Rojnamevanên li qadê: Em ê her tim heqîqetê binivîsin

  • rojane
  • 09:08 10 Çile 2021
  • |
img
AMED - Rojnamevanên li qadê bi boneya 10'ê Çileyê Roja Rojnamevanên Dixebitin de diyar kirin ku zext û zorî çi dibin bila bibin, ew ê her tim heqîqetê binivîsin. 
 
Li Tirkiyeyê rojnamevan di şert û mercên zext, zorî û sansurê de 10'ê Çileyê Roja Rojnamevanên Dixebitin pêşwazî dikin. Li gor daneyên sala 2020'an ên Komeleya Rojnamevanan a Dîcle Firatê (DFG) 79 rojnamevan hatine binçavkirin û ji vana 24 jê hatine girtin, 19 rojnamevan bi êrîşan re rû bi rû mane û hezar û 960 nûçe jî hatine astengkirin. 
 
Rojnamevanên li qadê dixebitin bal kişandin ser astengî, zext û zoriyên bi wan re rû bi rû dimînin. 
 
'ROJNAMEVANÊN KURD ZÊDETIR ZEHMETIYÊ DIKIŞÎNIN' 
 
Edîtora Rojnameya Xwebûnê Elîf Can Alkan, anî ziman ku sala 2020'an ji bo rojnamevanan saleke pir dijwar bûye. Alkan, bilêv kir ku derbarê gelek hevpîşeyên wan de doz hatine kirin û ji ber ku hem kurd in û hem jî muxalif in, zext û zoriyên li ser wan du qat zêdetir in. 
 
Alkan got: "Rojnamevanên din ji ber ku muxalif in ceza li wan tên birîn, lê belê em ji ber nasnameya xwe tên cezakirin. Lê belê zext û zorî çi dibin bila bibin em ê hîn bêtir bi zimanê xwe biaxivin û binivîsin. Çi qasî nerihet dibin bila bibin, em hene û em ê tim hebin. Ji bo rastî aşkere bibin em ê bêtir bixebitin. Em ê ji bo hemû hevalên xwe, çi yên li derve û çi jî yên li hundir, bitêkoşin." 
 
TOPAL: ROJNAMEVANÊN LI DÛ RASTIYÊ JI BO ÎQTIDARÊ TALÛKE NE 
 
Nûçegihanê Rojnameya Evrenselê Firat Topal jî, anî ziman ku çapemeniya muxalif her wxtê bi zext û zoriyan re rû bi rû maye, lê belê di demên dawî de zext û zorî zêdetir bûne. Topal, destnîşan kir ku rojnamevanên li qadê bi taciz, tahde, binçavkirin û girtinê re rû bi rû dimînin û got. "Rojnamevan ji ber ku rastiyê aşkere dikin, ji bo îqtidarê dibin talûke. Îqtidar ser çi binixumîne, rojnamevan aşkere dikin." Topal, diyar kir ku gelek hevpîşeyên wan di girtîgehê de 10'ê Çileyê pêşwazî dikin û got: "Ên li qadê jî çi qasî dikarin bixebitin? Her diçe hejmara rojnamevanên li derve kêm dibe. Mirov êdî ditirsin vî karî bikin. Tekane tişta divê bê kirin, xurtkirina piştevaniyê ye." 
 
Nûçegihana Jinnewsê Gulîstan azakê jî anî ziman ku 10'ê Çileyê wekî roja rojnamevanên nayên xebitandin pêşwazî dikin. Azak, bilêv kir ku zext û zoriyên li ser çapemeniya azad qet kêm nebûne û got: "Mixabin destên rojnamevanên ku bi pênûsa xwe rastiyê dinivîsin, tên kelemçekirin. Demek berê nûçegihanên MA'yê û nûçegihanên Jinnewsê ji ber nûçeya helîkopterê ku li Wanê du welatî ji helîkopterê hatibûn avêtin, hatin girtin. Her wiha di 5'ê Çileyê de di çalakiya ji bo Gulîstan Dokûyê de du rojnamevan hatin binçavkirin. Armanca vê ew e ku ser rastiyê bê nixumandin." 
 
Azak, bal kişand ser zor û zehmtiyên ku li qadê bi wan re rû bi rû dimînin û got: "Gava em dadikevin qadê em bi gelek tiştan re rû bi rû dimînin. Hin hevalên me ji bo neyên binçavkirin, oto sansurê dikin. Lê dîsa jî em ê her tim bibin dengê jinê û rastiyan. Em vê ji Apê Mûsayan, ji Gûrbettelî Ersozan dizanin. Fikir nayên kuştin û astengkirin. Ji ber vê bang li tevahiya rojnamevanan dikim ku li dor ratsiyê bibin xelek û bitêkoşin." 
 
HEVSEROKÊ DFG'Ê ALTAN: ROJNAMEVANÎ TÊ TERORÎZEKIRIN 
 
Hevserokê Komeleya Rojnamevanan a Dîcle Firatê (DFG) Serdar Altan jî destnîşan kir ku gelek rojnamevan ji ber kar û barên xwe yên rojnamevaniyê tên "terorîze"kirin. Altan got: "Li Tirkiyeyê nexasim jî gava hûn hin kesan sûcdar nîşan bidin, hûn bi rihetî dikarin wekî 'terorîst' bn nîşandan. Du sedemên vê hene; yek li bara raya giştî wekî sûcdar nîşandana kes, a din jî bandora derûnî ye. Hevalên me yên bi vî awayî tên girtin ne sûcdar in. Sirf ji ber ku nûçeyên ku li xweşa îqtidarê naçin çêkirine, tê xwestin dengê wan bê tepisandin û ji qadê bên dûrxistin." 
 
'ROJNAMEVANÎ BI KARTÊ NAYÊ LÊPIRSÎNINKIRIN' 
 
Altan, bal kişand ser "karta tûrkûazî" ku ji bo rojnamevanên li qadê dibe mesele û got: "Dibe ku hûn kesekî girêdayî saziyeke çapemeniyê bin jî, dibe ku hûn kesekî bi serbixwe dixebitin bin jî. Lê heger hûn agahiyan ragihînin raya giştî û nûçeyan çêbikin û nûçeyên we bigihêjin girseyan, nexwe hûn rojnamevan in. Ji bo vê ne hewce ye ku hûn îcazetê ji hin kesan bigirin. Karta danasînê ya rojnamevaniyê, tenê amûrek e ku pê karê sivik dibe." 
 
'BAREKÎ MEZIN DIKEVE SER MILÊ ROJNAMEVANÊN MUXALIF' 
 
Altan, destnîşan kir ku çendî ku zext û zorî hebin jî, lê belê rojnamevanên ku ligel van zext û zoriyan rastiyê dinivîsînin jî hene û ev yek cihê hêviyeke mezin e. Altan got: "Lê belê ji bo ku ev dewam bike divê rojnamevan piştevaniya ji bo hev xurt bikin û li ber zext û zoriyan serî netewînin. Nexasim jî di vî warî de barekî mezin dikeve ser milê rêxistinên çapemeniyê. Hem divê ji bo hev hem jî ji bo rojnamevanan piştevaniyê xurt bikin. Nexasim jî divê piştevaniya ji bo rojnamevanên girtî zêdetir be. Her wiha li dijî neheqiyan divê dengê rojnamevanan bilindtir be. Gava em vê bikin, em ê karibin pirsgirêkan berteref bikin." 
 
MA / Eylem Akdag – Cahît Ozbek

Sernavên din

12/01/2021
15:12 Hinceta biryara girtina Guven hat aşkerekirin
15:10 HDP’ê li Çewlikê tecrîd şermezar kir
14:56 Karkerên ku saleke heqdesta xwe nagirin serî hildan
14:40 Rapora girtîgehên Herêma Anatoliya Navîn: 9 girtiyan jiyana xwe ji dest da
14:37 Dayika Sêvê Demîr Sakîne îfade da dozgeriyê
13:49 HDP’ê serdana Osman Şiban kir
13:14 Li Farqînê 2 bira hatin binçavkirin
12:55 Li Colemêrgê serdegirtina malan: 3 binçavkirin
12:52 Osman Şiban hat berdan
12:39 Qeyûm 12 roj in bi hezaran karkeran bê qeyd dide xebitîn
12:37 Hevserokên HDP’a Amedê nehatin berdan
12:23 Îdîaya kameraya wesayîta zirxî ya Efe Tektekîn kuşt xirabe bû
11:59 Qeyûm dê doza îcrayê li namzetê AKP’yî veke
11:49 Li Bayrampaşayê jinek hat qetilkirin
11:46 Kamalak: Tifaqa bi Tifaqa Cûmhûr re wê bibe firotina dozê
11:35 Aldar Xelîl: Planên Tirkiyeyê ne girtin
11:33 Karkerên Cargîllê ku hezar roj jin li ber xwe didin: Maf nayê dayîn tê stendin
11:09 Meclîsa Jinan a HDP’ê: Divê Melek Îpek tavilê bê berdan
11:03 Îdareya Girtîgehê axaftina bi kurdî qedexe kir!
11:03 Li Mêrdînê hê jî jineke ducanî û 2 welatî di bin çavan de ne
10:47 Ji ber ku dîmenên bavê xwe kişand doz lê hat vekirin
10:17 Dayika girtiyê di greva birçîbûnê de: Em ê bêdengbûnê qebûl nekin
09:59 Barometreya Stenbolê: Welatî di bin deynan de ne
09:24 Osman Şiban ê ji helîkopterê hatibû avêtin hat binçavkirin
09:03 Greva birçîbûnê di roja 47'emîn de berdewam dike
09:03 Berdevka TJA'yê: Jinên kurd di warê yekîtiye neteweyî de bi xwe bawer in
09:03 Behsa tahde, taciz û gefên kesê ku got 'birayê min polîs e' kir
09:03 ‘Zanîngeh bûne girtîgeh'
09:03 Derûnas Sorgûn: Gava peymana civakiyî xera bibe herî zêde dê jin bandorê jê bigirin
09:03 Bertîl û gendeliya li Amedê
09:00 ROJEVA 12'YÊ ÇILEYA 2021'AN
07:02 Li 10 gundên Bedlîsê derketina derve hat qedexekirin
11/01/2021
20:49 174 kes mirin, 10 hezar û 220 kes jî pê ketin
17:09 Doza Hrant Dînk carek din hat taloqkirin
16:58 ‘Daxwazên xwendekarên Bogazîçiyê daxwazên me ne’
16:45 Li Colemêrgê hevdîtina gel
16:13 Bi afîşan bal kişand ser greva birçîbûnê
16:04 Wezareta Dadê wê 39 girtîgehên din çêbike
15:58 Faîlê Aleyna Çakir ji tiryakê hat girtin
15:58 Dayika Parlamenterê HDP’ê Maçîn jiyana xwe ji dest da
15:54 Li Bogazîçiyê hêrs kêm nabe: Gotin, biryar û rayedarî ya me ye
15:37 TMMOB’ê bertek nîşanî HES’a li Çemê Zorê da
15:32 Bi lêxistina çepikan Wezareta Tenduristiyê şermezar kirin
15:21 SES, çalakiyên ‘Maske diaxivin’ dide destpêkirin
15:12 Walîtiya Mersînê rêveberê Haber-Sen’ê ‘mîlîs’ îlan kirin
14:40 Hêzên demokrasiyê yên Enqerê: Em bi hev re têkoşînê mezin bikin
14:34 16 sal û 8 meh ceza li bersûcê parêzer Arkaş hat birîn
14:28 Karkerên Cargîllê hezar roj in li ber xwe didin
14:10 Li Wanê qezaya trafîqê
13:31 Gunay: Komkujiya Parîsê ronî bibe, wê gelek tişt çareser bibin
13:07 Melek Îpek ji kesên piştgirî danê re peyam şand
12:53 Îmîr rewşa Hurmuz Dîrîl bir rojeva Meclîsê
12:44 Di 10 mehan de qeyûmê 3’yemîn danîn ser Şaredariya Farqînê
12:28 Dorpêça eskerî ya li çoltera Lîcê rabû
11:03 Beriya were navçeyê qeyûmtiya xwe ragihand!
11:02 Li Colemêrgê bertîla AKP’iyan tê axaftin
10:37 Eskeran li Mêrdînê 5 welatî binçav kirin
09:58 Li Başûrê Afrîkayê ji bo Azadiya Ocalan kampanya navneteweyî dest pê kir
09:48 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 46'emîn de dewam dike
09:00 Çepnî: Qeyûm encama polîtîkayên tecrîdê ye
09:00 Jinên penaber ji saziyên fermî bawer nakin
09:00 Nûnerên partiyan: Qeyûm berhema hişmendiya tekparêze
09:00 'Rastiya me têkoşîna me ya li dijî qeyûme'
09:00 ROJAVA 11'Ê ÇILEYA 2021'AN
10/01/2021
19:33 176 kesên din ji ber vîrûsê jiyana xwe ji dest dan
19:22 Li Lîcê welatiyê hatibû binçavkirin hat girtin
18:06 Karkerê di hezanê de jiyana xwe ji dest da bû hat definkirin
16:53 Ûygûn ê ji kuştina jinan hat berdan ji tiryakê hat binçavkirin
16:00 Gergerlîoglû Gunduzê ku gardiyanan milê wî şikandibûn ji Wezîrê Edaletê pirsî
15:59 Yuksekdag: Kobanê meşa mirovahiyê ya mezin a dîrokiye
15:46 Ji HDP’ê daxuyaniya Ozkîraz û Ozbek
15:25 Lêpirsîna nûçeyê li rojnameger Takva vekirin
14:51 Wê bîranîna Komkujiya Gara Enqerê online bê kirin
14:40 Mezrayên ku tê xwestin bên valakirin 25 roj in bê ceyran in
14:08 Li Licê angaşta îşkenceyê
14:00 Li Efrîn û Girê Spî 18 kes hatin revandin
13:57 ÎHD: Zextên li ser rojnamegeran bi dawî bikin
13:44 Li gundê dorpêçkirî serdegirtina malan: 2 kes hatin binçavkirin
13:29 Bi pankart piştgirî dan xwendekarên Bogazîçiyê
12:57 DFG: Ji bo ragihandina heqîqetê rojnameger li ser piyan e
12:27 Hevserokên DBP’ê yên Wanê vexwendin îfadeyê
11:06 HDP: Em ê ji bo cezakirina Îşkencekaran têbikoşin
11:05 Mezûnên Bogazîçiyê: Kelemçeya bi derî ve kirin darbe ye
10:51 Ji HDP’ê daxuyaniya 10’ê Çiley3e Roja Rojnamegerên Dixebitin
09:53 Xwendekarên Bogazîçiyê: Em piştevaniya li dijî qeyûm mezin bikin
09:19 Greva birçîbûnê di roja 45'emîn de berdewam dike
09:11 Li Amedê 35 hezar kes betal man
09:11 Nerazîbûna hevpîşeyên Aslan: Em şahidê rojnamevaniya wî ne
09:08 Rojnamevanên li qadê: Em ê her tim heqîqetê binivîsin
09:06 Erbaş: Êdî divê em behsa azadiya Ocalan bikin
09:05 Ji ber xemsariya şaredariya AKP’ê kuçe talûkeyê belav dikin
09:03 ‘Xelk diçe fezayê, em mane li benda şebekeyê’
09:01 ROJEVA 10'Ê ÇILEYA 2021'AN
08:46 Cenazayê karkerê ku di bin kana komirê de mabû hat dîtin
09/01/2021
23:57 Li Licê piştî operasyonê gund hatin dorpêçkirin
19:53 Di 24 saetên dawî de 181 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
16:47 Girtiyê jiyana xwe ji dest da Yalçin hat definkirin
16:37 Li Kerkûkê konferansa ‘Di nava şer û aştiyê de Kurdistan’ hat lidarxistin
15:05 Ji bo berdana dayika 2 zarokan Adiyaman a 54 salî bang kirin
14:23 DAIŞ'ê 2 baregehên eskerî yên Hemayê bi dest xistin