Hezar û 200 malbatên ku avahiyên wan hilweşiyan derveyî planê hiştin

  • rojane
  • 11:10 14 Çile 2021
  • |
img

ŞIRNEX - Li Şirnexê, hezar û 200 malbatên ku dema qedexeyên derketina derve yên sala 2015’an de malên wan hatin hilweşandin, derveyî plana TOKÎ’yê hatin hiştin û ne erse ne hî mal ji wan re hatin veqetandin. 

 
Li navenda Şirnexê, piştî qedexeyên derketina derve ku di 14’ê adara 2015’an de hat îlankirin û pêvajoya şer û pevçûnan 9 hezar mal û dikan hatin hilweşandin. Îdareya Malên Komî (TOKÎ) û Wezareta Bajarvanî û Hawîrdorê, li taxên ku hatibûn hilweşandin bi awayekî hevpar dest bi avakirina mal û karegehên nû kirin. Ji avahiyên ku hatine çêkirin 5 hezar û 716 jê hatin radestkirin û 516 avahî û dikan jî hê nehatine radestkirin. Li aliyê din hezar û 200 malbat li derveyî plana TOKÎ’yê hatin hiştin û mal radestî wan nehatin kirin. Li gel vê rewşê jî niha ji van malbatan ji bo her sîteyê di navbera 21 hezar û 50 hezar TL’yî de pere bedêla ersê tê xwestin. Malbatên ku hatine mexdûrkirin, bi hinceta ku 36 meh derbas bûne êdî kire wan jî nayên razandin. Têkîldarî mijarê malbatên ku mexdûr bûne axivîn û bertekên xwe anîn ziman.
 
‘YA KU HEQÊ ME YE DIVÊ BIDIN ME’ 
 
Narîn Tunç li taxa Yeşîlyûrt a Şirnexê rûdinê, diyar kir ku nêzî 5 salan e li bendê ye ku mal bidinê û wiha axivî: “Di sala 2015'an de avahiya me hat hilweşandin. Malên me nadin me û ji me bedêla ersê dişxwazin. Her tim ji me re dibêjin ku em ê vê heftê bidin û bi vî rengî me mijûl dikin. Ev 5 sal in em di bendewariyê de ne. Heke perê me hebûna em li TOKÎ'yê nedijiyan. Em di kirê de dijîn û nêçarin ku malên TOKÎ’yê bigirin. Ya ku heqê me ye divê bidin me.” 
 
‘EM Ê VÎ PEREYÎ JI KU BÎNIN?’
 
Mûlkiye Tûnc jî diyar kir ku di nava 5 salan de ji hêla dewletê ve bi her awayî hatine mexdûr kirin û ev tişt anîn ziman: “Kireyên me nadin me. Malên me hilweşandin û em mexdûr kirin. Em mexdûr in. Gelek zirara wan gihişt me. Ji bo her xaniyekî bedêla ersê ji me tê xwestin. Ev neheqî ye. Em vê yekê qebûl nakin. Hem mala me hilweşandin û hem jî pere ji me dixwazin. Ma qey ev edalet e? Kesên ku mexdûr bûne em in. Hewceye ku ew pere bidin me. Ev 5 sal in em di kirê de ne. Em li her deran deyndar bûn. Niha ji bo ku em bikevin TOKÎ'yê pere dixwazin, em ê vî pereyî ji ku bînin? 
 
'EM TOKÎ'YÊN WAN NAXWAZÎN'
 
Ji şeniyan Abdûlazîz Tunç jî anî ziman ku dewlet neheqiyê li wan dike û ew vê yekê qebûl nekin û wiha got: “Di serdema qedexeyên derketina derve de mala me jî hat hilweşandin. Ji wê rojê heta niha ji me re dibêjin em mal bidin we. Herî dawî ji me re hat gotin ku 560 TOKÎ mane. Heke ku em bedêla ersê bidin ew ê bidin me. Em vê yekê teqez qebûl nakin. Roja ewil dema ku malên me hilweşandin me ji wan re got TOKÎ'yan di erseyên me de çêbikin. Lê em guhdarî nekirin. Niha jî bi vê rêbazê dixwazin pere bistînin. Ji me re dibêjin bedela ersê bidin û daireyê bistînin. Em ê li hemberî vê yekê bisekinin û em TOKÎ'yên wan jî naxwazin.”
 
MA – ZEYNEP DÛRGÛT

Sernavên din

14/01/2021
13:56 Li Îranê di 10 rojan de 32 ciwanên kurd hatin girtin
13:54 Dadger ji Hevşaredar pirsî: Tu tev li civina danasîna namzetan bû ya na?
13:54 Li Mêrsînê jinek hat binçavkirin
13:29 Walî derziya koronayê li xwe nexist
13:26 6 sal û 3 meh ceza li Serokê berê yê Baroya Amedê Aktar hat birîn
13:19 Polisan deriyê ESP’ê û ETHA’yê şikandin û dest danîn ser kompîturan
13:15 Li Sûriyeyê di demeke nêz de aştî û aramî tuneye
13:14 Koordînasyona Şopandina Greva birçîbûnê: Tecrîda li Îmraliyê bi dawî bikin
12:32 Polîsan li 8 kesên sersal pîroz kirin ceza birî
12:28 Danişîna Hevşaredara Farqînê Toprak hat taloqkirin
11:45 Li Peyasê cewrikek şewitî hat dîtin
11:22 Bi qanûna înfazê ya nû li girtiyan “poşmantî” tê ferzkirin
11:10 Hezar û 200 malbatên ku avahiyên wan hilweşiyan derveyî planê hiştin
11:09 'Em ê mafê xwe yê xweparastinê biparêzin'
10:44 Di kana madene de hezan: 2 karker birîndar bûn
10:29 Serê salê bi dîmenên rengîn hat pîrozkirin
10:21 Yek ji çalakiyên serhildana sivîl greva birçîbûnê
10:15 Dibin çavan de îşkenceya 'Sirûda Îstîklalê' li zarokê 15 salî kirin
10:14 Xwişka zaroka rastî tecawîzê hatibû: Ev edaletek çawane?
10:08 Doz li Midurê Karên Nivîsê yê ajansa me hat vekirin
09:31 Greva birçîbûnê di roja 49'emîn de ye
09:06 Gardiyanan êrîş bir ser girtiyên di greva birçîbûnê de
09:06 Li Êlihê bi navê Roza pirtûkfiroşek vebû
09:06 Kenîşteya dawî ya aydê cihûyan hindik maye hilweşe
09:06 Ji ber HES'ê bi tonan masiyên deqsor mirin
09:06 Malbatên zarokên nexweşîna SMA'yê bi wan re heye: Kampanyayên me bi qasî zarokên me paqij in
09:06 'An ez ê dengê xwe ragihînim an jî ez ê bimirim'
09:06 Jinan behsa mêvanxaneya jinan kir: Em ne penaber bûn jî
09:06 Şener: Erdogan pir tengijiye, ketiye rewşa 'te çil sator divê yan çi qantir divê'
09:00 ROJEVA 14'Ê ÇILEYA 2021'AN
08:59 Polîsan 48 ESP'î binçav kirin
08:02 Esnaf xwe ji Keleha Enqereyê avêt
13/01/2021
21:26 173 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
19:28 Endamê Meclîsa Partiyê ya HDP'ê Sadak hat girtin
17:31 Dadgehê sucdarê tecawizê serbest berda
16:13 HDP’a Colemêrgê: Armanç guhertina rojeva nelirêtiyê ye
15:57 KESK: Birînên ceyranê gel mexdûr dikin
15:41 Înîsiyatîfa Mamosteyên Kurdî: Ji bo zarokên xwe kurdî hilbijêrin
15:23 HDP’ê rapora faîzê parve kir
Sedem rejîma yek zilamî ye, faîz encam e
15:23 Derbarê Hevseroka DFG’ê Muftuoglû de lêpirsîn hat destpêkirin
15:05 Li Enqereyê 5 xwendekar hatin binçavkirin
14:51 'Daxwazên girtiyan daxwazên me ne'
14:47 Buroya Hiqûqê ya Sedsalê rapora 'Girtîgeha Îmraliyê' aşkera kir
14:41 Koordînasyona Şopandina Girtîgehan a Mêrsînê hat damezrandin
14:36 Ji bo Gergerlîoglû parvekirina ‘dayikên bi pitik’ kirin hinceta fezlekeyê
14:16 Derbarê 9 parlementerên HDP’ê de felzekeya 'Kobanê'
14:15 Neviyê Seyîd Riza li gundê xwe hat veşartin
14:04 Xwişk û birayê ji ser xanî ketin canê xwe ji dest dan
13:56 4 partiyan bertek nîşanî biryara hilweşandina Pasaja Mehmethan dan
13:54 Wê danişîne girtiyê nexweş Ozkan sibê bê dîtin
13:38 TJA: Guh bidin daxwazên zîndanan
13:29 Zext û tundiya ku li girtîgehan zêde dibe ji Wezîr Gul pirsî
13:29 Gundî li ber kana madenê rabûn
13:17 Li Girtîgeha Karabukê 30 girtî bi koronayê ketin
13:07 PÎA: Wezareta Navxweyî gefa binçavkirinê li me dixwe
12:41 2 zilamên ku jinan desteser kiribûn û dest dirêjî wan dikirin hatin girtin
12:12 Dorpêça li gundên Licê didome
12:10 Dadgehê biryara guhdarkirina ‘şahidên nepen’ ku sexte derketin da
11:47 Di 2020’an de 2 hezar û 427 karkeran jiyana xwe ji dest da
11:25 Dayika ku kurê wê bû qûrbanê kana komirê: Ev ne qeza ye, ev cînayet e
11:09 Girtiyê ku lêgerîna tazî qebûl nekir hat derpkirin
11:08 Ji ber wêneyê Newrozê doz li rojnamevan Alphan hat vekirin
10:57 Ji bo derzîkirina koronayê sîstema randevûyê vebû
10:34 Gundî mehek e li benda çareseriyê ne
09:35 Greva birçîbûnê di roja 48'emîn de ye
09:13 Karakoyûn: Armanca me azadkirina Ocalan e
09:11 Akdenîz: Zimanê çapemeniya hewzê nîjadperestiyê gur dike
09:10 'Heya em vegerin ser karê xwe em ê têbikoşin'
09:10 Hevserokên ku ji ber 'meşê' îfade dan: Azadî girêdayî yekîtiyê ye
09:09 Li Serhedê xetereya ziwabûnê
09:08 'Ne şewb, wê hejarî me bikuje'
09:04 Walî ji şêniyên gundê ku bi metreyan avê dikişînin re got: Ma berê av hebû?
09:03 Navê 'rojnamevanan' jî di lêpirsîna bertîl û nelirêtiyê de heye
09:03 Kanîwar: Stranên me ji hepsa malê xelas bûn
09:00 ROJEVA 13'Ê ÇILEYA 2021'AN
08:01 Kalê 82 salî 24 sal in girtî tê darizandin
12/01/2021
20:04 Hejmara kesên ji ber Covîd-19'ê mirin bû 23 hezar û 152
18:54 Sal û mehek ceza li Hevşaredarê Colemêrgê Karaman hat birîn
17:05 Dozger 15 sal ceza ji Hevşaredar Çîçek xwest
16:43 Gundiyên Lîcê: Piştî her operasyonê bi ser gundan de digirin
16:39 Berxwedana Bogazîçiyê pêl bi pêl belav dibe
16:36 Ava paqij nadin jina ducanî ya di bin çavan de ye
16:13 ‘Em pêkanînên ku nasname û zimanên cuda red dikin qebûl nakin’
16:00 Malbata Safîturk: Bersûc Midûrê Polîsan ê Dêrikê ye
15:59 Şandeya TTB’ê çû serdana Hevserokê HDP’ê
15:57 Têkildarî çalakiyên Kobanê cezayê muebetê li 7 kesan hat birîn
15:55 Wê Buroya Hiqûqê ya Asrinê rapora Îmraliyê aşkera bike
15:49 Bombevanê Komkujiya Pirsûsê li Rihayê hat girtin
15:45 Li Girtîgeha Tîpa E ya Gumuşhaneyê îşkenceya gardiyanan
15:26 HDP li dijî tecrîdê kampanya dide destpêkirin
15:23 Li Tendurekê operasyona eskerî dest pê kir
15:21 ‘Bi çekan ketin mala me, zarokên me ji tirsa giriyan’
15:12 Hinceta biryara girtina Guven hat aşkerekirin
15:10 HDP’ê li Çewlikê tecrîd şermezar kir
14:56 Karkerên ku saleke heqdesta xwe nagirin serî hildan
14:40 Rapora girtîgehên Herêma Anatoliya Navîn: 9 girtiyan jiyana xwe ji dest da
14:37 Dayika Sêvê Demîr Sakîne îfade da dozgeriyê
13:49 HDP’ê serdana Osman Şiban kir
13:14 Li Farqînê 2 bira hatin binçavkirin
12:55 Li Colemêrgê serdegirtina malan: 3 binçavkirin