'Ji bo Kod-29'ê mecbûriyeta îspatkirinê divê'

  • rojane
  • 09:18 21 Çile 2021
  • |
img

STENBOL - Nûnerên sendîkayan anîn ziman ku di dema şewbê de derxistina ji kar a bi Kod-29’an zêdetir bûye. Nûneran destnîşan kir ku di bikaranîna vê kodê de divê mecbûriyeta îspatkirinê hebe û karker jî divê li hember vê kodê têbikoşin. 

Gava kardêr karkeran ji kar derdixin, mecbûr in di nav 10 rojan de sedema wê ragihînin SGK'ê û ji bo vê jî divê kodekê bişînin. Yek ji van kodan jî Kod-29 e ku karker bi hinceta "li gor pîvanên ehlaq û qenciyê tev nagere" ji kar tên derxistin. Ji ber vê karker nikarin tazmînata kidem û îxbarê û meaşê betaliyê wergirin. 
 
Di dema şewbê de derxistina ji kar a bi Kod-29'ê zêdetir bûye. Li Çorûmê 90 karkerên di fîrmaya Ekmeçîogûllariyê de dixebitîn û endamên Bîrleşîk Metal-Îş'ê bû bi vê kodê ji kar hatibûn derxistin. Karker 45 roj in ji bo vegerin ser karê xwe li ber fîrmayê li ber xwe didin. Her wiha karkerên endamên PTT-Senê jî ji ber vê kodê ji kar hatibûn derxistin û ev karker jî li Îzmîr û Stenbolê li ber midûriyetên PTT'ê li ber xwe didin. 
 
Nûnerên sendîkayan bikaranîna Kod 29’ê nirxandin. 
 
Seroka Giştî ya Konfederasyona Sendîkayên Karkerên Şoreşger (DÎSK) Arzû Çerkezoglû, anî ziman ku Kod-29 ji bo karkeran tiştekî nebaş e û nexasim jî di dema şewbê de ji ber vê gelek karkera ji kar hatine derxistin. Çerkezoglû, destnîşan kir ku ev yek ji bo jinan xirabtir e û got: "Wekî her krîzê, di dema şewbê de jî herî zêde jin betal man. Bi vî awayî karker nikarin karine nû jî peyda bikin." 
 
BEYAN TENÊ TÊR NAKE 
 
Çerkezoglû, anî ziman ji bo derxistina ji kar tenê beyana kardêr esas tê girtin, lê belê ji bo bandoreke nebaş li karkeran çênebe divê beyana kardêr tenê esas neyê girtin û got: "Heger îdiayeke bi vî rengî hebe, divê kardêr wê îspat bike. Divê xwe bispêre delîleke berbiçav. ÎŞKÛR û SGK jî divê vê beyanê di cî de qebûl nekin. Divê kardêr werê bi rihetî vê kodê bi kar neynin, divê pêşî lê bê girtin." 
 
DOZ 
 
Sekreterê Giştî yê Sendîkaya Derîteksê (DERÎTEKS) Farûk Yanilmaz jî destnîşan kir ku karkerên ku bi Kod-29'ê ji kar tên derxistin divê dozê vekin û got: "Heya doz bi dawî nebe karker mafên xwe werdigire. Jixwe karkerekî ku sûcekî nebaş kiribe naçe dozê venake. Ji lewra dizane dê bi ser nekeve. Lê kesên qet sûc nekirine, lê belê bi vê muameleyê re rû bi rû dimînin divê bidin dû mafên xwe. Kesên ku nedin dû heqên xwe tiştekî ku em pêşniyarî wan bikin tune ye. Sirf ji ber ku bi gotina kardêr nekiriye ji kar tên avêtin. Ev ne tiştekî adil e. Armanca wan karkeran ji kar derxin û wî reş bikin. Gava kardêr serî li karekî din dide ev yek dertê pêşiya wî/ê. Derxistina ji karî ya bi vî rengî nayê qebûlkirin. Me ev yek li meclîsê ji parlementeran re got. Çi ji destê me tê em dikin. Bila karker baweriya xwe bi sendîkayên xwe bînin. Karkerê rêxistinbûyî têk naçe." 
 
VEGUHERANDIN RANTÊ 
 
Berpirsiyarê Herêma Marmarayê yê Dev Turîzm-Îşê Tûrgay Ozdemîr jî anî ziman ku di dema şewbê de kardêran Kod-29'ê veguherandine rantê û got: "Ev qanûn bi temamî divê bê guherandin. An jî kardêr divê vê yekê îspat bike. Wekî din nayê qebûlkirin, derxistina ji kar. Ev yek bandorê li rûmeta karker jî dike. Karker bi xwêdana eniya xwe dixebite, bi şerefa xwe dixebite. Karker divê xwedî li rûmeta xwe derkeve. Ji bo vê jî têkoşîn divê. Ev têkoşîn jî divê têkoşîneke rêxistinbûyî be." 
 
MA / Kadîr Guney

Sernavên din

23/01/2021
09:04 KADES, pêşî li ber tahdeyê digire yan na?
09:04 Armanca Zanîngeha Jinan, ferzkirina tecrîda li ser tecrîdê ye
09:04 'Em li dijî tecrîd û tundiyê xwe diparêzin'
09:04 ‘Rojeva derbarê mafên heywanan de hewldaneke nûkirina makyajê ye'
09:00 ROJEVA 23'YÊ ÇILEYA 2021'AN
22/01/2021
22:33 Êrîş birin ser xebatkarê tenduristiyê
20:36 Hin deverên Bedlîsê heta dawiya salê hatin qedexekirin
19:55 149 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
18:03 Eskeran wesayit li kalê 70 salî qeliband
16:23 Ji bo çalakiyên greva birçîbûnê meşiyan: Bêdeng nemînin
15:43 HDP ‘Hevdîtinên Kar û Nan’ didomîne
15:09 Li Amedê hejmara pêketiyên vîrûsa koronayê kêm bûn
14:57 Li rêya Gever û Şemzînanê aşût ket xwar
14:21 Li 4 gundên Licê operasyon zêde bû
14:18 Li aktîvîsta TJA’yê Gul 7 sal û 6 meh cezayê girtîgehê hat birîn
14:07 Ozbek a tê angaştkirin hevjînê xwe kuştiye nehat berdan
13:50 Gunay: Polîtîkayên tecrîdê li Tirkiyeyê belav dibe
13:36 Ji kolberan 4 roj in agahî nayê girtin
13:11 Rojnameger Ûgûr Mûmcû hat bibîranîn
12:44 12 herêmên Colemêrgê heya dawiya salê hatin qedekirin
12:20 Wêneyên jinan weke ‘endamtiya rêxistinê’ servîs kirin
11:44 ‘Berpirsiyarê gefên Bahçelî desthilatdarî ye’
10:13 Deynê qeyûm nêzî milyarekê bû
09:54 Kesên li Kadikoyê hatibûn binçavkirin hatin berdan
09:28 Çalakiya greva birçîbûnê kete roja 57’an
09:10 Gergerlîoglû: Hin mirov hene wekî ku li girtîgehan tu tişt naqewimin tevdigerin
09:09 Onder: Tirkiye veguheriye pergala monarşiyê
09:08 Gumuştaş: Êrîşên li ser partiya me ne tesadufî ne
09:08 Divê kesên di warê nexweşînê de hesas, bên derzîkirin
09:07 Li Wanê bajarîbûna çelexwarî
09:07 ‘Projeya rektorê qeyûm feraseta dîktayê ye'
09:05 Surucu: Em bi tovên xwe çandiniya xwe bikim
09:04 Esnafên Enqereyê: Em bi deynan deynê xwe didin
09:04 Herî zêde li Mêrsînê xizmetkarên tenduristiyê mirin
09:03 Esnafên Şirnexê: Berpisiyarê têkçûna aboriyê dewlet e
09:00 ROJEVA 22'YÊ ÇILEYA 2021'AN
08:46 Li şûna girtî berdin, îşkence kirin
21/01/2021
20:36 159 kesên din jî mirin û 6 hezar û 289 kesên din jî pê ketin
16:30 Serlêdana hevdîtina bi Ocalan re red kirin
15:51 Hediya Yûsif: Sîstema kapîtalîst projeyên alternatîf dike hedef
15:46 Serdanên heyeta KCD, DBP û HDP’ê yên yekitiyê didomin
15:36 Doza tecawizê ya li GGM’ê ji bo mutaleyê hat taloqkirin
15:29 Girseyê bi strana 'Ozgurluk mahkumlari' polîs şermezar kirin
15:02 NLPMJS: Komên çekdar li Efrînê zêdeyî 149 jin revandin
14:53 Başaran: Bi tecrîdê şer gur dikin û kurdan tune dihesibînin
14:42 Ji tenduristvanan şermezarkirina bi çepik
14:42 Polisan mudaxaleyî çalakiya ji bo tecrîd û greva birçîbûnê kir
14:41 Akademîsyenan bertek nîşanî rektorê qeyûm da: Şerma gerdûnî ye
13:44 HDP’ê starta ‘Hevdîtinên Kar û Nan’ li Amedê da
13:35 Tûran sitendina heqê zêde ya ji nexweşan ji Koca pirsî
13:21 Di êrişên li Bexdayê de 13 kes mirin û 28 kes birîndar bûn
13:03 AYM’ê derbarê Berberoglû de cara duyem biryara binpêkirinê da
13:03 Wezîrê Edaletê bi awayekî sergirtî bersiv da Soylû
12:50 27 hezar û 493 kes bi îşkence û muameleya xerab re rûbirû maye
12:23 Temel: Polîtîkaya tecrîdê dê bi têkoşîna topyekun bişkê
11:37 10 cezayê girtîgehê li rojnameger Bûlût hat birîn
11:18 Çalakiya grevên birçîbûnê koma 12’emîn dewr girt
11:16 Hesaba ji bo nexweşên SMA’yê hat vekirin bankeyê bloke kir
11:13 Yek ji ‘şahidê’ îdinameya Kobanê li xwe mikûr hat
10:44 Jinên ciwan: Bi vekirina Zanîngehên Jinan dê tecawizê rewa bikin
10:12 Di doza gilîker de bû bersûc
09:23 Ji ber daliqandina wêneyên jinên kuştî ceza hat birîn
09:23 Reforma Erdogan ji Kurd û muxalifan re bû zindan
09:22 Stûna xweparastinê civakîbûn e
09:21 Hawirdorparêz: Akkûyû nîşaneya karesatên mezin e
09:20 Berhevkarên kaxezan: Em li mal bimînin em ê ji birçîna bimirin
09:20 Atabey: Pergala tenduristiyê ya heyî nikare çareyan biafirîne
09:19 Esnaf heqê baca dahateke bi dest nakeve dide
09:18 'Ji bo Kod-29'ê mecbûriyeta îspatkirinê divê'
09:17 Ew, xurdefiroşê Rihayê ye
09:17 Ji ber daxuyaniyan derbarê wî de îdianame hat amadekirin
09:00 19 sal in di hucreya yek kesî de tê ragirtin
09:00 ROJEVA 21'Ê ÇILEYA 2021'AN
20/01/2021
21:07 Îro 159 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
20:36 Biden sond xwar
16:45 Ji Mûglayê banga têkoşîna hevpar
16:26 Polîsan bi ser avahiyên HDP’ê yên Stenbolê de girt
15:47 4 kes hatin binçavkirin
15:46 ‘Destkeftiyên karkeran bi Qod 29’ê tên desteserkirin'
15:33 Li Agirî û Wanê xebatên rêyan nayên kirin
15:13 Şandeya KCD, DBP û HDP’ê ji bo yekitiya Kurdan li Dihê ye
14:43 Li Licê operasyon didome: Deriyên malên vala tên şikandin
14:19 Olûç: Bicihanîna daxwaza girtiyan ne zehmet e
14:08 Ji bo greva birçîbûnê bang hat kirin
13:45 Ji bo parlementera berê ya HDP’ê biryara girtinê
13:35 HDP: AKP’ê Efrînê ji bo rêxistinên sûc kir cihekî ewle
13:24 56 wekîlên HDP'ê, pirsa çima biryara DMME'yê nehat bicihanîn pirsîn
13:10 Li Amedê jinekê xwe kuşt
12:35 Di doza rojnameger Şahîn de, wê şahid bê guhdarkirin
12:12 Di kontênêra çopê de cenazeyê pitikek hat dîtin
12:07 Li sînorê Îranê aşût: 5 kolber hêj winda ne
11:41 Ciwan li dijî tecrîdê meşiyan
11:21 Li Şirnexê rêya 17 gundan hatin girtin
10:10 Şaredarê AKP’î heqaret li jinan kir
09:51 Seta folklorê “Zargul” ji Weşanên Wardozê derket
09:27 Greva birçîbûnê di roja 55'emîn de dewam dike
09:12 Cotkar ji bihayê firingiyan ne razî ne
09:11 Îcraeta nû ya qeyûm: Dibistana Zewacê
09:10 ‘Pêvajoya derzîkirinê jî bi zelalî nayê birêvebirin'
09:07 Xizmên girtiyên ku di greva birçîbûnê de: Divê herkes rabe ser piyan