STENBOL - Li navçeya Bayrampaşayê Ferdane Kûrt, li otela ku lê dima hat qetilkirin.
Ferdane Kûrt a li oteleke taxa Mûratpaşa ya navçeya Bayrampaşa ya Stenbolê dima, ji aliyê zilamekî ve hat qetilkirin. Xebatkarên otelê piştî bûyer bihîstin ji polîs û tîmên tenduristiyê re ragihandin. Tîmên tenduristiyê yên hatin cihê bûyerê tespîtkirin ku Kûrt jiyana xwe ji dest daye. Polîsên ku li cihê bûyerê û otelê lêkolîn kirin, derbarê kûjerê ku piştî bûyerê reviyaye de biryara girtinê derxistin.