32 partî hatin damezrandin, lê hîn jî destûra PÎA'yê nehatiye dayîn

  • rojane
  • 09:08 16 Çile 2021
  • |
img

WAN - Cîgira Serokatiya Giştî ya Partiya Însan û Azadiyê (PÎA) Menîce Gulmez, anî ziman ku ji roja ku ji bo damezrandina partiyê serlêdan kirine heya niha 32 partî hatine avakirin û ji bo astengiya li pêşiya wan hatiye danîn got: "Hebûna me, wan aciz dike." 

Li gor qeydên Serdozgeriya Dadgeha Bilind di sala 2018'an de 2, di sala 2019'an de 3 û di sala 2020'an de jî 27 partiyên siyasî yên nû hatine avakirin. Lê belê Partiya Însan û Azadiyê (PÎA), di 3'yê Gulana 2018'an de daxwaznameya ji bo damzrandinê daye Wezareta Karên Navxweyî, lê hîn jî serlêdana wê nehatiye pesendkirin. 
 
Cîgira Serokatiya Giştî ya PÎA'yê Menîce Gulmez, helwesta li hemberî partiya xwe nirxand. 
 
'HEBÛNA ME, WAN NERIHET DIKE'
 
Gulmez, destnîşan kir ku partiya îqtidarê naxwaze dengên kurdan biçe ji partiyên din re. Gulmez, bilêv kir ku di salên dawî de bi dehan partî hatine avakirin û tu astengî çênebûne. Gulmez, anî ziman ku di serî de Partiya Huda Parê ditirsin dengên xeta îqtiraê kêm bibin û lewma astengiyan datînin ber wan. Gulmez got: "Hebûna me, partiyên pergalê nerihet dike. AKP, ji sala 2018'an heya niha astengiyan datîne ber serlêdanên me û ewraqên me yên fermî pesend nake." 
 
Gulmez ku partiya xwe wekî "partiyeke demokrat-dîndar" wesifand, anî ziman ku her wiha nirx û manewiyata gelê kurd esas digirin. Gulmez got: "Gava me nû partiya xwe ava kir, me di hilbijartinên giştî de diyar kir ku em ê piştgiriyê bidin Selahattîn Demîrtaş. Dû re di hilbijartinên herêmî yên 2019'an de me û HDP'ê tifaqek çêkir. A rast sedema ambargoya me, ji ber ku em kurd in, demokrat û dîndar in." 
 
'WELÊT BI TELÎMATAN TÊ BIRÊVEBIRIN' 
 
Gulmez, destnîşan kir ku welêt ne bi qanûnan, bi telîmatan tê birêvebirin û got: "Tenê li gor telîmatan belgeyan didin me. Wezareta Karên Navxweyî, Qanûna Bingehîn xistiye bin serweriya xwe. Partiyên piştî me hatin avakirin piraniya wan li ser asasê meseleya kurd ava bûn. Lê mixabin ev nêzî îqtidarê ne, piştgiriya qeyûman dikin û bi awayekî aşkere piştgiriya îqtidarê dikin." 
 
Gulmez, bang li hemû kesên ehlê hiqûq û edaletê kir ku xwedî li partiya wan derkevin û got: "Damezrandina partiyê, mafekî qanûnî ye. Em dixwazin di çaçroveya vê heqiyê de li qada siyasî xwedî li nirxên gelê xwe derkevin. Lewma em li benda piştgiriya her kesî ne." 

Sernavên din

18/01/2021
09:00 ROJEVA 18'Ê ÇILEYA 2021'AN
17/01/2021
20:07 Li Tirkiyê 165 kesên din jî ji ber koronayê mirin
16:27 Li Şengalê teqîn: 9 kesan jiyana xwe ji dest dan
16:06 Li Îzmîrê êrişî welatiyên sûriyeyî kirin
15:39 Ji bo herêma Serhedê hişyariya berfê
13:36 Bijîşkekî ji ber şewbê jiyana xwe ji dest da
13:06 ÎHD: Divê ESP’iyên di bin çavan de bên berdan
12:17 Ceza dan 24 kesên Komkujiya Parîsê şermezar kirin
12:04 4 rojnameger 100 roj in girtî ne
11:30 47 kesên di bin çavan de anîn edliyeyê
11:13 Wesayîta karkerên Mexmûrê qeza kir: 4 kesan jiyana xwe ji dest dan
09:27 Greva birçîbûnê di roja 52'yemîn de dewam dike
09:04 Mal bi mal digerin û jinan serwext dikin
09:03 Ji ber ku li ber astengiyan rabû cezayê pereyî lê birîn
09:03 ‘Karkeran mehkûmî birçîbûnê dikin'
09:03 Di mulaqatê de pirsa 'Hevalê Barbieyê kî ye?' pirsîne
09:02 Welatiyên teqawidbûyî: AKP'ê gora me kolandiye
09:02 Karkerên depoyê yên Mîgrosê: Em ê heqê xwe bistînin
09:01 14 sal derbas bûn, hîn jî rastiya kuştina Hrant Dînk aşkere nebûye
09:01 Rojnameger Sarya: Êrîşa li dijî Eyn Îsa negîhişt armanca xwe
09:00 Li Wanê otel tên girtin
09:00 ROJEVA 17'Ê ÇILEYA 2020'AN
08:03 Rojnamegerên Kurd Yekîtiya Neteweyî niqaş kirin
16/01/2021
19:59 168 kesên din jî mirin, 7 hezar û 550 kesên din jî pê ketin
16:04 Li Mêrsînê kesek hat binçavkirin
15:21 Yuksekdag peyama piştevaniyê ji ESP'ê re şand
15:06 Navçeya Pilûrê bi berfê xweşik bû
14:34 Hêj 51 ESP'î di bin çavan de ne
14:16 ÎHD: Girtiyê nexweş Kemal Ozçelîk serbest berdin
14:08 Dayikên Şemiyê: Bila kujerên Abdullah Canan werin cezakirin
13:36 Ji bo serdana wekîlê AKP’ê mala şînê bi taybetî vekirin
13:27 Girtiyê nexweş ê 76 salî tevî rapora ATK'ê bernedan
13:16 Bi hinceta şewbê girtiyê nexweş Kocaturk derman nakin
12:18 Yuksekdag: Em ê dev ji Kobanê bernedin
12:17 Xizmên windayan Hrant Dînk bi bîr anîn
11:51 Di 2020'an de hezar û 855 girtî êşkence kirin
11:31 Ji bo 4 bajaran hişyariya aşûtê
10:55 Kadîr Şeker dê ji nû ve bê darizandin
10:14 Onlu: Divê her kes ji bo tecrîdkirina xwe bişkîne li dijî tecrîdê derkevin
09:54 Chomsky: Şoreşa Rojava mucîze ye, divê cîhan bibîne
09:48 Koma 11’emîn çalakiya greva birçîbûnê dewr girt
09:08 32 partî hatin damezrandin, lê hîn jî destûra PÎA'yê nehatiye dayîn
09:08 Tecrîd, pirsgirêka jinê kûrtir dike
09:07 Belgefîlmeke metrajdirêj, ji bo zaravayê kirmanckî
09:07 Dayangaç ê 65 salî bi îdiaya 'endamtiya rêxistinê' girtin
09:06 Ji ber doza derbarê birayê wî de, serlêdana wî hat redkirin
09:06 Îdianame hat amadekirin: Tenê di îhaleyekê de 3.6 milyon TL hatiye çirpandin
09:05 DBP'ê ji bo gel stend, qeyûm jî ji bo rantê firot!
09:04 Li Meletiyê RES û HES xwezayê talan dikin
09:00 ROJEVA 16'Ê ÇILEYA 2020'AN
15/01/2021
20:15 169 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
16:18 Hikûmeta Hollandayê îstîfa kir
16:00 Kedkarên tenduristiyê bertek nîşan da: Em nikarin debara xwe bikin
15:55 Çalakiyên li dijî tecrîdê pêl bi pêl belav dibin
15:44 'Dayika min a 67 salî çi li dewletê kiriye?
15:17 'Xwedî derketina girtîgehan erkek exleqî ye'
15:14 Li dijî zema ji sedî 3’ê bordroyên xwe şewitandin
15:07 Li ser daxwaza Serokkomar cezayê şermezarkirinê dan Keskînê
14:46 Rojnamevanan bertek nîşanî binçavkirin û girtinan da: Em ê her binivîsînin
14:41 ESP'ê banga têkoşîna hevpar li muxalefetê kir
14:21 Derbarê Baroya Enqereyê de destûra lêpirsînê hat dayîn
14:16 Bûldan û Sancar: Dema dora me hat em ê xwe derzî bikin
14:14 Li Êlihê qezaya trafîkê: Kesek mir, 6 kes birîndar bûn
13:49 Alinak giliyê polîsan kir
13:48 Li hemberî Alîkarê Davutoglû êrişa çekdarî pêk hat
13:36 Li Meclîsê daxuyaniya greva birçîbûnê: Tecrîd sûcê îşkenceyê ye
12:56 Odeya Bazirganiyê ya Amedê dê li Hewlerê nûnertiyê veke
12:18 Li dijî tundiya zilam xwe parast
11:12 Beştaş ‘Doza Kobanê’ nirxand: Ne HDP divê AKP were darizandin
11:02 Bavê girtîyê di çalakiya grevê de: Daxwazên girtiyan pêk bînin
10:54 Ji ber barîna berfê rêya 289 wargehan hat girtin
10:27 PÎA ya ku damezrandina wê tê astengkirin li Wezareta Navxweyî dest bi nobetê dike
10:03 Dr. Karakoç: Pêvajoya derzîkirinê aloz e
09:25 Greva birçîbûnê di roja 50'emîn de dewam dike
09:21 Muna El-Xelef: Tirkiye dixwaze Eyn Îsayê dagir bike
09:12 Şaredariya Cizîrê dest ji karê dezenfektekirinê berda!
09:11 Polîsan gef lê xwar: Em ê te bikin derbek
09:10 Ciwanên HDP'î bi kampanyaya xwe behsa xweparastinê dikin
09:07 Nexweşxaneya taybet ji bo rojekê 4 hezar TL xwest
09:07 'Tişta ku nikaribûn bi KHK'yan bikin wê bi qanûnan bikin'
09:07 Hunera wî serê tilîkên wî ne
09:07 Name Ozturk: Jin ji ber ku namirin tên cezakirin
09:07 'Ên dibin sedema krîza avhewayê ne şexs, pergal e'
09:00 ROJEVA 15'Ê ÇILEYA 2020'AN
14/01/2021
20:40 170 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
17:23 Di dosyaya KCD’ê ya Meletiyê de kesên girtî neman
16:48 Li Gêlê mirina biguman a jinekê
16:37 Bersiva TDK’ê ya ji bo PZK’ê: Ferhenga kurdî-tirkî heye
16:32 Ji Walîtiya Êlihê qedexeya ‘grevên birçîbûnê’
16:20 Di dosyaya KCD’ê ya Meletiyê de kesên girtî neman
16:12 Li Dersimê berteka li dijî binçavkirinên ESP’ê
16:11 Danişîna Dozgîn Temo hat dîtin
15:43 Jinan navê Wezareta Xizmetên Civakî Xebat û Malbatê guhertin
15:29 Li Wanê di salekê de 2 hezar û 410 binpêkirinên mafan
15:03 Kedkarên tenduristiyê bertek nîşanî zema ji sedî 3’ê dan
14:56 Ji bo muxtarê pirsgirêkên taxê vegotin lêpirsîn hat destpêkirin
14:49 Danişîna doza Rojnameger Demîr dîsa taloq kirin
14:41 6 sal in ji bo kurê xwe li edaletê digere
14:26 Girtiyê 83 salî Ozkan dîsa bernedan
13:57 Kujerê Yurtkolesî întihar kir!