COLEMÊRG - Li Gêdûka Harûna ya li ser rêya Gever û Şemzînanê aşût pêk hat.
Di rêya navbera navçeyên Gever û Şemzînanê yên Colemêrgê de aşût pêk hat. Piştî ku aşût li Gêdûka Harûna ya li kîlometreya 29’emîn pêk hat, ekîbên Şeftiya Şaxa 117’emîn a girêdayî Miduriyeta Herema 11’emîn a Rêbejahiyê sewqî heremê hatin kirin. Piştî xebatên paqijkirinê yên ekîban rê li hatin û çûyînê hat vekirin.