* Parlementerê CHP'ê Abdullatîf Şener, diyar kir ku dê Partiya Saadetê û Serokomar Erdogan neyên gel hev û got: "Erdogan, pir tengijiye. Te dît dibêjin 'Te çil sator divê yan çil qantir divê', eynî di halekî werê de ye."
* Jinên ku ji ber tahdeya hevjîn û malbatên xwe reviyabûn û li Mêvanxaneya Jinan a Meletiyê bi cih bûbûn, diyar kirin ku ne polîs, xebatkarên paqijiyê wan birine edliyeyê û gotin: "Em ne penaber bûn jî. Mexdûriyeta me îstismar dikirin."
*Li Şirnexê TOKÎ û Wezareta Bajarvanî û Hawîrdorê bi hevkarî 9 hezar 270 mal çêkirin û ji van hezar û 200 malbatên ji derveyî planê hatine hiştin bedêla ersê ji wan tê xwestin. Malbatan bertek nîşanî vê pêkanînê dan û gotin:" Heger pereyê me hebûya me li TOKÎ'yan de jiyan nedikir."
* Metîn Kiliç ku ji bo sewqî Mêrdînê bê kirin di greva birçîbûnê de ye, diyar kir ku nexweşîna epîlepsiyê pê re heye û got: "Di vî 15 rojî de an ez ê dengê xwe ragihînim an jî ez ê bimirim."
* Rayedaran kampanyaya malbatên zarokên nexweşîna SMA'yê bi wan re heye hedef girtibûn û gotibûn "kampanyeyek qirêj" e. Malbatan bang li rayedaran kir: "Kampanyayên me herî kêm bi qasî pitikên me paqij in. Madem 'qirêj' e, nexwe ya 'paqij' bikin."
* Ji ber HES a li Çemê Sortkînê gelek masî mirin. Derbarê rawestandina HES'a ku bandorke nebaş li çandinî û sewalvaniyê jî dike, doz hat kirin.
* Li Çêrmûkê kenîşteya cihûyan a ji sedsala 14'emîn ve mayî, li ber herifandinê ye.
* Li Êlihê bi navê Rozayê pirtûkfiroşek hat vekirin. Li Rozayê eleqeyeke zêde ji bo pirtûkên kurdî heye.
* Li Girtîgeha Turkoglûyê gardiyanan êrîş bir ser girtiyên di greva birçîbûnê de. Baran Gulê ku di êrîşê de milê wî ji cih derket got: "Platînên di dest û pêyên hevalekî me de şikiyan."
* Li navçeya Cizîrê, polîsan dibin çavan de îşkenceya xwendina "Sirûda Îstîklalê" li zarokê 15 salî kirin û gefa lê xwarin. Dayika D.E., diyar kir ku ewqas pê dabûn xwendekin ku, devê wî ziwa bibû.
* Danişîna doza Mehmet Emîn Ozkan ê 83 salî ku 24 sal in girtî ye dê li 7'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Edeneyê bê dîtin. (10.00-19.00)
* Danişîna doza Hevşaredara Qoserê Nilufer Elik Yilmaz û Hevşaredara Stewrê Gulistan Oncu dê li 3’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Mêrdînê bê dîtin. (11.30)
* 4'emîn danişîna doza Nûçegîhana Ajansa Mezopotamya Ruken Demîr, dê li 19'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Îzmirê bêdîtin. (11.45)
* Şaxa ÎHD'ê ya Wanê dê rapora binpêkirina mafan a sala 2020'an aşkere bike (12.30)
* Endam û rêveberên Şaxa SES'ê ya Amedê ji bo mafê xwe bixwazin dê li pêş Nexweşxaneya Welidînê ya Jinan daxuyaniyê bidin çapemeniyê. (12.30)
* Partiya Mirov û Azadiyê dê têkildarî astengiya Wezareta Karên Hundir a li pêş avakirina partiya xwe li Wanê daxuyaniyê bide çapemeniyê. (13.30)
* Piştevaniya Zanîngeha Edeneyê dê bi dirûşmeya "Bogazîçî ne bi tenê ye, Em li Çukurova rektorê qeyûm naxwazin" li Qada Gençlikê daxuyaniyê bidin çapemeniyê. (14.00)
* Piştevaniya Zanîngeha îzmirê dê li dijî taqînkirina Rektorê Qeyûm li pêş deriyê Zanîngeha Ege daxuyaniyê bidin çapemeniyê. (16.00)
* Çalakiya xwendekarên Zanîngeha Bogazîçi ya li dijî tayînkirina Rektorê Qeyûm Melih Bulu di roja 11'an de didome. Xwendekar dê li Kampusa Guney daxuyaniyê bidin çapemeniyê. (18.00)