AMED - Danişîna doza Hevşaredara Farqînê Naşîde Toprak a qeyûm tayînî şûna wê hatibû kirin û bi îdîaya “endamtiya rêxistinê” tê darizandin, hat taloqkirin.
Bi hinceta lêpirsîneke Serdozgeriya Komarê ya Amedê dabû destpêkirin Wezareta Karê Hundir Hevşaredara Farqînê Naşîde Toprak ji peywîrê girti bû. Danişîna 2’yemîn a doza Toprak a ku bi îdîaya “endamtiya rêxistinê” hatibû vekirin li 8’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê hat dîtin. Di danişînê de Toprak û parêzerên wê Bûrhan Arta û Mahsûnî Karaman amade bûn.
Dadgehê daxwaza parêzeran a kêmasiyên di dosyayê de bên temamkirin nirxand û danişîn taloqî 30’ê Adarê kir.