Li Colemêrgê bertîla AKP’iyan tê axaftin

  • rojane
  • 11:02 11 Çile 2021
  • |
img

COLEMÊRG – Di qeyda dengê Serokê Bajar ê TUGVA’yê ye Colemêrgê yê Mûstafa Can de, bertîla ku di her îhaleyê de ji Serokê Bajar ê AKP’ê yê Colemêrgê Emrûllah Gur re tê veqetandin, tê vegotin.  Gur, angaştan red kir û giliya Can kir. 

 
Li Colemêrg û navçeyên wê, qeyda dengê bertîl û nelirêtiyên ku rêveberên AKP’ê yên bajar di îhaleyan de dikin, tên axaftin. Di 2 qeydên dengan ku tê angaştkirin aîdê Midurê Lîseya Îmam Xatîbê ya Yuksekovayê Mûstafa Can in de tê vegotin ku Serokê Bajar ê AKP’ê yê Colemêrgê Emrûllah Gur û karsaz N.S. jî di nav de hin kes di îhaleyan de bertile digirin û nelirêtiyan dikin. Rewşa mijara gotinê, piştî ku Emrûllah Gur ê AKP’î giliya kesên ku dengan belav kirine kir de hat rojevê. 
 
HEV DÛ BÊMINET DIKIN
 
Di qeyda dengekî Mûstafa Can ku di heman demê de Serokê Bajar ê Weqfa Ciwantiyê ya Tirkiyeyê (TUGVA) ya Colemêrgê ye de tê gotin ku di her îhaleyî de divê bertîl ji Serokê AKP’ê Emrûllah Gur re bê veqetandin. Di qeyda deng de Can bi gotina “Hocam” xîtabî kesekî dike û jê re dibêje ku gef li Serokê Navçeyê yê AKP’ê Fatîh Arslan xwariye. Can, derbarê Arslan de ev tişt dibêje: “Niha dabû Fatîh (Serokê Navçeyê yê AKP’ê). Ji Fatîh re dibêje ku wê van navan ewk nekin. Min jî got ku heke Fatîh derbarê van naven de pirsgirêkeke biçûk jî derxe ne tu ne Nedo (N.S.) ne jî Servet li vir dimînin. De keremkin hûn bêminet in.”
 
GUR ÎHALÊ DIDE BETALKIRIN
 
Can, kesê bi navê Servet jî hedef digire û ev tişt dibêje: “Mesela ku em dixwazin çî ye? Em dixwazin Servet ji holê rakin, ev rast e? Dest û hêza me qels e.” Piştre Can, qala îhaleyeke ku Gur ê AKP’î daye betalkirin dike û ev tişt tîne ziman: “Duşema berê îhale çêkirine. Dane kesekî bi navê Riza Varli ye çî ye. Bidaxwaziya 20 e 27 milyon TL’yî. Agahiya Emrûllah (Serokê Bajar ê AKP’ê) jê çêdibe û pêre dide betalkirin. Niha li vir şerê vê kirin. Tişta ji me dixwaze jî ewlehî ye. Camir aşkera dibêje. Temam ez ji vana re nexebitim lê li min xwedî derkevin. Ez xizmê wan im (Bi kurdî diaxive). Dikarin ji min re bibêjin. Heke na Welahî wê min rast e rast xêz bikirana.”
 
'NAVÊ MIN NEBÊJE’ 
 
Di qeydek deng a aydî Can de jî tê diyarkirin ku divê bertîlê bidin Emrûllah Gur ê AKP’yî. Can têkildarî vê rewşê wiha dibêje: “Mamoste Îlhan bixwedê min berê jî ji te re gotibû pêwîste em pere bidin Emrûllah. Nexwê wê çima zilam ji bo me hewl bide. Emrûllah çend caran ji min re got heke tu navê min bikar bînî ji li Colemêrgê ji min re bêje ‘keko’ navê min nebêje. Dema em li cem mizgefta mezin şertan axivîn. Ji bo ez tiştek mezin derbas bikim hatim vir. Min zext li ser zilam kir. zilam got ‘temam, Mustafa ez li pey te me.’ Niha em bixwazin jî nexwazin jî heke em li Geverê rêxistinek ava bikin, muheqeq em ê êdî tiştekî diyar bigirin.” 
 
JI BO MIDÛRIYETÊ BERTÎL 
 
Can îtîrafa ku dê bertîlê bidin Miduriyeta Perwerdehiya Navçeyê jî dike û wiha diaxive: “Mesele sibê du siba kesek ji bo Miduriyeta Perwerdehiya navçeyê bileyîze ez ê pereyek diyar ji çav derxim. Bila kes li qisûrê nenêre. (Nayê fêmkirin) Piştî ew hat vir kî dixwaze çi bike bila bike.” 
 
BI BERTÎLÊ ÎHALE DIDE 
 
Can diyar kir dike ku ji bo 20 ton komir bidin hin dibistanan di berdela wê de pere dane û wiha didomîne: “Mesela meseleya komirê; Midûrê min ev bi hişê we de diçe, komir ji me re hindik tê. Ez çûm bi Îlhan re axivîm. Min ji Îlhan re got 20 ton temam e? Wî got ‘temam e.’ Gote ‘Mamoste 20 ji bo me têr dike.’ '20 ton ji me re neyne lê pere bide.’ Min jî got ‘temam.’ (Bi kurdî diaxive) Niha min bixwesta li ser Î.S., N.S. nikarim pereyek bi dest bixim gelo? Niha ez ew kes im ku min li dijî N.S. şer daye destpêkirin. Her wiha li dijî Î.S. jî bi heman rengî. Midûrên dibistanan li min digerin. Dibêjin ‘mamoste ev Gurk î ye. H.G. (Serokê AKP’a Colemêrgê) kî ye? Çi ye we ye? Xizmê we ye? Dibe kurapê Şermîna me. Min got ‘çend deynên dibistana min hene, hinek komir kêm e ku bîne dibe gelo.’ Min got ez ê biaxivim. Ez çûm axivîm û da zilam. Midûran hemûyan.”
 
400 HEZAR LÎRE BERTÎL 
 
Can, behsa nîqaşek îhaleyê dike û diyar dike ku wî ji bo îhaleyek 300-400 hezar lîre bertîl daye karsaz N.S. Can di dewama xaftina xwe wiha diaxive: “Gazî min kir. Muhsîn ne biyanî ye. (Muhsîn dibersivîne: na) Çimkî Nedo (N.S.) hat cem min. Sala par Nedo 300-400 milyar pere da vî. Hat Wanê pere da vî. Bibe alîkar, alîkar (bi kurdî dibêje). Lê belê wê demê tu yê min jî bifikirî. Di encamê de Nedo hatiye, ew min xwedî dike. Wê demê hûn jî xwedî li min derkevin, ez jî destek bidim. Mesela niha Atîlla ye, Cahît e, Nusret e. Fatîh çim ali ser serê me serokê navçeyê ye? Ji ber ku kes nîne. Dema em bi hev re bûn, me kesekî derxist gelo, na.” 
 
ÎHALEYA KOMIRÊ 
 
Can, di dewama axaftina xwe de, dixwaze ku 20 ton komir ji bo midurekê dibistanê kêm bê dayîn, ji bo vê navê wî bê bikar anîn û wiha dibêje: “Mûstafa Can em ê 20 ton kêm bidin, 30 ton kêm bidin. Komir anîne. Jin tiştên din anîne. 200 mîlyon bû, 150 mîlyon bû? Min ji Xoce Nîhat re jî got. Me evqas pere girt. Me hinek xerç kir. Min hinek ji bo xwe jî rakir. Min da wî jî. Bi vî awayî me hesabê xwe girt. Tenê deynekê Colemêrgê yê nehatiye dayîn heye. Ez vê dixwazim.”
 
GUR Ê AKP’Î GILÎ KIR
 
Serokê AKP’ê yê Bajêr Emrûllah Gur, piştî ku axaftinên Can derdikevin holê, derbarê hin kesên van qeydên dengan li ser medya civakî parve dikin û kesên di qeydên dengan diaxivin de, li Serdozgeriya Komarê ya Colemêrgê gilî dike. Di gilîkirina 16’ê Kanûna 2020’an de, li ser hesabê Twîtterê qeydên deng tên parvekirin. Gur, di serlêdana xwe de, diyar dike ku ew û malbata wî bi awayekê vekirî hatine hedef girtin û dixwaze kesên ev parvekirin kirine bên lêkolîn kirin.
 
CAN: ŞIBANDINE DENGÊ MIN
 
Mûstafa Can ê ku me derbarê van îdîayan de pê re hevdîtin kir, wiha got: “Teqez tiştek wiha tuneye. Bi temamî ev kompleye. Min jî derbarê mijarê de gilî kir. Lêpirsîn dewam dike. Ev qeyd ne aydê minin. Ev xebatek orjînale ku hatiye kirin. Li cihek profesyonel hatiye klirin. Dengê di telefonê de, şibandine yê min.” 
 
GUR: MIN GILÎ KIR
 
Serokê AKP’ê yê Bajêr Emrûllah Gur jî, wiha îdîa kir: “Min derbarê qeydên dengan de gilî kir. Min têkildarî Mûstafa Can, û hemû kesên di qeydên dengan de cih digirin gilî kir. Kesekê ku tu eleqeya wan bi me re tuneye, musaletê me bûne. Me dest bi kar û barê qanûnî yên pêwîst kiriye. Hemû kes wê li pêşberî darazê hesap bide. Derbarê me de îftirayek heye. Daraz wê bi awayekê giran hesabê vê yekê bi pirse. Me hem derbarê Mûstafa Can, hem kesên li gel wî diaxivin û hem jî, kesên ev deng weşandin de gilî kiriye.” 
 
MA / Gokhan Altay
 

Sernavên din

12/01/2021
15:12 Hinceta biryara girtina Guven hat aşkerekirin
15:10 HDP’ê li Çewlikê tecrîd şermezar kir
14:56 Karkerên ku saleke heqdesta xwe nagirin serî hildan
14:40 Rapora girtîgehên Herêma Anatoliya Navîn: 9 girtiyan jiyana xwe ji dest da
14:37 Dayika Sêvê Demîr Sakîne îfade da dozgeriyê
13:49 HDP’ê serdana Osman Şiban kir
13:14 Li Farqînê 2 bira hatin binçavkirin
12:55 Li Colemêrgê serdegirtina malan: 3 binçavkirin
12:52 Osman Şiban hat berdan
12:39 Qeyûm 12 roj in bi hezaran karkeran bê qeyd dide xebitîn
12:37 Hevserokên HDP’a Amedê nehatin berdan
12:23 Îdîaya kameraya wesayîta zirxî ya Efe Tektekîn kuşt xirabe bû
11:59 Qeyûm dê doza îcrayê li namzetê AKP’yî veke
11:49 Li Bayrampaşayê jinek hat qetilkirin
11:46 Kamalak: Tifaqa bi Tifaqa Cûmhûr re wê bibe firotina dozê
11:35 Aldar Xelîl: Planên Tirkiyeyê ne girtin
11:33 Karkerên Cargîllê ku hezar roj jin li ber xwe didin: Maf nayê dayîn tê stendin
11:09 Meclîsa Jinan a HDP’ê: Divê Melek Îpek tavilê bê berdan
11:03 Îdareya Girtîgehê axaftina bi kurdî qedexe kir!
11:03 Li Mêrdînê hê jî jineke ducanî û 2 welatî di bin çavan de ne
10:47 Ji ber ku dîmenên bavê xwe kişand doz lê hat vekirin
10:17 Dayika girtiyê di greva birçîbûnê de: Em ê bêdengbûnê qebûl nekin
09:59 Barometreya Stenbolê: Welatî di bin deynan de ne
09:24 Osman Şiban ê ji helîkopterê hatibû avêtin hat binçavkirin
09:03 Greva birçîbûnê di roja 47'emîn de berdewam dike
09:03 Berdevka TJA'yê: Jinên kurd di warê yekîtiye neteweyî de bi xwe bawer in
09:03 Behsa tahde, taciz û gefên kesê ku got 'birayê min polîs e' kir
09:03 ‘Zanîngeh bûne girtîgeh'
09:03 Derûnas Sorgûn: Gava peymana civakiyî xera bibe herî zêde dê jin bandorê jê bigirin
09:03 Bertîl û gendeliya li Amedê
09:00 ROJEVA 12'YÊ ÇILEYA 2021'AN
07:02 Li 10 gundên Bedlîsê derketina derve hat qedexekirin
11/01/2021
20:49 174 kes mirin, 10 hezar û 220 kes jî pê ketin
17:09 Doza Hrant Dînk carek din hat taloqkirin
16:58 ‘Daxwazên xwendekarên Bogazîçiyê daxwazên me ne’
16:45 Li Colemêrgê hevdîtina gel
16:13 Bi afîşan bal kişand ser greva birçîbûnê
16:04 Wezareta Dadê wê 39 girtîgehên din çêbike
15:58 Faîlê Aleyna Çakir ji tiryakê hat girtin
15:58 Dayika Parlamenterê HDP’ê Maçîn jiyana xwe ji dest da
15:54 Li Bogazîçiyê hêrs kêm nabe: Gotin, biryar û rayedarî ya me ye
15:37 TMMOB’ê bertek nîşanî HES’a li Çemê Zorê da
15:32 Bi lêxistina çepikan Wezareta Tenduristiyê şermezar kirin
15:21 SES, çalakiyên ‘Maske diaxivin’ dide destpêkirin
15:12 Walîtiya Mersînê rêveberê Haber-Sen’ê ‘mîlîs’ îlan kirin
14:40 Hêzên demokrasiyê yên Enqerê: Em bi hev re têkoşînê mezin bikin
14:34 16 sal û 8 meh ceza li bersûcê parêzer Arkaş hat birîn
14:28 Karkerên Cargîllê hezar roj in li ber xwe didin
14:10 Li Wanê qezaya trafîqê
13:31 Gunay: Komkujiya Parîsê ronî bibe, wê gelek tişt çareser bibin
13:07 Melek Îpek ji kesên piştgirî danê re peyam şand
12:53 Îmîr rewşa Hurmuz Dîrîl bir rojeva Meclîsê
12:44 Di 10 mehan de qeyûmê 3’yemîn danîn ser Şaredariya Farqînê
12:28 Dorpêça eskerî ya li çoltera Lîcê rabû
11:03 Beriya were navçeyê qeyûmtiya xwe ragihand!
11:02 Li Colemêrgê bertîla AKP’iyan tê axaftin
10:37 Eskeran li Mêrdînê 5 welatî binçav kirin
09:58 Li Başûrê Afrîkayê ji bo Azadiya Ocalan kampanya navneteweyî dest pê kir
09:48 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 46'emîn de dewam dike
09:00 Çepnî: Qeyûm encama polîtîkayên tecrîdê ye
09:00 Jinên penaber ji saziyên fermî bawer nakin
09:00 Nûnerên partiyan: Qeyûm berhema hişmendiya tekparêze
09:00 'Rastiya me têkoşîna me ya li dijî qeyûme'
09:00 ROJAVA 11'Ê ÇILEYA 2021'AN
10/01/2021
19:33 176 kesên din ji ber vîrûsê jiyana xwe ji dest dan
19:22 Li Lîcê welatiyê hatibû binçavkirin hat girtin
18:06 Karkerê di hezanê de jiyana xwe ji dest da bû hat definkirin
16:53 Ûygûn ê ji kuştina jinan hat berdan ji tiryakê hat binçavkirin
16:00 Gergerlîoglû Gunduzê ku gardiyanan milê wî şikandibûn ji Wezîrê Edaletê pirsî
15:59 Yuksekdag: Kobanê meşa mirovahiyê ya mezin a dîrokiye
15:46 Ji HDP’ê daxuyaniya Ozkîraz û Ozbek
15:25 Lêpirsîna nûçeyê li rojnameger Takva vekirin
14:51 Wê bîranîna Komkujiya Gara Enqerê online bê kirin
14:40 Mezrayên ku tê xwestin bên valakirin 25 roj in bê ceyran in
14:08 Li Licê angaşta îşkenceyê
14:00 Li Efrîn û Girê Spî 18 kes hatin revandin
13:57 ÎHD: Zextên li ser rojnamegeran bi dawî bikin
13:44 Li gundê dorpêçkirî serdegirtina malan: 2 kes hatin binçavkirin
13:29 Bi pankart piştgirî dan xwendekarên Bogazîçiyê
12:57 DFG: Ji bo ragihandina heqîqetê rojnameger li ser piyan e
12:27 Hevserokên DBP’ê yên Wanê vexwendin îfadeyê
11:06 HDP: Em ê ji bo cezakirina Îşkencekaran têbikoşin
11:05 Mezûnên Bogazîçiyê: Kelemçeya bi derî ve kirin darbe ye
10:51 Ji HDP’ê daxuyaniya 10’ê Çiley3e Roja Rojnamegerên Dixebitin
09:53 Xwendekarên Bogazîçiyê: Em piştevaniya li dijî qeyûm mezin bikin
09:19 Greva birçîbûnê di roja 45'emîn de berdewam dike
09:11 Li Amedê 35 hezar kes betal man
09:11 Nerazîbûna hevpîşeyên Aslan: Em şahidê rojnamevaniya wî ne
09:08 Rojnamevanên li qadê: Em ê her tim heqîqetê binivîsin
09:06 Erbaş: Êdî divê em behsa azadiya Ocalan bikin
09:05 Ji ber xemsariya şaredariya AKP’ê kuçe talûkeyê belav dikin
09:03 ‘Xelk diçe fezayê, em mane li benda şebekeyê’
09:01 ROJEVA 10'Ê ÇILEYA 2021'AN
08:46 Cenazayê karkerê ku di bin kana komirê de mabû hat dîtin
09/01/2021
23:57 Li Licê piştî operasyonê gund hatin dorpêçkirin
19:53 Di 24 saetên dawî de 181 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
16:47 Girtiyê jiyana xwe ji dest da Yalçin hat definkirin
16:37 Li Kerkûkê konferansa ‘Di nava şer û aştiyê de Kurdistan’ hat lidarxistin
15:05 Ji bo berdana dayika 2 zarokan Adiyaman a 54 salî bang kirin
14:23 DAIŞ'ê 2 baregehên eskerî yên Hemayê bi dest xistin