekî guman mir gilî kiriye ku êrîşa zayendî lê hatiye kirin
16:11 4 fezleke pêşkêşî meclisê hatin kirin
16:11 HDK û pêkhateyên wê: Şenoglû serbest berdin
15:57 Kalê 70 salî yê maşîneya zirxî lê qelibî bi ser hişê xwe ve hat
15:50 Kanar: Serdegirtina HDP'ê li dijî AYM'ê ye
15:10 DAD’ê ajansa me ziyaret kir
15:08 ‘Hêza yekitiyê dê tecrîdê bişkîne'
13:57 ÎHD: Tanboga û Guler serbest berdin
13:29 Siyasetmedarên kurd Taniş û Denîz hatin bîranîn
13:17 Ew qas erebeyên zirxî bi kîve diçin?
12:54 Ji meşa piştevaniyê ya Guvenê re daxwaza ceza
12:53 TUHAY-DER: Daxwazên girtiyan pêk bînin
12:45 Ji bo qeyûm û burokratên îthalê torpîla meaş
12:17 Ji DÎB’ê biryara konferansa demokrasiyê
11:15 Li Çewlikê resmê xizaniyê
11:04 Danişîna rojnameger Suren hat taloqkirin
11:00 78 girtiyan xwest sewqî Îmraliyê bibin
10:53 ‘Zanîngeha Jinan’ wê newekheviyan kûrtir bike'
10:20 Li Esenyûrtê mirinek bi guman
10:17 DAIŞ'ê qetilkirina hevserokên jin girt ser xwe
09:34 Siyasetmedarê Kurd Metîn Adûgît hat definkirin
09:34 Çalakiya greva birçîbûnê du meh li pey xwe hiştin
09:11 Di bûyerên revandinê de tenê reng û marqeya wesayîtan guherî
09:10 ‘Stenbol dengê wan dibihîze lê Serokkomar na
09:10 Kurkçu: Tecrîdkirina Ocalan li hemû civakê belav dibe
09:04 Penaberên ceyrana wan hatiye birîn: Ji ber tunebûna êzingan em kincan dişewitînin
09:00 ROJEVA 25'Ê ÇILEYA 2021'AN
24/01/2021
21:08 Hejmara miriyên Kovid-19’ê 25 hezaran derbas bûn
16:27 Leşkerê pêl mayinê kir jiyana xwe ji dest da
16:25 Faîlê tecawizê hat girtin
15:35 Katircioglû: Nîşa serkeftinê li dijî desthilata ku jana dayikan bi kar tîne ye
15:27 ÎHD û Baroya Amedê: Biryara DMME’yê bi cih bînin
14:26 Midurê Polisan soza radestkirina Guneş da malbata wî
13:55 Avci: Wêneyê Esenyûrtê yên beriya 6 mehan e
13:37 Ji bo kolberên di bin aşûtê de xebatên lêgerînê dest pê kirin
13:17 Cenazeyê Adûgît ji bo otopsiyê birin Erziromê
12:59 Li Wanê kesek binçav kirin
11:58 Bi banga HDP'ê nûnerên 160 rêxistinên sivîl li hev civiyan
11:49 Ji bo Serhedê hişyariya cemed û aşûtê
11:39 Hevserokên HDP’a Esenyûrtê hatin berdan
10:56 Polisan bi ser avahiyê HDP’ê ya Esenyûrtê de girtin
10:55 Di rapora leşkerê kurd de gumana ‘cînayetê’
09:28 'Di şexsê parêzeran de civak tê tepisandin'
09:27 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 59’emîn de berdewam dike
09:26 Li Şirnexê 15 herêm heta salekê hatin qedexekirin
09:25 Paylan: Heya pirsgirêka kurd çareser nebe dê aborî baş nebe
09:24 'Bi cezayê hepsa malê muxalifan ji civakê dûr dixin'
09:23 Halê çandinî û sewalvaniyê ne tu hal e: Bila qedexekirina mêrgan bê betalkirin
09:21 Biryara derbarê cezakirina rojnamevan de: Weşanên dijî dewletê
09:20 ‘Divê îşkenceya tecrîdê ya Îmraliyê bi dawî bibe'
09:08 Di tapo kadastroyê de derbarê 4 hezar û 628 kesî de lêpirsîna bertîlstendinê
09:07 '20 sal in em li bendê ne ku dê derî lê bikeve û wê bavê min bê'
09:04 'Em vê hişmendiya qedexekir û neqanûnî şermezar dikin'
09:02 Nûnerên Jin: Bi 'Zanîngeha Jinan' jinan tecrîd dikin
09:00 Di 2020'an de 2 hezar û 427 karker bûn qurban
09:00 ROJEVA 24'Ê ÇILEYA 2021'AN
23/01/2021
20:22 Îro 144 kes ji ber Covîd-19'ê mirin
16:24 Xwişk: Em destûr nadin birayê me bê windakirin
16:23 Ji bo demboriya doza Mûsa Anter 18 meh man
15:56 Li Sêrt û Êlihê 66 herêm heya dawiya salê hatin qedexekirin
15:43 2 jê zarok 3 welatiyên Til Rifatê di êrîşa Tirkiyeyê de jiyana xwe ji dest dan
15:05 Zêdeyî 800 zarok bi dayikên xwe re girtî ne
14:52 Ciwanên HDP'î: Ji Birêz Ocalan re azadî
14:15 Banga ‘Bila Meclîs ji bo komkujiyên jinan bi lezgînî kom bibe’
14:15 'Girtiyê felç ê 77 salî Silik serbest berdin'
14:02 Dayikên Şemiyê pirsa faîlên Ayşenûr Şîmşek kirin
13:44 Lêpirsin ne li heqaretê, li nîşaneya serkeftinê vekirin
13:27 Ji bo girtiyê nexweş Guler ê 81 salî banga berdanê
12:33 Şaredariya Ebaxê ji bo gora Adûgît kepçe neda
12:08 Kerevan Îrmez 25 salin windaye
12:07 Parêzerê Dokû: Sehî bû ku polîs Yucel kesê herî girîng e
10:51 Li Çiyayê Agiriyê operasyona eskerî dest pê kir
10:50 Hevjîna Hadî Yalçin: Ji ber zilmê jiyana xwe ji dest
10:43 Stêra Rojhilata Navîn Heleb ditefe
10:14 Xizmên kolberîn dibin aşûtê de: Qîrîniya me bibihîsin
09:25 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 58’emîn de berdewam dike
09:04 Girtiyê nexweş Îsmaîl Tanboga bû 38 kîlo
09:04 Ji ber ziwabûnê berdarî kêm bûye, lêçûn zêde bûye
09:04 KADES, pêşî li ber tahdeyê digire yan na?
09:04 Armanca Zanîngeha Jinan, ferzkirina tecrîda li ser tecrîdê ye
09:04 'Em li dijî tecrîd û tundiyê xwe diparêzin'
09:04 ‘Rojeva derbarê mafên heywanan de hewldaneke nûkirina makyajê ye'
09:00 ROJEVA 23'YÊ ÇILEYA 2021'AN
22/01/2021
22:33 Êrîş birin ser xebatkarê tenduristiyê
20:36 Hin deverên Bedlîsê heta dawiya salê hatin qedexekirin
19:55 149 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin